Şano
Ji Wîkîpediya
Şanogeh: meydana lîstikê.
Ji dema berê ta îro di jiyana mirovan de gelek guhartin çêbûne. Bi taybetî di hunermendiyê de, wek şano. Bingeha şanoyê a dîrokî teqlîdkirin e. Di dema berê de mirov di awayê civakî de kedî nebibû, bi livînên dest û awirên xwe (pandomîm) şahî û tirs, hêrsketin, ken û girî û herwekî din durişmê xwe dianî ziman. Di pêvajoya demburika jiyanê de nivîs û ziman pêyda bûn û mirov buyerên xweyî, xweş û ne xweş bi livînên dest û awirên xwe û bi gotinan anî ziman. Ew car caran ji bo kenandinê û şahiyê car caran ji hin bûyeran digirtin û dileyîstin, mijarên wan civakî, olî û çandî bûn.
Afirandeyên şanoyê di pêvajoyê jiyana mirovî de gelek hatin guherandin. Ew rêgeh li gor sedsalan cûda cûda hate bi navkirin. Şanoya gundiyan, şanoya qesran, şanoya rojava, şanoya dewlemendan, şanoya karkeran, şanoya Bertold Brecht 'Epik' û hwd. Li ser rêgeh û lîstikan gelek guherînên taybetî çêbun.
[biguherîne] Dîrok
[biguherîne] Teqamûla şano
Di despêka jiyanê de mirov ji bûyerên sirûştê û pêkhatina hin tiştên sosret ditirsiyan û nizanibûn ew çawa tên holê. Ji ber ku sedemên kiretên sirûştê û zagonên xwezayî nizanîbûn, xof û tirs diket dilên wan û li hember wan bûyeran serî danîbûn û bibûn xulam. Efsûnkariya hunerê ji wê demê vir de dest pê dike. Li gor baweriya wan di nav hêzên jîndarên xwezayê de wek hestên mirov, ruhên taybetî hebûn, ji ber wê sedemê reqs û lîstikên ku dişibandin ajalan (heywanan) dianîn holê. Tiştên ku tê ne digihîştin ji xwe re rûmet digirtin, dema xwarin têra wan hebû dawet dikirin û bi şahî derbaz dibû. Ew durişm hemû bû hestiyê afirandina şanoyê.
Dûre jiyan hate guherandin û dewlemend bû. Mirov ji durişmê xwe guherand û bi buyerên çuyî û yên rojane bi livbaziyên hişk tevgera xwe domand.
Beri zayina Îsa di sedsala 5 û 4 an de ramaniya şano di nav jiyana Yewnanên Kevnare de aj da. Ew rêgeh wek şanoya xemgînî ('trajedî') hate ziman. Mijarên xwe ji dîrok û destanan dîstand.
Dîsa di wan sedsalan de Yewnan û Faris şerê hevûdu dikin û Yewnan serdikevin û pêş ve diçin. Di wê demê pisporên Yewnan Aristoteles û Platon bi ramaniyeke xurt şano şîrove dikin.
Dûre her ku jiyan pêşve diçe ramaniya şano û durişmê wan salan tê guherandin.
[biguherîne] Ramaniya şano a dema Romê
Di ramaniya Romê de ne ew tirs û xofên berê ne jî ew jiyana wê dinê kêr nayê. Li ser tevgera jiyana mirov a vê dinê rawestin û hawîrdora Behra Sipî bi şer digirin û jiyanê de peleki nû vedikin. Gelek ji di bin tesîra Şanoya Yewnanî de dmînin û dî warê exleq û civakî de şano pêşdixin. Di wê demê de pisporên Romê Horatius Plautus û Cicero gelek keda xwe didin, lê dema ku Imperatoriya Romê perçe dibe olperestên Romê zordestî li şano dikin, karê şano ditefînin û nahêlin pêş ve biçe.
[biguherîne] Şanoya Renaissanceê (bixwîne:rönesans, bi Kurdî vejîn) sedsalên 15-16
Di vê demê de pisporên şano dijî tawanbairiya dêrê berxwedidin û bi mijarên pêkeninê mijarên nû diafirinin û ji bo guherandina jiyanê pevçuneka xurt dardixin; dibêjin ku şano ji bo pêşketin û guherandina mirov haceteka civakiye.
[biguherîne] Dema Klasîk, Şanoya sedsalan 17-18
Piştî Şoreşa Fransa li Ewrupa gelek netew xurt dibin. Ew dewlemendî karê şano li rex xwe pêş ve dibe, ji bo ku di wê demê de gelek pisporên nû bi lêkolîn û afirandeyên xwe bi nav û deng dibin û jiyanê diguherînin. Şano tê nivisandin, êdi ne tenê teqlîdkirin, axaftin dikeve nav karê şano û rêgeh jî tê nûjenkirin.
[biguherîne] Rêgeha şano a dilinî 'romantik' sedsala 19.
Di vê demê de bi ramaniya siyasî a azad karê şano û rêgeha şano bi carekî din tê afirandin û şano bi jiyana civaki nûve tixûbên xwe çê dike
[biguherîne] Rêgeha şano a rast te rast sedsala 20.
Pisporê Rus Stanislavski ji şano û lîstikvanên şano re qa'îdeyên nû û bi hukmê zanistî rêgehekî din datîne holê û dixwaze bila ramaniya mirov û buyerên ku mirov dijî baş bête zanin.
[biguherîne] Şanoya karkeran
Ew rêgeh bi taybetî bi ramaniya cinî a karkeran tê holê û diji kedxwarî û koletiyê û bindestiyê durişmê mirovên bindest û rewşa gerdûni wek mijar digire destê xwe û dixwaze jiyana mirov serdest û bextewarbe û wekhevî çêbibe, daku mirov hemû azad û serfiraz bijin.
[biguherîne] Şano ya epîk-diyalektîk
Pisporê Elman Bertold Brecht ê hemdemi ramanî û rêgeha şano bi zanistiyê nû ve diafirine û dibêje "Di jiyana mirov a civakî de şano ne bi tenê ji bo şox û şengê ye. Mirov dikare bi vî hacetî çandê xwe û dinê ji biguherîne."
[biguherîne] Piştre gelek rêgeh û ramaniyên şano tên holê
- Fûtûrîzm
- surrealîzm
- Şano ya bi armancê siyasi
- şano ya nivîsk 'bi belge'
[biguherîne] Rojhilata Navîn û li Kurdistan rêgehên şano
Pisporên zanyar li Rojhilata Navîn û Kurdistan li ser çar rêgehên şano radiwestin,;
- Şanoya di bin hukmê kevneşopiya gundiyan
- Şanoya di bin hukmê ramaniya gel
- Şanoya di bin hukmê kevneşopiya qesran
- Şanoya di bin hukmê kevneşopiya rojava
[biguherîne] Sazumana şano
Çawa ku ji bo wêne, muzîk û xebata sînemayê hin rêgeh û xusus henin, bi taybetî ji bo şano jî gelek tiştên sereta û bingehî hene. Hemû jî mîna xelikên zincîran bi hev û du ve girêdayî ne û hev û du temam dikin. Rêxistina şano bi wan dezgehan pêk tê;
- Cîhê şano 'şanogeh’
- Rêvebir, 'mudur' û li rex wî ;
- Arşîv
- Pirtûkxane
- Kantîn
- Bandor 'efekt'
- Endezyarî 'teknîker'ji bo ronakkirina şanogeh
- Ji bo çêkirina nexş 'dekor' û ji bo durandina cil û coran
- Karkerên ji bo belavkirina billetan û ji bo nav û dengkirina lîstikê (pesn)..
- Wesemkirin û rupuş (ji bo rengkirin ruyê lîstikvanan û guherandina rû maske tê çêkirin..)
- Serkar (rejîsor)
- Serkarê şanogeh; nivîskarê şano, lîstikvan û muzîkperwer.
- Nexşvan, wênevan
[biguherîne] LİSTÎKEK ÇAWA TÊ ŞANOKIRIN
Dema mîrov bixwaze lîstikeka şano bike, ev bi wan dezgeh û sazumanên ku navê 'sazumana şano' li jor hati ye nivîsandin, pêk tê.
Berê her tiştî pirtûkeka ji bo lîstika şano hatiye nivîsandin divê hebe. Di mijarê pirtukê de çend karakter hebin, li gor wan lîstikvan tên hilbijartin û rolê her lîstikvanî tê parevekirin. Bi xwendina pirtukê lîstikvan têne lihevkomkirin û dest bi ceribandina rolên karakterên yek bi yek têne kirin. Dibe ku lîstik kevn be û li gor rojevê naverok ji nû ve tê guherandin. Lîstikvan tên ceribandin û çend dewsgir (lîstikvanek tê hilbijartinê ji dewsa lîstikvanekî din). Lîstik bi çi rêgehî tê afirandin, li ser biryar tê girtin (serkarî (rejî), nîvîskar, nexş, ronahî, müzîk, cil û rûpuş hemû tên ceribandin).
Pişt re bi pîvanekî teknîkî maketek (şiklê derewîn) tê çêkirin, proje bi temamî tê berbi çavkirin, daku lîstik amade be, pişt re tê lîstin.
[biguherîne] LI SER HUNER A LİSTIKVANİYÊ..
Gelek pisporên şano li ser jêhtin û merîfeta lîstikvanan ramaniyên têkuz derxistine holê, ji wan yek jî Anton Çexov e.Çexov dibêje ku „divê her tişt hêsan be , hemû bi hêsanî. Tiştê herî girîng û esasî ji bo şano; ne şexs, têkiliyên ku di nav wanan de hene, ev bi mane ne. Xwe pêşanidan û lîstikek ne bi fêl û fendan, divê bi jiyaneke jindar bête ziman.“ Serkarekî Şanoya Rus, ê bi nav û deng Stanislavski : „Li ser avahî û şiklê şano guherandinên nû diafirinî û ji bo hunera lîstikvaniyê rêzên nû û da’îm dirust dike.““ Pisporekî din bi nav û deng Bertolt Brecht: „Lîstikvanek dikare jiyana mirovan, a civakî bi rêgeha epîk li ser şanogehê bi hêsan bileyze. Ew rêgaha epîk mina Lîstikanavîn (bi Tirkî dagaçlama, ortaoyunu) ew karakter ku lîstikvan dixwaze bileyze bi xwe re nake xem. Destwala derdikeve meydana lîstikê, çalakiyên ku dixwaze pêk bîne bi vatiniyeke rehet li hev tîne. Çava ku her yek axaftin axaftina dawiyê ye wisa diaxife û gotinên xwe bi livînên awiran û destan xweşik dike û ji ber xwe gotinan diafirîne û ji nişka ve bê ceribandin wan gotaran derbaz dike."
Bêguman di pêvajoya dirokiya şanoyê de gelek pisporan xebata şano birêzkirine û ramanên xwe yên hêja di çarçova zanistiyê de pêşxistine. Karê şano di bin hukimraniya sazumanên serdest de ev rêgeh ji xwe re kiriye armanc. Lê ji bin hukimraniya serdestan derneketiye, azad nebuye. Jiyan xwe nû ve dike û pêş ve diçe: bi awayê ramanî û civakî şanoya serdestan û a bindestan raman û rewşa xwe û tevgera xwe diguhere.
Di hunera lîstikvaniyê de lîstikvan ne ew mirovê mêjuyê wî bi tiştên vala bê dagirtin in. Ew nikarin bi taybetî tiştên xweyî, şexsî wek bîr û baweriya xwe bikin hundirê lîstikê. Ew xetereka mezin ji bo jiyana civakî ye. Lîstikvan xwediyê du krakteran in; yek ew bi xwe ne, yê din di tevgera karakterekî din de biyanî ye. Brecht dibeje "yên kamraniyê fêr nakin û bi fêrkirinê nadin kêfkirin, karê wan li ser meydana lîstikê nîn e."
[biguherîne] PEROŞ "Heyecan"
Dema lîstikvanên nû derdikevin şanogehê diperoşin. Lê ew heyecan ji bo lîstikvanên gihîştî derbaz dibin, ji ber ku dema lîstikvan derdikeve şanogehê rol pêşanîdan dike xwe, bi xwe peroşdar dibe. Ew tirs e û tirsa ku mirov ji xwe re dibeje : " ma ez dikarim van gotaran rast bibêjim. Dibe ku hin hevokan ji bîr bikim. Ew reziliya mine!" Ji ber wan sedemên psikolojik hemû lîstikvan diperoşin. Ji bo vî sedemî dengê wî/wê lîstikvanî/ê dilerize û qut dibe, dest û pê tên girêdan, tevgera awirên rû tê guherandin, bi xemgînî û wîrîna wî dişike. Lîstikvaneki patî li ser wan tiştên hatine ji bîr kirin ranaweste û di gel hevalê xwe yên lîstikvan bi gotereke nû lîstikê bi hevgirêdide û rolê xwe dileyze.
[biguherîne] QEWIMANDINÊN SER LAŞ (wucûd)
Lîstikvanek dikare rolê xwe yê ku dewsa wî/wê şexsiyetê din de bi durişmê beden bi awirên rû û tevgera destan baştirîn biguhere. (Mînderekî bi pişta xwe girêde û xwe bul bike, dîsa bi minderê zikê xwe mezin bide pêşanîdan, bi solên bilind û nimiz xwe wek kulekek bike. Pêwistiya herî mezin jî axaftinek zelal û tevgera rû û dest û milan e.)
[biguherîne] ENDEZYARÎ û HIN FERASETÊN ŞANO
Berê şanogeh bi hesinan hawirdor dihate qefeskirin. Di dema Romê da mirovên dil û bende diavitin hundurê qefesê û lawirên kuvî berdidan ser wan tu zirar nedigîşt temaşevanan.
Di rojame de zanyarên şano bi sê şiklan şanogeh bi rêz kirine.
- Şanogehên tên û diçin. Mirov dikare li ser wan sê çar nexşan (dekor) pêk bine lê mixabin ew bi motoran dizivirin û bi dengin.
- Yên dizivirin; bi hawirdorê xwe bi xwe deh metre dizivire û sê çavine û zêde kêr nayên
- Yên asansorê ne û du qat li ser hev in, yek tê jor yê din dadikeve jêr.
Şanogeh bi awayekî din ji gilover e. Beranberê derincan temaşevan rudinin.
[biguherîne] PERDEYÊN PÊŞRUYÊ ŞANO
- Şiklê Elmanan: yek perdeye û li hev û du pêçe û berbijor vedibe.
- Şiklê Yewnanî: du perdeye û berbi çepê û ji aliyê rastê vedibe.
- Şiklê Fransî: du perde ne, xwe li hevdipêçin û ji aliyê çep û rast ve ber bi jor vedibe.
- Şiklê Îtalyanî: du perde ne, di navîn de ber bi jor ve vedibe.
RONAK (LAMBE)
Lambeyên ser nexşa şano de henin gelekin û navên wan bi taybeti ji zimanê Latinî tên. Ronakên pêş şanogeh hemû bi reng in. Ronakên li jor: tên livandin, dadikevin û bilind dikevin. Ronakên li erdê jî hene, nexşên binî ronakdikin. Hin ronak ji aliyên çep û rast de ronahî didin şanogehê. Ronakek ji bi tenê ronahiya xwe yê gur dide ser xalekî. Çend projektorên mezin bi rojik in, mirov dikare ji dûr ve bi her avayi şanogehê ronak bike. Ronakên bi bandûr ji bo dû, ewr, berf û avê ne.
- Akustik (deng): dema deng li ser dîwarên salona şano vedide.
- Mûzîk: hestên di lîstikê de peydadibin, bi mûzîkê tên nîşandan.
- Suflor: ku lîstikvanek di lîstikê de rolê xwe û gotinê xwe ji bîr bike, yek ji paş perdeande bi dengekî nizm jê re dibêje.
- Diksiyon: Hevok û bijartin û gotina hevokan.
- Replik: her yek gotar ji axaftina lîstikvanan.
- Marke: dema lîstikvanek bikeve pêş lîstikvanekî din wî/wê marke dike (winda dike).
- Jest: bi tevgera dest û milan livînên bi wate.
- Mimik: awir.
- Ajitasyon: Axaftinên zîz.
- Pandomim: Lîstika bi mûzîk û tevgera dest, mil, awir û rû ava dibe.
- Deng: buyera lerizinê ye.
- dengê vekiri yê nerm
- dengê vekiri yê hişk
- dengê girti yê nerm
- dengê girti yê hişk
Dengê mirovan du beş e:
- Dengê rast û hişk
- Dengê bi reng û rind
ew ji wek
-
- Dengê trajik.
- dramatîk
- komîk
her wek dengekî zirav, dengekî navin û dengekî nizm tê holê.
[biguherîne] HÎNKIRINA LÎSTIKVANAN JI BO HIN DURIŞMÊN TAYBETİ
Ji bo perçinandina axaftinê lîstikvan di hunduri poz de, di nav diranan de, nava lêvan de, gewryê de, bi rêya bêhngirtinê deng derdixe. Ev deng hin caran bi hêrsketinê bilind dibe wek qêreqêr, hin caran jî nizm û tenik dibe, wek mirov pê bigirî, pê bikene, bi vi avayî dikare dengê xwe bi xwe kontrol bike. Mînak ji bo kenandinê; Lîstikvan herfê "H" pêyhev dubare dike, herwek "HO""Hİ" Di hundurê poz de ku herfên "NGA" "NG" bê xwendinê deng ji poz de derdikeve di gewriyêde ji "HE""Hİ""HA""HI" û "HEY""HAY""HOY""HÛY" tê dubare kirin, di nav diranan de jî „paqij“ "tenduristû" û hwd. Hin gotin tên dubarekirin, lê hin tişt qinik jî hene, bê wan kar nabe. Dema dest bi karê şano tê kirin, di destpêkê de divê tevgera laş pêwist be, da ku ji jêr ta serî germ be. Bi wan livînên ling, dest, mil û stû û serî; lîstikvan dikare tevgera xwe, dengê xwe tevgera awir û ruyên xwe bi xwe qontrol bike. Ev hemû bi rêgeh û rêz pêk tên. Dema pêwist be, ji bo rolekî lîstikvan ji nişka ve li erdêkeve pêşde lingên xwe vedike û li ser enişka milê rast xwe diavêje erdê, dû re xwe gildî dike. Dema bixweze rûnê, lingê rast an jî yê çepê di şunde dimine. Giraniya laş tê mêzin kirin. Waxta lîstikvanek di lîstikê de li ser şanogehê ye, divê pişta xwe ji temaşevanan neguhere. Dema lîstikvanek diaxife, yên din cihê xwe bigirin û dema ku dora wan hat ew li gor giringiya rolên xwe biaxifin.Ti kes nikare li pêş lîstikvanekî raweste û divê her yek li ser şanogehê belav be. Durişmê lîstikvanan bi bizavên wan civane estetîk be.
[biguherîne] Gotarên dawiyê
Li Kurdistan ji sedemê mêtingehikirinê, karê şano pêş neketiye, di bin desthilatiyê de sedsalên dirêj di bin bandûra çanda wan de maye. Divê ronakbîr û hunermendên Kurdan bi rêz û pivanên zanyarî li ser çand û hunera Kurdan lêkolin û lêgerên xwe rêz bikin û sazgehên çandî bên avakirin, da ku her tişt bi nû ve were ceribandin. Şano wek wêje, wek sinemayê û mina hunerê destan yên din cek û haceteke girîng e ji bo tevgera gellê Kurd.
Çavkani:
- Lacos Egri "Hunera nivisandina şano"
- Augusto Boal "Şano ji bo bindestan"
- Sevda Şener "ramaniya şano"
- Metin And "diroka şano"
- Adalbert serger "maske û şiklguherandin"
- Mamosteyên Dibistan a lîstikvanan a ewlekari-berlin
dumahik heye...
[biguherîne] Di Kurdistanê de şano
Binêre: Di Kurdistanê de şano
Orijînalê gotarê: Adil Duran
Kategorî: Ne rind kurdî | Huner | Çand | Şano