Êgin
Ji Wîkîpediya
Êgin (tirkî: Kemaliye) an bi Ermenîkî Agin (tê wateya kanî) navê xwe ji zimanê filehkî (Ermenîkî) digire. Yek ji navçeyên Erzinganê ye. Navê wê ji bo xatirê damezrênerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Atatürk kirine Kemaliye. Navê berê hatiye qedexekirin. Bilindahiya herêmê ji rûyê avê 900-1.700m ye. Frehiya erdê navçeyê 1.333km² û hejmara niştecihan (bi tevî gundan) 16.900 e. 34 gundê navçeyê hene.
Herêm heya damezrandina Komara Tirkiyê di bin fermandariya mîrên Kurd ên Kemah û Dêrsîmê de bû. Eşîra Reşwan li herêmê navdar bû. Êgin di dema Osmaniyan da hin caran bi Amedê, hin caran jî bi Xarpetêê ve hatiye girêdan. Nifûsa herêmê ji Kurd û Ermeniyan pêk dihat. Piştî Terteleya Filehan, li herêmê Ermeni neman. Dîroka herêmê ji ya Bakurê Kurdistanê ne cudatir e.