Dêrsim
Ji Wîkîpediya
Dêrsim herêmeke bakurê Kurdistanê li Tirkiyê ye. Di navenda vê heremê de bajarê Mamikî (bi Tirkî Tunceli) heye. Di dîrokê de Dêrsîm ji başûrê Erzinganê dest pê dike li rojava digihîje Sivasê, li Rojhilat cîranê Mûş û Bîngolê ye, li Başûrê Dêrsîmê sînorên Amed û Elezîzê dest pê dikin. Li Dêrsimê bi piranî Kirmanckî (Zazakî, Dimilî) tê axaftin, lê bêyî dimilî, kurmancî jî tê bikaranîn. Piraniya xelkê Dersîmê elewî ne.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Erdnîgarî û Sînorên Bajêr
Bajar di nav parelelên 39° 36´ û 38° 46´ bakûr û meridyenên 38° 19´ û 40° 26´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr û rojava bi Erzîngan, li başur û rojhilat jî bi Eleziz re tê girêdan.
Taybetiyên Erda Bajêr
Pîvana erda bajar 7774 km² ye. Ji vî erdî ji % 69,9 ji çiyayan pêk tê. Hejmara deşt û platoyan jî ji % 30,1 e. Li herêmê tene genim, titûn, fasîle/fasûlî, kixsên şekir, gûz û tirî tên çandin.
[biguherîne] Avhewa
Li herêmê avhewayeke reşayî heye. Havînan kin û hênik lê zivistanan sar û dirêj derbas dibe.
[biguherîne] Nifus (1997) û Navçeyên bajar
- Navend 28667
- Melkişî (Çemişgezek) 8822
- Xozat 9330
- Mêzgir 11202
- Nazmiye 4688
- Zerenik (Ovacix) 7163
- Pêrteg 12456
- Pilemor 3640
Tevahiya nifûsa herêmê(tevî gundan) 86268 e.
[biguherîne] Çiyayên Herêmê
Çiyayên Mûnzir (3071m), Kirklar (2033m), Topatan (2234m), Karaoğlan (2422m) û Yilandax (2950m)
[biguherîne] Deşt, Zozan û Gelî
Deşta Zerenik: 1350 m ji behrê di navbera çiyayê Munzir û Çemê munzirê de ye li Zerenikê bilind e.
Gelyê Mizûr/Mûnzir: Ji Çiyayê Mizûr/Mûnzir dest pê dike heta Gola Kebanê dirêj dibe. Geliye Pilemorî û Perê jî geliyên din ên herêmê ne.
[biguherîne] Çem û Gol
Çemê Pêrê; şaxek çemê Miradê ye ji Çiyayên Şeytên li Çewligê dest pêdike diherike gola bendava Kebanê.
Çemê Mizûr/Mûnzûr; Ji çiyayên Mizûr/Mûnzûr dest pêdike û diherike gola Kebanê. Çemê Pilemorî jî shaxê çemê Munzûrê ye.
Gola bendava Kebanê dikeve hundirê hudûtên Dersimê jî. Li ser çiyayan hinek golên biçûk jî peyde dibin. Gola Kebanê heta binê pira Mêzgirê tê.
[biguherîne] Serwetên bin erdê
Li hêla Zerenikê, sifir, asbest, xwê û mangenez hatiye dîtên. Li Pilemorî jî krom, manganez, ji bin erdê dertê.
[biguherîne] Babetên heywanan
Herêm ji alî heywanên kovî û çiyayî pir dewlemend e. Kûze, darbir (semasî), ruvî, keroşk, bizin û pez kovî, qertel, gur, baz, kew yên herî pirin ku peyde dibin. Li herêmê nêçira heywanan bi qanûnan tê kirin.
[biguherîne] Ol û civak
Piraniya nifûsa herêmê ji elewiyan pêk tê. Muslumanên sunnî jî li herêmê hene. Kurd (zaza û kurmanc) piraniya nifûsê teshkîl dikin. Pir hindik tirk jî li herêmê hene.
[biguherîne] Xwarênên herêmê
Lop kifte: Ji arvanê nîsk û cûlbant ( beqleyek) tê çêkirin. Nîsk û cûlbant tevlihev dibe û tê shilkirin, pivaz û baxdenosa hurkirî dikeve navê. SHiklê rûlo tê dayîn û tê kelandin, pishtre rûnê sorkirî bi îsota sor bi ser tê reshandin û tê xwarin.
Bastêq, dims, penirê tulim jî li herêmê pir tên xwarin. Nan li ser sêlê tê çêkirin.
[biguherîne] Kincên herêmê
Jinên herêmê etegek ku jê re dibêjin "Pêshî" û bi serde ji îshligek li xwe dikin. Li pishta xwe kefiyek û bi ser kefiyê de jî sherîdek rengîn ku jê re dibêjin "Kejik" girê didin. Di nigan de qonderên Qapikbilind û gorên hirî tê li xwe kirin. Keçên ciwan sharpe yên tul, jinên pîr jî yên hevreshim û rengtarî didin serê xwe.
Şalwar, îşlik û çakêt kincên herêmî yên zilaman e. Sê newên goran yên zilaman heye "galik (bi çarox tê li xwe kirin)" , dîzleme (heta ser çongê dirêj e)" û "konçî"
[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr
Ji ber madenên herêmê navê Dersim ji gotina (Der- sim: deriyê sim yan jî ziv) tê. Dema serhildana Dersimê de, hereketa eskeri ya tirkan bi navê (Tuncelî) li dijî kurdan dest bi sher kirin. Navê bajar jî wek Tuncelî ji alî tirkan ve wê demê hatiye guhertin Dêrsim navê herêmê ye. Hinek kes ji bajarê heremê re Kalan jî dibêjin.
[biguherîne] Kronolojî
Berî Îsa(zayîn)
- 1200 - 612 Dema Mushkiyan
- 612 - 550 Dema Medan
- 332 Dema Mekedoniyan
Pishtî Îsa (zayîn)
- 17 - 395 Dema Romayiyan
- 395 Dema Bîzansiyan
- 639 Dema Ereban
- 648 Dema Bîzansiyan ya duyemîn
- 651 Dema Ereban duyemîn
- 699 Dema Bîzansiyan ya sêyemîn
- 1226 Dema Selçûkiyan
- 1243 Dema Moxoliyan
- 1373 Dema Osmaniyan
- Adar 1916 Serhildana Dersim ya yekemîn
- Adar 1921 Serhildana Koçkirî
- 1937 Serhildan Dersim ya duyemîn
- 30 Hêzîran 1996 Çalakiya Zîlan
[biguherîne] Ciyên turîstîk, tarîx û Gerê
Germavên herêmê: Haçik (Dersim), Mêzgir (Mazgîrt), Harik (Nazimiye)
Geliya Munzir ji bo gerê û Seyranan ji alî tabiatê ve pir musaitt e. Kela Pêrtagê jî ji alî gel ve tê ziyaret kirin
[biguherîne] Navdarên bajêr
- Seyid Riza
- M. Nûrî Dersîmî
- Alî Haydar Kaytan
- Kemal Burkay
|
|
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn| Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |
|
|
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |