Marco Polo
Ji Wîkîpediya
Marco Polo (1254 - 1324) seyah û kaşîfê Îtalya yê navdar e.
Di malbateke bazirgan ê dewlemend de ji dayîk bûye. Zaroktiya wî di keştiyan de derbasbûye, li Derya Reş û Derya Spî (Derya Navîn) geriyaye. Papa Gregorius IX. wî û bavê wî ji bo ragihandina nameyeka olî bo Kubîlay Xan peywirdar kiriye. Sedema vê peywirdariyê 17 salan li Asya dûr digere. Anatoliya, Mezopotamya, Çîn, Îran, Çiyayên Pamîr, Tîbet hwd seranser digere û dîtinên xwe dinivîsîne.
Di gera xwe ya duyemîn de peywirdariya xwe bicihtîne lê di deryayê de xetereyên mezin dijî. Ji 600 zilamên xwe 580 winda dike. Di sala 1295'î de bo bazirganiyê vedigere Wenedîkê. Carekê ji aliyê Genewîzan dîl tê girtin. Di zîndanê de nivîsên xwe vedinivîse û wekî pirtûk dide çapkirin. Pirtûka wî bi navê "II. Milione" di dema xwe de dibe kaneke sereke ji bo naskirina Asya dûr, Efrîqa û Çînê.
![]() |
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Marco Polo hene. |