Xaşxaşiyan
Ji Wîkîpediya
Xaşxaşiyan (erebî: الحشاشون:el xaşxaşîn, gelejmer: Xaşxaşîyyun an erebî: الاسماعيليون:Îsmalîyyûn) tarîqateke şî Îsmaîliyanê ji aliyê Hesan Sabbah hat ava kirin bû. Navê wan ji wetaya xaşxaş( حشيش ) ango xaşxaşk de hat afirandin bû û wan navbera 1080 û 1270an de bi hinekên navdar ve gelek kes kuştî bûn. Ew wetaya xaşxaşîn ji pê re bi bi destên Xaçiyan û Marco Polo li ewropa jî hat bihîstin û bi cûdayiyên biçûk re wek "assassin, assasinate hw." derbasî zimanên ewropa bû.
Gorî gotgotinên wê demê Hesan Sabbah fedaiyên xwe li ber bedkujiyan bi xaşxaşk serxweş dikirin û dişandin bedkujiyan. Ji bo wan gotgotinan ew di nava gelê Sûrî û Misir de wek xaşxaşî dihatin binavkirin û ji pê re jî ev nav ji wan re ma.
Îsmaîla zaveka Şîyanê di 770an de hatibû avakirin û Xaşxaşiyan tarîqateke Îsmaliyan bû. Xaşxaşiyan bi Hesan Sabbah ve tev li kela Alamût bicih bû bûn û li wir di bin destên Sabbah de fêrên leşkerî û olî didîn. Fedaiyên Xaşxaşiyan bi gelemperî ji pê bedkujiyê re dihatin kuştin. Lê ji bo wan ew bedkujiyan wek tevgereke pîroz didîn li wê re xwe feda dikirin. Armanca wan bi gelemperî kargerî dest xisitina şîyan bû û ji bo vê yên qetl dikirin jî bi gelemperî karbidestên sunî bûn. Wan wezîrê Selçûqiyan Nizam al-Mûlk kuştin û çend caran bedkujî ji Silhedînê Eyûbî re jî kirin, ew ji bedkujiyên wan filitî bû.
Di dema Raşîd el Dîn de wan navbera 1150an û 1193an de li Masyaf bedkujiyên mezinên li Îran kirin.
Bedkujiyanê wana navdara herî pêşin di 1092an de ya Nîzam ûl Mûlk bû. Wan di 1122an de wezîrê Fatimîyan El Efdal, di 1124an de jî qadiyê Bexda Ebû Saîd El Herevî kuştin. Wan di wê demê de hin xaçiyayên li xakên pîroz jî kuştî bûn. Di 1152an de wan Raymond II kargera Trablûs, 1192an de Conradê Montferrat kuştin. Di 1242an de wan lawekî Cengîz Xan kuştin.
Ji pê dagir kirina talan kirina Moxolanê, di 1256an de, kelayê Alamût re ewna ji hêz ketin û belaw bûn. Ji pê siltanê Memlukan Baybars ewna bin dest kirin re jî ewna êdî bi tunî di dîrok de hat paqijkirin.