Celal Sesigüzel
Ji Wîkîpediya
Celal Sesigüzel yek ji stranbêjên ji Amedê ye.
Bi sedan stran û awazên Kurdî berhevkiriye û bigotinên Tirkî stiriye. Ango bi sedan stranên Kurdî kiriye Tirkî. Ew wekî pêşengê İzzet Altınmeşe, Belkıs Akkale, Arif Sağ, İbrahim Tatlıses hwd tê zanîn. Di assîmîlasyona Kurdan de xwedî roleke mezin e.
Gorî civaknasê Tirk İsmail Beşikçi ev kesana ji aliyê dewletê hatine birêxistinkirin û têkiliyên wan bi saziyên assîmîlasyonê yên li Kurdistanê hatine damezrandin hebûne. Dîsa gorî Beşikçi van kesana ne tenê stranên û awazên Kurdî, herwekî gotinên pêşiyan, pêkenok hwd ji çanda Kurdî jî kirine dewlemendiya Tirkî.