Static Wikipedia February 2008 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu

Web Analytics
Cookie Policy Terms and Conditions Mediyan - Wîkîpediya

Mediyan

Ji Wîkîpediya

Ev gotar û Med û Mediya bila werin yekkirin
Împeratorî ya Med li Rojhilata navîn
Împeratorî ya Med li Rojhilata navîn

Med şûn û diyara gelekî kevn bû, li rojava Îranê ku wek yek ji gelên serekî a bapîrên Kurdan u Azerian u geli rojavayê Îran tên naskirin.

Ew diyar, rojhilat û başûrê Kurdistan û başûrê Azerbaycan ku wek Meda biçûk dihat binav kirin û hemû Çiyayê Zagros ku wek Meda mezin dihat binav kirin li xwe digirt.

Paytexta Med bajêrê Hêgmetane bû.

Gelên wê demê yên akincî yên zagrosê ku birîtî bûn ji Gûtî, Lolo, Kasî, Horî... û hwd zimanê Mediyan qebûl kirin.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Derketin

Nîşaneke konfederasyona Med
Nîşaneke konfederasyona Med

Piştî helmatên qurs û xwînawiya Aşûrîyan bo ser deverên Med, Mezin û serokên Med girdî zana û mêrxaseke xwe bi navê Diyako kom bûn, dewleta Aşûr li nav birin û yekemîn emperatoriya Aryayî li Rojhilata navîn damezrandin. Diyako 700 B.Z. bû patşahê Med.

[biguherîne] Patşahên Med

[biguherîne] Sinorên împeratoriya Med

Sinûrên împeratoriya Med li bakûr degeheşte rûbarê Eres, le başûrewe heta Xûzistan, le rojeelatewe heta belx û le rojavaşewe degeyşte rûbarî halîs wate ew çomey ke ewroke pêyî delên qzl îrmaq. em nawçe berbilawe, beşêkî giringî asiyay bçûk û deverekanî Azerbaycan û Kurdistan û Hemedan û erak û rey û damxan û fars û belx beşêk le xûzstan û tewawî maznderanî degirtewe.

[biguherîne] Cînarên Med

Li dewruberî Med gelek xelk û netewe û hozên din hebûn. Bo nimûne le dewruberî Gola Urmê xelkek bi navê Skayiyan dijiyan. Hinek le rojavatir împiratoriyek bi bavê împiratorî xaldîyan hebû. Li rojavayê Mediyan împiratoriyeke mezn hebû bi navê împiratorî aşûriyekan. Paytextî wan bajarî Neynewa bû ku dikeve nêzîkî Mûsil a îro.

Ew li bineret de Samî bûn u ji navçey Erebstan ve hatbûn û lewê bo xo împiratoriyekî mezin pêk hînabû. Imperatorî Aşûriyekan zor behêz û bêbezeyî bû û herdem bo perepêdanî molgey xoy hêrşî debirde ser dewruberekanî û twanîî le mawey deselatdarîî xoyda gelê împiratorî û dewlet birûxênê û biyanxate jêr deselatî xoyewe, bo nimûne împiratorîî hîtiyekanî rûxand, Filistînî dagîr kir, împiratorîî hezaran saley 'îlamiyekan ke le lay xwaruwî rojeelatî iêstakey Kurdistanda bû têk da. le rojeelatewe heta çiyaî demawend û kewîrî lût kişan û beser pars û Medekanda zal bûn. aşûriyekan le gelê netewey nawçeke pîtak û seraneyan be zor werdegirt, tenanet le parsekan û Medekanîş weriyan degirt.

împiratorîî aşûrî deselatêkî behêz û metirsîdar bû bo hemû xelkanî nawçeke.

belam dwatir le nêw hoze ariyayiyekanda take hozêk bo yekem car serî helda û bû be împiratoriyek û dwatirîş kewte giyanî impiratorîî drndey aşûr û ew împiratoriyey le rûperî mêjûda bo hemîşe sriyewe. ewîş împiratorîî behêzî Medekan bû, bapîrey Kurdanî ewroke.

împiratorîî Med, împiratoriyeke ke Kurdan debê hemîşe be şanaziyewe yadî lê biken. debê kor û komelî pspor û taybetî terxan bikirê bo lêkolînewe leser ew împiratoriye mezne.

[biguherîne] Lînkên derve


MED Û MEDİYA


Împaratoriya Medan- ji Hîndîstanê heta Anatoliya Navîn, ji Wîkîpediya Kurdî hatiye wergirtin.

Gelê Med ji nijada ariyan bûn, ji ber vê yekê hîmê wan ji lawê Nûh Yafet tê. Bi zelalî dikare bê gotin ku, ew ji lawê Yafet Maday¹ tên (1. Mûsa 10:2). [Ji kerema xwe re li bêjeya Maday binêrin.]

PİRTÛKA 1. DÎROKAN – Jİ PİRTÛKA PÎROZÊ 1 Adem, Şît, Enoş, 2 Kẹnan, Mahalạlel, Yared, 3 Hẹnox, Methûşaleh, Lạmex, 4 Nûh,Sem, Ham û Yạfet. 5 Lawên Yafet: Gọmer û Mecuc û Mạday û Yạvan û Tûbal û Meşek û Tîras.

NÛH Li gor 1. Mûsa [Destpêkirin] 5:32 „Û Nûh pênc sed sal buhurand pêv, bi navê Sem, Ham û Yafet sê lawên wî hatin dinê.“ YAFET Şaxa Arîziman:Hîndîgermanî (14 Malbat)

GOMER Kîmerî, bakurê Derya Rêş AŞQENAZ Başurê rojhilata Derya Reş RİFAT Paflagonî TOGARMA Ermenî MAGOG MADAY Medan ji başurê Derya Xezarê heta çiyayên Zagrosê YAVAN Îyonî, Yewnanî ÊLÎŞA Li ba Yewnanistan TARŞÎŞ pêş Îspanî KİTÎM Qibris RODANÎM Rodos û giravên Derya Egeyê TUVAL Tîberî, li Asya Biçûk MEŞEK Frîgyayî, li Asya Biçûk TÎRAS Tîrhenî, girav û qeraxên Derya Egeyê Nijad, ziman û olê Medan pir nêzîkî gelê Farisan bû. Gelê Medan bi şêweyekî xelk di dîroka Pirtûka Pîrozê de di sedsala 8 an de Berî Zayînê derdikeve meydanê. Lê belê di dîroka cîhanê de, cara yekem ew di dema padîşahê Asûr Salmanasarê sêyem de, ku hemdemê padîşahê Îsraêl yê Yehû ye, yanî kêmzêde B. Z. di salên 904 – 877 an de bi wan tê îşaretkirin. Li gor bidestxistinên arkeolojî û vekolandinên din, tê gotin ku, gelê Med di navîna hezarsaliya duyem de B. Z. li ser zozanên Rojavaya Îranê niştecîh û cîhwar bûne.

welat û cîhûwarê Medan û gelên cîranên wan

Cîhûwarê Medan. Her çend sînorên kevnên herêm û cîhûwarên Medan hatibe guhartin jî, lê bi gelemperî ew di herêma rojava û başurê Derya Xezar û çiyayîstana Elburzê de cîhwar bûn. Sînorê başurê rojava digihîşt jorî gola Ormiyê û derbasî dahlên rûber û çemê Arasê dibû. Çiyayên Zagrosê heta rûberê Dicleyê jî di navbera Med û Asûran de sînorê rojava bû. Sînorên rojhilat jî heta çola mezin diçû. Li aliyê başur sînorê Medan digihîşt Elamê. Bi vî awayî em dibînin ku, welatê Medan bi gelemperî zozanên çiyayî bû. Ev bilindahî di navbera 900 û 1.500 metre ji deryayê bilin bû. Gelek cîh û dever beyarên bê av, çiya û banî bûn, ji ber ku baran hindik dibarî. Lê pir dahl û mêrgên biber hebûn. Piraniya çem û rûberên mezin bi aliyê beriyê ve diçin û lîtav çê dibe bi destê germahiya havînê av dimiçiqe hişk dibe û di şûna wê de xwê dimîne. Sînorên xwezayî bo parastina cîhûwarê Medan gelek baş bûn. Çiyayên li aliyê rojava, yanî Çiyayên Zagrosê, herî bilindin. Ew gelek caran ji çarhezar metreyan bilindin, lê tenê Demavendê ku li ser Elburzê, nêzîkî Derya Xezarê ye, 5.771 metre ji deryayê bilin e.


Kar û Barê Medan. Wek îro, wê demê jî bi gelemperî ew li gundên biçûk yan jî bi koçerî bi xwedîkirina pez û terşên xwe mijûl bûn. Nivîsên mixî, yên ku ji êrişbûna Asûriyan bi ser Medan vê diçûn, vê gotine îsbat dikin û nîşan didin. Sedema êrişên Asûrîyan pir bi nav û deng bûyîna hespên Medan bûn. Ji vê sedemê gelek dijminên Medan êriş dibirin ser wan. Wekî din li ser zozan û mêrgên dahlan mîh, bizin, ker, bargîr û çelek û mange ditewilîn. Asûriyan carcaran gelê Med di wêneyên kevirî de bi awayekî gîzmeyên postî ku, bo şivantiyê di holikên çiyayî, berfî û bilind de pir sûdmendin, nîşan didan. Dîtinên ku bi destê arkeolojiyê hatine peydakirin, nîşan didin ku Medan di karê hesinkerî, zîfkerî û gewherfiroşiyê, de gelek zana û zîrek bûn. Li gor hindik kesên zana Medan navê xwe ji madena ku li welatê wan pir peyda dibe girtîne. Li gor dîrokzanan sifira ku li Erxanî – Madenê tê derxistin, di dîroka mirovatiyê de kana gewheriya herî kevintir e. Erger mirov îro tenê li cîhên ku kanên gewherê welatê Kurdan binêre, rastiya vê gotinê tê ber çavan. Mesela tenê çend mînak ku, li Xulaman nezîkî Xarpêtê Krom, li Erxanî – Madenê sifir, navê Dersîm – deriyê sim yan jî zîv, li Hezexê, Şirnaxê komir, li Qulpê kevirên gewherî, ji Batman heta Kerkûkê neft yanî petrol ji me re nîşan dide ku, li welatê Medan çi hebû û îro ji Medan kîjan gel pêk hatiye.

Dîrok û Mêjûya Medan. Medan berhemên nivîsî ku wan bidin nasandin şûnde nehiştine. Agahiyên ku li ser wanin, yan ji Pirtûka Pîrozê yan jî nivîsên Asûrî û berhemên kevnên Yewnanî hatine wergirtin. Wek tê zanîn Medan gelek padîşahî bi destên rûspiyên ber û êlan pêkanîne. Pesndayîn û fortên ku padîşahên Asûrî Şamşî-Adadê pêncem, Tîglatpîlezerê sêyem û Sargonê duyem didin, wusa ku xwe bi awayekî serkevtî li ser hindik serwerên bajarên Medan ku ji Asûriyan dûrbûn, nîşan didin. Piştî ku Asûriyan padîşahiya Îsraêl di sala 740 an B. Z. de xistin bindest û ew sergom kirin, ew „Di salan nehan ya Hoşeya de, qiralê Aşûrê Samîriyê bi dest ve xist û Îsraêlê berbi Aşûrê ve ajotin û wan di Halalê de û di Habora [îro jê re Xebûr tê gotin] ku li ber çemê Gozanê de ve û di bajarên Medan de bi cîh kirin“ (Pirtûka Pîroz 2. Qiralan ayetên 17:6; 18:11). Êrişên Asûriyan ku „Medên asê“ têxin bin nîrê xwe heta dema ku padîşahê Asûr yan Aşûr Azar-Hadon yê lawê Sanherîb ku hemdemê padîşahê Cihûda Manase salên 716 – 662 an B. Z. dewam kirin. Azar-Hadon di lewhayên xwe yên nivîsî de, di derbarê Medan de wusa dinivisîne: „Welatek sînorên wê heta beriya xwê diçe, di navbera welatê Medan de ku pir dûr e, li Bîknî li Çiyayên-Lapîslasûlî, serwerê bajarê bihêz ku tu carî stuyê xwe di bin kesî de xwar nekiriye, min ew û temamê gel, hesp, terş û pez û hiştirên wî bi xenîmetek mezin bir Asûrê“ (R. Borger, di lewhayên Azar-Hadon di Archiv für Orientforschung deftera 9 de li Bajarê Graz 1956, rûpel 55). Wekî din ew vê yekê jî dibêje ku, wî baca padîşahiya hersalî jî li wî bar kirîbû. Li gor dîroknivîsê Yewnanî Herodot (Historien, I, 96), Medan yeketiyek padîşahî di bin serweriya kesê bi navê Deykos ava kirîbûn. Hindik dîrokzanên nûjen dêbêjin ku, di lewhayên ku tê gotin serwerê Deykos ew bi xwe Deyaûkû ye. Di êrişekî de Sargonê duyem wî esîr digre û sergomê Hamatê dike. Le belê zêdeyî kesên zana bawer dikin ku, padîşahên Medan di dema Kîyaksares (neviyê Deykos li gor Herodot [Historien, I, 102, 103]) di bin serwerekî taybet de dest bi avakirna yeketiya xwe kirine. Her çi be jî, ew wekî serwerên Kenaniyan bûn, carcaran di bin destûra padîşahekî ceng dikirin, le belê ew dîsa jî ta hedekî serbixwe û azad bûn (Kerem kin li Yêşû 11:1-5 binêrin). Li dijî êrişên Asûriyan, dîsa jî Medan hêza xwe parastin û ew hê jî bihêztir bûn. Û êdî ew bo Asûriyan gelek bixeter bûn. Çaxa Nebupolaserê Babîlî yê bavê Nebukadnesar, li dijî Asûriyan serhilda, Kîyaksares leşkerê Medan bi Babîliyan re kom kir. Piştî sala 12. ku Nebupolase hukûmdarê Babîle bû, Medan bi hevkariya Babîliyan (634 B. Z.) Asûr girtin, (li gor nivîsên Babîlî ku U-ma-kîs-tar tê gotin) Kîyaksares û Nebupolaser di bajarê hatibû bidestxistin û girtin de „Peymana Hevalbendî û Yeketiyê“ çê kirin (çavkanî Altorientalische Texte zum Alten Testament, derhênar H. Greßmann, Berlin û Leipzig 1926, S. 363). Berossos (ku li ser Polyhistor û Abydenosê binav û deng e, Eusebius van her du jî tîne ziman) dibêje ku, lawê Nebukadnesar Nebupolaser keça padîşahê Medan ji xwe re dike jin ku, navê wê Amîtîs e (li gor Abydenos ew Amuheya ye). (Eusebius, Chronicorum liber prior, derhênar ji A. Schoene, Berlin 1875, Sp. 29, Z. 16—19, Sp. 37, Z. 5—7). Gelo Amîtîs keça Kîyaksares bû yan jî keça lawê wî Astîyages bû, dîrokzan li ser vê mijarê ne hemfikrin.

Med Bi Yeketiya Babîliyan Re Li Ser Asûriyan Serkevtî Dibin. Di piştî şerên li hemberî Asûriyan de, di 14. sala padîşahiya Nebupolaser de (sala 632), leşkerên yekbûyî yên Med û Babîliyan bajarê Neynowê digrin. „Û dê destê xwe ber bi bakur dirêj bike û dê Aşûrê tune bike û dê neynowê bike wêranxaneyek û mîna çolê ziwa bike“ (Tsêfanya 2:13 axeta Pirtûka Pîrozê). Hêzên dijberê Asûriyan sînorên xwe nêzîkî 369 kîlometre bi aliyê rojava ve heta Haranê birin, herçend Misiriyan bi hewara Asûriyan hatin jî, Asûriyan temamê hêza xwe ya leşkerî winda kirin û împaratoriya Asûriyan di navbera Medan û Babîliyan de hat parve kirin. Mîna ku Pirtûka Pîroz dibêje: „Ji şikestina te re derman nîne; birîna te ya mirinê ye!“ (kerem kin li Nahûm 2:8-13; 3:18, 19 jî binêrin). Wek tê zanîn medan bakurê wêlatê Asûriyan xistin bin destê xwe. Babîliyan jî başurê welatê Asûriyan xistin bin destê xwe, bi vî awayî Sûriye û Fîlîstîn jî ketin bin destê Babîliyan. Pîştî van bûyeran padîşahê Medan Kîyaksares berê xwe da Asya Biçûk, ew heta çemê Halîs [îro jê re Kizilirmak tê gotin) pêşve çû. Li wir Medan bi Lîdyan cengek bê encan kirin. Pêy vê bûyerê ev çem û rûberê Halîs bû sînorên rojava yê împaratoriya Medan. Vê împaratoriyê xwe dirêjî heta zozanên temamê Îranê, Mezopotamya Bakur, Ermenîstan û Kapadokiyayê kir.

Împaratoriya Med Hêza Xwe Didin Farisan. Wê demê paytexta Medan Ekbatana yan jî Akmeta bû. Îro jê vî bajarî re Hemedan tê gotin. Navê He-Medan nîşan dide ku, ev bajar û şar bi Medan pêvendiyek mezin heye (Esra 6:2). Med li gor Farisan – Parsan xwedîcîhek baş bûn. Farisan wê çaxê herêma başurê welatê Medan xistibûn bin destê xwe. Dîroknivîsê Yewnanî Herodot û Ksenofon (li gor van çavkaniyan Historien, I, 107, 108 Cyropädie, I, ii, 1) dibêjin ku, Kîyaksares ku dundarê Astîyages ( di nivîsên mixî „Ištumegu“ de) keça xwe Mandanê bi jintî dide serwerê Kambîzes, ji vî çiftî jî Koreş yê duyem tê dunya ye. Piştî ku Koreş dibe padîşahê Anşanê, ku ew deverek ji Farisan bû, ew leşkerên Farsan li hev kom dike, ku Farisan ji bin nîrê medan rizgar bikin. Di Dîroknameya – Nabonîd weha tê gotin: „Li dijî Ištumegu [Astîages] leşkerên wî serî hildan, û wan jî ji Koreş re “girtiyên” xwe şandin, piştî vê yekî jî Koreş paytextê medan girt (H. Greßmann [Hg.], Altorientalische Texte, S. 366, 367). Di vê demê de Med û Fars yek bûn. Wan ji vir û şûnde împaratoriya Med – û – Fars ava kirin. Bi vî awayî pêxembertiya Danîêl li ser duhêziya Med – û – Fars ku, bi beranekî bi du qiloç tê nîşan dayîn, „yê ku bilind e dawiyê derket“ yanî di cîhangiriyê de bihêzbûyîn û pêşdeçûyîna farisan li vir tê nîşan dayîn, pêk hat (Danîêl 8:3, 20). Lê belê rastî ev e ku, Koreşê Mezin ji Medan re pir hêz û memûriyet daye, û Medan jî di hukûmdariya împaratoriya Med – û – Fars de gelek girîngiya xwe pêk anîne. Mîna ku pêxember danîêl ji padîşahê Belşatsar re sira nivîsa ku li ser rûyê dîwêr wekir, eynî wusa hat cîh: Wê imparatoriya cîhaniya babîliyan parçe bibûya û „ji Medan û Farisan re“ bihatibûya dayîn. Di pirtûka Danîêl di cîhên din de bi gotina „zagona Medan û Farisan“ pir caran Med bi gotina pêşîn tê dîsakirin (kerem kin li ayetên Danîêl 5:28; 6:8, 12, 15 binêrin). Ev gotin bi dîroka wan nîşan dike. Di sedsalên şûnde rêz û dora gotinan tê guhartin, lê tenê bi yek carekî derveyî qayde tê ziman (Kerem kin li ayetên Ester 1:3, 14, 18, 19 Ester 10:2 binêrin). Nîşandayîn vê rêz û dorê zelal dike ku, ji aliyê dîrokê ve Med berî Farsan di dîroka cîhanê de desthilatdar bûn.

Med û Faris Li Ser Babîliyan Biser Dikevin. Di sedsala 8 an de B. Z. Îşaya pêxember ji berê ve pêşgotinî kirî bû ku, wê Yahowa li dijî Babîliyan “Medan” hişyar bike, “bo wan qîmeta zîvê nîne û bi zêran ve dilê wan xweş nabin. Û dê bi kevanan ciwanan li erdê bixin” (Îşaya 13:17-19; 21:2). Bêjeya Med dikare li vir, di heman demê de bo Farisan jî bê fêhmkirin. Qîmetnedayîna zîv û zêr dikare li vir bi vê maneyê be ku, ew bi giştî li pey girtin û bidestxistina xenîmeta Babîle bûn, wan tu carî qîmet nedan diyariyên rişwetan, da ku ew ji hedefa xwe şaş bibin. Med û Farisan tîr û kevan bi gelemperî bi şêweya çek bikar dianîn. Carcaran medan kevanên xwe bi metal yanî tunc û bafûn yan jî bi sifir dineqişandin (Kerem kin vê bidin ber ayeta Zebûr 18:34 an). Herhalde „bona ku Babîlê helak bike“ û ciwanên wan hûr bike tîrên wan mîna refê çûkan û tava zîpikê difiriyan û diçirûsikîn, ji ber ku ew hatibûn birqandin da ku tîrên wan bikarîbûyan di bedenê de kûr biçûyan (kerem kin li ayeta Yêremya 51:11 an binêrin). Di ayeta Yêremya 51:11, 28 an de gootina padîşahên Medan tê ziman. Gotina Padîşahên Medan li vir bi mane û wateya ku, ew hêzên di bin fermandariya Koreş de êrişî Babîlê bûn, ew leşkerên pirhêz jî di bin fermandariya padîşah yan jî padîşahên Medan bûn. Di wê demê de ev irf û edet gelek caran hebû. (Ji kerema xwe re li ayeta Yêremya 25:25 an binêrin). Ji vê sedemê ye ku, em dibînin Babîl bi destên leşker û hêzên yekbûyî yên Med – Farisan, Elamiyan û hêzên ciranên din hat girtin. Padîşahekî Medî ku navê wî Dara yan Daryûsê Med bû bi şêst û du saliya xwe bû padîşahê warê Kîldaniyan yan jî Babîliyan. Herhalde bi destê Padîşahê Koreşê Mezin Daryûşê ji nijada Medan li ser temamê Babîlê bû padîşah (Danîêl 5:31; 9:1). Kerem kin li Daryûşê yekem re binêrin. • Ji bilî nexşeya pêşîn ev agahî gişt ji pirtûka Insight on the Scriptures ku bi zinamê îngilîzî ye, hatine wergirtin.

Serkevtina Îskenderê Mezin. Di dema Aheşveroşê padîşah de, herhal ew Kserksesê yekem bû, dîsa jî bi „leşkerên Med û Farisan“ tê îşaretkirin. Pirtûka Pîroz jî vê yekê dipejirîne û dibêje: ‚Heft serokên Faris û Mediyayê ên ku herî nêzîkî Padîşah bûn’ û hê jî behsa „Zagonên Farisiyan û Mediyan“ hukûm dikir (Ji kerema xwe re li Ester 1:3, 14, 19 binêrin).Di sala 334 de B. Z. Îskenderê Mezin bizû û bihêz serkevtinek mezin li ser leşkerên Med û Farisan bidest xist, û di sala 330 an de B. Z. Mediya xist bin destê xwe. Piştî mirina Îskenderê Mezin başurê Mediyayê ket bin destê împaratoriya Seloykiyan, lê parçê bakur padîşahiya azad ma. Her çiqas Mediya ket bin destê Partan û Zeloykiyan jî, lê dîsa jî zanyarê cîhûwaran, Ştrabo destnîşan dike ku, di sedsala yekem de D. Z. hê jî dundana padîşahiya Medan hebû (Strabos Erdbeschreibung, 11, XIII, 1). Di sala 33 an de D. Z. di roja Pentîkostê de bi Medan re Part û Elamî jî di nav neteweyên din hebûn. Ew bo perestinê hatibûn Orşalîmê. Ji ber ku ew bi gotina „Cihûyên xwedêtirs ji hemû miletên ser rûyê erdê“ tên binavkirin, bi îhtîmalek pir mezin ew dundar û neviyên Cihûyan bûn ku, Asûriyan ew ji Îsraêlê sergom kirîbûn. Asûriyan ew Cihû bi esîrtî biribûn bajarên Medan, yan jî hindik ji wan, baweriya xwe bi olê Cihûyan anîbûn (Kerem kin ayetên Pirtûka Pîroz – Karên Şandiyan 2:1, 5, 9 bixwînin). Îro gelê Kurd dibêje û îdea dike ku, ew dundan û neviyên Medanin. Eger mirov ziman, dîrok, cîhûwar û civaka Kurdan bîne ber çavan, em pir nêzîkiyan di navbera Medan û Kurdan de dibîne. Bi îhtimalek pir mezin Med bapîrên Kurdan bûn.


[Nexşe yekem] (Nivîsa ku li ser nexşeyê ye) Kaspisches Meer Derya Xezerê MEDIEN MEDİYA Araxes Çemê Arasê Urmiasee Gola Ûrimiye Elbursgebirge Çiyayistana Elburzê Ekbatana Ekbatana-Hemedan Sagrosgebirge Çiyayistana Zagrosê Tigris Çemê Dîcleyê Babylon Babîl Euphrat Çemê Firatê ELAM ELAM Persischer Golf Delava Îranê ASSYRIEN ASÛRİYAN




MADAY¹ Lawê sêyemê Yafet e, ku ew jî lawê Nûh yê sêyem bû (1.Mûsa - Destpêkirin [Pirtûka Pîroz] 10:2; 1Ch 1:5). Ew bapîrê Medan tê hasibandin. Li gor vê gihîştinê ye ku, bêjeya Îbranî ya Maday di Pirtûka Pîrozê de bi gotina „Medan“ yan jî „Mediya“ tê wergerandin, bo mînak di ayetên mîna 2. Qiralan 17:6; 18:11; Ester 1:3; Îşaya 13:17 û 21:2. Gelê Med di zimanê Asûr û Babîlî de (Akadî) Madaya û di zimanê farsiya kevn de jî Mada tê naskirin. Di demekî derbasbûyî de ew li çiya û zozanen Îranê, taybetî di navbera herêma çiyayîstana Elburzê yanî başurê derya Xezarê û çiyayîstana Zagrosê rojhilatiya Asûrê şûnwar û cîhwar bûnin. Bêje û gotina ku îro bo Îranê tê gotin, ji bêjeya „Arî“ pêk tê, ku bo dundan û neviyên Yafet tê bikar anîn.

zelakirina wêneyan: 1: Nexşeya Med û cîranên wan 2: Lewhaya li Hemedanê ku bi sê zimanên hemwelatiyên Medan hatiye nivîsandin 3: Ahura Mazda (dibe ku bi maneya „Agirê Mezin” be) Xwedayê tenê yê Medan û Farisan 4: Gora Koreşê Mezin ku li Persepolîs yanî Pasargadê nêzîkî bajarê Şîrazê ye 5: Gora Danîêlê pêxember ku nêzîkî bajarê Şûşê li herêma nê ye 6: Kevirnîşanek ji memûrên Padîşahê Med û Farisan, kumê grover-Med, kumê kofîyî-Faris 7: Ester û Mordekay li ber hizûra Ahaşveroşê padîşah 7: Gundorê Koreşê Mezin ku di cîhe mora wî de dihat qebûlkirin. 8: Geliyê ku Îskenderê Mezin çiyayistanê Zagrosê derbas bû û dawî li împaratoriya Med û Farisan anî. Ev cîh piştî bajarê Nûrabadê li ser reya Şîrazê de ye. 9: Gora Ester û Mordekay e ku ev gor bo cihûyan ziyaret e û li bajarê Hemedanê ye. 10: Nûh piştî tofanê ji keştiyê derdikeve der û bi jin, sê law û sê bûkên xwe ji Xwedê re qurbanê dide.

Static Wikipedia 2008 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2007 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2006 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu