Nelson Mandela
Ji Wîkîpediya
Nelson Rolihlahla Mandela (bi Kurdî Nêlsin Mandêla) (18'ê Tîrmeha 1918'ê) serkomarê yekê yê Komara Efrîkaya Başîr e ko bi hilbijartineka azada ko nimînendeyên hemî neteweyê têda pişikdar bûn hat hilbijartin. Berî hingî ew ji bo bizavên siyasî ji bo nehêlana rejîma Apartayd li wî welatî kevt bû zîndanê. Ew berî bibit serkomar, rêberê Civîna Neteweyî ya Efrîkayê (African National Congress) bû. Wî 27 salên jiyana xwe li zîndanê bihurandine ko piraniya wê li zindana Gizirta Robên Robben Island derbazbû. Ji ber vê heyama dirêja zîndanîbûnê û bizava wî ji bo nehêlana tundûtîjîyê ew bû navdartirîn rêberê şerê dijberî Apartaydê.
Li van bîst salên bihurî wî zêdetir ji sed xelatên navneteweyî wergirtine. Li sala 1992'ê wî Xelatê Ataturkî ji bo Aştîyê nepejirand û got ko ew nikare rewşa Kurdan li Tirkiyê bibînit û xelatekê aştiyê li dewleta Tirk werbigirit.