Semed Behrengî
Ji Wîkîpediya
Semed Berhengî (yan Samed Behrengî, bi farisî صمد بهرنگی) nivîskarek navdar yê îranî ye.
Semed Behrengî (1939-1968) nivîskarekî îranî yê bi nav û deng e. Bêtir bi çîrokên xwe yên ji bo zarok û gêncan hatiye naskirin. Her çendî ew bi çîrokên xwe xitabî zarokan dike lê, di eynî wextî de şîretan jî li mezinan dike.
Samed Behrengî di 1939ê de li Tebrîzê ji dayik bûye. Li gelek gundên Azerbeycana Îranê mamostetî kiriye.
Di 1968 de ji alî hêzên tarî yên dewleta Îranê ve tê kuştin. Demek di ser kuştina wî re derbas dibe, termê wî di çemê Arasê de tê dîtin.
[biguherîne] Berhem
- Masiyê Reşê Biçûk
- Xoxek û Hezar Xox
- Kevokvanê Keçel
- Qijik
[biguherîne] Çavkanî
Mehmûd Lewendî: Kovara Mehname, hj. 74, 3/2006