Artêşa Îranê, doh li nêzîkî bajarê Urmiyê, li hemberî gerîllayên Gerîlayên Hêza Azadiya Kurdistan (HAK) operasyon lidarxistin. PJAKê da xuyakirin, di navbera hêzên wan û leşkerên Îrane de şer derneketiye.
Şaredariya Qoserê pirtûka Delîl Mîrsaz a bi navê 'Ji Ava Ferad Dilopek' bi boneya Mîhrîcana yekem a Çand û Hunerê belaş belav kir. Pirtûka ku ji aliyê weşanên aram ve hatibû weşan ji 12 çîrokan pêk tê û bi taybetî bûyerên piştî salên 1980'î wekî mijar digire dest.
PMF (Peace Monitoring Force) ko bi armanca nehêle PDK û YNK şerî bikin hatibû danîn yek car û bi carekê ji Kurdistanê derdikeve.
Hate îdîakirin, ku artêşa Tirk, li zozanên Berçêlanê yên Colemêrgê, bi bahaneya ku gerîllayên HPG'ê li herêmê henin, çekên kîmyewî bikar aniye.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Abdullah Gul ku ji bo cîvîna gişti ya Neteweyên Yekbûyî li Emerîkayê bû ji Wezîrê karên derve yê Emerîkayê xwest ku li dijî Kongra-Gel gavên ber bi çav biavêjin.
Mesûd Barzanî got bila ti kes wisa nehesibîne ko Kerkûk dê li derveyî Kurdistanê bi awayekê dagirkirî bimîne û got kurd dixwazin problema Kerkûkê li gor qanûna bingehî ya miweqet ya Iraqê bête çareser kirin.
Tirkiye û Yekitiya Ewrupayê li hev kirin. Endamê ji firehkirina Yekitiyê berpirsyar Gunter Verheugen diyar kir ku êdî tu şertê wan nemaye.
Artêşa Tirk li derdora gundê Xozmerek a girêdayî navenda Dêrsimê operasyoneke fireh da dest pê kirin. Tê gotin, Helîkoptêrên Kobra jî ji hewayê piştgirî didin operasyonê û ji seat 9`an û pê ve jî dest bi bombebaran kirina, çiyayên li derdora Xozmerekê kirine.
Li herêma di navbera Navçeya Depe ya Elezîzê û Navçeya Mazgêrta Dêrsimê de, di navbera Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de pevçûn derketiye.
George W. Bush berevanî ji biryara xwe dike bo dagîr kirina Iraqê li gûtara xwe ji bo civata giştîya Neteweyên Êkgirtî li New York.
Dewleta Sûriyeyê eskerê xwe yê li Libanê paş ve dikişîne. Pêwendiyên Sûriye û Emerîkayê baştir dibin û berpirsyarekî bilind yê emerîkî dê biçit Sûriyeyê.
Musa Anter di 12. salvegera qetlkirina xwe de li Amedê li kuçeya ku hate kuştin, bi tevlibûna hezar û 500 kesî hate bibîranîn. 8 ciwan bi mudaxaleya polîsan hatin binçavkirin.
Konsera Hozan Diyar ku bi organîzasyona Navenda Çand û Hunera Serhedê, li Wanê li dar ket, ji ber îzdîhamê 3 caran navber hate dayîn. Nêzî 15 hezar kes tevli konserê bûn.
Rêxistina bi navê "Ensar el-Sune", di malpera xwe ya li ser înternetê de, bi belavokek diyar kiribû ku li nêzikî Qesabaya Tacî ya ku 30 kîlometre li bakûrê Bexdayê ye, 3 endamên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) revandine û stuyê wan jêkirine.
Rêxistinên Civakî yên Îslamî nerazîbûna xwe yên li dijî Pêşnûmaya Zagona Cezaya Tirk nîşan dan û diyar kirin ku di nava pêşnûmayê de gelek xalên li dijî azadiya raman û azadiya baweriyê hene.