New Immissions/Updates:
boundless - educate - edutalab - empatico - es-ebooks - es16 - fr16 - fsfiles - hesperian - solidaria - wikipediaforschools
- wikipediaforschoolses - wikipediaforschoolsfr - wikipediaforschoolspt - worldmap -

See also: Liber Liber - Libro Parlato - Liber Musica  - Manuzio -  Liber Liber ISO Files - Alphabetical Order - Multivolume ZIP Complete Archive - PDF Files - OGG Music Files -

PROJECT GUTENBERG HTML: Volume I - Volume II - Volume III - Volume IV - Volume V - Volume VI - Volume VII - Volume VIII - Volume IX

Ascolta ""Volevo solo fare un audiolibro"" su Spreaker.
CLASSICISTRANIERI HOME PAGE - YOUTUBE CHANNEL
Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions
Pêxember - Wîkîpediya

Pêxember

Ji Wîkîpediya

Agahdarî: Formata vê rûpelê hên ne baş e. Divê were xeyrandin. Tu dikarî vê gotarê biguherîne.

Di olên semîtîk Îlahî de pêxember hene. Pêxember qasidê Xwedê ne ku ji cem Wî de hatine hinartin da ku sebê û hîkmetê jiyanê bi merivan bidine zanîn. Emir û fermanê Perwerdekarê gerdûnê bi wan bidine hisandin .

Pêxember gotineke kurdî ye û ji du bêjeyan pêktê, Peyam û ber e. Dema mirov herdû bêjayan bike yek dibe Peyamber. Peyam tê wateya mesaj û ber ew kesê ku peyam (mesaj/hinarî), ê digine ciyê ku jê tê xwestin, vêca ev gotin ji qalibê wê yê Kurdî hatiye derxistin û bûye Pêxember.

Pêxember û qasidên ku navên wan di Qurana Pîroz de hatine 27 heb in.

Bavê însana Adem, Îdrîs, Nûh, Hûd, Salîh, Îbrahîm, Lut, Îsmaîl, Îshaq, Ya’qûb, Ûsif, Şû’eyb, Eyûb, Zul-kifil, Mûsa, Harûn, Dawid, Silêman, Îlyas, Îlyase’ (Elyes'e), Uzeyîr, Xidir, Yûnus, Zekerîyya, Yehya, Îsa û Mihemmed Pêxamber ku paşîyê tevê Qasid û peyxemberan e.

Emê li vê derê pirtûka dîroka pêxemberan ya Murad Celalî amede kiriye bi cî bikin.

بِسْمِ اللهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِِ

PÊŞGOTİN

Bi navê Xwedayê Mihrîban ê dilovan

     Pesn û hemdên bêjimar ji perwerdegarê me Xwedayê alemê re be. Dirûd û selama Xwedê li ser rêzanê me Hz. Muhemmed û pêxemberên din be û selam li malbat, heval û peyrevên wanê heya roja rabûnê hemûyan be. 
     Pêxember rêberê doza heq in. Xwedayê gerdûnê dema însan afirand, enbiya û resûl bi kitêbên xwe ve rêkir da ku însan ji bin tesîra şeytan derxin û rêya rast nîşanî wan bidin. Ewna ji aliyê Xwedê (c.c) ve hatine şandin da ku rêya heq û durist nîşanî mirovan bidin. Mirovên bawerî bi wan anîne û dane pey rêya wan him li cîhanê him jî li axretê de gihîştine xelasî û dilgeşiyê, lê yên dane pey şeytanê xapînok ketine kûrahiya tarîtiya bêdawî. Serokên rêya batil yên mîna Fir’ewn, Nemrût, Ebu cehîl û Bel’aman herdem mirov gazi delalet û neqenciyê kirine. Li hember wan jî pêxemberên eziz jî mirov gazî rêya heq û paqija ku diçe ronahiye kirine û seba li ser rûyê cîhanê de dad û edaletê saz bikin xebitîne. Jixwe ev cîhan meydana pevçûna heq û batil e. Alîk eniya nûr û renkayiyê ye û aliyê dinê de jî eniya tarîtî û cehaletê ye. Ev pevçûn dê heya roja dawiyê berdewam bike. Mirovên zana û bi hikmet yên hêla ronahiyê ji xwe re pêşva girtine. Lewra rêça wan rêça xelasî û rizgariya bêdawi ye. Lêbelê ewana komeka hindik in. Li hember wan jî yên dane pey şopa şeytan û hevalbendê wî hene. Hezar mixabin ev koma jî piraniya mirovan e. Şeytan bi dek û dolabên xwe ve perde kişandiye li ber çavê dilê wan û ewna hildane bin tesîra xwe û xapandin e. Seba ku em neyên xapandin pêwîste ku em xwe bidine hêla nebî û resûlan. Ji lewra di nava mirovan de yên herî zef layiqî peyrevî, rêz û hurmetê qasidên Xwedê ne. Ji ber ku armanca wan pêxemberên mesum bes xelasiya mirovan e. Ewana di vê mûcadela xwe de bilî rizayê Xwedê tu tişt hêvî ne kirin e. Divê mirovên dibêjin em misliman in bi awayekî tekûz wan qasidên Xwedê û têkoşîna wan binasin û di serdaborî û têkoşîna wan de ji bo xwe nimûne û rêbazan werbigirin. Bi vî awayi di pêşvatiya wan de derkevin li ser sirat’il-mûsteqîmê. Jixwe serfîrazî ya di vî warî de bes bi vê ve girêdayî ye. Bi vê pirtûka piçûk ve me xwest ku hinekî guh bidine şîret û pendên pêxemberan bi rûmet. Di Qur’an’a Pîroz de qiseyên behsa mucadele û jiyana wan dikin pirin. Jixwe gencîniya me ya herî giring jî ewe. Divê em jî berê xwe bidin vê û ji wan încî û mircanan ve ji xwe re rêbazekê bihûnin. Armanca me xwe jî ev bû. 
     Di vê xebatê de çavkanî ya me ya sereke Qur’an’a Pîroz û tefsîrên wê bûn. Bilî wê jî kitêbên dîroka pê-xemberan yên mûteber û jî di bin destê me de bûn. Lêbelê em di vê xebatê de zef kûr neçûn. Ji ber ku peyman û hinariya pêxemberan besî me bûn. Ji bo vê me ev xebat kurt girt. Carna gotinênên kurt û kin tiştên zef mezin hinî merivan dikin. Tu kar û xebatê beşeran ji kêmasî û xeletiyan xalî nabin. Em efû û mexfîretê ji Xwedê Teala hêvî dikin. Pesn û hemd her ji bo Wî ne. Xebat ji me, serkeftin ji Xwedê ye.            
                                                                                                                                                            17-09-2003
     “Ewna ew kesên ku me kitêb, hikmet û pêxemberî dane wan in. Eger ewna vana înkar bikin, Me jî dewsa wan, komeka wan înkar nake kiriye wekîlê wan.” (En’am: 89) 
     “Ji mirovan îmtihana herî dijwar ya Enbiya ne…” (Buxarî; Kîtabû’l-merda we’t-tib)
                           

DESTPÊK

     Xwedê Teala ev gerdûna mezin afirandiye û ev cîhana em li ser rûyê wê dijîn beşek ji vê gerdûnê ye. Xwedê (c.c) însan afirand û li ser rûyê erdê bi cîh kir. Zanebûn û azadiya hilbijartinê jî pêşkêşî wî kir. Ango însan xwedî îrade (vîn) ye û eşrefê mexlûqa ne û li ser rûyê erdê xelîfeyê (cîgir) Xwedê ye. Sedema afirandina mirovan ceribandina wan e. Da ku kifş bibe ji wan kê ye qencî û pakiyê bike û kê ye jî dijî qencî û pakîyê bisekine bibe neqenc. Xwedê hiş (aqil) daye mirovan da ku bifikire û heq û batil ji hev derxe û wan bizanibe û binase.  Lewra mirov bes bi vî nîmetê bi nirx ve dişê rêya rast û durist ji ya çewt û ne durist kifş bike. Jixwe ji bo ceribandina mirov hiş û vîn melekeyên pêwîst in.                             

PÊWÎSTİYA PÊXEMBERAN

     Lêbelê Xwedê (cc) ji bo însan rastîyê bibînin ewna bi têna serê xwe nehîştiye. Digel vê zanebûn û hişê wî, seba di vê jiyana cîhanê de rêberiya wî bike, sedema hatina wî ya li dunyê bîne bîra wî û ya herî giring jî yekîtiya Xwedayê dilovan wî bide zanîn pêxemberên xwe bi rê kirine. Ji lewra di vê cîhana derewîn de digel delîl û ayetên hebûn û yekbûna (tewhîd) Xwedê (c.c), şeytan û nefsa emare jî, ji bo mirovan ji rê averê bikin dixebitin. Digel vê xeml û xişrê dunya yê jî li alîkî dinê de dikeve dilê mirovan û wan ji rastiya îmtihanê dûr dixin. Mirov jî bi van dixape û dide pey wan û bi vî qaydî ji rê derdikeve. Xwedê Teala jî ji bo rê li vê bigrin pêxemberên xwe yê mesum rê kirine. Wan Qasidên mumtaz jî bi meşale ya Tewhîdê ve rêberî ya însan kirine û ji wan re rastî û çewtî, qencî û nerindî beyan kirine. 

PEYAMA HEVBEŞ YEKÎTİYA XWEDA

     Pêxemberan pêşya her tiştî yekîtî ya Xwedê anîne bîra însan. Alîyê din de jî ji bo pût û îlahên (xwedawend) sexte red bikin, ewna hişyar kirine. Jixwe pêxember ji bo însan bi mûkafatan ve mizgînî bikin û bi mûcazatan ve jî bitirsînin hatine rê kirin. Ji lewra Xwedê tu carî ji xwe re şirîk û hevalan qebûl nake. Wî çawa însan bi xwe tenê afirandiye wek wê ji xwe tenê re îbadetê dixwaze. Dijî Wî însan ji çi re perestiyê bike yê ezabê dilsoj tem bike.
     Xwedê (cc) di Qur’an’a Pîroz de weha dibêje:
     “Min însan û cin afirandine da ku ji min tenê re îbadet (qultiyê) bikin.” (Zariyat: 56)
     Dîsa em ji Qur’an’a Pîroz hîn dibin ku peyama pêxemberan ya hevbeş ev e:
     “Bi sond! Me di nava koman gişkan de pêxember derxistine, da ku (bêjin) ji Xwedê re îbadet bikin û ji taxut dûr bisekinin. Bi vî awayî, Xwedê hîdayet da hinekan û ji bo hinekan jî dalelet (jirêderketin) bû par. Êdî li ser rûyê erdê bigerin, ka encama derewandiyan çawa bûye.” (Nehl: 36)
     “Di berya te de me tu qasid neşandiye ku em jê re weha wehiy nekin; bilî Min îlahê layiqê îbadetê tuneye, vêca ji Min re îbadet bikin.” (Enbiya: 25)
     Hemû pêxemberan ji komên xwe re ev rastî diyar kirin e. Mucadela nebî û resûlan li ser vî xîmî bilind bûye. 
     Ji bo piştî vê mazeretê tu kesî nemîne Xwedê Teala weha ferman dike:
     “Pêxember bi mizgîndêrî û hişyarkeriyê ve hatine, da ku piştî pêxemberan li hember Xwedê hûcetê (mazeret) mirovan nemî nin. Xwedê Ezîz e, Hekîm e.” (Nîsa: 165)
     “Bêguman heq û batil (bi awayekî zelal )ji hevdu veqetiya ye” (Beqere: 256)       
     Ji ber van sedeman pêxember hatine rê kirin. 
Vê gavê jî emê li ser wehiy hildana pêxemberan rawestin.                                                                        

AWAYÊN HATİNA WEHİYÊ

     Wehiy zanîneke taybet e û ji aliyê Xwedê ve ji nebî û resûlan re tê şandin. Xwedê (cc) ji bo kê bixwaze wî kesî ji bo vê wezîfa giram û giran hildijbêre. Yanî pêxemberî bi ked û xebata mirovan ve nayê bi dest xistin. Ev lûtfeka îlahî yê. 
     Lêbelê pêxember ji nava însanan de yên herî qenc û bi rûmet in. Rûmet û şerefa wan ji xûy û exlaqê wanê pak tê. Pêxember bi duristî û rast gotiniya xwe ve tênê nasîn. Zîrekî û jêhatî bûna wan ji alîyê gelê wan ve dihate zanîn. Ji lewra kesekî rêberî û pêşvatiya mirovan bike pêwîste xwedî wesvên rind û pak be.         
     Pêxemberan (selama Xwedê li ser wan be) wehiy ji Rebbê alemê, bi van çend awayan hildidan. 
     a) Wehiy carna raste rast diniqutî (dihate) qelbê pêxemberan. Hz. Muhemmed (s.x.l.) carna wehiy bi vî şeklî hildida. Derbarê vê mijarê de agahiyên berfireh di Zadû’l-Mead’ê de hene.( Îbn Qayyîm el-Cewziyye, Zadû’l-Mead, Ter: Abdi Keskinsoy-İbrahim Türklü, Pinar Yayinlari, Cild. 1. S. 68. ist. 2002)
     b) Wehiy carna jî bi navgînî (wesite) ya milyaketên wehiy ve dihate rê kirin. Milyaket di dilqê mirovande xwe nîşanî pêxember dida û wehiy pêşkêş dikir. Carna jî milyaket di pergala xwe ya rastî de dihat. Bo nimûne, Cebrail (e.s.) bi vî şeklî hatibû cem Hz. Muhemmed (selama Xwedê li ser be).
     c) Wehiy carna jî di xewnê sadiq de nazil dibû. Mîna xewna Hz. Îbrahîm dîtibû ku kure xwe Hz. Îsmaîl ji bo rizayê Xwedê qurban dikir. Dîsa Hz. Muhemmed (s.x.l.) jî di destpêkê de wisa wehiy hildida.
     d) Carna jî Xwedê Teala bi pêxemberan re di pişt perdê de diaxivî. Hz. Mûsa (e.s.) li çiyayê Tûrê bi Xwedê re peyivî bû. Dîsa Hz. Muhemmed (s.x.l.) li Mî’racê de weha wehiy hildabû.
                                  

WESFÊN PÊXEMBERAN

     1) Pêxember gişk mêr in û mûheqeq ev pênc wesfên hanê bi wan re hene:
     a) Sidq (rastî): Pêxember bi rastbûn û rast gotiniya xwe ve têne zanîn û nas kirin.
     b) Emanet (pêbawer û ewle): Pêxember bi bawer bûn û ewlebûna xwe ve ji mirovan yên herî emîn in.
     c) Îsmet (bêguneh): Pêxember mesumiyeta xwe ve têne zanîn. Lewra pêxember bêsûc û guneh in.       
     d) Fatânet (jîr û zîrek): Pêxember mirovên jîr û zana ne. Kar û xebatê xwe de deqîq û jêhatîne.
     e) Teblîx (danezan): Pêxemberên Xwedê wehiyê ji Xwedê Teala hildane bêyî kêm kirin û zêde kirin gîhandine însan. 
     2) Pêxember ji nava mirovan de hatine hilbijartin. Ango ewna jî mîna me mirovin, milyaket nînin. Ji ber ku ancax yên mîna me dikarin rêberiya me bikin û rêya rast nîşanî me bidin. Lêbelê mirovên mûnkîr ji ber vê yekê pêxemberiya wan nedipejirandin. Gor wan pêwîst bû ku pêxember ji milyaketan bibûna. Digotin ev çi tehrî pêxember e? Çi yê wî ji me zêdetir e? Ew jî nota me dixwe û vedixwe. Digotin divê pêxember yan ji milyaketan bibûyana yan jî xwedî gencinî û dewlemendiyeke mezin bibûyana. Lêbelê Xwedayê Dilovan di Qur’ana Pîroz de dibêje heke li ser rûyê erdê milyaket bijiyana me yê jî wê çaxê pêxember ji milyaketan bişandana.
     3) Pêxember bi mûcîze û ayetên (beratên) zelal û diyar ve hatine şandin. Mûcîze li dijî edeta û bi destên pêxemberan pêk tên. Bûyerên fewqelade ne û mirov li hember wan neçar (acîz) dimînin. Bi van delîl û bûrhanan ve pêxemberiya xwe dane zanîn. Lê dema çavên mirovan li hember rastî û heqiyê kor bibin tu tişt ji bo bawer kirina wan têrê nakin. Jixwe dîroka pêxemberan bi van nimûnan ve tijî ye. Enbiya û resûlan di vê têkoşîna xwe de pir tade û eziyet kişandine. Ji pêxemberan hinek şehîd bûne hinek jî bi alîkariya Xwedê ve ji destên wan filitî ne. Encama derewandî yan jî bûye ezabekî dilsoj. Xwedê ji bo her pêxemberî mûcîzeyên taybetî şandiye. Yanî mûcîze gor şert û mercên dem û cîh hatine rêkirin. Ji bo mînak Hz. Nûh (e.s.) keştî çêkiri bû, bi heskirina Xwedê Hz. Îbrahîm (e.s.) ji agir xelas bibû, Hz. Salih (e.s.) bi hêştirê ve derketibû pêşberî gelê xwe, h.w.d.
     4) Her pêxember ji nav gelê xwe de derketî ye û bi zimanê wan ve teblîx kirinê. Hinek ji bo gelê xwe tenê hatine şandin, pirê pêxemberan wisa nin. Hinek jî ji bo çend koman hatine, mîna Hz. Şû’eyb (e.s.) him ji gelê Medyenê re him jî ji ehlê Eyke yê re hatibû şandin. Hz. Muhemmed (s.x.l.) jî ji bo hemû însaniyet û alemê rehmeta Hakimê Zûlcelal e.     
     5) Ji pêxemberan hinek xwedî kitêbin. Jî wan Hz. Îbrahîm (e.s.) xwedî suhuf e, Hz. Mûsa (e.s.) bi Tewrat’ê ve hatiye, Hz. Dawud (e.s.) bi Zebûr’ê ve hatiye, Hz. Îsa (e.s.) bi Încîl’ê ve hatiye û Xatemû’l-Enbiya Hz. Muhemmed (s.x.l.) jî bi Qur’an’a Pîroz ve hatiye şandin.  Lêbelê ji van pirtûkên semavî yên bilî Qur’an’ê hatine tehrîf kirin. 
     Ji pêxemberan hinek him nebî û resûl in hinek jî tenê nebî ne. Yên bi rîsaletê ve hatine şandin him nebî ne him jî resûl in û pêxemberên xwedî pirtûk jî ji van in. Yên ji pey wan re û bê rîsalet hatine jî nebî ne. Piraniya pêxemberên Benî Îsraîlayan weha nin. Ji pêxemberan hinek jî ulu’l-ezm in, ango xwedî ezm in. Ev pêxemberana bi zehmetî û îmtihanên dijwar û tund ve hatine îmtihan kirin. Lewra ji mirovan îmtihana herî dijwar ya pêxemberan e û bi sebreke mezin ve sebir kirine. Xwedê Teala van pêxemberan ji bo Hz. Muhemmed (s.x.l.) mînak nîşan dide.
     “(Resûlêm) Tu jî mîna pêxemberên xwedî ezm (ulu’l-ezm) çawa sebir kiribûn sebir bike.”(Ehkaf: 35)                                      
     Pêxemberên xwedî ezm jî evnane:
     Hz. Nûh (e.s.), Hz. Îbrahîm (e.s.), Hz. Musa (e.s.), Hz. Îsa (e.s.) û rêzanê me Hz. Muhemmed (e.s.m.).

WEZÎFÊN PÊXEMBERAN

     a) Serrast kirina eqîde û baweriyan: Wezifa herî pêşîn û giring ya pêxemberan serrast kirina bîr û baweriyên xelkê ne. Ew jî nasandina Xwedê û yekîtiya Wî, bawer kirina bi wehiy û nûbûwetê û îman kirina bi nûve vejîna piştî mirinê yanî qiyamet. Pêxember bi delîl û ayetan ve baweriyên çewt ji nav dibîn û baweriya rast û durist jî îsbat dikin. 
     b) Paqij kirina exlaq: Wezîfa pêxemberan ya din paqij kirina exlaqê mirovan e. Lewra exlaq û edetên neqenc rê li pêşketina rûhî û civakî digre. Ji ber vê hindê qasidên Xwedê ji bo îsleh kirina exlaqê însan xebitîne û emel û sifetên baş nîşanî xelkê dane.    
     c) Hînkirina zagon û şerîetên îlahî: Wezîfa pêxemberan yeka dinê jî fêrkirina zagon (qanûn) û şerîetên Xweda ye. Lewra evna dibine wesîla bextewariya dunya û axretê. Ev tiştana jî; îbadet, mû’emelat, ehkam, siyaset û h.w.d.   
     d) Ji bo fêrkirina hikmetê û fikir kirinê û rê li teqlîda bê hizir û fikir girtinê xebat kirin: Ji wezîfa pêxemberan beşek jî fêrkirina hikmeta hebûn û afirandina mexlûqat û cîhanê ye. Digel vê pêxemberan ji bo mirov tu kesî bê hizir û fikir teqlîd nekin ewna hişyar kirin e. (Bîazar Şîrazî, Destpêbûna jînê û Adem û Hewa, Wergêr: Seyîd Ebas Mûslîhî, Sazmana Teblîxata Îslamî; qismê kurdî, Tehran, 1367: H.- Ş.) 
                  

HEJMARA PÊXEMBERAN

      Xwedê Teala ji bo her qewmekî pêxemberek rê kiriye. Lêbelê em navê hemû yan nizanin. Di Qur’an’a Pîroz de behsa bîst û pênc pêxemberan tê kirin. Ji wan pêxemberan behsa hineka zef têkirin da ku ji me re bibine nimûne û em ji jiyan û têkoşîna wan rêzanan de ji xwe re ders û îbretan derxin. Jixwe Qur’an’a Kerîm ji bo me şifa û hîdayet (rênimûne) e. Çend pêxember jî tenê navê wan derbas dibin. Pêxemberên navên wan di Qur’an’a Mecîd de dibuhirin evna ne:
     1) Adem, 2) Îdrîs, 3) Nûh, 4) Hûd, 5) Salih, 6) Îbra-hîm, 7) Lût, 8) Îsmaîl, 9) Îshaq, 10) Yaqûb, 11)Yûsuf, 12) Şû’eyb, 13) Eyyûb, 14) Zûlkîfl, 15) Mûsa, 16) Ha-rûn, 17) Dawud, 18) Suleyman, 19) Îlyas, 20) El-Yese’, 21) Yûnus, 22) Zekeriyya, 23) Yehya, 24) Îsa, 25) Muhemmed (Selama Xwedê li ser hemû yan be)
     Misliman bêşik û guman baweriyê bi wan pêxember û kitêbên Xwedê Teala hinartine tînin.
     Vêca em guh bidine banga qasidên xelasiyê. 


BAVÊ ÎNSAN ADEM (E.S.) Û HEWA

     Xwedê Teala ji bo jê re bendetiyê bikin û li ser rûyê erdê çandiniyê bikin, bajon û îmar bikin û bibine xelîfên Wî yên li ser rûyê zemîn însan afirand. Wê çaxê Xwedê Teala ji miyaketan re weha gotibû:
     -Bêguman Ezê li ser rûyê erdê xelîfekî biafirînim. 
      Milyaketan jî weha gotibûn:
     -Em ji Te re hemd û tesbîhê dikin, Tu yê jî yekî li wê derê xwînê birijîne û fesadiye derxe biafirînî.
      Xwedê Teala jî wan re weha gotibû:
     -Helbet tiştên hûn nizanin ez dizanim. -(Beqere: 30)-
     Xwedê Teala anî Adem (e.s.) afirand û ew perwede kir û navên tiştan hînî wî kir. Paşê gazî milyaketan kir û ji wan re got de kanê navên van tiştan ji min re bêjin. Lêbelê milyaketan navên wan tiştan nizanibûn û ji ber gotinê xwe yên berê poşman bûn. Gotin jixwe xêncî tiştên Te hînî me kiriye pêştir em tu tiştî nizanin. Tu her tiştî cîh bi cîh dikî.

TESLÎMİYETA MİLYAKETAN

      Ser vê Xwedê Teala seba navê van tiştan hînî milyaketan bike gazî Adem (e.s.) kir û Hz. Adem navê wan tiştan kito kito ji wan re got. Bi vê bûyerê ve milyaketan Adem (e.s.) nas kirin. Xwedê jî ji milyaketan re weha got:
     -Min ji we re ne gotibû, birastî Ez xeyba (veşartî) erd û esmana dizanim. Ez tiştên hûn eşkere dikin jî ve-dişêrin jî dizanim.             -(Beqere: 32-33)-
     Milyaketan dîsa nota berê îtaet kirin û teslîm bûn .
     “Xwedê (Teala) wê çaxê ji milyaketan re gotibû:
     Ezê ji heriyeke ziha mirovekî çêbikim, şekil û pergalê bidimê û Ezê ji rûhê xwe rûh bidimê. Hûn jî hankê ve jê re herine secdê.” (Hîcr: 28-29) 
     Milyaketan gotin: Ya Rebbî! Me fermana te bihîst û îtaet kir. Lêbelê şeytanê laîn fermana Xwedê bi cîh ne-anî.

ASÊBÛNA ŞEYTANÊ MEL’ÛN

     Xwedê Teala Hz. Adem ji heriyê afirad û rûh dayê. Xwedê (e.s.) çawa ji milyaketan re emir kiribû ewna jî wisa çûne secdê. Lêbelê şeytan xwe qure kir û neçû secdê. Îblîs bi vê tevgera xwe ve li hember emrê Xwedê derket û îblîs bi vî şeklî bû serokê asiyan. Jixwe ew ne ji milyaketan bû, ji agir hatibû afirandin ango ji cinan bu.
     “Milyaket ji nûrê, cin ji agirekî gûr, Adem jî ji tiştê we re hate gotin hatiye çêkirin.” (Muslîm ragihandiye)    
     Xwedê Teala her çendî sedema îsyana wî dizanibû jî, lê pirsî; te çima fermana Min bi cîh neanî?
      Şeytan jî got:
     -Ez ji wî çêtir im. Te ez ji agir afirandime lê ew ji heriyê ye. Ser vê Xwedê hate xezebê û jê re got:
     Bicehime ji vir, tu ji rehmeta min hatî dûrxistin û heya roja hesabê leneta Min li ser te ye.  -(Sâd: 73-78)-
     Şeytan, ji ber kîbr û quretiya xwe îsyan kir û ji Adem (e.s.) re secde nekir. Ji bo vê jî ji bihuştê hate qewirandin. Gor şeytan, berpirsyarê qewirandina wî însan e, ango Ademê (e.s.) bavê mirovahiyê sedema vê encamê ye. Ji bo vê jî îblîs pey tol hildanê ye û neyartiya wî ya ji însan re heta roja rabûnê berdewam e. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne jî Xwedê destur xwestiye. Xwedê jî destur dayê û şeytan heta roja rabûnûnê sax e. Şeytanê lenetî ji bo mirovan bixapîne bê navber dixebite. Di vê neyartiya xwe ya bi însan de her awa û rêyê diceribîne û bi kartîne.
     Şeytanê melûn ji Heq Teala re dibêje: 
    -Ya rebbî! Te çawa biryara helaka min daye, heta ji destê min bê ezê jî derkevim pêşya zarên Adem û wan ji rêya heq averê bikim. Ezê ji bo vê her tiştî biceribînim. Ezê xwe li wan bitelînim û çaxê ketine xefletê û zeafan ewna pêçan ezê ji wan re bibim heval. Pirê mirovan yê nankoriya te bikin.                                    
     Xwedê Ezze we Celle jî gotibû: 
    -Lenetiyê heram bicehime ji bihuşta min derê. Sond be Ezê te û yên bidine pey te teva ve dojehê dagirim.       -(E’ref: 13-18)-
     Lêbelê îblîs tiştekî zef rind dizane. Ew çi bike neke ji mirovan komek heye, nikare tu carê zirare bigihîne wan. Ewna ji bendeyên Xwedê yên salih û mûxlis in. Şeytan tu carî nikare wana bixapîna û ji rêya heq derxe. Tu bandora wî û alîgirên wî li ser wan tuneye. Ew kesana ji Xwedê tenê re perestî dikin, xwedawend (îlah) û bîrûbawerî yên sexte (betal) napejirî nin. Ewna ehlê tewhîdê ne û alîkariya Xwedê besî wan e. -(Îsra: 61-65)-          

EZMÛNA MİROVAHİYÊ DEST PÊDİKE

     Xwedê (c.c) Adem (e.s.) di bihuştê de bi cîh kir. Pey qewirandina îblîs, Hz. Adem (e.s.) di bihuştê de tena serê xwe mabû. Ji nîmet û îkramen bihuştê, dilê wî biavêta çi li ber destê wî bê zehmet û xebat amede bûn. Ji fekî û mêvên bihuştê dixwar û rubarên bihuştê vedixwar. Lêbelê kesekî mîna wî pê re hevaltî bikira û têkete sohbetê di bihuştê de tune bû. Xwedê Teala ji bo Hz. Adem (e.s.) re hevaltiyê bike û bîhna wan bi hev derkeve û kêfxwaş bin û bi hev re bijîn Hz. Hewa afirand. -(Nîsa: 1)-(E’ref: 189)- 
     Rojekê Hz. Adem di bihuştê de bin siya darekê de razabû. Çaxê ji xewê hişyar bû lê nihêrî kesek li ser re sekiniye û Adem (e.s.) ji ber vê gelekî şa bû. Jê pirsî tu çi kesî? Hz. Hewa yê got ez jinek im û wê çaxê Hz. Adem jê pirsî navê te çi ye? Wê got ez navê xwe nizanim û Hz. Adem jê re got tu Hewa yî. Êdî Hz. Adem (e.s.) û Hewa yê bi hev re di bihuştê de nav kêf û bextewariyê de dest bi jiyanê kirin. Jiyana wan bi aram û bê zehmet bû. Ji bo wan ne tirs hebû ne jî cefa. Ji nav nîmetên bê hed û hesab çi bixwastana dixwar û vedixwarin. Lêbelê Xwedê ji bo wana biceribîne darek qedexe kiribû. Ji ber vê nikaribûn ji fekiyên wê dara qedexe bixwarana, bilî wê darê yên din hemû ji bo wan serberst bûn. Bi vî tehrî însanê bibûya hakimê nefsa xwe û him jî dê bi îrada xwe xwedî derketa.
     Hz. Adem û Hewa yê jî guh dane fermana îlahî û nêzîkî wê dara qedexe nebûn. Aliyê din de jî Xwedê Teala ewna li hember dek û dolabên şeytan hişyar kirin. Ji lewra şeytan ji bo însan neyarekî eşkere bû. Gor şeytan Hz. Adem baisê vê rewşa wî bû. Ji bo vê jî tucarê dev ji neyartiya xwe bernade û ji bîr nake. Dema firsend û keysekê bibîne ji bo wan bixapîne demildest tevdigere da ku wan kaşî ezabê bêdawî bike. Ji bo vê jî herdem çavdêriya wan dike.

ÎBLÎS ADEM (E.S.) Û HEWA YÊ DİXAPÎNE

     Şeytan rojekê nêzîkî Adem (e.s.) û Hewa yê bû û weswese da wan û ji wan re got gelo hûn dizanin çima Xwedê (cc) ev dara ji we re qedexe kir? Paşê weha dewam kir: 
     Xwedê (cc) ev dara ji we re heram kir ku seba hûn nebin du milyaket yan jî ji bo hûn bêdawî di bihuştê de nemînin. Lenetî bi vî şeklî dixwest wana bi konetî û hîlan ve bi xapîne. Ji ber dexesi ya xwe dikir ku wan jî mîna xwe ji bihuştê bide qewirandin. 
     Axiriyê de bi navê xwedê sond xwar û got ez qenciya we dixwazim. Hz. Adem û Hewa yê jî emre Xwedê ji bîr kirin û pê xapiyan û ji dara qedexe xwarin. Çawa ji wê darê tem kirin cîhê wanê awret bi wan xuya bûn. Ji vê rewşa xwe zef şerm kirin. Ji lewra heta wê hingê ew derên hevdu nedîtibûn. Ji bo wan derên xwe veşêrin ji der û doran belgên daran berhev kirin û pê wan pelan ew derên xwe nixamtin. 
     Çaxê şeytan nêzîkî wan bibû xwe wekî şîretvanêkî xêrxwaz nîşanî wan dabû û ji bo jê bawer bikin jî ser navê Xwedê jî sond xwaribû. Ev rêbaza wî ye û vê metoda xwe bê navber bi kar tîne. Ji lewra îblîs ji bo mirovan neyarekî xuya yê. 
     Xwedayê Zûlcelal ji Adem û Hewa yê re got:
     -Min ji we re ne gotibû ji vê darê nexwen û îblîs jî ji bo we neyarekî eşkere ye?
     Wê gavê Adem û Hewa yê bi tawanê (guneh) xwe hisyan û ji ber wê jî gelekî poşman bûn û dest bi lavayî Xwedê (cc) kirin:
     -Ya Rebbî! Em li hember fermana Te derketin û me zilm li xwe kir. Me bixefirîne û bibexişîne. Ger Tu rehma xwe li me nekî û me efû nekî emê bibine wanê ziyankar. -(E’ref: 22-23)- 
     Xwedayê dilovan û mihrîban, rehm û mexfîreta xwe li wan kir û ewna bexişandin. Lêbelê ji vê şûnde jiyana wana bihuştê qediya. Ji vê pê de Adem û Hewa yê jiyana xwe li ser rûyê erdê dewam kirin. 
                            

JİYANEKE TEZE

     Ji afirandina Hz. Adem (e.s.) mêj ve de deryê îmtihanê vebûye. Cîhan jî bûye meydana vê ezmûnê. Jixwe însan xelîfeyê Xwedê ye li ser rûyê zemîn e. Xwedê ji bo însan jiyana xwe bi kudîne nîmetên cûr be cûr pêşkêşî wan kiriye. Ji bo pêdivî û hewcedarî yen xwe pêk bînin her cûre derfet û îmkan amade ne. 
     Di hêla din de jî têkoşîn û pevçûna di navbera mirovan û şeytan de berdewam dike. Di vê têkoşînê de pêşvayên doza heq pêxemberan ala tewhîdê hilgirtine. Bi vî şeklî banga xelasiya bêdawî digîhinîne mirovan û wana bi bihuştê ve mizgînî dikin û bi agirê dojeha dijwar ve jî didin tirsandin. Li hember wan jî şeytanê neletî rawestiya ye. Ji bo mirovan bixapîne û kaşî delaletê bike bênavber dixebite. Ji bo vî karê xwe yê kirêt jî, her cure rê û rêbazan jî durist dibîne. Ji ber vê hindê pêwîste mirov yar û neyarên xwe rind bizanibe û pêywendî û têkiliyên xwe gor vê yekê pêk bîne. Ev serdaboriya Hz. Adem û Hewa van rastiya hînî me dike.
      Xwedê Teala Hz. Adem û Hz. Hewa bexişan dibûn. Lêbelê êdî yê li ser rûyê cîhanê bi jiyana û li wir niştecîh bibûna. Lêbelê jiyana li vê derê nedişibiya ya bihuştê. Ji bo debara xwe bikin û hewcedariyên xwe pêk bînin diketin kar û xebatên bi zehmet û dirêj. Dema di bihuştê de bûn bê zehmet û hêsanî her pêdivî û hewcedariyên xwe bi dest dixistin. Adem (e.s.) û Hewa yê ji bo peyda kirina xwarin û vexwarin û cilûbergên xwe pev re şixul dikirin.
     Digel vana de di aliyê din de jî şeytan ji bo wan û urta wan ji rê averê bi dek û dolabên xwe ve bendî wan ketibû. Ango îmtihana mirovan ne hêsan bû. 
     Hêdî hêdî fêrî jiyan û şert û mercên vê derê dibûn. Hz. Adem (e.s.) û Hewa yê tovên mirovahiyê çandi bûn. Dem û dewran dizvirî û zeman dibuhurî. Rojekê Hz. Hewa hemle ma. Ev ji bo herduyan bû kêfxweşiyeke zef mezin. Ev piştî haqas zemetiyan bibû diyariya Xwedayê Qadirê Mutlaq. Jixwe Xwedê tu kar û xebatî bê semere nahêle. Çaxê welidana Hewa yê hat û Xwedê zareke kurînê da wan. Êdî jiyana wan ji vê şûnde ji ya berê şêntir bû. Ji ber ku ev zarok bibû wesîla şahiyê. Navê lawik jî danîbûne Qabîl. Bi kerema Xwedê (cc) Hewa dîsa bizar bû. Vê carê dîsa zareke kurînê ji wan re bû. Navê wî jî danîne Habîl.

QABÎL Û HABÎL

      Sal û rojan bê sekin dane pey hevdu û bihurîn. Xwedê (c.c) zarên din jî dane wan. Qabîl û Habîl mezin bûn û bûne du xort û di kar û şixulên malê û derva de alîkariya dê û bavê xwe dikirin. Dema êdî dikaribûn bi tena serê xwe şixul bikin, Hz. Adem anî şixul di navbera herduyan de parvekir. Gor vê parvekirinê karê cotkarî û çandiniyê bibû para Qabîl. Qabîl bi şixulên zevî û mêrgan re mijûl dibû û fekî û berên rez û bexçan berhev dikir. Lewra Qabîl kesekî qaf hişk bû û dilovanî jî pê re tunebû û ji ber vê jî ancax ev karana angorî wî ya bûn. 
     Ji Habîl re jî xwedî kirina pez û dewaran ketibû. Habîl diçû ber pez û dewêr û ewna diçêrandin û ewna ji heywanên dirinde yên çolê diparast in. Habîl merivekî dilovan û têgihiştî bû. Digel vê yekî xurt û jêhatî jî bû. 
     Her kesek bi şixulê xwe re mijûl dibû. Hz. Adem jî carna dicû nêçîrê. Bi vî tehrî ji xwe re xwarin û xwekirin peyda dikirin. 
     Ji bo her lûtf û keremê divê bêyê sipas kirin. Hz. Adem (e.s.) jî ji bo van nîmetên Xwedê dabû wana şikur dikir. Malbata xwe gor van nirx û pîvanan perwerde û mezin dikir. Ji lewra bona serfîraziya îmtihana di vê cîhanê de ev tiştekî pêwîst e. Hz. Adem (e.s.) ji bo rastiy vê yekê bi malbata xwe bidezanîn, ewna dicivandin hevdu û ji wan re qala Xwedê Teala û rizq û kermên Wî dabû wan dikir û evna nîmetan dixiste bîra wan. Ji pey vê re berpirsyarî û wezîfên wan didazanîn. Digot dive em qultiya rebbê alemê bikin û perestiya xwe de tu carî ji Xwedê re şirîk û hevalan çênekin. Ji lewra Xwedê xaliqê gerdûnê ye û hakimê erd û esmana ye. Ango wî baweriya tewhîdê beyan dikir. Jixwe Adem (e.s.) him qasidê Xwedê bû him jî mezinê malbatê bû.

GORİYA ADEMÎZADAN

     Rojekê Adem (e.s.) gazî Qabîl û Habîl kir û ji wan re weha got:
     -Divê em ji bo hemd û şikura xwe nîşan bidin ji tiştên ber destê xwe de ji bo rizayê Xwedê Teala qurbanê (gorî) bidin. 
     Qabîl mirovekî timakar û çavbirçî bû. Ji ber vê jî çavê wî ji malê dunyê têr nedibû. Te digot qey mirin ji wî re tuneye. Dilê wî tijî xilt û nerindî bû. Exlaqê (sinc) qencî û paqijiyê pêre tunebû. Dexesî û çavnebarî li birayê xwe Habîl dikir. Wî wetnê dê û bavê wî Habîl ji ser wî re digirtin û herî zef ji Habîl hezdikirin. Şeytanê melûn jî bi weswesên xwe ve fît û zil didane Qabîl. Hevaltiya îblîs her diçû kîn û nefreta wî zêdetir dikir. 
     Dijî Qabîl, Habîl ciwanekî têgihîştî û camêrekî merd bû. Kar û xebatên xwe gor rizayê Xwedayê Mihrîban rêk û pêk dikir. Dema heywanan re mijûl dibû li ser afirêneriya Xwedê (c.c) diramî û ji tekûzbûn û ahenga alemê de ji bo xwe ders derdixist. Bi dil rehmî heywanan xwedî derdiket û tu carê eziyet nedida wan û ewna ne diêşandin. Herdem taet û şikura xwe dikir. Gava Adem (e.s.) ji wan re behsa qurban dayîne kir bi vê yekê re gelekî kêfxweş bû. Ji bo rizayê Xwedê gorî bike ji nav heywanên xwe de ya herî bijare û qelew hilbijart û qurban kir. Bi vî karê pîroz ve, aramî û dilrihetiya şukrê xwe avêtibû dilê wî. Lêbelê dijî Habîl, Qabîl dema ev yek bihîst medê xwe kiribû û aciz bibû. Qabîl wetnê, ev mal û milk wî tena serê xwe bi keda destê xwe ve qezenc kiribû û digot min haqas renc û zehmet kişandiye. Ber tava rojê xebitîme, ezê çawa ji ber û fekiyan yên herî rind hilbijêrim û gorî bikim. Digel van ramanan ve çû ji bexçe û rezan berên pûç û xerabbûyî hilda anî. Şeytan ew wisa xapandibû, dilê wî hê ji ber van berên bêkêr jî dernediket. Lewra îblîs çaxê merivan hilde bin bandora xwe tiştên kirêt û nerind li ber çavên merivan dixemilîne. 
     Her du birayan qurbanên xwe hildan û çûn danîn li çihê ji bo qurbana hatibû kifş kirin. Dilê Qabîl bi dexesî û çavnebariyê ve tijî bibû, Habîl jî ji ber vî îbadetî kêfxweş û bextewar bibû.
     Serrafê qelban Xwedê (cc) qurbana Habîl pejirand. Lewra Xwedê (cc) bes kar û emelên bi dilûcan û îxlas têne kirin dipejirîne. Lê ya Qabîl qebûl nekir û li wî zivirand. Ji lewra li cem Wî emelên bêdilî têne kirin pûç û betal in.
     Çaxê dotîra rojê hatin li cihê qurbanan nihêrîn, qurbana Habîl hatibû qebûl kirin, lê ya Qabîl çawa hatibû danin wisa li ciyê xwe de mabû. Jixwe Xwedê Teala ancax îbadetên bi niyeteke salih û dilekî paqiş têne kirin dipejirîne. Lewra kar û emelên wisa nebin hergîz kêrî kesî nayên û li nik Xwedê jî tu nirx û giringiya wan jî tuneye. 
     Ser vê bûyerê Hz. Adem ji wan re weha gotibû:                         
     -Xwedê Teala paqij e û bes tiştên pak û paqij dipejirîne. Ew yeka em bûne şahid jî encama vê ye. Lewra Habîl ji nav heywanên xwe de ya herî çêtir û rind hilbijart û pêşkêşî rebbê xwe kir. Xwedayê serrafê qelban jî ew kirina salih ji wî pejirand. Lêbelê Qabîl tu jî çûyî ji nav malên berdestên xwe de yên herî bêkêr û pûçbûyî berhev kiriye û aniye. Loma ev emelê te yê neqenc ji te nehatê qebûl kirin. 
     Hember vê rewşê kîn û rikê Qabîlê weylnefsî hingî çû zêdetir bû û ji bavê xwe re got: 
     -Naxêr tu Habîl ji ser min re digrî û ji bo vê jî te ji bo goriya wî bê pejirandin lavayî Xwedê kir, lê te ji bo min dia nekir. Egera vê encamê, xêncî vê tu tiştekî dinê nîne. Qabîl bi wî tehrî sûcê xwe neda stuyê xwe, dijî vê tawanê xwe avête stuyê wan û pişta xwe da wan rê ket çû. 

QETLA BİRA

     Hingî diçû dexesî û çavreşiya dilê wî de zêdetir dibû û tu guneh (tawan) û kêmasî di xwe de ne didît.                                                                                     Îblîsê neletî jî ew tenê nedihîşt û jê re bibû hevalekî dayimî. Lewra şeytan her gav li ser wezîfa xwe bû, ne dibetilî (diwestiya) ne jî bîhn vedida. Şeytan carê carê fîtek (weswese) dida Qabîl. Divê tu pêsîra xwe ji vî xelas bikî, ew heya hebe dê ji te re bibe tengasî. Tu yê çi bikî bike xwe ji vî xelas bike. Şeytan hefsarê xwe avêtibû stuyê Qabîl seba Habîl bikûje.
     Qabîl ketibû tengasiyeke bêbinî û nikaribû bisitiriya û kela kîn û dexesiyê hingî diçû bilindtir dibû. Qabîl hêdî hêdî hînî vê fikra kuştina Habîl dibû. 
     Rojekê çû cem birayê xwe û gef lê xwar û serde qîrya û jê re got:
     -Ezê te bikûjim.
     Habîl li hember vê rewşa Qabîl gelekî şaşmetel ma. Qabîl gotina xwe kudand: 
     -Bavo te li ser min re digre û te ji min zeftir hezdike.
     Habîl yekî dilovan û Xwedê tirs (mutteqî) bû. Ji Qabîl re got:
    -Birayo! Tu ji bo kuştina min destê xwe dirêjî min bikî jî ez destê xwe li ber te bilind nakim. Lewra ez ji Xwedê ditirsim. Ez jî hez dikim tu gunehê min jî bidî pişta xwe û herî dojehê. Cezayê zaliman ev e.
     Axiriyê Qabîl bi dek û dolabên şeytan û nefsa xwe xapiya bû. Hîtekî (kevir) mezin hildabû li Habîl de dabûyê û bi vê derbê ve xwîn li ser Habîl ketibû û di cîh de can dabû.        -(Maîde: 27-30)-
     Her çendî çaxê Qabîlê qetilkar çawa çav bi xwîna birayê xwe ketibû pê re poşman bibû û kizînî ji dilê wî hatibû jî, êdî vê şûnde poşmanî kêrî tu tiştî nedihat. 
     Şeytan bi vî qaydî benî Adem xapandibû û xwîna sifte li ser rûyê erdê dabû rijandin. Bi vî şeklî şeytan ji nav însan de xwe re alîgirek ditibû. Qabîl jî bi vî karê xwe yê kirêt ve bibû bavê mêrkûjan. Ji vê bûyerê mêj de Qabîl bi vî wesfî ve tê nasîn û dê heya roja rabûnê weha be. Habîlê jî bibe remza meqtulên mesum û qencan. Jixwe Habîl sembola heq e û Qabîl jî ya batil e. Ev her du eniyên dê hetanî roja qiyametê pev biçin.
     Qabîl piştî kuştina Habîl nizanibû yê termê Habîl çawa bike. Di nav van fikr û fikaran de diçû û dihat. Lê nihêrî qijikek tîne bi penc û nikulên xwe ve erdê vedide û qijikeka hişk bûyî dixe wê çela vedayî û vedişêre. Gava Qabîl kirina qijikê dît ji rewşa xwe şerm kir û got xwelî li serê min be ez hê qasî vê qijikê jî nabim.
     Qabîl jî mîna wê qijikê erd veda û termê Habîl veşart. Lêbelê vê şûnde ev barê giran herdem pê re geriya û ew aciz kir. Lewra mêrkûjî ji gunehên mezine.
     Em dibînin ku dexesî û timakarî nerindiyên çawa mirovan dide kirin. Divê mirov herdem ji Xwedê re şikur û taet bike û tu carî wezîfên xwe ji bîr neke. Bi çavbirçîtî xwe bi mal û milkê dunyê ve girê nede û weylnefsiyê neke. Lewra ev der cihê îmtihanê ye. Serkeftin û xelasiya ebedî bi kar û şixulên qenc û çê ve bi dest dikeve. 
                 

PÊXEMBERİYA ÎDRÎS (E.S.)

     Însan xelîfê (cîgir) Xwedê yî li ser rûyê erdê ye. Xwedê Teala digel qultiya Wî, ji bo li vê derê de îmar û teserûfê bike û gencîniyên sererd û binerd venase, rêvebirina her tiştên li vê cîhanê daye destê însan. Ji lewra mirov bi meleka xwe ya hiş û vîna xwe ve ji mexlûqên dinê vediqete û eşrefê mexlûqan e. 
     Urta Hz. Adem (e.s.) her diçû zêde dibû û kur û qîzên wî li ser rûyê zemîn bela bibûn. Ji bo jiyana xwe berdewam bikin ji rizq (rozî) û nîmetên Xwedê ji bo wan amede kiribû îstifade dikirin. Bi vî awayî her diçûn di karên dunyê de zanatir dibûn, di aliyê din de jî pêş diketin û dewlemend dibûn. Lêbelê pir bûna mal û milk û zarokan ve mirov bi xeml û zewqên derewîn ve tê xapandin. Ji ber ku çaxê ev nîmetên bi nirx di cihê xwe de, ango gor armanca ezmûnê (îmtihanê) neyêne bi karanîn ji mirov re dibin asteng û mirov ji armancê dûr dixin. Ya rastî gava mirov wate û hedefa jînê baş têbigêhêje ev nîmet û îkramên Xwedê pêşkêşî mirov kirine, ji bo mirov xelasiya bêdawî dest bixe dibin navgîn (wesîle). Jixwe ya kêrhatî jî xêncî vê tu tişt nîne.
     Nîşa Adem (e.s.) bi pirbûna zar û malên xwe ve ji rêya heq dûr ketin û Xwedayê xwe ji bîr kirin. Hûba dunyê kete dilê wan û nefsa wan ewna berbi xerabî û neqenciyê ve kişand.  Lêbelê kîngê însan ji rêya heq averê bibin Xwedê Ezze we Celle, ji bo wana hişyar bikin û gazî bal rêya xelasiyê bikin ji nav wan de kesên herî baş bi wezîfeya pêxemberiyê ve bi rê dike.
     Heq Teala di Qur’an’a Pîroz de weha behsa Îdrîs (e.s.) dike:
     “Di kitêbê de Îdrîs jî zikir bike. Lewra pêxemberekî sadiq bû ew. Me ew bilindî ciyekî bala kiriye.” (Meryem: 56-57) 
     “Îsmaîl, Îdrîs û Zûlkîfl jî bîne bîra xwe. Ji wan her yek wanên bi sebr bûn. Me ewna jî hildane nav rehmeta xwe. Lewra ewna ji salihan bûn.” (Enbiya: 85)
     Îdrîs (e.s.) ji wan re hate şandin da ku wana ji tarîtiya kufrê rizgar bike û derxe ronahiya heqiyê. Wî jî gor rê nîşandana wehiyê Cebraîl (e.s.) jê re anîbû, ewna gazî rêya heq û paqij kir. Yekîtiya Xwedê anî bîra wan û got hergîz ji Xwedê re şirîk û hevalan çênekin û ji bo dev ji şopa dijminê însan îblîs berdin teblîx kir. Lewra şeytan, herdem ji bo mirovan bixapîne û totî kûrahiya delaletê bike dixebite. Jixwe mirov jî bi pirbûna mal û milk û zêdebûna zaran, bi zewq û sefa dunya derewîn dixape. Îdrîs (e.s.) gel bi bihuştê ve mizgînî kir û bi dojehê ve jî da tirsandin. Çaxê roja wî hat jî bilindî ciyekî bilind kir.             
     Piştî Îdrîs (e.s.), mirovan dîsa ew pend û şîretên wî ji pişt guhê xwe re avêtin û dane pey hewa nefsa xwe û bi dunya derewîn xapiyan. Lêbelê li pey Hz. Îdrîs (e.s.) alimên werisê doza wî yên li ber destê wî îrşad bibûn mabûn. Wan zanayan bi exlaq û şîretên xwe ve rê nîşanî gel didan û ji bo rê li nerindiyan bigrin xebat dikirin. Ev qencên Xwedê bi van tevgerên xwe ve di nav milet de bi nav û dengê bibûn. Bi vî şeklî gel rêz û hurmeta wan digirt û qedrê wan dizanibûn. Dem buhirî û berêka ve mîna her beşerî av û rizqê aliman yê li dunya derewîn qediya û yek yek koçî dunya din kirin. Wefata aliman di nav xelqê de dibû sedema xemgînî û dilşewatîke bê terîf. 
     Êdî mîna berê kesên bi pend û şîretên xwe ve rêya rast nîşanî xelkê bidana nemabûn. Aliyê din de jî îblîs û alîgirên wî firsend ji dest nedikirin. Ji lewra şeytan neyarekî xedar bu ji bo mirovan. Ji bo ku wana ji peyreviya alimên doza heq vegerînin weswese dida wan. Ew weswesên xwe yên jerîn jî di sûretê heq de pêşkêşî wan kir. Ji bo vê herî pêşyê kesên durû û nezan xapandibû û ewana jî, ji gel re gotibûn: 
   -Tirsa me ewe ku hingî dem here emê van mezinên xwe yê bi rûmet ji bîr bikin û wê çaxê jî gotin û şîretên wanên yê bêne ji bîr kirin. Wê demê xelkê ji rêça wan  heq derkeve. Divê ji bo ev yeka neyê serê me, em li cihê merzelê (gor) wan lê ne bi nîşanan ve kifş bikin û tîmsalên wan jî li malê xwe de bi parêzin û vî şeklî ne gotin û pendên wan ne jî ew zatên mezin xwe têne ji bîr kirin. Her kese bi vî qaydî li ser dînê heq bijî.
               

DERİYÊ PÛTPERESTİYÊ VEBÛ

     Şeytan bi vê weswesa xwe ya jerîn ve tovên şîrkê çandin. Gel jî bi vê fikrê xapiyan û bi niyeteke salih li ser merzelên van aliman pêykerên wan çikandin û cihên  van zatan lê sohbetên xwe li dardixistin jî nîşan kirin. Navê wan aliman jî weha bûn: Wedd, Suwâ, Yegûs, Yeûk û Nesr.
     Bi vî awayî dil hebûn di rêça wana heq de bi meşin û şaş nebin. Lê mixabin vê tevgerê di nav gel de deryê pûtperestiyê vekiribû û lewra armanca îblîs jî ev bû. Bi van karên xwe yê kirêt ve şeytan, dil hebû ji zarên Adem heyfa xwe hilîne. Lenetî nêzîkî kê bibe gor kêmasî û zeafên wan tevdigere. Lewra bi vî şeklî ji rê derxistina wan kesan pir hêsan dibe.                
     Dem û dewran dizvirî, ji mirovan kal û rûhsipî emrê xwe qedandibûn û koçî dunya din dikir û hinekan jî teze dest bi jînê dikir. Pêvajo ya jînê wisa dewam dikir. Neslên nû, kal û bavên xwe li ser kîjan şopê dîtibûn, ewna jî mîtanî wan kirin. Bi vî şeklî eger û armanca çikandina pêyker û tîmsalên wan aliman hate ji bîr kirin û bîr û baweriyên xelqê hatine guherîn. Êdî gel rasterast ji pêykeran re perestî dikir û ji wan alîkarî hêvî dikirin.
                

TOFAN Û KEŞTİYA NÛH (E.S.)

     Xwedê (c.c) mirov ji bo Wî tenê re îbadet bikin afirandiye. Lêbelê piraniya însan digel Xwedê (c.c) ji pût û senaman jî re perestî kiriye. Xwedê (c.c) dema mirov ji rastiyê dûr bikevin derhal ji bona wan hişyar bike û banga rizgariyê bigîhîne wan qasidên xwe rê dike. Ji bo vî qewmî hişyar bike jî Adem’ê Sanî Nûh (e.s.) şand. Ji lewra hetanî ji komekê re qasid neyê şandin ewna berpirsyar nayên girtin û ji ber vê jî ezab li wan nayê kirin. 
     Hz. Nûh (e.s.) ji bo gelê xwe vegerîne ser ola heq û ji kemîna şeytan xelas bike kete xebatê. Ji wan re weha gotibû:
     -Ez ji bo we ji xezeba Xwedê ditirsim û hezdikim ku hûn werin li ser doza xelasiyê. Ji Xwedê tenê re perestiyê bikin û ji Wî re hevalan çênekin. Ew rebbê alemêyî tik û tenê ye, bê heval û hogir e. Ger hûn wisa nekin roja qiyametê ezabekî dilsoj dê we bipêçe. Ez xêncî qenciya we tu tiştî naxwazim.  -(Hûd: 25-26)-
     Heger hûn werin îtaeta Xwedê bikin û dev ji xerabî û neqenciyan berdin Xwedayê Dilovan dê gunehên we gişkan bibexşîne û yê di vê dunyê de xêr û bereketê li ser we de bibarîne û yê li axretê de jî nîmetên bêpayan pêşkêşî we bike.  
     Lêbelê guherîna kesên qelbê wan fenanî keviran hişk bûye hîç hêsan nîne. Ji ber vê jî Hz. Nûn li hember qewmê xwe têkoşîneka dijwar kir. Jixwe ew ji nav pêxemberên xwedî ezm (ulu’l-ezm) yê yekemîn e. Qewmê wî yê di tarîtiya cehaletê de windabûyî guh nedane gaziya Nûh (e.s.) û hingî çû di kufr û înyada xwe de serva çûn. Bi malûmilk û zarên xwe ve peya didane xwe. 
     Di nav hev de civîn dardixistin û ji bo kesek bi Nûh (e.s.) bawer neke dixebitîn. Ji hev re wisa gotibûn:
   -“Û gotin: Nebê nebê hûn dest ji yezdanên xwe berdidin. Dev ji Wedd, Sudâ, Yegûs, Yeûk û Nesr bernedin.” (Nûh: 23)
     Bi van ve jî ne disekinîn, tirane û qelfê li Hz. Nûh dikirin. Jê re digotin; ne tu jî merivekî mîna me yî? Tu jî wek me birçî dibî, tî dibî, dixwî û vedixwî. Gelo tu çawa pêxemberî? Qet pêxember weha dibin?
     Vî şeklî li hember wî derdiketin û bi pêxemberiya wî bawer nedikirin û tewhîd ne dipejirandin. Wan wetnê pêwîste pêxember ji milyaketan bibûya. Gor wan yekî nota wan nikaribû bibuya qasidê Xwedê.
     Di nav her komê de helbet kesên roniya rastiyê dibînin hene. Xwedê Teala jî hidayetê dibexşîne wan û wan tevî karwanê xelasiya bêdawî dike. Encama banga Hz. Nûh de her çendî jimara wan hindik bûya jî çend kesên dil pak û qenc tevî refên bawermendan bibûn. Lê xizanî û belangaz bûna wan kesan ji bo gelê Nûh (e.s.) bibû sedema îtirazê.
     Dewlemend û giregiran digotin hela lê binêrin kê bawerî bi ola Nûh aniye. Di nav wan de bilî kesên pêxwas û kasib (şivan, gavan û xulam h.w.d.) tu kes tuneye. Gelo dema em bi Nûh bawer bikin emê jî bi van re bibin heval? Bi vî awayî pozbilindî û quretiya wan kesan ewna ji roniya hidayetê dûr xistin. 
     Digotin jixwe tu merivekî hejar û xizanî çima ji nav me de xêncî te kesekî pêxemberî bikira tunebû? Lê ya rastî mezin û pêştehatiyên gel ketibûne heyra xwe. Ditirsiyan ko gel baweriyê bi Nûh (e.s.) bîne wê çaxê dê kesek qedr û hurmeta wan nagire. Ji ber vê tirsa xwe, seba milet ji Nûh (e.s.) dûr bixin, dihatin ji wan re digotin:
     -Ev Nûh dil heye bi van gotinên xwe ve me bixapîne û mezintiyê li ser me bike. Bilî vê yekê tu armanca wî tuneye. 
     Ji wan diqetiyan û dihatin cem Nûh (e.s.) û jê re digotin: 
     -Heger tu vanê li der û dora xwe ji xwe dûr bixî wê gavê emê bi te îna (bawer) bikin. Lewra wekî din em nikarin bi wan kesên pêxwas re hevaltiyê bikin.
     Hz. Nûh (e.s.) ji wan re gotibû: 
     -Van rebenê Xwedê çi li we kirine. Ezê çawa berdime wan? Ewana bi dil û can bawer kirine.
   Wê çaxê yên din ji Nûh (e.s.) re gotibûn: 
     -Ey Nûh! Îroj şûnde me bi wan gotinên xwe ve aciz neke û dev ji me ber de, em bi te bawer nakin. Bes tu û hevalên xwe tev, hûn derewçîn in.
     Lêbelê Hz. Nûh sebir kir û hergîz dev ji teblîxê berneda, Xwedê çawa ferman kiribû wisa kir. Şev û roj di nav wan de geriya, kîngê û kuderê çi keys û firsend dît dînê (ol) Xwedê ji wan re vegot. Her çendî gelê wî guh nedayê û şîret û pendên wî qebûl ne kirin jî Hz. Nûh newestiya. Şeytan ewna wisa ji rê averê kiribûn, gava behsa ola rast dihate kirin dîn û har dibûn. Te digot qey Nûh (e.s.) xerabiya wan dixwaze. Nûh (e.s.) ji bo ewna rêya heq binasin ne ji wan dewa heqekî dikir û ne jî tiştekî din. Lewra ji bo wî xelasî û hîdayeta wan bes bû.     
     Dema hê Hz. Nûh ne hatibû, di nav gel de mirovên salih û xêrxwaz hebûn. Ewna ji bo gelê xwe hişyar bikin û ji agirê dojehê bi parêzin rêberiya wan dikirin. Piştî ew mirovên bi rûmet çûne ber rehma Xwedê, anîbûn gorên wan kifş kiribûn da ku bêne nas kirin û neyên ji bîr kirin. Hingî dem derbas bibû bi weswesê îblîs ve sûret û pêykerên wan jî çêkiribûn. Axiriyê de ji bo wan pêykeran perestî kirin. Vê baweriya pûç mîna kevirên binecîh çawa erdê dane û nayêne leqandin, bi cîh girtibûn.                                                   
     Çaxê Hz. Nûh (e.s.) hatibû şandin gel ji wan pûtên bêrûh û bêkêr re perestî dikirin. Gerçi wan jî dizanibûn ev pûtana nikarin xêr û zirarekê bigihinîne wan û ne dikarin bipeyivin ne jî tev bigerin. Lê wan ji bav û kalên xwe de wisa dîtibûn û bêyî hildan û danîn dabûne pey şopa wan. Lewra gava mirov ji Xwedê re nebe bende, dibe bendeyên tiştên cûr be cûr.
     Ji qewmê Hz. Nûh (e.s.) komeke pir hindik bawerî pê anîbûn. Ewna jî di nav gel de çend kesên dil pak û nefs piçûk bûn. Pût û senemên berê dihebandin red kiribûn û ji Xwedê tenê re perestî dikirin.
     Hz. Nûh (e.s.) di nav qewmê xwe de nehsed û pêncî salî bû dewetkarê ola heq. Lêbelê di haqas salan de di dilên reş û hişk de qasî zere misqalê çira tewhîdê vêneket. Koma ji rê derketî digel bawer nekirina xwe qelf û tiranê bi Nûh (e.s.) dikirin û digotin: 
     -De ka ger tu rast dibêjî bila ew xezebên te em pê didan tirsandin pêk bên.
     Hz. Nûh weha got:
     -Ya Rebbî! Min ji bo qewmê min bawer bikin şev û roj, dizîka û eşkere gazî wan kir, kîngê keys û firsendek kete destê min ez nêzîkî wan bûm û min ji wan re ji bo ji Te tenê re qultiyê bikin min teblîx kir. Lêbelê wan ji bo dengê min neçe wan tiliyen xwe kirine guhên xwe û ji bo ez wan dewetî tewhîdê nekim ji min reviyan û xwe veşartin. Rû ji min badan û li ser kufr û şîrkê berxwe dan û xwe qure kirin.
     -Ya Rebbî! Min ji bo bêne ser heqiyê û ji Te tenê re bendetiyê bikin rê û rêbazên cûr be cûr ceriband. Min got werin tobe bikin û Xwedayê we bibexşîne û xêr û bereketê li ser we debibarîne.         -(Nûh: 5-12)-
     Lêbelê gel tu carî bi Nûh (e.s.) bawer nekirin û jê re gotin heke tu dev ji van gotinên xwe bernedî, emê te kevir bikin.  
     Lê Nûh (e.s.) hergîz ji doza xwe venegeriya. Di nav wan de wezîfa xwe kudand. Bi wan re hetanî fermana Xwedê Teala hat têkoşîn kir. Ji wan re got heke di nav we de sekinîna min we aciz bike jî ezê bi ayetên Xwedê ve şîretên xwe berdewam bikim. Hûn jî biryara xwe bidin û çi ji destê we tê bikin, hezkî ji bo bêne alîkariya we gazî alîgirên xwe gişkan bikin. Lewra min xwe sipartiye rebbê xwe û mûkafata min jî li cem Wî ye. -(Yûnis:71-72)-
     Encamê de hêvî û gumana Nûh (e.s.) nema bû. Dizanibû êdî ji vî qewmê pûtperest kesek bawer nake. Nûh (e.s.) lavayî Xwedê kir û got: 
     “Got: Rebbêm! Bi rastî gelê min ez derewandim. Êdî hukmê navbera min û wan de Tu bide. Min û bawermendên digel min xelas bike.”(Şû’era: 117-118)    
    Qewmê Nûh (e.s.) zef eziyet dabûn wî û êdî nikaribû taw bida. Axiriyê nifir li wan kir:
     “Nûh got: Rebbêm! Ji kafiran kesekî li ser rûyê erdê nehêle. Lewra Tu wan bihêli, yê qulên Te ji rê derxin û xêncî kafirên facîr jî zaran nawelidînin.”(Nûh: 26-27)
                    

KEŞTİYA XELASİYÊ

     Xwedê Teala dia yê Nûh (e.s.) qebûl kir û ji bo keştîkê çêbike emir lê kir. Lewra vê şûnde kesekî bawer bikira tunebû. Hz. Nûh jî li ser fermana Xwedê dest bi xebatê kir. Ji bo çêkirina keştiyê dar berhev kirin û keştî darxist. Qewmê bêmêjî çaxê dîtin Nûh (e.s.) bi daran ve tiştekî çêdike li dorê civiyan û bi tirane gotin:
     -Ey Nûh, xêre duh te digot ez pêxemberim vaye îroj tu ji wê poşman bûyî û te dest bi xeratiyê (merengozî) kiriye, ev çi ecêbe? Me ji te re negotibû bi wan pêxwasan re nebe heval? Vaye tu jî mîna wan bûyî û te dest bi xeratiyê kiriye. Tê bi vê keştiyê ve çi karî bikî? Li vê derê ne derya heye ne jî aveke zef. Gelo tê vê keştiya xwe qoşî ga bikî yan tê li van çiya û baniyan bigerînî? Qey tu dîn bûyî?
     Hemasa tiranê xwe li wî dikirin, lê Nûh (e.s.) guh neda wan bêîman û ji rê derketiyan û sebir kir. Lêwra wî fermana rebbê xwe yê Mihrîban pêk dianî. Wî peyman dabû yê koma kafiran di ava tofanê de bixeniqîne (bifetisîne) û bawermendên jî bi vê keştiyê ve ji tofanê bifilitin.
     Roj hat û Nûh (e.s.) keştî temam kir. Xwedê Teala emrî Nûh (e.s.) kir ku tevî bawermendan ve li keştiyê sîwar be û digel xwe ji her cure (çêşîd) heywanekê cotekê jî hilde keştiyê û benda fermana Xwedê (c.c) bisekine. 
     Nûh (e.s.) digel bawerker û malbata xwe û ji her cinsê heywanan jî cotek hilda û li keştiyê sîwar bûn. Lê ji malbata wî jina wî û kurê wî li keştiyê sîwar nebûn, ji ber ku wan jî mîna qewmê Nûh (e.s.) bi dînê heq bawer nekiribûn. 
     Bi destura Xwedê ji esmanan baranek mîna lehiyê barî û ji erdê jî avê za û av bilind bû û tofan rabû. Keştiya Hz. Nûh jî li ser avê ket. Tevî koma kafiran her der bin avê de ma. Wê gavê Nûh (e.s.) kurê xwe dît. Bang lê kir û got: 
     -Lawo ware bi me re li keştiyê sîwar bibe, digel kafiran nebe. 
     Kurê Hz. Nûh jî got:
     -Ezê derkevim li ser çîyê, ewê min ji avê biparêze. 
     Nûh (e.s.) got: 
     -Îro xêncî wan kesên gunehê Xwedê pê hatiye tu kes ji xezeba Xwedê xelas nabe.  
     Lêpek hat û ewna ji hev dûr xistin. Nûh (e.s.) ji bo kurê xwe pir xemgîn bû, lewra ber dilê dê û bavan zar pir şirîn in.
     Hz. Nûh (e.s.) her çendî nikaribû kurê xwe xelas bikira jî bîr û hizira wî de peymana Xwedê hebû. Lewma Xwedê soz dabûyê yê malbata wî rizgar bike. Ji ber vê lavayî Xwedê kir.
     -Got: Rebbêm! Kurê min ji malbata min bû. Helbet we’dê Te heqe, tu hakimê hakiman î.
     Lêbelê li cem Xwedê kirin û emelên mirovan giring e, ne zuriyet û xizmî. Lewra bes îman û emelên salih dibine wesîla xelasiya merivan. Kes tenê bi teqwa (Xwedê tirsiya) xwe ve li cem Xwedê qedir bilind dibe.
     Xwedê Teala tu carî (hergîz) ji bo muşrîka şefaetê qebûl nake. Kurê pêxemberan be jî muşrîk ji malbata pêxemberan nayên hesibandin. Ji ber ku wî bawerî bi ola Nûh (e.s.) ne anîbû, dijî vê wî jî mîna jina Nûh (e.s.) dev ji pûtperestiyê bernedabû û ola heq înkar kiribû. Jixwe peywendiya baweriyê li ser peywendiya xizmtiyê re ye. Dema nêziktiya (eqrebetî) ji ber xwînê bi baweriyê ve neyê mehkem kirin tu hukmê wê namîne. Çawa em di vê bûyerê de dibînin ji bo xelasiya bêdawî tu xêrê nade mirov.
     Xwedê Teala ji Nûh (e.s.) re got:
     Ey Nûh tiştê tu pê nizanî ji min nexwaze û wekî cahilan nebe. Ew ne ji malbata te ye, loma wî emelê ne rind (şîrk) kiriye. Nûh (e.s.) ji ber vê gotina xwe zef poşman bû, tobe kir û weha got: 
     -Ez ji vê nezaniya xwe, xwe dispêrime (dipenêhim) Te, ko Tu min nebexşînî û rehma xwe li min nekî ezê bibime ji wanê ziyankar.   -(Hûd: 42-45)-
     Muşrîk û mûnkîr di ava tofanê de xeniqîn û cezayê xwe temkirin, lê axretê de ezabêkî bêdawî hêviya kafiran e. Ev xezeb ji ber nankorî û xwerazîbûna wan tê serê wan. Bi rastî însan cahil û zalim e. Xwelî li serê kafiran be. 
     Keştiya xelasiyê bi heskirina Xwedê bê qeda û bela, sax û silamet hetanî cihê sekina (rawetegeh) xwe, çiya yê Cûdî yê çû û li ser wir rawestiya. Bi emrê Xwedê baran û şiliyê vekir û erdê jî ava xwe hilçinî. Nûh (e.s.) tevî heval û dostên xwe û heywanên bi wan re bûn ji keştiya rizgariyê peya bûn. Encama bawermendan jî weha yê.
     Hz. Nûh û bawermendan dest bi jiyaneke nû kirin. Ji wan gelên cîhanê çêbûn û ji ber vê Nûh (e.s.) bû bavê mirovahiyê yê duyem ji pey Adem (e.s.) re.
     Li vê derê emê bi kurtasî behsa mijareke tê niqaş kirin bikin. Di nav alim û dîrokzanan de derbarê cihê tofan lê rabuye tê niqaş kirin. Gor hinek aliman ev tofan li ser rûyê dunyê gişkî pêk hatiye, lewra gor agahiyan bûyera tofanê di nav her gelên cîhanê de tê zanîn û tê vegotin. Aliyê din de jî lêkolîn û lêgerînên arkêlojîk û jeolojîk dane nîşandan ku şopên tofanê li herema îroj jê re rojhilatanavîn tê gotinê hatine dîtin. Ev jî weha tê şîrove kirin ku; mirovahiyê serî de ji vê heremê dest pêkiriye û ji vê derê pey der pey belayî cîhanê gişkî bûye. Jixwe gor Qur’an’ê jî keştî li ser çiya yê Cûdiyê rawestiya ye. Her çendî gor hinekan ev çiya yê Araratê (Agirî) ye ji ya rast çiyayê Cûdî ye. Jixwe ev çiya li herama kurdistanê de ye, ji çaxê qedîm de bi vî navî ve tê zanîn. ( Ebû Ela El-Mewdûdî, Tefhîmû’l Qur’an, Wer; Heyet, Însan Yayinlari, cild. 2. s. 395 ist. 1996)     
     Kîngê Xwedê Teala ji komekê re qasidek şandibe yên berya her kesî neyartî ji wan re kirine û li hember wan derketine mezin û dewletiyên wan in. Ewana xîmê jîna xwe li ser mal û milk û kêfa dunyê danîne. Ji bo vê yekê jî, pêxemberên parêzvanê dadê (edaletê) ji xwe re xeternak dîtine û ji wan re neyartiya herî dijwar kirine.          
     Dîsa yên berya gişka îna kirine jî kesên mezlûm û nefs piçûk in. Ev însana bi gemara malê heram ve nehatine qilêr kirin û qelbê wanê selîm paqij maye. Mezlûm dilnerm û dilsoz in. Ji ber vê jî çawên wan heqîqetê re girtî nînin. Lê îstisnaya wan jî henin.  
     Gava mirov guh nede banga heqiyê û jê bireve Xwedê Teala jî hîdayetê nesîbî wan nake, ger ewna jin û zarê pêxemberan bin jî. Lewma bal Xwedê însan hemû wek hevin û bilî keda destê wan lêzimtiya bi pêxemberan û mirovên qenc re ji bo wan bêkêr e. Celat û xelata mirov gor ked û kirinên destê wan tên pîvan û nirxandin. Ev sûnnet’ullah e û tu guhertin tê de çênabe. 

HÛD (E.S.) Û GELÊ WÎ

     Xwedê (cc) ev gerdûna bi aheng û nîzameke wisa ve afirandiye tu tişt rêya xwe şaşnake û naguhire. Şev û roj, heyv û ro li pey hev û di şûna xwe de vedigerin. Ne yek ji sînorê xwe dibûhire ne jî yê din wezîfên xwe dihêlin û ji bîr dikin. Gor fermana îlahî bêyî erê-na tevdigerin. 
     Pey tofana Nûh (e.s.) mu’mîn bi kerema Xwedê ji heleka tofanê filitî bûn û li ser rûyê cîhanê cîh û mesken girtin û dest bi jiyaneke teze kirin. Di nav xêr û bereketê de heyata xwe kudandin. Mal û milkê wan zêde bû û rewş û kêfa wan rind bû. Berêka ve emrê Xwedê Teala ji bîr kirin û xwe bi mal û hêza xwe ve xwe qûre kirin, pesin dane xwe. Tu kes ji ser xwe re ne dîtin.
     Gelê Hûd (e.s.) mirovên bi hêz û pazûbend bûn. Bi wêrekî û culetê xwe ve dihatine zanîn. Ji kê re têketana şer, ewna têk dibirin û ne kesî tûriş (cesaret) dikir li hember wan derkevin û ne jî kesî dikaribû zora wan bibira. Lêbelê vê taybetiya wan dê bibûya baîsê (sedema) helaka wan. Bi navê Ad ve dihatin nasîn. Dîroknas dibêjin evna komek ji komên Erabû’l- Ârîbe ya nin. Gor wan Ereb ji sê beşan pêk tên. Erabû’l- Baîde, Erabû’l-Ârîbe û Erabû’l-Mustâ’rîbe. (Abdülfettah Tabbâra, Kur’an da peygamberler ve peygamberimiz, çav. Ali R. Temel-Y. Alkin, S. 97. Gonca Kitabevî, ist. )
                        

WELATÊ GELÊ ÂD

     Gor ragihandina dîroknasan welatê gelê Âd di navbera Yêmen û Ummanê de bû û navê wê jî Ehqaf bû. Ev der cîhekî sêhil (qûm) û berwar bû, ji ber vê ev nava li wî warî hatibû kirin.
     Qewmê Âd, mirovên bihêz û dewletî bun. Bajarê wan di nav gir û tepan de bu û nêzikî deryayê bû. Warê wan pir bi adan û bereket bû. Xanmanê wan di nav bexçan de bû. Xaniyên xwe bi keviran ve çêdikirin û gelekî bilind dikirin da ku ji der û dorên xwe de bihata dîtinê. Qewmê Âd bi van xanî û bexçên xwe ve xwe qure dikirin û di vî warî de bi hev re diketine pêşbaziyê. Te digot qey yê hetanî ebedî li vir bijîn. 
     Aliyê din de gor ragihandina dîroknasan, ewna xwedî şaristanîke mezinbûn û bajarê meşhûrê bi navê “Baxê Îremê” jî wan saz kiribû. Lêbelê hinek aliman ev qebûl nekirine bawerî bi vê neanîne. Ji van aliman yek jî dîrokzan û civaknas Ellame Îbn Xaldun e. Gor wî ev gotin çîrokên bêbinîne. Ya rast Xwedê dizane.                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                          
     Digel van karên xwe dewletî û gêregirên wan zilm û tade lî feqîr û hejaran dikirin. Bi vî qaydî mal li malê xwe zêde dikirin, feqîr jî hingî diçûn feqîr û belengaztir dîbûn. Nerindî û xerabiya wan bi van ve jî xelas ne dibû. Bi dar û beran ve ji bo xwe pût û senem çêdikirin û ji wan re îbadet û dia dikirin. Ji bo wan îlahên xwe qurban didan. Dema têketana tengasîkê yan jî daxwazeka wan hebûya diçûn li ber wan pûtên- ne haj xwe hebûn ne jî haj ji wan kesên ji rê derketî bûn- re dia dikirin û ji wan alîkarî hêvî dikirin. Navên pûtên wan yên meşhûr Sudâ, Sidâ û Hîbâ nin. (Tarîxa Taberî, cild.1. ji kitêba Afîfî rp. 99, neqil)   
     Hişê xwe ne didane serê xwe û bi dunya derwîn xapiya bûn. Îblîs dunya li ber çavê wan xemilan dibû, wan jî dabû pey hewa nefsa xwe.     
     Xwedê Ezze we Celle, çaxê qewmek ji rêya heq derkeve ji bo wan hişyar bike û bi şîretên xwe ve gazî rêya heq bike qasidên xwe rê dike. Qasid jî ji nav wê komê tê hilbijartin da ku ji zimanê hev fêm bikin û hevdu serwaxt bikin. Lewra ev tiştekî pêwîst e. Xwedê Teala ji bo qewmê Âd jî lêzimê wan Hûd (e.s.) rêkir. 
     Xwedê Teala dibêje:
     “Me ji (gelê) Âd re birayê wan Hûd şand. Wî got: Gelê min! Ji Xwedê tenê re perestî (îbadet) bikin. Xêncî Wî tu îlah (xwedawen) ê we tunaye. Hûn hê natirsin.” (E’ref: 65)
     Lêbelê wana di nav kêf û zewqa dunya deriwîn de banga rizgariyê ne dibîhîstin. Qewmê kafir guh nedidane pêxemberê xwe. Ji Hûd (e.s.) re digotin qey tu dîn bûyî û deweta wî diderewan din. Digotin aqil sivikî bi te re heye, loma tu tiştên weha dibêjî.
     Hud jî wan re got: 
    “Ey gelêm! Bi min re dînîtî û aqil sivikî tuneye; tenê ez pêxemberekî ji aliyê Xwedê ve hatime şandin im. Hinariya rebbê xwe digîhînime we û ez ji bo we şîretvanekî ewle me.” (E’ref: 67-68)         
     Hud (e.s.) bi dilovanî diçû cem wan û rizq û nîmetên Xwedê Teala pêşkeşî wan kiribû dikire bîra wan da ku hişê xwe bidine serê xwe û ji xewa delaletê hişyar bibin. Lêbelê gelê ji rêderketî ji bo wan nîmetên Xwedê (cc) dabû wan hemd û sipas nekirin. Zordarî û sîtemkariya xwe de berdewam bûn. 
     Hûd (e.s.) bê navber û tirs doza xwe berdewam kir. Jixwe gelê wî ew zef rind nas dikirin. Zanibûn mirovekî rast û duriste. Lê kufr û înkara wan li ber çavên wan perdeka reş û tarî vegirtibû, ji ber vê nûra baweriyê nedigîhişte dilê wan. Hz. Hûd ayetên Xwedê radixiste ber çavê wan û digot: “Êdî ji Xwedê bitirsin û îtaeta min bikin.”
     Qewmê wî jî mîna kafirên dinê digotin; tu çawa pêxemberî û çî te ji yê me zêdetire? Tu jî mîna me dixwî û wedixwî, ev çi tişte? Jixwe muşrîk û mûnkîrên her der û demê nota hevin.
     Digotin te ji bo îspata gotinê xwe, ji me re tu delîl û mûcîze neanîne. Em jî xwedawendên xwe terk nakin û bi te îna nakin. Lêbelê em bi bawerin ku îlahên me yên xenîmî te bibin, lewra te ziman dirêjî wan kir.
     Ne difikirîn ku ev pûtên bi destên xwe ve ji keviran ve çêdikirin bê kêr û bê zirarin û bi bêfêmî ji wan dar û beran re perestî dikirin. Yekîtiya Xaliqê alemê înkar dikirin û bawerî bi roja dawiyê jî ne dianîn. Lewra bi van rastiya bawer bikiran û teslîmî doza heq bibûna nikaribûn sîtemkarî û serdestiya xwe ya bêsînor û pîvan berdewam bikin. 
     Ji Hz. Hûd re digotin; tu ji rê derketî, dibe ku xwedawendên me xenîmî te bûne? Emê çima nedine pey ola bav û kalên xwe û bidin pey te? Em dibêjin qey xwedawendên me xenîmî te bûne.                                                                                                  
     Hûd (e.s.) ji wan re got: 
     -Ez Xwedê şahid digrim û hûn jî bibine şahid, ez ji tiştên ku hûn bilî Xwedê jî Wî re dixine şirîk dûr im. Êdî hûn bi hev re, ji bo min kîjan kemînê datînin daynin û muhlet jî nedine min. Bêguman min xwe sipartiye ew rebbê ku Xwedayê min û we teva ye. Tu rûhberek tune ku rêvebirina wî di destê Wî de nebe. Bi rastî rebbê min li ser rêya raste. Heke rû badin jî hûn bi xwe dizanin. Ez ji bo we bi çi ve hatime şandim min ew ji we re teblîx kir. Xwedê dikare di şûna we de komeka din bîne, hûn jî nikarin tu zirarê bidinê. Bi rastî rebbê min li ser hertiştî parêsvan e.” -(Hûd: 54-57)-
     Bi rastî, ez ji rê derneketime. Ez qasidê Xwedayê alemê me û ji we re fermana Wî dibêjim. Bilî vê tu tiştî ji we naxwazim. Ez ditirsim xezeba Xwedê yê li ser we de bibare.
     Koma kafiran ne dest ji pûtperestiya xwe berdan ne jî tu. Hetanî taqeta wî hebû banga xwe dewam kir. Dihatin jê re digotin heke tu rast dibêjî de ka ew ezabê te em pê didane tirsandin bira li ser me de bê, em li bendêne. Hz. Hûd ji wan re got; hela hûn bisekinin ez jî hêvyê me, bêşik ewê li ser we de bê.   -(E’raf: 70-71)-
     Ji ber haqas nankorî û înkara wan, Xwedê Teala xela derxist, şilî û baran sekinîn, av miçiqîn zevî û bexçê wan hişk bûn, ba û bager derketin. Lê dîsa jî koma ji rê derketî guh nedanê pêxemberê xwe û tobe nekirin.
     Encamê de Xwedê Teala Hûd (e.s.) û bawermend bi saxî û silametî xelas kir û ezabê ku ewna hêvyê bûn ewna dorpêç kir. Ba û bahozeka wisa rabû, her der bû tevhev, bobelîska qûmê derket, bê navber heft roj û heyş şevan kişand. Ewna tewî mal û milkên xwe yê pê xwe qure dikirin û peya didanê xwe, di binê qûmê de mîna êzingan, bê rûh û can man. Ne îlahên wan hatine pişta wan ne jî xwe ji vî ezabî parastin. 
     “Di qewmê Âd de (îbret hene). Ka me bayê kok diqelandin li ser wan de şandibû. (Ew bakî wisa bû), çi têketa ber, bi rastî mîna xweliyê bela dikir.” (Zariyat: 41- 42)
     Bêguman encama kafiran wisa ye.              

SALİH (E.S.) Û HÊŞTİRA WÎ

     Pêvajoya jiyana mirovahiyê bi afirandina Hz. Adem (e.s.) ve dest pê kiribû û ev pêvajoye dê hetanî roja dawiyê berdewam bike. Dora kîjan kom û kesî bê tevî pêvajoyê dibin, dijîn û îmtihan (ezmûn) dibin û dîsa vedigerine cihê xwe ne eslî. Vê carê jî koma Semûd bibû mêvanê qada ezmûnê. Lewra cîhanê ji bo kêfxwaşî û jiyana bêdawî wezîfa pirê hildabû ser milê xwe. Lêbelê ev pire bi gul û gulistan û xemlên balkêş ve hatibû xemlandin. Ji bo vê jî kesên ji vê pirê re dibuhirin gelekên wan bi van xişr û xemlên fanî dixapin û bihuşta bêdawî ji dest dikin.    
                        

WARÊ SEMÛDİYAN

     Semûdî jî eqrebê Âdiyan têne hesabê. Lewra ji Âdiyan re Âd-î Ulâ (yekem) û ji Semûdiyan re jî Âd-î Sânî (duyem) tê gotin. 
     Warê Semûdiyan di Qur’an’a Pîroz de nehatiye beyan kirin. Lêbelê Semûdiyan dianîn çiya û zindarên bilind dikolan û qul dikirin, di tê de ji xwe re xanî ava dikirin. Ji bo vê di Qur’an’ê de ji wan re Eshabu’l-Hîcr hatiye gotin. Gor agahiyan Hîcr dereke li Erabistanê ye û di navbera Medîne û Şamê de ye û îroj jê re “Wadî-îl-Qurâ” tê gotin. -(Hîcr: 80)-     
     Warê wan ciyekî bi xêr û ber bû. Xwedî bax û bostanên fireh û heşnahiyên mezin bûn. Xurmên (qesp) vê derê bi tem û xweşbûna xwe ve meşhûr bûn û him jî zû digîhiştin. Ava vî warî jî pir bû. Semûdî karê cotkarî û çêkirina xanmanên zef bilind de jî şareza bûn. Hêla zanistî û hûner de jî pêşta çûbûn. Zindar û kevirên mezin dikolan û quldikirin û hindirê wan de ji bo xwe xaniyên tekûz û ewle ava dikirin. Ev xaniye xwe bi hûnermendî dixemlandin. Ev xaniyana ne xerabdibûn ne jî hurdişiyan. Digotin tu tişt û kes nikarin vana tep bike.     
     Kela û qesrên wanên bi zindarên mezin ve hatibûn çêkirin mirov şaş û metel dihîşt. Xwedê Teala deriyê xêr û berketa her tiştî ji bo wan vekiribû. Her warî de kerema xwe pêşkêşî Semûdiyan kiribû. Lêbelê Semûdiyan ji bo van nîmet û rizqê Xwedê Teala dabû wan qet şikur û sena nedikirin. Nedigotin pêwîste em Xwedayê alemê re bendetiyê bikin û jiyan û tevgerên xwe gor ferman û qedexên Wî bi rêk û pêk bikin. Dijî vê ji rêya rast averê bûn û bi mal û milkê xwe ve xwe qure kirin. Ji nav xelkê kîjan kesê reben û belengaz bigirtana zilm û zordarî li wan dikirin. Guh ne didane qencî û xerabiyê. Hezanibûn yê di nav van kêf û zewqê de hetanî ebedî bimînin û tu carî jî hesab ji wan nayê pirsînê. Vê rewşê ewna sermest kiribû, êdî rastiya hebûna xwe nedidîtin. Lewra şeytan weswesên xwenên jerîn pifî dilê wan kiribû.
     Çaxê behsa wan xelqên bi tofan û afatên din ve hatibûn turtewz (helak) kirin dibû weha digotin:
     Em ji wan xelkên ku di berya me de hatine, ji hemû yan bi hêztir û zanatirin. Ewna ne mîna me bihêz bûn ne jî şareza. Gelê Nûh derên newal û kortên çel ji xwe re war û mesken girtibûn û li wan cîhan de dijiyan. Ji ber vê yekê war û meskenên wan di bin avê de ma û ewna jî xeniqîn. Her weha gelê Hûd jî deyşt û best ji xwe re war girtibûn û ji ber vê jî ba û bahoz derket û bobelîska qûmê rabû û ewna jî helak bûn. Lêbelê em ne wisa nin, me xaniyên xwe li cihê bilind û saxlem û di hindirê zindarên mezin de ava kiriye. Loma em ji bela û şetelên hatibûn serê wanên berê ewlene. Gengaz (mumkîn) nîne afatên weha ji bo me bibin xeterî.
     Çawa ji keviran ve ji bo xwe xanî çêdikirin, wek wê ji keviran ve ji bona jê re îbadet bikin pût çêdikirin û gava têketan tengasiyan ji bo rizayê wan qurban didan û lavayî wan dikirin. Wan jî dabûne pey şopa pêşiyên xwe. Şeytan çawa berê ketibû rex komên din, îcar jî evna ji rêya heq derxistibûn. Jixwe îblîs ji bo însan neyarekî ezeliye. Gava mirov têkeve rêya reş û tarî, ne çav dibînin ne guh dibihên ne jî têdigihêjin.
     Xwedê (cc) Benî Adem ji ser her mexlûqî re girtiye, rûmet û şeref pêşkêşî wî kiriye. Lê însanê nezan ji van qedr û payeyên bilind derbas dibe û ji tiştên seba xizmeta wî bikin hatine meydanê re dibe qul û kole. Ji bilindiya alay-îl’în totî kûrahiya esfe-lîs’safîlînê dibe.
     Xwedayê Dilovan tu carê zilmê nake û ji kufrê razî nabe. Hezar mixabin însan nankor û sîtemkare. Xwedê mirovan bilind û bi rûmet dike, însanê nezan ji vê qayil nabe dide pey nebaşiya û xwe bê qedr dike. Dikevin pey şopa îblîs û ji tiştên netişt re serî ditewînin.
     Xwedayê Mirîban ji bo vî qewmê ji rêderketî dewetî ola (dîn) heq bike ji wan yek hilbijart. Ev kesê Xwedê (c.c) ji bo qasidiya xwe layiq dîtibû Salih (e.s.) bû. Belê Salih mîna wateya navê xwe merivekî salih bû û digel vê jî di nav milet de ji malbateke bi nav û deng bû. Ji aliyê her kesî ve dihate nasîn û herdem bi qedr û hûrmeteke mezin ve dihate pêşvazî kirin. Salih bi zanebûn û jêhatîbûna xwe ve jî dihate zanîn. Salih (e.s.) bi van taybetiyên xwe ve him ji malbata xwe him jî ji bo xelkê xwe re bibû omit (hêvî). Digotin Salihê bibe yekî serîpêsenî (danişmend).            
     Xwedê (cc) Salih (e.s.) ji bo Semûdiyan bi wezîfa qasidiyê ve şand. Hz. Salih jî wek pêxemberên din ji bo gelê xwe re bibe wesîla hîdayetê û wan ji agirê dojehê xelas bike dest bi telîxê kir. Li ku derê civînek hebûya diçû bal wan û banga xelasiyê û fermanên îlahî ji wan re digot. 
     “Qewmê Semûd re jî, me birayê wan Salih (şand). (Ji wan re) got: Gelêmin! Ji Xwedê re îbadet bikin. Bilî Wî tu îlahê we tuneye. Hûn ji xweliyê afirandiye û hûn li wir cîh kiriye. Wê çaxê ji Wî efûyê bixwazin û tobe bikin. Bêguman rebbê min nêzîke û (diayan) qebûl dike.” (Hûd: 61)     
     Dewletî û giregirên gel, bilî kêf û zewqa xwe guh nedidane tu tiştê dinê. Mîna berê ji pûtên xwe re îbadet dikirin. Wan wetnê bangewaziya Salih (e.s.) karekî bêkêr û ne giring bû û ji ber vê bawerî pê nedianîn û dijberî doza heq derdiketin. Digotin tu çawa dibêjî dest ji ola bav û kalên xwe berdin. Me jî digot tu mirovekî hêja û biaqilî. Lêbelê howe tu ji rê derketî û dil heyî me ji ol û kelepora me ya kevnare dûr bixî. Lê tu vê rind têxe hişê xwe, tu hergîz nikarî me bixapînî û ji kewneşopiyên me averê bikî. Tu him ji bo me him jî bona malbata xwe buyî rûreşî. Ji devê te jî, bes gotinên beredayî têne bihîstin. Ji bo van gotinên xwe piştrast bikî jî ne delîlên te hene ne jî mûcîzên te. Bi rastî xêncî çend gede û pêxwasan tu kesî jî bawerî bi te neaniye. 
     Belê xêncî çend kesên xizan û kasib kesî bawerî bi Salih (e.s.) neanîbû. Semûdiyan ji Hz. Salih re digotin: Tiştê tu me bi bal ve gazî dikî em înkar dikin û ya rastî tu hatî efsûn kirin. Na heke tu dibêjî ez di vê doza xwe de rast dibêjim ka ji me re behîtekê (mûcîze) peyda bike. 
     Salih (e.s.) ji bo vê gaziya xwe, ji qewmê xwe ne heqê xwe dixwest nê jî benda tiştekî dinê bû. Eva yeka jî bi awayekî eşkere ji wan digot, da ku tu tişte neçe dilê wan û nekevine şik û gumanan. Mebesta wî bes xelasiya wan bû. Lewra quretî û destbelaşiyê (musrîftî) ewna hildabû bin bandora xwe. Ji ber vê di civakê de nerindî û neheqî zêde bibûn.                             
     Lêbelê qewmê kafir bi înkara xwe ve jî nedisekinîn. Dianîn kesên bawerî bi Salih (e.s.) anîbûn jî aciz dikirin û ena bi hîlên xwe ve rihet nedihîştin. Diketine bendî wan û dema keys didîtin ji wan re digotin: Gelo hûn bi rastî pêxemberiya Salih bawer dikin? Ka ew pêxemberekî çi qaydî ye? Lê tu karê wan di baweriya mu’mînan de guman çênedikir û bersîva wan jî ev bû: “Belê em bi wî bawerin.”    
     Wanê zikreş û musrîfê neqenc jî bi neyartî digotin; naxêr heya Salih ji bo me mûcîzekê nîşan nede em baweriya xwe pê nînin. Lê di dîroka mirovahiyê de tiştekî misoger heye. Kesên xerab û bedmebest çi mûcîza bibînin çî jî nebînin bawer nakin. Lewra ewna behîtan bes ji bo kesên nezan bixapînin dixweztin û hedizanibûn pêxember yê li hember ve daxwaza wan neçar bimîne û nikare vê pêk bîne. Lêbelê gava qasidên Xwedê Teala, mûcîzan bi îzna Xwedê pêk tînin rû badidin û bawer nakin. Lê yên dilpak ça çav li van bûyerên dijî edetê pêk tên dikevin bê erê-na li ber heqiyê serî berjêr dikin û teslîm dibin.     
     Salih (e.s.) got; belkê dema bi çavên xwe ve mûcîzekê bibinin yê heqiyê bibînin û bawer bikin. Lewra mûcîze, pêxemberên rastî û derewîn ji hev vediqetînin û rastgotiniya wan piştrast dikin. Hz. Salih ji bo mûcîzekê bidê ji Xwedê Teala re dia kir.  
     Bi vê mûcîzê ve dê ji bo xelkê bi awayekî eşkere kifş bibûya ka Salih (e.s.) bi rastî qasidê Xwedê ye yan na. Dîsa bi vê ve niyêta wan kesên digotin ka ji me re delîlekî bîne jî yê derketa hole û hela ka yê li ser soz û bextên xwe bisekinin yan na? Bi rastî mûcîze îmana bawermendan zêde dike û nankorî û kufra munkîran jî pirtir dike. Bi kurtasî evê bibûya meheng û endaza navbera heq û batil.
     Xwedê Ezze we Celle daxwaza Salih (e.s.) qebûl kir û ji bo Semûdiyan re bibe mûcîze, li pêş çavên wana ji zindarekî hêştirek derxist. Xwedê (cc) bi vî şeklî ji wan zindarên Semûdiyan di hundirê wan de ji bo xwe xanî çêdikirin rûhberek afirandibû. Wana ji van kevirên hişk ve ji xwe re xanî avadikirin û Xwedê Teala jî, ji bo wan re bibe mûcîze û îbret ev hêştira çêkiribû. Lewra Xaliqê Qadirê Mutleq gava tiştekî bixwaze, dibêje; bibe (kûn) ew jî dibe.
     Xwedê Teala ji bo wan biceribîne, derbarê vê hêştirê de hinek qaîde danîbû. Divê tu kes têkilî vê hêştirê nebe û aciz neke. Ava bajêr yê di navbera gel û hêştirê de bê parvekirin. Gor vê rojekê gel û heywanên xwe yê ji avê vexwin û roja dinê jî hêştirê tenê avê vexwe û vexwarina avê yê vê wir de wisa bi dor bibûya. Divê tu kes dijî vê hereket neke û heke tiştekî bînin serê hêştirê wê çaxê ezabekî dilsojê li ser wan de bê. Bi vî awayî ev hêştira ji wan re bû îmtihan.  -(Şuâra: 153-156)-(Qemer: 27-28)-
     Kesên ev mûcîza hêştirê bi çavê xwe ve dîtibûn, hêdî hêdî nêzîkî Salih (e.s.) dibûn. Lewra ev tiştekî giring bû û di dilê kesên qenc de çira hîdayetê vêxistibû. Lê kesên bedmebest bi wê bawer nekiribûn û ji ber kesên ji Salih (e.s.) bawer dikirin jî gelekî aciz dibûn. Digotin ev rewş wisa dewam bike yê ji bo me bibe tengasî. Ji ber vê tirsa xwe seba vê hêştirê berteref bikin ketibûne fikara. Lewra wan kesan rind dizanibû ku gava gel baweriyê bi Salih (e.s.) bîne, êdî mîna berê qedrê wan nayê girtin û desthilatdariye jî yê ji destê wan here.
     Hêştir, çawa hatibû tertîb kirin wisa, çaxê roja dora wê bûya, dihate ser avê û ava xwe vedixwar diçû û roja dine jî mirov dihatin avê û pêdiviyên xwe û ya heywanên xwe pêk dianîn û vê bi vî qaydî dewam dikir.         
     Lêbelê wanê neqenc ji bo hêştirê pilanek danîbûn. Digotin çima emê ava para xwe û heywanên xwe bidine vê hêştira mezina ku heywanên me jê ditirsin. Ji bo vê jî di nav xwe de şêwirîn û encamê de biryara serjêkirina hêştirê dan. Lewra gor wan ji vê pêştir rêke din tine bû. Salih (e.s.) vê kemîna wan hisya û ji wan re wisa got:      Hûn çima tobe nakin û ji bo ezab zûtirkê li ser we de bê li pey nebaşiyan digerin. Ji bona Xwedê li we rehmê bike efûyê bixwazin. Lê yên din guh nedane Salih (e.s.) û jê re gotin; jixwe ev bela û şetele rûyê te û hevalên te de hateye serê me.  -(Neml: 46-47)-     
     Rojekê wan kesên ji rêderketî, xwe li ser rêya hêştirê telandin û çaxê hêştir hate avê li lingê hêştirê de danê û dema li erdê ket kêr avêtine stuyê hêştirê û ew serjêkirin. Semûdiyên ji rê averêbûyî bi vî qaydî ew mûcîza ku bi xwe xwestibûn, îcar bi destê xwe ve ji holê rakiribûn. Ev xisletê kafirên her demê ye. Lewra tu carê çavê xwe rastiyê re venakin.
     Ev koma fitnebazan bi vê ve jî qîma xwe neanîn, îcar jî bo kuştina Salih (e.s.) kemîn çêkirin. Dê şevekê li ser Salih (e.s.) û malbata wî de bigirtana û ewna tevahî bikuştana û bi vî qaydî ev mesele jî kuta (hel) bikirana. Lêbelê Perwedegarê gerdûnê ev kemîna wan çep zivirand û ev hîle û desîsên wan li ser wan de wegeriya.
     Çaxê anîbûn hêştir serjêkiribûn Salih (e.s.) sê roj muhlet dabû wan. Roja sisiyan de Xwedê Teala kafir bi birûskê ve tevahî di xaniyê wanên xwe pê qure dikirin de tûrtewez kir. Lêbelê xaniyê wanê mehkem, nikaribû ewana ji vî ezabî biparazta. -(Neml:48-52)
     Aqîbeta kafiran her wisa ye.                
     Dîroka mirovahiyê bi pevçûnan (bigirvekş) ve tijiye. Ev di navbera rastî û nerastiyê de diqewime. Yên zordest (sîtemkar) û xwerazî gava rêvebirinê hildin destê xwe li cîhanê de tevliheviyê dedixin û ser xwe re jî tu hêzê nas nakin. Lewra gor wan her ew mezinin û divê yên din jî hêviya eman û fermana wan bin. Çi jî bixwazin divê îlam (muheqeq) bê kirin. Sedema hebûna feqîr û kasiban jî bes ji bo xulamtiya wan e.
     Erê, mirovê cahilên nezan dema tiştekî ku xeyal nakin, dikeve destê wan sermest dibin. Hedizanin ev tiştên vê gavê xweyîtiyê lê dikin bes bi ked û xebatên wan ve pêk hatiye û ji ber wê jî dilê wan çawa bixwaze yê wisa kar bînin. Tu kes jî nikare rê li bizav û tevgerên wan bigrin û bi vî şeklî Xwedê ji bîr dikin. Dewsa perwedegarê alemê îblîs û hewa nefsa xwe ji xwe re xwedawend digrin. Dema ev kesên zordest û tuxyan kirî wisa bikin û yên bin desrhilatdariya wan de jî bi wan û tevgerên wan razî û kêfxweş bibin, wê çaxê bi wan tevgeran re dibin hevpar û şirîk. Lewra zalim hêza xwe ji piraniya bêdeng û mezlûman hildidin. Ango zalim bi alîkariya mezlûman zilma xwe didomînin. Nebî û resûl û alimên werisê wan ji bo van neheqî û xerabiyan ji holê rabikin xebitîne.      

BAVÊ PÊXEMBERAN ÎBRAHÎM (e.s.)

     Rojhilatanavîn dergûşa mirovahiyê ye. Herî sifte mirovahiyê li vê heremê de dest bi jînê kiriye. Xîmê şaristaniya mirovahiyê li vê heremê hatiye avêtin û mirovahî, ji vê herema adan û bi ber û bereket belayî li ser rûyê cîhanê bûye. Vê herema serkaniya mirovahiyê herdem û çaxî bal kişandiye li ser xwe. Ev beşâ cîhanê carna bûye qada ceng û pevçûnê, carna jî şahidiya şahî û aşîtiya mirovahiyê kiriye. 
     Derheq welatê Îbrahîm (e.s.) baweriyên cuda û cihê hene. Gor hinek agahiyan Îbrahîm (e.s.) li bajarê Ur ê hatiye dunyê, gor hinekê dine jî ev bajar Babîl e û di nav hinek mirovan de jî bajarê Ruhayê di nav van bajaran de tê jimarê. Lêbelê îroj di destê me dê di vê mijarê de delîlekî misoger tuneye. Lêbelê gor Taberî ev bajar Babîl e.(Tarîxa Taberî, Ter: M. Faruk Gürtunca, Cild. 1. rp. 168. Sağlam yayinevi)    
                    

CİVAKA PÛTPEREST

     Civaka Hz. Îbrahîm tê de çavê xwe vekiribû komeke pûtperest bûn. Gel ji kevir û madenên cûr be cûr pût çêdikirin û ji wan re perestî dikirin. Digel van ji stêrkan re jî perestî dikirin û li ser navê wan jî senem diçikandin. Wan wetnê teserûfa van pût û stêrkan li ser jiyana wan hebû. Wan jî bi bendetiya xwe ve dilê wan xwedawendên cûr be cûr hildidan û xwe ji rikê (xezeb) wan diparast in. Bavê Hz. Îbrahîm Âzer jî debara mala xwe bi çêkirin û firotana van pûtan ve dikir. Gor hinek agahiyan jî pasewanê perestegeh (mabet) ê bû. Di Qur’an a Pîroz (En’am: 74) de dibêje navê wî Âzer e û Tewratê (Bab a Tekwîn: 11-12) de jî dibêje navê wî Terah e. Tê gotin pêşyê navê wî Terah bû û paşê Nemrûd navê wî guhirandiye daniye Âzer. Ji ber vê Hz. Îbrahîm hê ji zaroktiya xwe de pût naskiribû û dizanibû çito tiştin. Lêbelê van bîrûbaweriya tu carî Îbrahîm (e.s.) qanî nedikir. Çaxê mezin bû û gîhişt, şik û gumanên wî yên hê zaroktiya wî de dest pê kiribûn, her diçû di vî warî de pirs û fikarên wî pirtir dibûn. Gel dianî ro, heyv û stêrk ji xwe re xwedawend (îlah) digirtin û ser navê wan pût diçikandin û ji wan re îbadet dikirin. Digel vê ji bo serok û padîşehên xwe jî pêyker diçikandin. Her gund û bajar senemê wanên taybet hebûn. Dema têketana tengasiyê yan jî bela û nexweşîk bihata serê wan diçûn ji wan pûtan re qurban serjêdikirin û pêşkêşî wan dikirin da ku pirsgirêken wan çareser bibin. Gor baweriya wan ev pûtên bêkêr dikaribûn qencî û xerabî li wan bikirana. Gel ev bîrûbaweriyên çewt ji bav û kalên xwe mîrat (mîras) hildabûn.      

LÊKOLÎNÊN ÎBRAHÎM (E.S.)

      Îbrahîm (e.s.) hember vê rewşa xelqê bi baldarî li her tiştî dinihêrî da ku ji pirsên xwe re bersîvan peyda bike. Ji bo hikmet û armanca vê gerdûna bêserî û binî fêm bike difikirî. Lewra hişê wî nedibirî mirov çawa ji wan  pûtên bêrûh û can re wisa perestiyê dikin. Hz. Îbrahîm hemasa li ser vana diramî û tefekûr dikir. Şevekê esman temaşa dikir û di derbarê zefbûn û îhtîşama stêrkên esman dixemilandin de difikirî. Lênihêrî di nav stêrkan de yeka herî mezina, bi ronî û geş hebû. Dilê xwe de digot howe ev stêrka geş ji gişkan mezintir û ronîtir e. Him diçûrise him jî zef rinde, mîna keviran jî nîne. Got gelo rebbê min ev nebe? Xêlekê bi vî qaydî li vê stêrkê mêze kir û fikirî. Roniya stêrkê hêdî hêdî kêm dibû û axiriyê stêrk ji ber çavan winda bû û çû. Wê çaxê Îbrahîm (e.s.) têgihîşt ku ew ne perwedegarê wî ye. Lewra wî dizanibû Xwedayê gerdûnê zewalê nabîne, lê ev stêrka howe tiştekî bidawî bû yanî mexlûq bû. Lêbelê Hz. Îbrahîm bi van ramanan ve ketibû lêgerînan û divê rebbê xwe nas bikira. 
     Şev ji bo fikirînê danekî zef rind e. Ev dan ji bo mirov ji xwe re bêdengi û aramiyê tîne û ji bêr vê taybetiya wê jî tefekûr hêsan dibe.  Lewra tiştên bala merivan bikşînin û jê re bibine asteng kêmin. Însan vê demê de bi hizir û hîsên xwe re tena serê dimîne û gelek tiştên ku di meşqala rojê de nayên fêm kirin di vî danî de têne îdraq kirin.          
     Şevekê dîsa Hz. Îbrahîm li esmana dinihêrî, heyva çardeh rojî derketibû û herder ronî kiribû û hema hema meriva digot ne şeve, roj e. Vê carê jî heyva çardehî bala wî kişandibû. Got hema gelo ev rebbê min nebe? Howe her der ronî kiriye û ji hemû stêrkan jî mezintir xuya dike. Lê encamê de ew jî mîna stêrkê ji ber çavan winda bû û çû ava. Îbrahîm heyv jî ne eciband. Lewra wî xwedawendekî mîna yê gelê xwe nedixwest û divê rebbê wî xwediyê hertiştî be û tu kêmasî û zeaf ji pê re tune be, zaîl nebe. Lê heyv ne wisa bû.
     Qederekê Îbrahîm bi van fikaran ve mijûl bû. Lê nihêrî ronahiya royê ji pişta çiyan de kifş dibe û berêkê ve bilind bû, şewqa xwe da her dewerê û tarî ji erdê rakir. Ronî û tava royê li her derê bela bibû. Derketina rojê ve tarîtiyê mala xwe barkiribû û ji van deran dûr ketibû. Ev bûyer ji bo Îbrahîm tiştekî watedar bû. Pirsên Îbrahîm li pey bersivê wan bû dîsa hatin bîra wî. Got; gelo rebbê min ev nîn e? Vaye ne nota ştêrkê ye ne jî mîna heyvê ye. Lê axiriyê de ew jî wek yên din dema xwe qedand û çû ava. Êdî Îbrahîm têgihîşt ku evna tiştana hemû mexlûqin ne xaliq û bes çi ji wan re tê ferman kirin wê dikin. Bi hîdayeta Xwedê Teala û bi eqlê selîm ve Îbrahîm (e.s.) rebbê xwe yê Xwedayê aleman gişkî bû naskir. Got; bi sond heger rebbê min rêya rast nîşanî min neda ezê jî mîna wanê ji rê derketî bûma. Êdî Îbrahîm (e.s.) rêya xwe rast kiribû û kêfxweş û dilgeş bû. Yê ji vê vir de heq nîşanî civaka xwe ya ji roniya heqiyê dûr ketibûn û di tarîtiya delalet û muşrîktiyê de winde bibûn bida. Ev ji bo wî deyn bû. Lewra gel ji ber nezanî û pûtperestiya xwe di bin sîtemkariya Nemrûd de perîşan û stûxar bû.  
     Îbrahîm (e.s.) rojekê ji Xwedê re dia kir û got: 
     -Ya Rebbî! Tu miriyan çawa sax dikî, nîşanî min bide? 
     Xwedê (c.c) jê re wehiy şand got: 
     -Qey tu bawer nakî ez miriyan vedijînim? 
     Îbrahîm (e.s.) jî got:
    -Ez bawer dikim lê min got bila dilê min rihet bibe loma min pirsî.
     Xwedê Teala jî emir kir, ji çuk/teyran çar cûran çar heban bigre û rind li wan binihêre paşê wan teyran bîne kerî kerî bike û tevhevdu bike pey re ji wana her yekî hinekî li ser serê çiyan bela bike û paşê gazî wan bike yên bilez bi berve te de werin. Rind bizani be ku Xwedê Ezîz e, Hekîm e. -(Beqere: 260)-   
     Xwedayê Dilovan bi vî şeklî lavaya Xelîlê Xwe pejirand û bi rengekî eşkere saxkirina miriyan nîşanî wî da û dilê wî rihet kir.
                         

HÎDAYET Û TEBLÎX

     “Qewmêm! Bêguman ez ji şirîkên hûn çêdikin dûr im. Min bi stuxwarî berê xwe daye Xwedayê ku erd û esman afirandiye. Ez ji wanê hevpara çêdikin jî nînim.”    -(En’am: 78-79)-   
     Hz. Îbrahîm bi vê armancê ve dest bi gazî û xebatê kir. Destpêkê de ev mesele ji bavê xwe re vekir. Lewra gor rêbaza teblîxê divê pêşyê ji nezîkên re bê vegotin. Digel vê bavê wî him ji pûtan re perestî dikir him jî bi ticaret û çêkirina wan re mijûl dibû. Ji bo vê jî pêwîst bû ji wî re heqî bigota û ji bo dest ji vê ola pûç berdin pêşevaniya malbata xwe bikira. 
     Wê çaxê Hz. Îbrahîm ji bavê xwe re gotibû: 
     -Bavo! Ji bo çi tu ji van pûtan re îbadet dikî û ji wan re kunde diçî? Evna ne dibînin ne jî dibihên, jixwe ne xêra wan nê jî zirara wan heye. Bavo! Bi rastî heqî/îlmekî li bal te tuneye ji min re hatiye. Vêca gotina min bike ez te derxime rêya rast. Bavo! Ji şeytan re îtaet (perestî) neke. Lewra ew li hember Xwedayê Rehman bûye asî. Cedêm! Tirsa min ewe ku xezeba Xwedayê Dilovan li ser te de bê û tu bibî yarê şeytan.       
     Bavê wî got: 
     -Îbrahîm! Qey tu ji xwedawendên min rû badidî ? Bi sond be heke tu ji dev ji vê bernedî ezê te bi kevira ve bikutim. Ji min dûrkeve û here.
     Îbrahîm jî got: 
     -Selam li te be, ezê ji bo te ji rebbê xwe mexfîretê bixwazim. Ji lewra ew, ji min re gelekî qencî kar e. Ez ji we û îlahên hûn xêncî Xwedê jê re perestî dikin dûr im. Lavayî rebbê xwe dikim û hêvîdarim ku ewê dia yê min qebûl bike. -(Meryem: 42-48)-
     Îbrahîmê xelîlê Xwedê wê çaxê vî qaydî ji bavê xwe re dînê henîf beyan kiribû û ew hişyar kiribû. Dema ev rastî ji wî re rave dikir bi hurmet û zarekî şirîn hereket kir. Lewra rêbaza teblîxê vê divê û jixwe Îbrahîm (e.s.) kesekî dilovan (dilzîz) bû. Ligel van aliyê dinê de jî reng û wesfê pûtên wan jî dixiste bîra bavê xwe da ku rastiyê bibîne û têbigêhije. Lêbelê ewî ev rastiya nedît û da pey ola betala ya bav û kalên xwe. Gava Îbrahîm dît bavê wî dest ji pût û senemên xwe bernade û li ser kufrê israr dike, wî jî dev jê berda û ji wî dûr ket. Bi rastî xelîlê Xwedê kesekî dilgerm û dilzîz bû. Ji bo rewşa gelê xwe pir xemgîn dibû.  
     Îbrahîm ji bo doza xwe bigihîne her kesî kete tevgera. Ji wan re nesîhet kir û bêkerîya senemên wan ji wan re xuya kir. Lêbelê wana jê re digotê me bav û kalên xwe di vê rewşê de dît û loma me jî da pey şopa wan. 
     “Kanê Îbrahîm wê çaxê ji bav û gelê xwe re gotibû: Ev pêykerên hûn jê re îbadet dikin çine? Wan jî gotin: Me dît bav û kalên me ji wan re perestî dikirin. Îbrahîm got: Bi sond hûn û kalên we di delaletek eşkere (mubîn) dene. Wan jî got: Te rastî ji me re aniye yan tu bi me dilîzî?  (Îbrahîm) got: Naxêr, lê rebbê we Xwedayê erd û esman çêkiriye û ez jî ji şahidên vê me.”(Enbiya: 52-56)     
     “Got: Çaxê hûn dia dikin, ev pûtana we dibihên? Yan jî xêr û zirarekê didine we? (Şuara: 72-73)   
     Dema Îbrahîm (e.s.) ev pirsana ji wan dikirin bêgav mabûn, nikaribûn tiştkê maqûl bibêjin. Lewra hetanî vê rojê hîç li ser vê babetê nefikirîbûn. Jixwe sedema nexweşî û ji rêderketinê piraniya mirovan ji ber vê yekê ye. Ji mezinên xwe çi bibînin bêyî fikirîn û niqaşkirin teqlîd dikin. Gava ev rewş weha berdewam bike tiştên çewt bin xêliya piroziyê de nufuzî dilê nifşên nû dike û paşê guhirandina wan jî pir zehmet dibe. Di têkoşîna pêxemberan de tiştên herî zef ewna aciz kirine jî ev ol û keleporên pûçên pêşiyan e. Her weha gelê Îbrahîm (e.s) bes dema berefêmî bibûn ji bav û kalên xwe ev dîtibûn. 
     Wan jî got: Naxêr lê me ji mezinê xwe wisa dît. Wî got: Wê çaxê, we dît (fikirîn) tiştên we û kalên we yê derbas bûyî jê re perestî dikirin (tiştên çi qaydîne)? Evna gişk dijminê min in, rebbê aleman mustesna ye.
     Yê ez afirandime, rêya rast nîşanî min daye jî ewe û yê min dide xwerin û vexwerin jî ewe û dema nexweş dikevim yê şifayê dide min jî ewe û yê rûhê min bistîne û sax bike jî ewe û yê ez jê hêvî dikim di roja hesab de gunehê min bibexşîne jî ewe.” -(Şuara: 74-82)-
     Îbrahîm (e.s.) ji gel re awayekî eşkere baweriya xwe didazanîn û çewtî û pûçîtiya bîr û baweriya wan ji wan re beyan dikir. Lewra perwerdegarê gerdûna her Xwedê (c.c) e û rêvebirina wê de tû heval û şirîkên wî tuneye. Bi wî awayî Qasidê pak peymana rizgariyê pêşkêşî wan dikir.          
     Îbrahîm (e.s.) teblîxa xwe bê navber dewam kir û ji bo vê bangewaziya xelasiyê bigihîne her kes û derê xebitî. Wê demê di welatê Babîlê de Nemrûdê zordest hukumdarî dikir. Gel, digel pûtan ji wî re jî perestî dikir.
     Her çiqasî Îbrahîm (e.s.) ji koma xwe re bêkêriya îlahên wan ji wan re beyan bikira jî şeytan hefsarê xwe avêtibû stuyê wan û emelên wanê pûç ji wan re dixemiland. Ji ber vê jî nedihatine li ser rastiyê. Gava Îbrahîm (e.s.) ji wan re behsa yekîtiya Xwedê Teala dikir wan jî wî re digotin: 
     -Ey Îbrahîm were dev ji van gotinê xwe ber de û qelfê xwe bi pûtên me neke axiriyê de yê xenîmî te bibin. Tu gunehî, belayên bêne serê te.
    Gelê wî jê re kete niqaşê û loma Îbrahîm (e.s.) ji wan re weha got: Qey hûn derheq Xwedayê rêya rast daye pêşya min bi min re dikevine niqaşê. Ez ji tiştên hûn ji Wî re dixine şirîk natirsim. Hetanî rebbêm hezneke, ewna tu tiştî nikarin bi min bikin. Rebbê min her tişt bi ilmê xwe ve dorpêç kiriye. Gelo êdî hûn şîreta hilnadin. -(En’am: 80)- 
     Îbrahîm (e.s.) ji wan re got hûn min bi çi didine tirsan dinê. Gelo yê divê bitirse ez im yan hûn in. Hûn him ji tiştên bê delîl re perestî dikin him jî wisa dibêjin. 
     Paşê ji xwe re weha gotibû:
    “Bi Xwedê kim, gava pişta xwe bidinê herin bêşik ezê tiştekî bînime serê pûtê we.”(Enbiya: 57)
     Lewra her çiqasî Îbrahîm (e.s.) teblîx dikir jî dev ji pûtên xwe bernedidan. Ji bo vê pewîst bû tengezarî û bêkêriya van dar û bera li ber çavê wan bihata raxistin. Divê wan bi awayekî muşexes (girgîn) bi çavê xwe ve bidîtana pûtên wan nikarin tu tiştî bikin û hê ser de jî çaxê erîşek bê wan nikarîn xwe ji vê biparêzin. Veca yê çawa alîkariyê bidin mirov û wan ji bêla û musîbetan rizgar bikin. Bi vê armancê ve Îbrahîm (e.s.) biryar dabû ku yê xwe berda nav van xwedawendên tengezar û sexte û ewna bişkestandina. Ji bo vê helwesta xwe pêk bîne, kete benda keys û firsenda. 

ÎBRAHÎM (E.S.) Ê PÛTŞİKÊNER

     Roja cejna gel hat. Her kes ketibû heyra cejnê, tivdarek û amedekariyên xwe yên ji bo cejnê dikirin. Cejn mîna her sal li derveyî bajêr dihate pîroz kirin. Gel ji bo şahiyê li cihê cejnê li hev civiya bûn û cejna xwe pîroz dikirin. Ji bo Îbrahîm (e.s.) jî bê pîrozbahiyê bangî wî kirin. Lê wî gotibû ez nexweşim û neçûbû şahiyê. Lewra şixulekî wî yî pir giring hebû.
     Dema her der xik û xalî bû, Îbrahîm (e.s.) nêzîkî mabedê bû û kete nav pûtan. Mabed bi fêkî û qurbanên ku gel anîbûn ve tijî bû. Lewra gel ji bo xwastek û pêdiviyên wan pêkbên ev tiştana pêşkêşî îlahên xwe dikirin. Lêbelê roja cejnê dê ji bo wan bibûya roja şînê û yê bi şeklekî rind bi hêz û rastiya îlahên xwe yê derewîn bihisiyana. Lewra pûtşikênerê egît dê îro koka wan biqelanda. Îbrahîm (e.s.) bi qelf û tirane ji pûtên wan re got; hûn çima naxwin? Gelo hûn dibihên û dibînin? Îbrahîm (e.s.) bi bivirê destê xwe yê rastê ve dest bi keştandina pûtan kir û pût gişk hûrxaş kirin. Lê ji pûtan yê herî mezin hîşt û bivir di stuyê wî de dardekir û pişta xwe dayê û çû.
     Gel, pey xelasbûna şahiyê hatin pûtxanê da ku serîkî bidinê pûtên xwe û di vê roja cejnê de diyariyên xwe pêşkêşî wan bikin. Lê çi bibînin, ecêbeke reşagiran. Pût hemû pare pareyî li der û dora bela bibûn û li hember vê êrişê pûtan qet berxwe nedabûn û xwe neparastibûn. Kesê ku ev tişta kiribû jî xuya nedibû. Gelo pût çi qey xenîmî wî kesî ne bibûn?
     Caw şandine der û dora û xebera vî halmedeyê li ser wan de hatibû dane Nemrûd û milet. Lê kê wêriyabû ev kara kiribû. Axiriyê de hinekan got; me bihist ku ciwanekî navê wî Îbrahîm e, eva çendeke pûtên me destê xwe alandibûn û digot evna xwedawendên sexte ne, bibe nebe ev tişta wî kiriye. Îbrahîm (e.s.) girtin anîn. Jê pirsîn:
     -Te ev tişta li îlahên me kir? 
     Îbrahîm (e.s.) ji wan re got: 
    -Hela ji yê bivir li ceme bipirsin belkê wî ev tişta kiriye! Heke dikare bipeyive bila bibêje. 
     Lê wan zef rind dizanibû ewana ne dikarin bipeyivin ne jî tevbigerin. Lê gotinên vî ciwanî di dilê wan de derîkî ronahiyê vekir û dilê xwe de gotin ev rast dibêje, lê vê zef dewam nekir û dîsa zivirîne kufra xwe û gotin:
     -Îbrahîm tu jî rind dizanî evna ne dikarin bipeyivîn ne jî dikarin bigerin. Wê çaxê tu çima ji me re wisa dibêjî? 
     Wê çaxê Îbrahîm (e.s.) ji wan re got: 
     -Vêca qey hûn ji van pûtên ne dikarin xêrê ne jî dikarin zirarê bidine we re îbadet dikin? Xwelî li we û van îlahên hûn, pêştirê Xwedê jê re perestî dikin be. Êdî hûn tênagihêjin ev tiştkî çawa sosret e?

MUNAZARA ÎBRAHÎM YA (E.S.) Bİ NEMRÛD RE

     Her çendî van gotinên Îbrahîm (e.s.) ji bo wan di derheq xwedawendê wan de bû sedema gumana jî nezivirîne ser xeqiyê. Ji bo celat kirina Îbrahîm (e.s.) hev re ketine şêwrê. Dema Nemrûd dît Îbrahîm (e.s.) ji wî û pûtên wan bawer nake, cem xwe de pilanek çêkir û dil hebû baweriya Îbrahîm (e.s.) pûç bike. Jixwe dema Îbrahîm (e.s.) dest bi teblîxê kiribû ev yek çûbû guhê Nemrûd jî. Lewra di nav gel de derheq îlahan de şik û guman peyda bibûn û ji ber vê li çavê Nemrûd ev xorta dibû sebebê fîtne û fesadiyê. Lewra tiştekî wisa ji her kesî pirtir ji wî û hukumdariya xeternak bû. Çaxê Îbrahîm (e.s.) pût şikestandin divê êdî ev mesele bihata hel kirin. Wê hingê seba vê pirsgirêkê çareser (kuta) bike Îbrahîm anîbû qesra xwe.    
     Çaxê Îbrahîm (e.s.) hate pêşberî hukumdarê sîtemkar, Nemrûd jê pirsî:
     -Ewê îlahên me înkar dike tu yî, wê çaxê bêje rebbê te kê ye?
     Îbrahîm (e.s.) got: 
     -Rebbê min Xwedê ye. 
     Nemrûd pirsî: 
     -Ew kê ye? 
     Îbrahîm (e.s.) got:  
     -Rebbê min ewê ku erd û esman afirandiye, merivan dikuje û vedijîne ye. 
     Çaxê Îbrahîm (e.s.) wisa got, Nemrûdê femekor (ehmeq) emir kir du kole anîn, ji wan yek kuşt yek jî azad kir û got vaye te jî dît ez jî merivan dikujim û sax dikim. Bi vê ve bêfêmiya Nemrûd jî xuya bibû, jixwe kafir hemû ne wisa nin?    
     Lêbelê Îbrahîm (e.s.) hezdikir Nemrûd û gel rastiyê bibînin û dev ji bêemriya Xwedê Teala berdin. Ji bo vê hewl dida da ku perda tariya li ber çavên wan biqelêşe û roniya hîdayetê bigihîne wan.  
     Îbrahîm (e.s.) li ser van kirinê Nemrûd weha got:
     -Rebbê min ro ji rojhilatê hiltîne de ka tu jî ro ji rojavayê hilîne.
     Gava Nemrûd û koma wî ev gotin bihîstin şaş û metel man û ne zimanê wan vegeriya bersivekê bidin ne ji tu. Lewra Nemrûd jî baş dizanibû tu carê hêzeka wî ya wisa tunebû û ji bo vê jî li hember vê daxwaza ku heq û batil ji hev vediqetand ker û lal mabû. Bi vî qaydî dewsa baweriya Îbrahîm (e.s.) baweriya wana çewt pûç bibû. Heq hatibû batil zaîl kiribû. 
     Lêbelê koma kafiran dîsa li hember heqiyê serî netewandin û gotin: Wî bi rûmet û heysiyeta me ve lîst. Heke hûn dixwazin alîkariyekî bidine îlahên xwe wî bavêjine agir û bişewitînin. Lê ya rastî gor baweriya wan divê îlahên wan alîkariya wan bikira lê îcar beravajî wê ewana dilhebûn herin alikariya îlahên xwe yê bi destên xwe ve çêkiribûn. Lewra Îbrahîm (e.s.) bi şikestandina pûtan ve û bi vê munazara wî ya bi Nemrûdê zordest re kiribû xîm û bingeha bîrûbaweriyên wan yên çewt û pûç hilweşandibû. Ji ber ku pûtên di zêhna mirov de û yên mûşexes (girgîn) bi hev re girêdayî ne. Ji bo heqîqet bê fêm kirin divê herduk tev ji holê bêne rakirin. Lêbelê ya herî giring, pêwîste ku pûtên di zêhna mirov de bêne paqij kirin. Lewra sedema vê baweriya betal esil ewe. Loma Îbrahîm (e.s.) evna herduyan tev pûç kirin. Nemrûdê zordest bi van pût û seneman vê gel dixapand û dida tirsandin û bi vî qaydi di bin siya van îlahên derewîn de hukumdariya xwe dida meşandin.  
                                

AGİRÊ HÊNİK

     Ji bo agir dadin û xelîlê Xwedê bişewitînin qewmê kafir bi hev kombûn û dar û êzing berhev kirin û agir pêxistin. Dema agir vêket û sincirî anîn Îbrahîm (e.s.) avêtine nav. Lêbelê koma muşrîkan haj ji pilana perwedegarê gerdûnê tunebûn. Der û dora agir civiyabûn û Îbrahîm (e.s.) temaşa dikirin. Xaliqê alemê ferman da agir: Agiro hênik be û zirarê nede Îbrahîm. Agir bi hezkirina Xwedê Teala hênik bû û Îbrahîm (e.s.) neşewitand. Kafirên ji bo temaşa kirina Îbrahîm (e.s.) kom bibûn lê nihêrîn Îbrahîm (e.s.) di nava agirê gûr de sax û silamet ji rebbê xwe re şikur û taet dike. Gişk matmayî man û wê çaxê ferqa navbera xwedawendên xwe û Xwedayê (c.c) Îbrahîm (e.s.) fêm kirin. Lêbelê gava mirov guh nedine banga heqiyê ne ji ayetan ne jî mûcîzeyan bawer dikin. Hezkî eva mûcîze mîna agirê şewatek/sotîner Îbrahîm (e.s.) neşewitandibe û wek avê sar be jî.                                                                         Çi tiştekî ecêbe ku ev qewmê ji rêderketî tînin qasidê ji bo ewna ji agirê dojeha bêdawî xelasbibin dixebite davê-jine agir. Mirov çendî cahil û nezan e!       

ÎSMAÎL (E.S.) Ê HELÎM

     Xelîlê Xwedê Îbrahîm (e.s.) bi alîkariya Rebbê Âlî ji agir filitî. Lêbelê dîsa nola berê, ne bavê wî ne jî piraniya mirovên dinê bawerî pê anîn û ne jî hişyarbûn.
     Îbrahîm (e.s.) jî mîna pêxemberên dinê, wezîfa xwe berdewam kir û ji neyartî û neheqiya wan jî netirsiya. Lêbelê vê bûyerê jî eşkere kiribû êdî ev gel bawer nake. Seba vê jî divê Îbrahîm (e.s.) cem wan nesekiniya û ji vê heremê koç bikira. Bi vê mebestê berê xwe da Şamê. Di vê rewîtiyê de digel Îbrahîm (e.s.) malya wî Sare, biraziyê wî Lût û çend kesên bawerkirî hebûn. Gor hinek agahiyan Îbrahîm (e.s.) di vê rêwîtiya xwe de pêşyê çûye Herranê û qederekê li vê derê maye û gelê heremê yên ji stêrkan re perestî dikirin (sabiî) dewetî dînê heq kir. Lê li vê derê jî kesên pûtperest bawerî bi heqiyê neanîn û jî ber ve Îbrahîm (e.s.) berve bi Şamê rêket.( Mahmud Şakîr, Ji Hz. Adem heya îro Dîroka Îslamê, Werger; Ferît Aydin, Cild:1, Rp. 59, Kahraman yayinlari, stenbol,1995)     
     Îbrahîm (e.s.) ligel malbata xwe li Şamê demekê man, lêbelê çend sal bûn li Şam û dewr û berên wê de xela rabibû. Ji ber vê hindê Îbrahîm (e.s.) û malbata xwe mejbûr man ji vir koçî Misrê kirin. Hinekî jî li wêderê man, lêbelê li Misrê hinek bûyerên nerid qewimîn û ji ber vê axiriyê de dîsa vegeriyane Şamê; diyarê Ken’an ê.
     Xêyzana Îbrahîm (e.s.) Sareyê zar ne dianî, sêr bû him jî êdî pîr bibû. Lêbelê Îbrahîm (e.s.) jî mîna her kesî hezdikir Xwedê (c.c) zarekê bide wan. Lewra ev daxwaz, hesteke siruştî ye û dilê her merivî de heye. Sare jî haj vê niyêta Îbrahîm (e.s.) hebû. Ji bona vê Sare, seba Xwedê (c.c) niyeta wî hasil bike û zarekê bidê, cêriya xwe ya navê wê Hacer bû diyarî Îbrahîm (e.s.) kir. Hacer qiptîka xelkê Misrê bû û dema çûbûne Misrê hukumdar ewa diyarî Sareyê kiribû. Bi kerema Xwedê Hacer hemle ma û kurek anî dunyê. Îbrahîm (e.s.) navê wî danî Îsmaîl.     
     Dexesî xisletekî mirovan e. Sareyê her çendî ji bo zarêkê bîne cêriya xwe Hacer dabû Îbrahîm (e.s.) jî dema Îsmaîl bû dexesî lê kir û ji ber vê rewşê aciz bû. 
     Xwedê Teala wehiy ji Îbrahîm (e.s.) re şand da ku Hacer û Îsmaîl bibe Mekkê. Îbrahîm (e.s.) ser vî emrê Xwedê Ezze we Celle, Hacer û zaroka di derguşê de ji Şamê bire Mekkê. Li vê derê ji wan re konê wan vegirt û li vê derê bi cîh kir. Mekke ciyekî çol û çolistan bû. Li vê derê ne dar û daristan û hêşînayî hebûn ne jî warekî adan û aveke wê ya pir hebû. Xêncî deşt û best û girên rip û rût tu tiştî xuya nedikir. Lêbelê fermana îlahî ev der kifş kiribû. Helbet her karê Xwedê Teala bi hikmet e.  
     Îbrahîm (e.s.) Hz. Hacer û Îsmaîl li Mekkê hîşt û dest bi tivdarekê çûyîna xwe dikir. Wê çaxê Hz. Hacerê jê pirsî: 
     -Gelo ev yeka Xwedê (c.c) emrî te kir? 
     Îbrahîm (e.s.) jî got: 
     -Belê ev emrê Xwedê ye. 
     Wê çaxê Hz. Hacerê got:
     -Xwedê Teala me şepirze nake û ziyanê nade me.           
     Îbrahîm (e.s.) çû Şamê û Hz. Hacer û kurê xwe Îsmaîl li vê dera xik û xalî dest bi jiyaneke teze kirin. Lê ev heyata wana nû qet jî hêsan nebû. Hingî roj dibihurîn xwarin û vexwarina wan kêm dibû. Çend roj şûnde ne kerî nanê wan ma ne jî qurçe ava wan mabû, her tişt qediyabû. Hz. Hacer û lawê wî yê viringiyê ber bistan tena serê xwe tî û birçî li vê çolistanê mabûn. Dayka reben ji bona peydakirina ave rabû der û dora nihêrî de ka tişte tuneye. Lêbelê li van nêzîkiya ne kanîk ne hebû jî bîreke avê. Hz. Hacer seba hinek av bibîne hevraz diçû û berjêr dihat. Li vê derê duheb giren mezin hebûn, ji wan yekê re Safa dikotin û ya din re jî Merwe. Hz. Hacer di navbeyna Sefa û Mervê de heft caran çûbû û hatibû lê tu av nedîtibû. Lêbelê perwerdekarê alemê evdên xwe yên salih dema dikevine tengasiyan û bê mecal dimînin ji bîr nake û neçar nahêle û alikariya xwe bi hewara wan dişîne. Her weha Xwedayê dilovan ji bo vê zarok û dayka wî li vê derya qumê û ji vî erdê dêm ava jînê derxist. Gava Hacer cara axiriyê dîsa deste vala hat teseliya Îsmaîl bike, lê niherî bintara lingê qundaxê de avek dizê û zarok him ji avê vedixwe û him jî pê dilîze. Bi emrê Xwedayê dilovan Cebraîl (e.s.) ji wan re av derxistibû. Wê çaxê Hacer li hember vê yekê heyirî ma û bi tirsa avê xelas bibe derûdorê avê girt da kû av nekişe û xelas nebe. Ji bona av bisekine jî gotê zem zem (bisekine). Ji vê avê him xwe vexwar û him jî da zaroka xwe û herdik ji avê têr bûn. Lewra hingî hewraz û berjêr reviyabû tîna dibeicî. Bi dilgeşî rebbê xwe re hemd û sena kir. Ji vê bûyerê vir de ji vê avê re zemzem tê gotin.             
     Jixwe dema Hz.Îbrahîm jina xwe Hacer û ezîzê dilê xwe Îsmaîl li vê derê hîştibî ji Xwedê re weha dia kiribû;
     “Rebbê me! Min ji malbata xwe hinek li vê newala bê çandinî û nezîkî mala te ya pîroz bi cîh kir da ku nimêja xwe bikin. Tu mêyla hinek kesan bide ser wan û ji semeran (beran) rizq bide wan, hevî tê kirin ku bişêkirînin.” (Îbrahîm: 37) 
     Xwedê Teala jî ev diayê Xelîlê xwe pejirandibû. Lewra Îbrahîm (e.s.) bawermendekî henîf, kesekî merd û dilnerm bû.
     Îbrahîm (e.s.) car caran ji Şamê dihate Hîcazê serî dida Hacer û Îsamaîl, pedivî û kêmasiyên wan dida serhevdu û dîsa vedigeriya Şamê. Îsmaîl êdî mezin bibû û serpiya ketibû û hingî diçû jî şirîntir dibû.
                   

XEWNA ÎBRAHÎM (E.S.)

     Şevekê Îbrahîm (e.s.) di xewna xwe de dît ku ji bo xatirê (riza) Xwedê (c.c) Îsmaîl dike gorî (qurban). Xelîlê Xwedê têgîşt ku Barî Teala bi vê xewnê ve ji wî gorî kirina Îsmaîl dixwaze. Lewra mena vê xewna sadiq ev bû.
     Îbrahîm (e.s.) ser vê hinariya (peyam) Xwedê (c.c) gazî Îsmaîl kir û jê re xewna xwe got: 
     -Lawo! Min di xewna xwe de dît ku ez te tînim ji bo rizayê Xwedê gorî dikim, tu ji vê yekê re çi dibêjî.
     Îsmaîl (selama Xwedê lê be) êdî xortekî têgîştî bû. Sedema hebûn û afirandina mexlûqan û gerdunê baş dizanibû. Ji ber vê, dema xewna bavê xwe yê diltenik bihîst, bi dilsozî weha got: 
     -Bavo! Xwedê ji te çi xwestiye bike. Bi îzna Xwedê ez ji wanê sebirkar im. Belê ev biryar him ji bo Îbrahîm (e.s.) û him jî bona Îsmaîl (e.s.) îmtihaneke pir mezin bû. Lêbelê Îbrahîm (e.s.) bawermendekî henîf û muxlis bû. Îsmaîl (e.s.) jî bê dudilî û bi dilê xwe yê pak û paqij ve, xwe radestî fermana Rebbê xwe kiribû. Rûmet û qedrê pêxember û evdên salih bi van serpêhatiyan ve awayekî rindtirîn tê dîtin û fêm kirin. 
     Îbrahîm (e.s.) û Îsmaîl ji bo fermana Xwedê bi cîh bînin berê xwe dane Mînayê. Xelîlê Xwedê û Îsmaîl çaxê gihiştine Mînayê Hz. Îbrahîm anî Îsmaîl li ser netikê dirêj kir ku qurban bike.
     Wê çaxê dengek hat; Îbrahîm te xewna xwe rast derxist. Dewsa Îsmaîl hanê vî beranî bike qurban û Îbrahîm (e.s.) dewsa Îsmaîl ji bo rizayê Xwedê Teala ew berana kire gorî. Bi vî qaydî Îbrahîm (e.s.) û Îsmaîl emrê Xwedê bi cîh anîn û bi dilekî rihet sax û silamet di vê îmtihanê de jî serketin. Ji vê bûyerê vir de em jî, ji bo rizayê Xwedê, îfada hemd û şukrê qurbanê didin. 
     Pey vê bûyerê Xwedê (c.c) mizgîniya kurekî dinê jî da Îbrahîm (e.s.). Dema Îbrahîm (e.s.) vegeriyabû Şamê bi hezkirina Xwedê (c.c) Sare hemle mabû û wê re jî zareka kurînê bibû, navê wî jî danîne Îshaq. Xwedê (c.c) kerema xwe li ser urta (nesl) Îbrahîmê (e.s.) ulu’l-ezm de barand û Îbrahîm (e.s.) heya roja qiyametê dê bi navê bavê pêxemberan ve bê bîr anîn.   
     Îbrahîm (e.s.) dîsa mîna berê di navbera Şam û Mekkê de diçû û dihat. Carekê dîsa ji bona emrê Xwedê bi cih bîne hate Mekkê. Lewra Xwedê emrê çêkirina Ke’bê dabû. Îbrahîm (e.s.) û Îsmaîl ji bo çêkirina Xaniyê Pîroz kevir berhev kirin û dest bi danîna xîmê Ke’bê kirin. Çaxê Îbrahîm (e.s.) û Îsmaîl ev karê pîroz  dikirin, bi hemd û sena ji Xwedê re weha dia kiribûn:
     Ya Rebbî diayê me qebûl bike, Tu me dibînî û dibihêyî, vî karê me yê xêrê ji me qebûl bike û em teslîmî te bûne û rêya rast nîşanî nifşên pey me jî bide.   
     (Derheq çêkirina dîroka Ke’bê de baweriyên cûr be cûr hene. Ji bo agahiyên berfireh li Tefsîra Kurtubî suretê Beqere ayeta 127 an binêrin.)     
     Xwedê (c.c) diayê wan pejirand û îroj ji her derê cîhanê mirov ji bo hecê diçine herêma pîroz û misliman di her nimêja xwe de berê xwe didine Ke’ba Şerîf.
     Piştî derketina ava zemzemê rêwî û karwanan ji ber hebûna avê li derê diêwirîn. Demekê şûnde ji ereban êla cûrhumiyan hatin li vê derê danîn. Îsmaîl (e.s.) ji cûrhumiyan fêrî zimanê erebî bû û çaxê zewaca wî jî hat ji wan qîzekê re kevîn bû û zarê wan çêbûn. Ji ber vê yekê zarên Hz. Îsmaîl bi zimanê erebî axivîn û bûne ereb (muste’reb). Gor hin agahiyan Hz. Îsmaîl ji hinek qewmê Yêmenê û Amelîkiyan re pêxember hate  

şandin. Amelîkiyan wê demê li herema Şamê dijiyan.(Kisas-i Enbiya we Tewarîh-î Hulefa; A. Cevdet Paşa)

     Ji zuriyeta Îbrahîm (e.s.) gelek pêxember hatine. Hz. Muhemmed (s.x.l.) ji nesla Îsmaîl (e.s.) tê. Yaqûb, Yûsuf, Mûsa, Dawud û Suleyman pêxember jî, ji nesla Îshaq (e.s.) hatine. Xwedê (c.c) bi vî şeklî Îbrahîm (e.s.) û nesla wî bimbarek û bilind kiriye û bi wesîla wan ve jî rêya qenc nîşanî mirovan daye, ev jî lûtfeka bê hemtaye. 
 

HZ. LÛT (E.S.) Û QEWMÊ WÎ

     Lût (e.s.) biraziyê Îbrahîm (e.s.) me û navê bavê wî Herran e. Çaxê Îbrahîm (e.s.) pêxembertiya xwe eşkere kir wî jî bawerî bi apê xwe anî. Wextê Îbrahîm (e.s.) ji welatê xwe koçî şamê (Filistîn) kir ew jî bi wî re heval bû. Jixwe xêncî çend kesan tu kesî pê bawer ne kiribû.                                                                    
     Lût (e.s.) nêzîkê Urdunê, li başûrê derya mirî (Bahrû’l meyyît) Sodomê bi cîh bibû. Lêbelê gelê vê heremê nerindiyên hetanî wê demê tu kesî ne kiribû dikirin. Ji fitrata xwe ya pak dûr ketibûn û jinên ku Xwedê Teala ji wan re helal kiribû dihîştin, diçûne cem mêran. Ev nerindiya nav xwe de kiribûn edeteke eşkere. Digel vê nerindiyê rêya rêwiyan dibirîn, meriv dişêlandin û guh nedidane heq û huquqa însan. Her cûre kirêtî barê wan de hebû. Ev nerindiyana bêyî veşartin eşkere, ronîvro dikirin.
     Xwedê (c.c) ji bo vî xelkê axozî (asî) hişyar bike û gazî heqiyê bike ji wan re qasidê xwe Lût (e.s.) şand. Lût (e.s.) ji bo wana ji van nerindî û rezîltiyan dûr bixe û sînorê dad û edaletê kifş bike xebitî û ji wan re got:
     -Ez ji bo ve qasidê Xwedê me, seba teblîxa rîsaletê kesekî emîn im. Ji xezeba Xwedê bitirsin û guh bidine min, ez ji bo vê kar û xebata xwe ji we tu tiştî jî naxwazim, Xwedayê Malik dê heqê min bide. Ev karê we tiştekî zef kirêt e û dûrî fitrat û tebîeta mirovan e. Helalên we jin in û hûn çawa tiştekî wisa nerind dikin. 
     Lê vê koma ji rêderketî şerm û rûmet ji bîr kiribûn û ji heddê xwe borîbûn. Gef li Lût (e.s.) dixwarin û digotin; heger tu dev ji van gotinê xwe bernedî û me û bi van kirinê me şermezar bikî emê te ji vir biqewirî nin.                                             
     Lût (e.s.) bê navder têkoşîna xwe kudand. Lê wana ne dev ji van nerindiyan berdan ne jî karên qenc kirin. Hingî Hz. Lût şîret li wan dikir, hê diçûn serva diçûn. Axiriyê de hatin ji Hz. Lût re gotin; heke tu rast dibêjî ka bila ew xezebê tu me pê ditirsînî pêk bê. –(Şûe’ra: 160-169)-
     Milyaket rojekê di dilqê/qiyafetê ciwanan de bibûne mêvanê Hz. Îbrahîm. Hz. Îbrahîm ji bo wan goştê golikekê qelandibû û dabû ber wan, lê wana jê nexwaribûn. Ji ber vê Hz. Îbrahîm ketibû fikara û ji wan tirsiya bû. Lewra yên nanê meriva naxwen yan neyarê merivane yan jî dil hene xerabîkê li meriva bikin. Çaxê milyaketan ev rewşa Hz. Îbrahîm dîtin, jê re rastî gotin û mizgîniya kurekî (Îshaq) jî danê. Gotin emê herin li wî ciye ku xelkê wê yên ji rê derketine helak bikin. Wê gavê Hz. Îbrahîm bi wan re ketibû niqeşê. Ji ber kû ew pêxemberekî pir helîm û diltenik bû. Her weha gotibû Lût jî li wê derê ye. Milyaketan jê re got ev emrê Xwedê yê, lê emê Lût, malbata wî xêncî jina wî; lewra wê bawer nekiribû û peyrevên wî rizgar bikin. –(E’raf: 80-84)-
     Milyaket ji cem Hz. Îbrahîm çûne bal Lût (e.s). Lêbelê Lût (e.s) li hember vê yekê pir tirsiya bû, nizanibû yê çawa bike û gotibû îroj rojeka zehmet e. Lewra milyaket di dilqê xortên ciwan û tîtal de hatibûn cem. Koma ji rêderketî jî li mevanên Lût (e.s) hisiyabûn. Seba muselati wan bibin bi berve mala wî dihatin.
     Lût (e.s) seba wan kesên axozî ji mêvanên xwe dûr bixê, ji wan re got howe qîzên min ez wana bidim we û hûn jî wan ji xwe re bixwezin, çimkî ewna ji we re helal û paqijin. Ji Xwedê bitirsin, min li cem mêvanên min rezîl nekin. Ji we qet kesekî aqil tuneye? Wan jî got: Bi rastî tu heqê me li ser kecên te tuneye. Tu ji dizanî em li pey çine. Lût (e.s) got: Xwezila li hember we taqeta min hebûya yan jî komeka min xwe bispartayê hebûya.- (Hûd: 77-80)-
     Lût (e.s) çi kir nekir tu serederî li wan kesen axozî nekir. Lewra nizanibû mevanên wî milyaketin, loma zef berxwe ket û tirsiya. Milyaketan ji Lût (e.s) re gotin:
     “Lût netirse em qasidên Xwedê ne. Ewna nikarin tu tiştî li tebikin. Demildest (hankêva) tu û malbata xwe, xêncî jina xwe rêbikevin, lewra ezabê ji bona gelê te yê bê serê wê jî. Çaxê helaka wan danê sibê ye, qey sibe nêzîk nîne?
     Gava fermana xezebê hat, ev welat hate serobinkirin û li ser wan de heriya di agir de hatibû pijandin hate barandin. Ev kevirana li cem rebbê te hatibûn durif kirin, ewna (kevir) ji zaliman dûr nînin.” (Hûd: 80-83)
     Bi vî rengî ev civaka xurifî û ji rêderketî hate celat kirin. Encama ji rê derketiyan her weha ye. Xwedayê Dilovan ji bo kesên dinê re bibin ders û îbret evna serpêhatiyan di Qur’ana Pîroz de ragihandiye.
                          

ÎSHAQ (E.S.), YAQÛB (E.S.) Û YÛSUF (E.S.)

     Hz. Îshaq lawê Îbrahîm (e.s) yê ji Sareyê ye. Çaxê Hz. Îbrahîm Hz. Hacer û Îsmaîl li Mekkê hîştibû, çend sal pey vê re Îshaq jî li Filistînê herema Xelîlê hatibû dinê, li vê derê mezin bibû û pêxemberî jî li vê derê jê re hatibû. Hz. Îshaq li Filistînê mizgeftek ava kiribû û Xwedê (c.c) der û dora vê mizgeftê jî pîroz kiribû û jê re Beytû’l Maqdîs tê gotin. Berya Ke’ba Şerîf mislimanan berê xwe didane vê derê ango qibleya me ya yekemîn ev dere. Ev herema meskenê pêxemberan e. Kurê Hz. Îshaq, Yaqûb (e.s.) jî bi pêxemberiyê ve muşeref bibûn. Ji Hz. Yaqûb danzdeh kur çêbûn û ji nav wan de jî, ji  Yûsuf (e.s.) pêxemberî hat.
     Emê di vê beşê de behsa vê serdaboriya bi îbret û balkêş bikin.
     Yaqûb (e.s) êdî kal bibû û mîna berê serxwe nebû. Kar û barên malê dabû destê kurên xwe. Lewra danzdeh kurên wî hebûn. Lê ji zarên xwe herî zef ji Yûsuf hezdikir û li ser wî şewat bû. Yûsuf him zarekî biaqil û him dilpak bû, digel vê zef jî bedew bû. Birayên Yûsuf  haj vê yekê hebûn. Ji ber vê dexesî li Yûsuf dikirin. 
     Şevekê Yûsuf xewnek dîtibû û hat ji bavê xwe re got:
     -Bavo! Min di xewna xwe de dît ku yanzdeh stêrk, heyv û ro yê ji min re kunde (secde) dianîn. Vê xewna Yûsuf Hz. Yaqûb pir kêfxweş kir û jê re got: 
     -Lawo! Vê xewna xwe ji birayên xwe re nebêje. Dibe ku îblîs têkeve rex wan û wan bixapîne, wê hingê ewna yê jî nerindîkê li te bikin. Bêguman şeytan neyarekî eşkere ye. Kurê min! Xwedê yê te hilbijê re, meqameke bilind bide te û bi wesîla te yê xêreke mezin bide nesla Yaqûb. Çawa berê nîmet (pêxemberî) dabû kalikên te Îbrahîm û Îshaq yê her wisa bide te jî. Bêguman Rebbê te her tiştî dizane, hakîm e. –(Yûsuf: 4-7)-
     Hz. Yaqûb mirovekî ruhsipî û şareza bû û ji ber vê mirov zef rind nas dikirin. Ji bona vê jî dizanibû ku kurên wî yen dinê pexîliya Yûsuf dikin û jê dibiecin. Loma ev şîreta li Yûsufê delalî kir. Birayekî Yûsufê piçûk jî hebû, navê wî jî Bûnyamîn bû. Yûsuf û Bûnyamîn herduk zarên dêyekê bûn, yên din jî zarên dêyeke din bûn. Ji ber piçûkbûna wan Hz. Yaqûb piranî bi wan re mijûl dibû, bi wan dileyst û pê wan şa dibû.
     Wê rewşê her diçû dexesî û hesudiya birayên din gur dikir. Ji bo vê meselê re çarekê bibînin û ji vê pirsgirêkê xelas bibin bi hev re şêwr dikirin û digotin: Bi rastî bavê me şaşîtîke mezin de ye. Em, ji Yûsuf û birayê wî mezintir û jêhatîtir in û em ji wan zeftir jî kêrî bavê xwe tên. Lê çima bavê me wan li ser me re digire û ji me zeftir qedr û qiymetê dide wan û ji wan hez dike? Divê em ji vê yekê re çarekê peyda bikin da kû çavê bavê me, me jî bibîne û mêla xwe bide ser me jî.
     Yekî ji wan got: 
     -Yan hûnê Yûsuf bikûjin yan jî hûnê bibine ciyekî wisa dûr êdî careke din nikaribe vegere û bê.
     Yekî din jî got: 
     -Naxêr em wî bibin bavêjine bîreka li ser rêkê, da kû rêwiyên ji vir re derbasdibin û diçin wî bibînin û bi xwe re bibin û bi vî qaydî me jî, ji vê rewşê xelas bikin. Paşê jî emê tobe bikin û efûyê ji Xwedê bixwazin û bibine kesên salih. 
     Şeytan û nefsa wan ev niyêta xerab ji wan re xemilan û bi vê hîlê ve hatin cem Hz. Yaqûb û jê re gotin:
     -Bavo! Tu çima Yûsuf jî bi me re naşînî û tu ji çi ditirsî? Ew birayê me yê piçûk û delalî ye. Emê sibê herin çiyê geşt û nêçîrê, wî jî bi me re rêbike da ku li wan dera hinekî bigere, xwe re bileyze û bîhna wî jî derkeve. Lewra hemasa li van dera ye.
     Hz. Yaqûb mirovekî bi hikmet û zana bû. Heznedikir Yûsuf ji wî dûr bikeve û ditirsiya dê tiştekê bê serê wî. Ji zarên xwe re got: 
     -Tirsa min ew tirse ku gaveka hûn haj pê tinebin, hev bilyabin gurek bê wî bixwe.
      Wan jî got: 
     -Bavo! Qet tiştekî wisa dibe, çima em xortên bi hêz û taqet nînin. Emê mîna roniya çavên xwe miqatiyê li wî bikin. Ser vê pêdaketina wan Hz. Yaqûb destura birina Yûsuf da.       
     Sibetirkê Yûsufê delal jî bi xwe re birin û di nav xwe de çawa biryar dabûn wisa, Yûsuf birin avêtine bîreka li ser rêka karwana û pişta xwe dane hatin. Lê dîsa bi hev şêwirîn de ka yê çi û çawa ji bavê xwe re bibêjin, da ku ji wan nekeve şikê û bi wan bawer bike.

BÎRA TARÎ

     Axiriyê de gotin ka emê bêjin dema em çûn çiyê me Yûsuf li ber cirî û tiştên xwe hîştibû da kû miqatiyê lê bike. Em jî ketine pêşbaziya rev û tîr avêtinê. Lê dema em vegeriyan me lê nihêrî gurekî harî dev bi xwîn hatiye Yûsufê piçûk xariye û berate wî der û doran bela kiriye. Gotin jixwe wî digot ez ditirsim gurek bê wî bixwe. Wê çaxê dê bêşik û guman bi me bawer bike. Paşê jî emê tobe bikin û xwe ji vê nerindiyê paqij bikin.
     Anîn kirasê Yûsuf bi xwîna heywanekê dan û hatin cem bavê xwe. Yaqûb (e.s.) hingî zaran Yûsuf jî bi xwe re biribûn çavnihêriyê rêya wan bû. Dema dît zar tên lê Yûsuf bi wan re nîne tirsek kete dilê wî. Hz. Yaqûb ji wan pirsî: 
     -Kanê Yûsuf li ku derê ye? 
     Wan jî bi virave xwe avêtine xemgînî û girînê û gotin:
     -Em ketibûn pêşbaziya rev û tîr avêtinê û Yûsuf jî li ber barxana me mabû. Dema em vegeriyan me lê nihêrî gurekî hatiye Yûsuf xariye, ho ve ev jî kirasê wî yê bi xwîn e. Gava Hz. Yaqûb çav li kiras ket tê derxist ewna derewan dikin. Lewra tu şûna dev û diranê gur li ser kiras xuya nedikir. Heke tiştekî wisa bibûya divê kiras pirtî pirtî bûya. Lêbelê xêncî sebreka rind/cemîl tu tişt ji destan nedihat. Kul û kedera xwe avête dilê xwe û ji wan re weha got:
     -Ev dereweke, hûn ji berxwe derdixin. Lê divê ez xwe bispêrme Xwedayê xwe û li hember vê hîle û nerindiya we sebir bikim. Lêbelê tu nerindî jî bê ceza namîne. 
     Yûsufê delalyê bavê xwe di bîra reş û tarîde tena serê xwe mabû. Pirte pirta dilê wî bû. Lê serrafê qelban; Xwedayê Mihrîban ew di nava xof û tirsê de tenê nehîşt û mizginîk dayê:
     “Netirse û dilê xwe xerab neke. Xwedê ligel te ye. Ewê meqameka bilind bide te, birayên te yên werin cem te û tê ew tiştê anîne serê te têxî bîra wan”         
     Xêlekê şûnde karwanekî ji Şamê dihat û diçû Misrê li ciyekî nêzîkî vê bîrê êwirîn û ji bo wan re avê bîne xulamekî xwe şandine bîrê. Xulam satila xwe avête bîrê û kaşkir, lê nihêrî zareka kurînî xwe bi kindirê vêdrokê (satil) ve girtiye. Gava çav bi Yûsuf ket mîna yekî xezî-nek dîtibe dest bi qîrînê kir: Mizgînî! ka mizgîniya min,

min zareka kurînî dît û Yûsuf digel xwe hilda bir.

HZ. YÛSUF Lİ MİSRÊ

     Wê demê mirovên bêxwedî, windabûyî û dîlgirtî bi koletî dihatin firotin.    
     Vî karwanê bazirganiyê Hz. Yûsuf bi xwe re birine Misrê û li wê derê bi baheyekî erzan firotine wezîrê paşê. Wezîr ev zarokê bedew bir teslîmî jina xwe kir û teme lê kir, got: Han vî kurikî û rind miqatiyê lê bike, helbe yê rojekê kêrî me bê yan jî emê wî bixin kurê xwe. Lewra xêyzana Ezîz sêrî bû û ji ber wê jî zarên wan nedibûn. Vê hesreta zaroka bibû sebep û wezîr çawa çav bi Yûsufê rindik ketibû ji xwe re kirîbû.
     Hz. Yûsuf bi kerema Xwedê (c.c.) di vê mala giran û mezin de gihîşt û bû xortekî ciwan û qedir bilind. Bi pewerdeka rind ve hate mezin kirin. Lewra derdorê tê de mezin bibû ev derfetana didanê. Ligel vê Xwedê Teala şîrove kirina xewna jî hînî wî kiribû û Yûsuf (e.s.) bibû evdekî salih û hekîm. Bi şîret û şîrovên xwe ve rê nîşanî mirovan dida û pirsgirêk û tengasiyan de rêberiya wan dikir.
        

JİNA WEZÎR

     Lê neyarê mirovahiyê îblîs tu carê vala nedisekinî. Herdem li ser wezîfa xwe bertangî kesên nezan û cahil diket da ku bikşîne dek û dolabên xwe yê bi nexş û xapînok. Bi vî qaydî çend kesan dîsa totî dojehê bike. Kewaniya wezîr Zelîxa yê çav berdabû Yûsuf. Lewra Hz. Yûsuf him zef zana û biaqil bû him jî gelekî bedew bû. Jixwe ji piçûktiya wî hetanî îroj Yûsuf rind nas dikir. Dema çav bi Yûsuf diket hişê wê ji serî diçû. Her diçû evîndariya wê gur dibû. Rojekê çaxê Yûsuf li mal bû derê xanî gişk dadan û çû çem Yûsuf (e.s.) û jê re merama dilê xwe got: 
     -Ez ji te zef hezdikim, de ka were cem min. Çira ji min dûr disekinî? Jina wezîr jî yeka zef xweşik û sipehî bû. Him jî kincên gelekî rind li xwe kiribû û xwe xemilandibû. Dil hebû Hz. Yûsuf re serê xwe bike yek.
     Lêbelê Hz. Yûsuf mirovekî Xwedê tirs û xweparêz bû. Bi alîkariya bûrhana Xwedê (c.c) nîşan dabûyê xwe ji cazîbe û balkêşiya kewaniya Ezîz parast û bersîva wê weha da:
     -Ezê çawa tiştekî wisa bikim? Ji xwe ez ji ezabê Xwedê Teala ditirsim, ligel vê malxê malê haqas qencî li min kiriye û li min xwedî derketiye, sitamî li min kiriye.                    
     Çaxê Hz. Yûsuf gotina jinikê nekir û jê re wisa got, wê jî gef bi Yûsuf xwar û bi zîndanê da tirsandin, got te zîndan heq kiriye. Hz. Yûsuf bi hêza îmanê bersîv dabû:      
     -Ji bona min zîndan ji vê nerindiyê çêtir e. 
     Yûsuf seba ji menzelê (ode) derkeve berê xwe da dêrî, lê jinika negîhiştibû mirazê dilê xwe, loma pir qehirî bû û seba nehêle Yûsuf ji hundir derkeve destê xwe piştê ve avête kincên wî, ji ber vê paşstuya kincên Yûsuf qelaşt. Gava Yûsuf xwe ji jinikê xelas kir derî vekir da ku here li ber dêrî rastî Ezîz hat. Wextê jinik çav bi mêrê xwe ket dest bi qajewajê hewarê kir û got; ji bo kesekî dest bavêje jina te bilî zîndanê û yan jî cezakî ji vê dijwartir çi ye? Lê Yûsuf rastiya meselê ji Ezîz re got. Dema wan di derbarê we meselê de diaxivîn xizmekî jinikê jî hat cem wan û li vê yekê hisiya. Wî kesê pispor ji bona rasti derkeve holê got; ka em li kincên Yûsuf binêrin û teselî bikin, heke kincên Yûsuf ji pêşiyê ve hatibin qelaştin wê çaxê jinik rast dibêje. Yûsuf kiriye ku dest bavêje jinikê û jinikê nehîştiye û ji ber vê jî kincê wî ji pêşiye ve diriyane. Lê heger na kinç ji piştê ve hatibin qelaştin wê gavê Yûsuf rast dibêje. Lewra jinikê dil hebûye ji Yûsuf re serê xwe bike yek lê wextê Yûsuf ev nepejirandiye û kiriye ku jê bireve jinikê ji piştê ve kincên wî kaş kiriye û qelaştiye.     
     Gor vê pêşniyara xizmê jinikê anîn li kincên Yûsuf nihêrîn û kincên Yûsuf ji piştê ve hatibûn qelaştin bi vê  ve eşkere bû kû jinik tawanbare. Lê Ezîz heznedikir ev yeka bêbihîstin, dil hebû vê bûyerê bincil bike. Lewra di nav civakê de kesekî bi nav û deng bû. Heger ev yeka bihata bihîstin dê jê re bibûya rureşîk, ji ber vê Yûsuf re got: 
     -Êdî tu vê bûyerê ji bîr bike ne hilde ne jî dayne. 
     Ji malya xwe re jî weha got:
     -Ji ber vî gunehê xwe tobe bike û efûyê bixwaze, lewra tu vî karê xwe de tawanbarî.
     Lêbelê ev bûyer di navbera jinan de hate bihîstin û paşgotiniyê jina wezîr dikirin. Mijara şêwrên jina ev bû û digotin: Dilê jina Ezîz ketiye Yûsuf û agirê evînê çavên jinikê kor kiriye. Dil hebûye serê xwe pê re bike yek. 
     Gava jina Ezîz bihîst di navbera jinan de ev paşgotiniyên wê tên kirin, seba sedema vê kirina xwe bi wan bide zanînê ziyafetek da û jin teklîf kirin.  
     Anîbû cihê li tê de ziyafet dabû xemilandibû û belgî, mînder û xalîçên zef rind dbû raxistin. Seba jin li ser runin hinek ciyên bilind jî da hazir kirin. Çaxê mêvan hatin sivre bi xwarin û fekiyan ve tijî kir. Civaka jinan alîkîde bi kêran fêkî sipî dikir dixwarin aliyê din de jî ketibûne şêvrên şirîn. Jina wezir di vê gavê de gazî Yûsuf kir. Wextê Yûsuf kete hindir, jin li bedewî û ciwaniya wî heyirî man û ji ber ve jî bêhemdî xwe bi kêrên di destê xwe ve dest û pêçiyên xwe birîndar kirin. Dema jina Ezîz ev rewşa jinan dît ji wan re got: Hove ew tiştê hûn min pê şermezar dikin ev e. Lêbelê heger ya min neke dê şepirze û perîşan bibe û yê zîndanê heq bike.
     Her çendî jinikê ev gef dixwarin, Hz. Yûsuf evdekî xweparêz û Xwedê tirs bû. Tu carê cîlve û cazîba wê nexapiya û nekete kemînê. Ji wan herdu tiştan zîndan hilbijart. Jixwe lavayî Xwedê Teala kiribû da ku wî ji vê kemînê xelas bike.

ZÎNDAN YAN JÎ MEDRESE

     Paşgotiniyên di nav xelkê de kêm nedibûn û hingî diçû zêdetir dibûn. Vê jî wezîr gelekî aciz dikir. Her çendî rastiya bûyerê dizanibû jî seba rê li van gotinan bigre Yûsuf avêtine zîndanê û da ku gel bibêje helbe yê tawanbar Yûsuf e.
     Hz. Yûsuf ji ber vî cezayî him kêfxweş dibû him jî berxwe diket. Kêfxweş bû lewra êdî ji hîle û kemîna jinikê filitîbû û vê wir de jinikê nikaribû îlawên bêpesîr/îftira bavêje wî. Lê aliyê din de jî hemgîn bû ji bona vê îftirayê dikete hepsê. Lêbelê wî Rebbê xwe rind nasdikir yê û bêşik dê rastî derxista meydanê.
     Yûsuf di koşkê de sinc (exlaq), rewş, merc û jiyana rayedar, fermandar û dewlemendan dîtibû û naskiribû. Îcar jî di zîndanê de digel kesên ketî, bêkes, xizan û tawanbar ve dest bi jiyaneke teze dikir. Bi van mekan, şert û heyatên dijber ve Hz. Yûsuf dihate ceribandin û perwede kirin. Lewra her xêl û bûyer mirov re dibin tecrûbe. Ev jî seba têgihîştina hebûn û îmtihanê dibe wesîlên qenc.
     Yûsuf (e.s.) dema kete zîndanê du xortên din jî bi wî re hatibûn girtinê. Ji wan yek nanpêjê paşê bû yê dinê jî avkêşê (saqî) wî bû. Zîndaniyan hankê ve tê derxistin ku Yûsuf mirovekî baş û qenc e. Seba vê jî qedr û qiymet danê û hurmeta wî girtin. Lewra Hz. Yûsuf him kesekî zana û şareza bû him jî dilovan bû. Bi hatina wî ve rewş û tevgera zîndanê hatibû guherîn. Xwedê (c.c) îlmê tiştên veşartî û şîroveya xewnan hînî wî kiribû. Mesela hê nan nedihat cûrê xwarinê ji wan re digot. Kurtasî bi teblîx û şîrovên xwe zîndan kiribû medrese.    
     Rojekê herdu xortên bi Yûsuf re ketibûn zîndanê hatin cem wî û jê re gotin herekî me xewnek dîtiyê ca kanê tabîra wan ji me re bêje.  
     Yê saqî got: 
     -Min di xewna xwe de dît ku ez ji bo paşê re şerabê çêbikim tiriya dişêvim/diguvêşim.
     Yê nanpêj jî got: 
     -Min jî di xewna xwe de dît ku min nanek dabû li ser serê xwe dibir û teyran jî ji wî nanî dixwarin.  
     Hz. Yûsuf ji bo teblîx kirina dînê heq herdem li benda wext û firsêndên munasîb bû. Lewra ji bo vegotin û teblîxê dem û ciyên munasîb pêwîst e. Her çendî kesê mûxatab guncan be, lê heke zeman û rewş wisa nebê peyam nagihêje armanca xwe. Jixwe ev rastî rêbazeka teblîxê ye. Ji ber vê çaxê wana ji Yûsuf (e.s.) re xewna xwe vegotin Hz. Yûsuf lê nihêrî ev firsendeke rinde. Ji bo vê bi karbîne dest bi teblîxê kir. Jixwe teblîx kirina tewhîde li ser wî wezîfe bû. Her weha pir cara ji bo guh dayîn, dîtin û fêm kirina rastîyê rewşa girtî, belengaz û xizanan ji yên serbest, bêkul û dewlemend munasîbtir e. Dibe ku ronahiya tewhîdê şewqa xwe bide dilê wan û ji tarîtî û zenga şîrkê paqij bike. Lewra gel wê çaxê putperest (muşrîk) bû. Xêncî Xwedê ji xwe re yezdanên dinê peyda kiribûn û ewna dihebandin. Digotin; ev yezdanê roziyê (rizq), ev yê baranê ye û ev jî yê deryayê, bi vî qaydî ji rêderketibûn û di tariya cahiliyetê de noqî nexweşiya putperestiyê bibûn.
     Hz. Yûsuf di xeberdana xwe de li ser baweriya Tewhîdê rawestiya û got: 
     -Heya nanê we neyê ber we ezê ji we re şîroveya xewnên wê vebêjim. Lê divê berya vê hûn guh bidine van gotinên min.
     -Min ev yezdanên bilî Xwedê hûn û gelê we ji wan re perestiyê dikin û dihewînin gişk înkar kirine û daye pey ronahiya Tewhîdê (yekîtiya Xwedê). Loma ew Xwedayê gerdûnê yê bê heval û bê şirîk e. Ew yezdanên bilî Wî hûn jê re perestiyê dikin xêncî gotin û derewên mirovên berê tu tişt nînin. Ev yezdanên hûn jê re îbadet dikin kêrî tu tiştî nayên û ne xêreke wan ne jî zerareke wan digêhijê kesî.
     -Lêbelê Xwedayê Dilovanê tenê, bê şirîk û heval, Rebbê min e û ev rêç ya kal û bavên min Îbrahîm, Îshaq û Yaqûb e. Wî ev gerdûn afirandiyê, hildide û datîne û ji bo wê min bawerî bi Wî tenê aniye û yên din gişk înkar kirine û ji wan re neyarim.    
    Gelo hûn qet nafikirin Xwedayekî tenê, qadirê dikare her tiştî bike çêtir e yan gelek xwedawendên derewînên (sexte) tu tişt jî ji destan nayên? Kîjan qenc e? Bi rastî Xwedê (c.c) ji bo hûn ji wan îlahên derewîn re îbadet bikin tu delîl neşandiye. Hakimiyet her ya Xwedê tenê ye. Emir kiriye ku ji Wî tenê re îbadet bikin. Dînê rast jî ev tenê ye. Lêbelê pirê mirovan vê rastiyê nizanin. –(Yûsuf: 38-40)-  
     Pey wan şîret û pendên giring Hz. Yûsuf dest bi şîroveya xewnên wan kir û got:
     -Saqiyê paşê! Wateya xewna te ewe ku tu yê beyî bexişandin û ji zîndanê derkevî û herî ser şixulê xwe yê berê. Lê nanpêjê paşê! Tu yê werî dardekirin û teyrên jî bênê serê te nukil bikin. 
     Hz. Yûsuf ji saqiyê paşê re got: 
     -Çaxê tu ji vir derketî û çûyî li ser şixulê xwe yê berê, li cem paşê behsa min jî bike. 
     Lewra Hz. Yûsuf bi vê ve dixwest paşe bîne vê bûyerê hilkolîne û bêgunehiya wî derxe holê. Lê saqi ev daxwaza Hz. Yûsuf ji bîr kir û di qesrê de qala wî nekir. 
     Hz. Yûsuf bi vî şeklî pey wî re çend salên dinê dîsa li zîndanê de ma. Bi vî qaydî dina van şert û mercên bi zehmet de perwede bû û kemilî.

XEWNA PAŞÊ Û ENCAMA RİND

     Rojekê paşê xewneke tevlihev dît û gelekî tirsiya. Gazî zana û ruspiyên derûdora xwe kir û wateya vê xewna xwe ji wan pirsî.
     Ji wan re got deka vê xewna min şîrove bikin:  
     -Min di xewna xwe de dît; heft çêlekên jar diçûn heft çêlekên qelew (kok) dixwarin û heft simbilên hişk jî heft simbilên hêşîn dixwarin.
     Pispor û ruhsipiyan tu mane ji vê xewnê dernexistin û gotin em ji vê xewnê beşe nakin û ev xewneke tevlihev û bêmane ye.
     Dema saqiyê paşê bihîst tu kes şîroveya vê xewnê nizane û derbarê wê de her kesek tiştekî dibêje hankê ve hevalê wî yê zana û şarazayê di zîndanê de bû kete bîrê. Berê xwe da zîndanê da ku wateya vê xewnê jê hîn be. Him jî yê bi vê wesîlê yê lêborîn ji hevalê xwe yê bi rûmet bixwesta û him jî yê bala paşê bikşanda ser Hz. Yûsuf.     
     Yûsuf (e.s.) xewn weha şîrove kir:
     -Li Misrê heft sala xêr û berekete zêde be, zevî û rezên rind û bi ber bin. Lê piştî van heft salên bi ber û bereket heft salan jî xelayê rabe û li pey heft salên dinê dîsa bi kerema Xwedê şilî û baranên zêde bibin û xêr û berekete çêbe. Pêwîste hûn di van heft salên bi ber û bereket de zimhêr û debara xwe bi tivdîr û bê îsraf bixebitînin. Zêdehiya ceh, genim û tiştên dinê jî bidineserhev. Dema xela derket jî wan zêdehiyên xwe yên we berê dabû serhevdu ve îdara serê xwe bikin. Dê heft sal şûnde Bi heskirina Xwedê dîsa baranê bibare û zevî û rezên bi ber û bereket bibin.   
     Saqî çû nik paşê şîroveya Yûsuf kiribû kitokit jê re vegot. Gava paşê tabîra xewna xwe û pêşniyarên Hz. Yûsuf kiribûn bihîst da ku bê ziyan vê xelayê derbas bikin, got bi rastî ev kesê ev tabîr û pêşniyar kirine mirovekî zana û bilyan e. De ka wî bînine cem min, çend pirsên min hene ezê lê bipirsim.
     Qasidên paşê çûn zîndanê, biryar û daxwaza paşê elamî Hz. Yûsuf kirin. Lê Hz. Yûsuf ev qebûl nekir. Lewra bêsûc û guneh ev çendî çend sal bûn di zîndanê de mabû. Dixwest rastiya vê bûyerê eşkere bibe û tawanbarê rastî bê zanîn û ji ber vê şertên xwe ji şandiyên paşê re got:
     -Herin ji paşê re bibêjin bila sedema avêtina mina zîndanê bikole. Bila rastiya vê jî, ji wan jinên hatibûne mala wezîr û bêyî hemdê xwe destên xwe birîndar kiribûn bipirse.
     Şandiyên paşê ev peyama Yûsuf hildan çûn ji paşê re gotin. Paşe jî, ji bo vê yekê diyar bike dest bi lêkolîn û lêpirsînan kir. Şande pey wan jinan û ji wan rastiya vê meselê pirsî. Jinan jî ew tiştên li mala wezîr de qewimîbûn gişk vegotin û destnîşan kirin ku Yûsuf mirovekî pak û duriste û tu nerindî jî nekiriye. 
     Jina wezîr çaxê pê hisya jinan rastiya meselê ji paşê re gotine, dît edî nikare vê yekê veşêre, wê jî hat xwe mikûr hat û got:
     -Belê êdî rastî eşkere bûye. Yûsuf mirovekî pak û bêguneh e. Dilê min ketibû wî û min xwest serê xwe bi wî re bikim yek. Lê wî ev daxwaza min qebûl nekir. Belê Xwedê xayînan serfîraz nake. Lê nefs meriva kaşî nerindiyê dike.
     Bi xwe mikûr hatina jinikê ve bêsûc bûna Yûsuf eşker bû û ji zîndanê derket. Hate bal paşê û jê re peyivî. Paşê dît birastî jî Hz. Yûsuf mirovekî zana û birûmet e. Ji ber vê qedir û qiymet dayê û jê re got. Bi rastî tu li cem me kesekî hêja û payeberz î û tu ji bo me mirovekî ewle yî.
     Hz. Yûsuf ji bo rêya heq nîşanî gel bide û di van salên duhatiyên tê de xela derketa de rêberiya kesen mezlûm û belengaz bike da ku bêyî ziyan ji vê bela û şetelê bifilitin ji paşê revebirina xeznê xwest. Lewra divê kesekî zana ev kara bikira. Paşê jî ev daxwaza Yûsuf qebûl kir û rêvebirina aboriya welêt gişk da destê Hz. Yûsuf. Wî jî ev wezîfê bi awayekî serbixwe rêvebir. Xwedê Teala bi vî şeklî qulên xwe yê mûxlîs û xweparêz (mutteqî) serfîraz dike û mukafatê didê.
     Hz. Yûsuf çawa ragihandibû wisa qewimîbû. Heft sal bi şilî û baran zef barî ango bi ber û bereket derbas bûn. Di van heft salan Hz. Yûsuf ferman da û tivdîr (tedbîr) dane hildanê. Rê li îsrafê girt û bi vî awayî zexîre û zimhêra zêde da berhevkirin û di enbar û kîleran de da serhevdu. Li pey van heft salên xweş, baran nebarîn zevî bê av man û hêşîn nebûn dar û rezan jî ber nedan û vê rewşê heft sala kudand û xela rabû. Lê ji ber tivdîr û karûbarên Hz. Yûsuf li Misrê tengasî nehate kişandin. Lêbele cîh û warên li havîrdorî herema Misrê ji ber vê xelayê di rewşeke pir zehmet de bûn. Lewra vê xelayê li wan deran jî eser kiribû. Ji ber vê yekê ji welatên derdoran mirov dihatin ji Misrê ceh, genim û zadên dinê ji xwe re dibirine welatên xwe.

BİRAYÊN HZ. YÛSUF

     Hikmeta Xwedê (c.c) di nav van kesan de birayên Hz. Yûsuf jî hebûn. Wan birayên neheqîke mezin li birayên xwe yê piçûk kiribûn îcar hewceyî wî bibûn. Ji xelkê bihîstibûn li Misrê xeznedarekî merd û dilrehm heye û kê here cem, tu yekî deste vala venagerîne. Ji ber vê wan jî lêxistibûn ji Filistînê hatibûne Misrê.
     “Bêşik me her tişt ligel qederekê afirandiye.” (Qemer: 49)
     Çaxê gihîştine Misrê seba ji xwe re hinek zimhêr bitsînin, derketine pêşberî Hz. Yûsuf. Gava Hz. Yûsuf çav bi wan ket hankê ve birayên xwe nas kir. Lêbelê wana Hz. Yûsuf nas nekirin. Jixwe yê ku nas bikirana, ji ser bûyerê re gelek sal derbasbibûn û tiştekî wisa bîra wan de jî tinebû û digel vê Yûsuf ji ber mezinbûnê rû û ruçikê wî hatibû guherîn, him jî yê çawa bizanibûna birayê wanê ji ber çav nebariyê avêtibûne kurahîya bîrê îroj bûye wezîrê aboriya Misrê. 
     Hz. Yûsuf qedrê birayên xwe girt û pêdiviyên wan bi cîh anî. Ji wan pirsî hûn ji ku derê tên, çi kesin û çend birane? Wan jî xwe bi wî dane nasînê û gotin birakî me jî li cem bavê me yî kal e.             
     Hz. Yûsuf gor edeta xwe, zimhêr gorî serê merivên dihatine cem, bela dikir. Ji wan re got; heke hûn vê cara dinê wî birayê xwe yê piçûk jî bi xwe re neynin ez êdî zimhêrê nadime we. Anî zimhêra para wan da wan û ew tiştên berdêla zimhêrî anîbûn jî, bi dizika ve xiste nav barê wan û ewna şandin. 
     Birayên Yûsuf çaxê giştine welatê xwe, hal û mesele ji bavê xwe Hz. Yaqûb re vegotin. Heger tu birayê me yê picûk Bûnyamîn jî bi me re neşînî êdî em naşên tiştekî dinê bînin. Lewra şertê wezir ev e. Dîsa kul û kederên Yaqûb (e.s.) yên berê tevde rakirin. Ji wan re got; ezê çawa we bawer bikim û ewle bibim ezê mîna Yûsuf vê carê jî teslîmî we bikim. Lê nihêrîn bavê xwe nikarin îqna bikin û dev jê berdan. Anîn barên zimhêrê vekirin û lê nihêrîn ew tiştên ji bo zimhêrê bikirin bi xwe re biribûn Misrê tevî zimhêra wan bi wan re hatiye danîn. Vê kêfa wan geş kir û çûn ber bavê xwe geriyan û lavayî wî kirin û jê re gotin:
     -Bavo! Hove ew malê me bi xwe re biribû jî bi me re danîne. Gava em Bûnyamîn jî bi xwe re bibin wê çaxê emê barek zimhêr jî zêde bînin. Lê heke wisa nebe emê ji ber vê xelayê gelekê şepirze bibin.
     Axiriyê de Hz. Yaqûb şandina Bûnyamîn razî bû. Lê ji wan, ser navê Xwedê (c.c) qewl hilda ku yê heta ji destê wan tê yê li birayê xwe xwedî derkevin û biparêzin. Roja yê rêbiketana Hz. Yaqûb şîret xwe li wan kir:
     -Hûn hemû bi hev re bi derîkî re nekevine bajêr, dibe ku hûn bi vî qaydî xwe ji bela biparêz in. Lêbelê Xwedê çi bixwaze dê bê serê we. Min xwe sipariye Xwedê.
     Çûn gihîştine Misrê û derketine pêşberî Hz. Yûsuf. Yûsuf xwe bertangî Bûnyamîn girt û xwe pê da nasîne. Jê re got ez birayê te Yûsuf im, dilê xwe xerab neke, Xwedê (c.c) alîkarê me ye.
     Hz. Yûsuf zimhêra para wan da pîvan û dagirtinê û seba birayê xwe Bûnyamîn bi wan re neşîne planek çêkir. Ji bo vê yekê çaxê barê wan da barkirin tasa avê ya paşê kire nav barê para Bûnyamîn.
     Hz. Yûsuf da elam kirin ku tasa avê ya paşê winda bûye. Birayên Hz. Yûsuf gotin; heyran em diz nînin ji welatê xwe heya vê derê em ji bona karên neqenc bikin nehatine. Hz. Yûsuf emir kir ku barên gişka teselî bikin. Gor planê pêşyê teseliya barê yên dinê kirin û di dawiyê li ya Bûnyamîn mêze kirin û tas ji wir derket. Hz. Yûsuf ji wan pirsî dema tiştekî wisa biqewime hûn cezayekî çawa didin? Wan jî gotin; kesê ev tişta kiriye tê girtin. Hz. Yûsuf jî gor vê zagonê nehîşt Bûnyamîn here. Ev tevgera Hz. Yûsuf di biryardayînê de serbixwe bûna wî nîşanî me dide. Lewra di vê pirsgirêkê de gor zagonê Misrê hukum nade. Jixwe dema ev wezîfe hildabû gor van şert û merca qebûl kiribû. Yanî dê biryardayînê de serbest bûya.
     Lê birayên wî dest bi lavayan kirin gotin bavê wî yekî kale û me ew bi tikarica ligel xwe anî vê derê. Ka dewsa wî ji me yekî bigire. Lê nihêrîn çare tuneye, Hz. Yûsuf vê qebûl nake ve carê jî dest bi îftira kirin. Gotin; belê heger wî dizî kiribe, berê jî birayê wî dizî kiribû. Lê Hz. Yûsuf ji wan re tişte negot û rastî eşkere nekir. Lê di dilê xwe de got; rewşa we xerabtir e û Xwedê rastiya vê yekê dizane.
     Dawiyê de birayê wanê mezin ji yên dinê re got: De êdî hûn herin, ez hetanî Bûnyamîn neyê berdan ji vê de-rê naçim. Herin û we çi dîtibe ji bavo re bibêjin. Em xêncî tiştê çavê me dîtiye tiştekî nizanin. Heger ji we bawer neke, bila vê yekê ji wî karwanê em bi hev re çûbûn Misrê bipirse. Em rastiyê dibêjin.    -(Yûsuf: 77-82)- 
     Birayên Hz. Yûsuf yên din çûn û welatê xwe û ew bûyerên li Misrê qewimîbûn ji bavê xwe re gotin. Lê Hz. Yaqûb ji wan bawer nekir. Ji wan re got: 
     -Ew tiştê we anî bû serê Yûsuf vê carê jî we aniye serê Bûnyamîn û guhê we ji wî jî qirya. Êdî ji bo min jî sebreke rind divê.
      Hz. Yaqûb xem û kedera xwe avête dilê xwe û hingî digiriya axiriyê de sipîk hate ser çavan û kor bû. Zarên wî jê re digot tu jî hemasa Yûsuf tînî bîra xwe, loma nexwaş û bêhal dikevî. 
     Wî jî got; ez giliyê xwe Xwedê tenê re dikim. Ji wan re got, herin li Yûsuf û birayê wî bigerin û xeberan pey-da bikin. Bê hêvî nebin, xêncî kafiran tu kes bendewariya xwe ji Xwedê nabirin.
     Li ser vê birayên Yûsuf, him ji bo derbarê Yûsuf û Bûnyamîn de xeberekê dest bixin û him jî seba hinek zimhêr bi malekî bê qiymet ve dîsa çûne Misrê. Poş-manî û belengaziya xwe nîşanî Hz. Yûsuf dan û gotin:
     -Ey wezîr! Tu mirovekî qencîkar û dilovanî, em di vê xelayê de şepirze bûne, malê me bi xwe re aniyê jî tiştekî bê qiymete. Hz. Yûsuf lê nihêrî di rewşeke xerab dene, poşman û bêgav in. Ji wan re got:
     -Gelo we fêmkiriye ka we nerindîke çawa li Yûsuf û birayê wî kiriye? 
     Gawa Hz. Yûsuf ji wan re wisa got ewana jî ji wî ketine şikê û jê pirsîn: 
     -Qey tu Yûsuf î? 
     Wî jî bersîv da:  
     -Belê ez Yûsuf im û ev jî birayê min e. Xwedê em ji helakê xelas kirin. Dewlemendî û meqam bexşî min kir.
     Birayên wî jî xwe mikûr hatin û gotin: 
     -Belê bi rastî tu li ser me re yî û em tawanbar in.   
     Yûsuf jî got: 
     -Îroj ji we re şermezarî tuneye. Xwedê we bibexşîne, lewra ew dilovanî herî dilovan e.  
     Bi vî qaydî Hz. Yûsuf, birayên xwe bexişandin û ji wan re got; de hûn herîn dayê, bavo û malbatên xwe hildin bînin li vê derê. Êdî emê hemû ligel hevdu li vî welatî bijîn. Hz. Yûsuf dema birayên xwe rêkir ânî kirasekî xwe jî da wan û ji wan re got:
     -Bila bavo vî kirasî bide ser çavên xwe bi heskirina Xwedê dê şifayê bibîne û pak be.
     Wê çaxê ev niqutîbû dilê Hz. Yaqûb û ji neviyên xwe re gotibû: Heger min bizanibûya hûnê ji min re nebêjin tu ser çûyî minê bigota bêhna Yûsuf tê min. Neviyên wî jê re gotin; kalko tu dîsa dest bi wan xeberdanê xwe yên berê dikî. Lê zef derbas nebû zarên wî ji Misrê vegeriyan, jê re mizgîniya Yûsuf anîn û kirasê Yûsuf seba Hz. Yaqûb şandibû jî dane bavê xwe. Hz. Yaqûb ça kiras da ser çavên xwe bi kerema Xwedê hankê ve sax û silamet bûn. Ji zarên xwe re got:
     Min ji we re nedigotê tiştên hûn nizanin Xwedê (c.c) bi wehiyê ve hînî min dike. Wan jî gotin; bavo em guhehkarin me bibexşîne. Hz. Yaqûb got:
     Ezê ji bona we ji Xwedê efû yê bixwazim, lewra Ewa Xefûr e, Rehîm e.      
     Ji bo herin cem Hz. Yûsuf tivdarekên xwe qedandin û ji Filistînê rabûn çûne Misrê. Hz. Yûsuf ji bo dê û bavê xwe pêşwazî bike bi leqî wan de çû. Li derveyî bajêr rastî hevdu hatin û di nav kêf û şahiyê de ketine bajêr.
     Hz. Yûsuf dê û bavê xwe li ser textê xwe da runiştandin û bi rêz û hurmet ezet û îkramî wan kir. Wê gavê hemû bi hev re li ber Hz. Yûsuf kûzbûn û selam danê. Wê çaxê Hz. Yûsuf ji Hz. Yaqûb re got; tê bîra te min xewnek dîtibû heyv, ro û yanzdeh sitêrkan ji min re secde dikirin. Vaye tewîla xewna min ev e. Bi rastî Rebbê min ev rast derxist û qencî bi min kir. Ez ji zîndanê xelas kirim. Piştî şeytan dijmintî kire di navbera min û birayên min, dîsa em anîn bal hevdu. Bêguman Rebbê min ji bo kê bixwaze lûtfî wî dike. Bi rastî Ew ‘Elîm e, Hekîm e. –(Yûsuf: 83-100)-  
     Hz. Yûsuf ji bona wan nîmetan ji Xwedê re şikur û sipak kir.
     Bi hatina zarên Hz. Yaqûb (îsraîl) êdî kurên Îsraîl hetanî Hz. Mûsa wan ji destê firewn rizgar bike li Misrê man.
     Gava mirov bi van serpêhatiyên pêxemberan dihese derece û hêza baweriya wan fêm dike. Lewra bûyerên qewimîne, neheqî û cizaretên li wan hatine kirin pir dij-war û zor in. Ji ber vê ev dilsozî û bawermendiya wan ji mislimanan re dibe meşale û rêya me ronî dike.
   

HZ. ŞÛ’EYB, MEDYEN Û EYKE

     Gelê Medyenê li rojhilatê bakûrê parzemîna Erebistanê li Maanê dijiyan. Xelkê Medyenê ji nesla Hz. Îbrahîm dihatin. Neslên qenc çûbûn û yên teze jî rê winda kiribûn. Xwedayê tenê hîştibûn, îlahên derewîn dihebandin û ji wan re îbadet dikirin. Ligel vê neheqî û nerindiyên bê hed û hesab dikirin. Di navbera civakê de dadmendî û duristî nema bû û kes kesî emîn nedibû. Kirîn û firotanê de neheqî û sextekarî bibû pêşê wan. Hevdu dixapandin û bêbextî li hev dikirin. Dema tişt difrotin pîvan û kişandinê de kêm dikirin û berevajî vê çaxê ji xelkê distandin jî zêde zêde distandin. Bi vî qaydî ketibûne rewşeke zef nerind.  
     Xwedê Teala çawa ji komên dinê re qasidên xwe şandibûn her weha ji bo wan jî qasidê xwe Hz. Şû’eyb şand da ku wan bi bal heqiyê ve gazî bike û di kar û barên civakî de dad û ewlekariyê saz bike. 
     Hz. Şû’eyb bi xeberdan û xitabeta xwe ve bi nav û deng bû. Ji ber vê jê re “xatibê pêxemberan” tê gotin. Hz. Şû’eyb bi zarekî şirîn teblîx û şîret li wan kir û got: Werin dev ji van pûtan berdin û tenê ji Xwedayê bêheval û şirîk re îbadet bikin û vê neheqî û sextekariya we xwe re kiriye pêşe jî biterikînin. Lewra heramî û bêbextî tu carî mirov nagihîne encamên qenc. Ji Xwedê (c.c) bitirsîn û ji dadmendiyê dûr nekevin û bêemriya Wî nekin. Aqîbeta zilm û xerabiyê nerinde. Vaye Xwedê (c.c) xêr û bereket daye we, çavbirçîtiyê nekin.
     Tirsa min ew tirse ku rojeka wisa yê bê hûn tu carê nikarin xwe ji ezab xelasbikin û birevin. Gelê min! Di pîvan û kişandinê de rast û durist bin. Di navbera civakê de fesadî û tevlihevdiyê dernexin. Heger hûn îna dikin qezenca helal ji her tiştî çêtir e. Ez çavdêrê we jî nînim.   
     Her çendî Hz. Şû’eyb bi zarekî şirîn û dilekî şewat qewmê xwe dewetî rêya xelasiyê kir û şîret li wan kir jî ehlê Medyenê guh nedane banga heqiyê. Bi vê jî nediman, fesadî dikirin. Çaxê yekî ji Hz. Şû’eyb bawer bikira xwe didane serê rêya wî û diketine rex da ku wî bixapînin û ji Hz. Şû’eyb dûr bixin. Lê di navbera Hz. Şû’eyb û koma rêwinda de têkoşîn meşiya. Encamê de hinek kesên qenc û dilpak bawerî bi heqiyê anîn. Lê piraniya wan dev ji wan karên xwe yê kirêt bernedan û bawer nekirin. Qasidê Xwedê Hz. Şû’eyb seba xwe biparêzin û ji Xwedê bitirsin, ezabên berê hatibûn serê  qewmê Nûh (e.s.), Hûd (e.s.) Lût (e.s.) û Salih (e.s.) yên ji rêderketî jî dixiste bîra wan, da ku poşman bibin û bawer bikin, lê dîsa ji xewa zûlmetê hişyar nedibûn û di vê xewêde bi vê xewna dilkêşa kurt dixapiyan. Hezanibûn rastî bes ev xewne. Ji bo vê ji Hz. Şû’eyb re neyartî dikirin û bi qelf û tiranê xwe ve pê dikeniyan.        
     Hz. Şû’eyb ji ber vê rewşê ji wan re got: 
     Yê di navbera herdu aliyan de hukum bide Xwedê yê. Me xwe sipartiye Wî. 
     Lê gelê Medyenê dev avêtinên xwe neterikandin û ji Hz. Şû’eyb re gotin: 
     -Qey van tiştên tu dikî ev nimêja te emrî te dike? Tu rabûyî li ser serê me bûyî şîretvan û xêrxwazekî û dibêjî dev ji dînê bav û kalên xwe berdin û nahêlî dilê me çawa dixwaze em wisa bikirin û bifroşin û mal û milkê xwe hildin û daynin. Berê tu yekî biaqil û mûlahîm bûyî, gelo ev çi afate li ser te de hatiye tu weha dikî?
     Hz. Şû’eyb ji wan re got:
     -De ka ji min re bêjin, heke Xwedê ji min re delilên eşkere şandibin û ji cem xwe de rizq û xêrek rind îhsanî min kiribe ezê çi bikim? Ez li dijî emr û fermana Wî dernakevim. Hetanî ji destê min tê ez qenciya we dixwazim û ez mûslîhim. Serfîrazî bi alîkariya Xwedê ve ye. Min pişta xwe bi Wî ve girêdaye, ezê bibal Wî ve vegerim.
     Lê ez dibêjim heger hûn vê kufr û înyade xwe dewam bikin. Ew xezeba hatibû li serê qewmê Nûh, Salih û Hûd dê bê serê we jî. Jixwe evna gelan ji we zef dûr jî nînin, hûn dikarin berate û şûnwarê wan bibînin. Ji Xwedê bitirsin û tobe bikin, Xwedayê Dilovanê we bibexşîne.    
     Giregir û maldaran lê nihêrîn Hz. Şû’eyb bênavber doza xwe dimeşîne. Her çendî yên jê bawer dikin hindikbin jî dîsa di nav civakê de dibû sedema nakokî û gumanê. Ev yek jî, ji bo wan maldar û mezinan xeternak bû. Ji bo rê li vê yekê bigrin ji Hz. Şû’eyb re bi gef gotin:
     -Heke tu dev ji van van gotinê xwe bernedî û venegerî li ser dînê me, emê te û hevalên te bidin ber keviran û ji welatê xwe biqewirînin. Jixwe tu hêz û quweta te û peyrevên te jî tuneye. Wê çaxê Hz. Şû’eyb ji wan re got: 
     -Hûn tiştên çawa dibêjin? Xwedê (c.c) em ji vê nerindî û kirêtiyê xelas kiriye, hûn jî hatine dibêjin de ka dîsa vegerin ser vê ola pûç û betal. Ne wê çaxê emê bibin derewçîn û îftira bavêjine Wî. Xwedê bi zanebûna xwe ve her tişt dorpêç kiriye. Em bi Xwedê ewle ne. Ya Rebbî! Di navbera me de Tu hukum bide. Tu ji yên biryar didin gişkan xêrtir î.      -(E’ref: 88-89)-     
     Lêbelê ya rastî gelê Hz. Şû’eyb ji tirsa eşîra wî nikaribûn ew kevir bikirana û biqewirandana û ji Hz. Şû’eyb re gotin: 
     -Em wan tiştên tu dibêjî tu tiştîkî jê fêm nakin. Heger eşîra te nebûya me yê tu bikeviran ve bikuştayî. Tu kesekî ji me rûmettir jî nînî.   
     Hz. Şû’eyb ji ber van gotinên beredayî û ehmeqane got: 
     -Qey li cem we xatirê eşîra min ji yê Xwedê zeftir e. Bi rastî Xwedê her tiştî dizane.
     Axiriyê de fermana Xwedê hat û ewna bi encameka dilsoj ve helak bûn. Koma kafir bi tevî bagereke xurt û bi erdhejê ve helak bûn. Te digot qey berê kesek li vê derê nedijiya. Lê Xwedê Teala Hz. Şû’eyb û bawer-mend ji vê xelaskir.
     “Di dawiyê de çaxê Şû’eyb pişta xwe da wan çû, got: Ey qewmêm bi rastî min emrê Xwedayê xwe ji we re teblîx kir û şîret li we kir. Êdî ezê çawa ji bo qewmê kafiran xemgîn bibim” (E’fer: 93)
                             

ESHABÊ EYKE

     Eyke li nêzîkî welatê Medyenê bû. Ji ber darên vê derê jê re Eyke hatiye gotin. Ev der warekî adan, avî û bi xêr û ber bû. Lêbelê wan jî mîna Medyeniyan pîvan û kişandinê de heramî dikirin. Bi neheqî malê xelkê dixwarin û fesadî dikirin.
     Xwedê Teala piştî helaka Medyenê Hz. Şû’eyb îcar seba ehlê Eykê îrşad bike û rêya heq bide pêşya wan şand. Hz. Şû’eyb ji wan re rastî û duristî beyan kir. Aqîbeta karên neqenc ji wan re da zanîn. Ji wan re got ji bo xebat û nesîhetê ez li we dikim tu tiştekî jî, ji we naxwazim, ez bes xêr û xelasiya we dixwazim. Pey şeytan neçin û nerindî û neheqiyê bihêlin û bi dek û dolaban neheqî malê kesî nexwin. Ji xezeba Xwedê bitirsin.
     Lêbelê koma kafiran kîjan dewr û derê de dibin bila bibin yekin. Belkê nav û şeklê wan bên gûherîn lê mentiq, xwerazîbûn û tevgerên wanên beredayî na. Çav û guhên xwe ji banga heqiyê re digrin û didine pey hewa û hewesên xwe. Ehlê Eykê jî guh nedane bangewaziya xelasiyê û ji ber vê teblîx û şîretan tu bandor li wan nekir.
     Eshabê Eykê ji Hz. Şû’eyb re digotin: 
     -Tu hatî efsûn kirin. De ka ji mer re bêje çî yê te ji yê me zêdetir e û tu rabûyî rê nîşanî me didî. Tu jî kesekî wek me yî. Lê tu rabûyî dibêjî ez ji bo we pêxember im. Heger tu rast dibêjî de ka bila ew ezabê tu me pê ditirsînî li ser me de bê. 
     Hz. Şû’eyb ji wan re got:
     -Danê xezebê li cem Xwedê kifşe, dema wê bê ewê biqewime.
     Ji ber îsyan û înkara wan Xwedê Teala germeke wise miseletî wan kir tu kesî li ber teyax neda. Ji ber zêde bûna germê bêgav man û ji bo bayê hênik li wan  bixe û rehet bibin derketine li ser çiyayên bilind. Li ser çiyê lê nihêrîn ewrek derket û ji ber vê kêfa wan geş bû û seba xwe ji germa tavê biparêzin li bin siya wî ewrî de civiyan. Lê tiştê hevî dikirin nebû. Birûskê veda û agir li ser wan de bariya û ewna jî, ji ber asêbûna xwe bi vî ezabî ve helak bûn.  –(Şû’era: 176-191)-                     
                     

ÎMTİHANA HZ. EYYÛB

   Hz. Eyyûb ji bo gelê Hawranê hatibû şandin. Ev herem li nêzîkî Şamê ye. (Îroj ev der beşeka wê li destê Sûriyê de ye beşa dinê jî li destê Ûrdinê de ye.) Wî jî wek pêxemberên dinê qewmê xwe dewetî dîne heq kir da ku ji Xwedê tenê re bendetiyê bikin û xelasiya bêdawî bi dest bixin. Lê Hz. Eyyûb piranî bi sebra xwe ve tê zanîn. Digel vê mirovekî xêrxaz û xweparêz bû. Herdem alîkariya belengaz û hewcedaran dikir. Ji mêvanan pir hezdikir û merivekî nandayî bû. Digel vê dema kesên bihêz û zordar neheqî li yên hejar û bêkes bikirana ji bo rê li van neheqiyan bigire li dijî wan disekinî û bi wan re muca-dele dikir. 
     Xwedê Teala ji her curê nîmet û mal bexşî wî kiribû. Di aliyê erd û erazî, pez û dewar de pir dewlemend bû û zarên wî jî gelek bûn. 
     Vê qada îmtihanê de ji her kesî re ceribandinên cûr be cûr hene. Hinek kes û civak bi dewlemendiya malê dunyê ve têne ceribandin, hinek destengî û xezaniyê ve û hinek jî bi tendûristî û nexweşiyê ve. Carne jî bi van herdu tiştan ve têne îmtihan kirin. 
     Xwedê Teala berê bi nîmet û îkramên bê hed û hesab ve Hz. Eyyûb ceriban û paşê evna hemû tiştane jê stend û derdek jê re peyda kir. Zar, mal û milkê wî ji destan çûn û ew û kewaniya xwe bi tena serê xwe man. Nexweşiya wî bilî dil û ziman belayî herdera wî bibû. Lê wî tu carî bêemriya Xwedê nekir û asê nebû. Bi sebreke mezin ve sebir kir û digot: “Ya Rebbî te da, te stend.”
     Xêncî malya wî tu kesî alîkariya wî nedikir û derd û kulên wî derman nedikir. Eyyûb (e.s.) piştî vê nexweşiyê li dûrî milet jiyana xwe domand û di vî halî de jina wî sitamî lê dikir. Ji ber feqîriyê li ber destê xelkê dixebitî û li wî dinihêrî. Lêbelê Hz. Eyyûb, di vê rewşa dijwar û haqas jan û tengasiyan de dîsa qûltiya xwe ji bîr nedikir. Herdem bi dil û zimanê xwe yê saxlem ve evdekî şakîr û zakîr bû. Hz. Eyyûb bi vê sebr û metaneta xwe ve bû nimûneka bê mînak. Gava qala sebrê bê kirin Eyyûb (e.s.) dikeve bîra mirov. Jixwe mezintiya wî ji vê taybetiya wî pêk tê. Lewra îmtihana wî pir bi zehmet û dijwar bû. Mirovekî di nava jiyaneke dewlemend de be, ji bo wî xezanî û dest tengî pir zehmet e û him jî derdek pêre peyda be ev hê dijwartir dibe.
     Lê Eyyûb (e.s.) bi serfîrazî û rûkî ruhsipî ji vê ezmûnê derbas bû. Her çendî şeytanê laîn dilhebû wî bixapîne jî serneket. Lewra tu carê bandor li ser qûlên Xwedê yên mûxlîs nekiriye.                                                                                      
     Di Qur’ana Pîroz de weha behsa diayê Eyyûb (e.s.) dike: 
     “Eyyûb jî bîr bîne. Ka gazî Rebbê xwe kiribû: “Rebbêm ev bela/tengasî hate serê min û tu dilovanê herê dilovan î. Me diayê wî qebûl kir û tegasiya hatibû sêrî jê bir. Me ji cem xwe de ji bo jê re bibe rehmet û jî bona wanê qûltiyê dikin re jî bibe îbret him malbata wî him jî qasî wî dayê.” (Enbiya: 83-84)         
    Xwedê Teala diayê wî pejirandibû û emrî wî kiribû ku; penya xwe li erdê bixe. Wî jî peniya xwe li erdê xistibû ji erdê aveke hênik zabû û Eyyûb (e.s.) ser fermana Xwedê ji vê avê li xwe kiribû û jê vexwaribû. Ev av bi heskirina Xwedê jê re bibû şifa û ji wan êş û şûkan filitîbû.   
     Bi vî qaydî mîna berê sax û silamet bibû û gihîştibû malbata xwe. Encama zikir û sebrê weha ye. Lê pirê mirovan vê bawer nakin.
                       

HZ. ZÛLKÎFL (E.S.)

     “Îsamîl, Îdrîs û Zûlkîfl jî bi bîr bîne. Ji wan her yek ji yên bisebr bûn. Me ewna hildane nav rehmeta xwe. Bi rastî ewna ji salihan bûn.” (Enbiya: 85-86) 
     Di Qur’ana Pîroz de pêxemberên navê wan dibûrin yek jî Hz. Zûlkîfl e. Ji ber ku navê wî digel pêxemberên mezin hatiye bîranîn mûfesîr Îbn Kesîr dibêje ew jî nîşan dide ku ew jî wan pêxemberan e. (Îbn Kesîr, Hadîslerle Kur’an-ı Kerîm Tefsîrî, Ter: Dr. Bekir Karlığa-Dr. Bedrettin Çetiner, cild 10, S. 5363, ist. 1985) Lê derbarê jiyan û deweta wî de agahiyên berfireh tunene. Gor hinek zanayan ew ne pêxembere, bes qulekî salih e. Her weha derheq Ûzeyr, Loqman û Zûlqerneyn de jî agahîyên cûr be cûr hene, lê tu agahîka misoger di destê me de tuneye. Ji bo vê me jî ew beşa kurt birî.   

HZ. MÛSA Û HZ. HARÛN

     Bi deweta Hz. Yûsuf mêj de Benî Îsraîlî ji Filistîne hatibûne Misrê û li wir akincî bibûn. Ehliyê Misrêyî xwecîh jî qiptî bûn. Bi hatina îsraîliyan ve ev herdu milet bibûne cînarên hevdu. Li ser daxwaza Hz. Yûsuf li herema Câsanê ji xwe re war girtibûn. Lewra zarên Yaqûb (e.s.) heywan xwedî dikirin û ev der jî çêrgeheke rind bû. Di vê dewrê de sidqî serê Hz. Yûsuf kar û barê wan rind bû di nav ciwakê de jî qedrê wan dihate girtin. Hingî dem çû gelhe (nifûs) ya Benî Îsraîl zêdebûn û bela yî Misrê bûn. Lê piştî Hz. Yûsuf rewşa wan xerab bû, lewra rayedaran dianîn ewna di şixulê zor û zehmet de dixebitandin. Ji ber zêdebûna nifûsê wan him gelê heremê aciz dibûn him jî ewê Fir’ewn ( wê demê ji rêvebirên Misrê re fir’ewn dihate gotin) dida tirsandin. Ji bo vê di nav gel de nakokî peyda bibû. Heger Benî Îsraîlî bi vê jimara xwe ve hêz bigirtana paşerojê de yê bibûya xetereke mezin. Fir’ewn seba rê li vê bigre zilm û zordarîka mezin li kurên îsraîl dikir. Gel bir birî kiribû û ji wan hinek nêzîkî xwe kiribû û hineh zilm li wan dikir û serê kurên wan lêdixist, jinên wan jî sax dihîşt. Fir’ewn di vê zilma xwe de wisa ser ve çûbû û axozî bibû, ji ber vê di nav kesên alîgirên wî bûn de bû sebebê fikaran û hatin jê re gotin: Tu tînî bênavber kurên îsraîliyan dikujî û jixwe kesên wanên kal jî dimrin. Heke ev wisa bajo axiriyê de emê bêgav di wan şixulên zor û nerind de bixebitin. Ser vê Fir’ewn salekê zarê kurînê kuştin salekê nekuşt û ji wan salan yekê de Hz. Harûn bibû.
     Ji lewra tê gotin, ji remildarên Fir’ewn yekî ji wî re gotiye ji Benî Îsraîliyan zareka kurînê dê rabe koka te biqelîne û rêvebirina welêt ji te bistîne. 
     Lêbelê Fir’ewn her çendî jî bo vê zara kurîne gelek zarên bêguneh kuştin jî Xwedê Teala ev tedbîrên wî yên hovane bê hukum hîşt. Zaroka dê li dijî Fir’ewnê sitemkar bisekiniya û pê re têketa têkoşînê hate dunyê. Tu agahiya remildar û xulamên Fir’ewn jî, ji vê yekê çênebûn. Lewra Fir’ewn ji bo zarên kurînê yên teze dibin bikuje ji leşkerên xwe destek (tîm) ji bo çavdêriya jinên giran yên îsraîliyan bikin kar (amede) kiribû. Dema wan jinên hemle zara xwe diwelidandin diçûn teselî dikirin ka zarok kure yan qîz. Ko zarok qîz bûya destê xwe nedidanê lê zarok kur bûya li ser malê de digirtin û zarok li ber çavên dê û bavan qetil dikirin. Mirovên belengaz û bêhêz li hember vê zilm û zordariya Fir’ewn bêgav nikaribûn tu tiştî bikin.

HZ. MÛSA Jİ DAYİK DİBE

     Her çiqasî bername û pilanên Fir’ewn û alîgirên wî hebûn her wisa pilana Xwedayê Qadirê Mutlaq jî hebû û Mûsa (e.s.) ji dest û lepên wan xwîndaran parast.    
     Dayka Mûsa (e.s.) çend meha ew li cem xwe xwedî kir. Lê hergav xof û tirsa leşker û sîxweran di dilê wê de bû. Lewra rojên di rewşeke weha de diburîn pir zehmet bûn. Xwedayê Dilovan ji bo Hz. Mûsa biparêze û diya wî jî ji vê tengasiyê xelas bike, weha niqutande dilê wê:
     “Me weha îlhamî dayka Mûsa kir: “Gava tu derheq wî de bitirsî, wî bimêjîne û têxe sandoqekê û bavêje behrê (nîl). (Ji bo wî) netirse û berxwe nekeve. Bêgu-man emê wî bi te vegerînin û emê wî ji pêxemberan bikin.”                                                      (Qasas: 7)
     

HZ. MÛSA Dİ QESRA FİR’EWN DE

        Diya Mûsa (e.s.), Xweda Teala çawa emir kir wisa zaroka xwe ya viringî mêjand û kire hundurê sandoqekê û li cem/rûbarê Nîlê de roda berda û xwe siparte Xwedayê Mihrîban. Xûşka Mûsa ya mezin jî li pey şand ka hela sandoq bi ku ve diçe û çi tê serê Mûsa. Xûşka Mûsa li kêleka cêm re ji dûr ve da pey sandoqê. Gava sandoq ji ber qesra Fir’ewn re derbas dibû roda diçû leşkerên nobedar anîn sandoq dîtin û sandoq girtin. Lê nihêrîn di sandoqê de zareke kurînê heye û ew hildan birin cem xêyzana Fir’ewn. Zarên jina Fir’ewn çênedi-bûn û ji lewra hesreta zarokan bû û ji zaran gelekî hez-dikir. Ji bo vê çaxê çav bi vê zarokê ket xwîna wê li ser de keliya û ji Fir’ewn re got:
     Ev zarok ji bo min û te ronahiya çavan e. Wî nekuje dibe kêrî me bê yan jî bibe kurê me. Lêbelê di vê gavê de ne Fir’ewn ne jî Haman û leşkerên wî haj pêhebûn ew zaroka dê ji wan re bibe neyar, kovan û êşan ji wan re peyda bike ev zarok e. Bi rastî ewna komeke pir tawanbar in.
     Dema diya Mûsa (e.s.) pê hisya ku sandoq ketiye destê Fir’ewn hindik mabû ev raza xwe eşkere bikira û bigota ev zaroka min e. Bi heskirina Xwedê sebir kete dila û ev raza xwe veşart.
     Çaxê xûşka Mûsa dît sandoq birin qesra Fir’ewn ev jî çû wê derê. Êdî Mûsa yê li qesra neyarê xwe de mezin bibûya. Lê divê seba wî bimêjîne jê re şîrdêk bidîtina.  Ji bo peyda kirina şîrdayinekê ketine bajêr. Lê çiqas jin anîn Mûsa çiçikê wan hilneda û şîrê wan nemêt. Wê çaxê xûşka Mûsa ji wan re got ez jineka vê zarokê bimêjîne nas dikim. Gotin tu ji kure vê jinikê nasdikî? Wê jî got ew diya min e. Jê pirsîn; ka şîrê wê heye? Xûşka Hz. Mûsa ji wan re got; birayê min Harûn dimêjîne. Lewra Harûn di sala zar nedihatin kuştin de bibû. Keçik çû pey diya xwe hilda anî û Mûsa hankê ve çiçikê diya xwe mêt û kerema Xwedê diya Hz. Mûsa bi wî awayî li cem wan wî re bû şîrdê. Bi heskirina Xwedê hertişt edilî û aramî pêk hat. Xwedê Teala vî awayî we’dê xwe pêk anî. Bi vî şeklî heya şîrevekirinê li cem diya xwe ma û piştî şîrevekirinê disa anîne qesra Fir’ewn û heta xortaniya xwe li wê derê ma. Xwedê Teala neyarê Fir’ewn di qesra wî de li ber cavên wî mezin kir. 
     Hz. Mûsa li vê derê heyata desthilatan nas kir û neheqî û zordariya wan bi çavên xwe ve dît û li her tiştê wan hişiya. Lêbelê wî dizanibû ew ne zaroka wan e û tu carê jî mîna wan nebû. Herdem xwe nêzîkî mezlûman didît û hevalbendiya Fir’ewn û koma wî ne dipejirand. Her çendî di qesrê de mezin bibû û li wê derê de dijiya jî hemasa alikariya hejar û hewcedaran dikir. Jixwe xortekî serwaxt û jêhatî bû. Carna bi dizîka ve diçû bajêr û li wan dera digeriya. 
    

HZ. MÛSA DİÇE HEWARA BENÎ ÎSRAÎLÎKÎ

    Rojekê dîsa çû bajêr li wan dera hinekî geriya. Lê nihêrî du kes ketine pêsîra hevdû li hevdu dixin. Ji wan yek Benî Îsraîlî bû yanî ji qewmê Hz. Mûsa yê dinê jî, ji qewmê Fir’ewn bû. Yê Benî Îsraîlî gazî Mûsa kir da ku pişta wî bike. Hz. Mûsa jî çû pişta wî kir û ça kulmeka bi zexm li yê qiptî xist merik kete erdê mir. Çaxê Mûsa lê nihêrî mêrik miriye û ji ber vê gelekî poşman bû. Lewra niyêta wî ya kuştina wî merikî tunebû ev yek bê hemdî wî qewimîbû û got: Ev ji karên şeytan e û birastî ew neyarekî eşkereye. Ya Rebbî! Xwelî li serê min be tu min bibexşîne.             
     Mûsa (e.s.) seba kese wî nebîne û pênehise wî ev yeka kiriye bi dizîka ve ji bajêr derket. Dotira rojê Mûsa dîsa hate bajêr lê niherî howe mêrikê duh îroj dîsa bi yekî dinê re şer dike. Wextê çav bi Mûsa ket dîsa jê alîkarî xwest. Van kirinên Benî Îsraîlî gelekî hêrsa Mûsa anî. Çû kete navçîtiya wan û ewna ji hev dûr xistin û berê xwe da yê duh û jê re got tu merivekî bêtehr û bêexlaqî û hêrsa xwe jê re anî û bezyayê. Ser vê merik ji Mûsa tirsiya û jê re got; te duh ew mêrika kuşt îroj jî qey tu çavlêyî min bikujî. Gava wî ji Mûsa re wisa got yê dinê eva bihist û çû caw da milet. Gel ji bo Mûsa bigrin bi hev civiyan. Yekî ji Benî Îsraîliyan ji vê tevgera wan agahdar bû û ji wî serê bajêr reviya heya serê dinê û ev yek elamî Mûsa kir û got; zû ji xwe re rêkê bibîne û ji destê wan xelas bibe. Hz. Mûsa jî ji Xwedê re dia kir; “Ya Rebbî! Tu min ji vî qewmê zalim xelas bikî” û dizîka ve ji Mîsrê reviya û bêyî kes wî bihise kete rê. Lewra bi mêrkujiyê ve dihate tawanbar kirin.       

HZ. MÛSA Lİ MEDYENÊ

     Xwedê Teala jî ev rê dabû pêşya wî. Hz. Mûsa berê xwe da Medyenê û got hêviya min ewe ku Rebbêm min bigihîne rêya rast. Medyen welatekî azad bû û zilm û zordariya Fir’ewn li vê derê eser nedikir.   
     Hz. Mûsa ji deşt û çolan re derbas bû gihîşte Medyenê. Li nêzîkî ava Medyenê li binê darekê xwe dirêj kir da ku bêhna xwe bistîne. Ji lewra ji rêka qasî heşt rojan dikişand hatibû û gelekî westiya bû. Lê nihêrî şivan û berxvan heywanên xwe tînin avdidin. Lêbelê du qîzan pezê xwe ji hinekê wan wêdetir dabûne rawestan-din û heviya çûyîna şivanan sekinîbûn. Lewra di henga-ma pez avdanê de tevlihevî çêdibûn. Ji bo vê hetanî her-kesî heywanê xwe avnedana û neçûyana herdu xûşkan pezê xwe avnedidan.
     Çaxê Mûsa ewna di vê rewşê de dît wana bala wî kişandin û çû ji wan pirsî: 
     -Hûn çima pezê xwe avnadin û wisa dûr disekinin?   
     Wan jî got:
     -Bavê me kalemêreke, birayê me jî tuneye. Ji ber vê hindê em xwe diçine ber pezên xwe û li ser avê jî hetanî ewna gişk neçin em pezên xwe avnadin.       
     Hz. Mûsa alîkariya wan kir. Pezê wan hilda bire ser avê û dewsa wan avda û wan jî heywnê xwe hildan birine mala xwe. Hz. Mûsa dîsa hate binsiyê û kete derya ramanan. Lewra ev der welatekî xerîb bû, ne nas û dostên wî li van dera hebûn ne jî heval û hogir. Ji bo vê jî nizanibû yê çi bike. Lê rind dizanibû Xwedê (c.c) tu carê wî tenê û bêgav nahêle. Di nav van fikran de bû, lê nihêrî ji wan keçên hêca yek bi şermokî ber ve bi wî de tê. Hz. Mûsa rabû ser xwe. Keçikê hat jê re got:
     -Bav êmin ez şandim pey te da ku heqê te bide û hinekî bi te re bipeyive.
     Ev herdû qîz qîzên Hz. Şû’eyb bûn. Gava çûbûn malê, ji bavê xwe re behsa vî xortê alîkariya wan kiribû kirin. Bavê wan tê derxistibû, ev kesekî xerîbe. Ji ber vê qîzeka xwe şandibû pey da ku ev kesê xerîbê qencîkar bibe mêvanê wan.
     Hz. Mûsa deweta wan pejirand û çû cem kalemêr. Kêfxweşî dane hevdu û Mûsa xwe bi wan da nasîn û serpêhatiya xwe vegot. Kalemêr şîret lê kir û got êdî tu ji wan netirse, lewra  tu ji wan dûrî. Hz. Mûsa çendekî bû mêvanê wan û di kar û şixulê wan de alîkariya wan kir û bû mîna kurê malê. Jixwe pêdiviya wan jî zilamekî wekî Mûsa hebû. Ji lewra him mirovekî jîr û jêhatî bû, him jî kesekî emîn û durist bû. Digel vê Hz. Mûsa xwedî taybetiyên pêdiviya malbatê pê hebûn gişkan bû. Ji bo vê rojekê keçeka kalemêrî ji bavê xwe re got:
     Bavo wî zilamî bi heq bigre, yê him şixulê me bike him jî yê here ber pezê me.   
     Kalemêr ev pêşniyarî Mûsa kir û got:
     -Heke tu heşt salan ji min re bixebitî û kar û barên malê bikî, ezê ji van herdu qizên xwe yekê bi te re mer bikim. Lê heke tu heşt salan temamî deh salan bikî ewê jî bibe qeciya te û ev tiştkî bi dilê te ye. Ez heznakim zehmetiya bidim te. Bi hezkirina Xwedê tê bibînî ez ji salihan im.
     Hz. Mûsa ev pêşniyar û mercên Hz. Şû’eyb pejirand in. Bi rastî Xwedê (c.c) diayê wî qebûl kiribû. Him ji zilma Fir’ewn filitîbû him jî bibû xwedî kar û maleka tê de bijî. Hz. Mûsa çawa xeber dabûn wisa kar û barên malê kir. Dem û dewran zivirî û wextê çûyînê hat. 
                         

Dİ RÊYA MİSRÊ DE

     Dilê Mûsa jî hebû vegere welatê xwe. Lewra ev çendî çend salên dûr û dirêj bûn ji welat, malbat û xizmên xwe cûda, li xerîbiyê de dijiya. Kulfeta xwe hild berê xwe dane Misrê. Mûsa û malbata xwe hingî rêde çûbûn berêka ve westiyan û hedî hedî tarî jî kete erdê û loma Mûsa rê ji hev dernexistin û şaş bibûn. Serma jî hingî diçû zêde dibû. Lewra çol şev serma û seqema vê zefe û hewa wê sar dibe û hatibûne tanga çiyayê Tûrê. Hz. Mûsa lê nihêrî li çiyê agirek vêdikeve. Hz. Mûsa malbata xwe li wê derê êwirand û ji wan re got:
   Howe li derahanê agirek vêdikeve, ka ez herim wê derê dibe ku ji bo hûn pê xwe germ bikin agirekî tînim yan jî hinekan li wir dibînim da ku rê û dirbekê nîşanî me bide.
       

QASİDÊN XWEDÊ HZ. MÛSA Û HARÛN

     Berve bi aliyê agir de meşiya. Çaxê gihîşte hinda agir jê re hate wehiy kirin.
     “Çaxê gihîşte hida agir hate nîda kirin: “Ey Mûsa bi rastî Ez Rebbê te me, solên xwe derxe, tu li newala pîroz tûwayê yî. Min tu hilbijartî. Nika guh bide tiştê ji te re tê wehiy kirin. Ez Xweda me. Xêncî Min tu îlah tuneye. Vêca ji min re îbadet bike û ji bo Min bîr bînî rabe nimêjê.”  (Ta-Ha: 11-14)    
     Hz. Mûsa ji aliyê Rebbê xwe ve ji bo qasidiyê hati-bû hilbijartin. Bi rastî Xwedê Teala ji bo kê bixwaze wî nîmetî dide wî.
     Deng dîsa hat û herçendî Xwedê Teala her tiştî dizane jî pirsî:
     -“Ew çi ye di destê te de? Ey Mûsa!
       Got: Ew esayê min e, bi wê ve xwe digrim, pê ve ji pezê xwe re belgan dadişînim û di karên dinê de jî kêrîm in tê.” (Ta-Ha: 17-18) 

MÛCÎZÊN HZ. MÛSA

     Xwedê (c.c) emir kir: Ewiya dayne erdê. Hz. Mûsa esayê xwe danî erdê û lê nihêrî bûye marekî û li erdê gikişe. Çaxê Mûsa (e.s.) dît esayê wî bûye mar, tirsek kete dila. Lê Xwedê (c.c) got; netirse wê bide destê xwe, dê dîsa mîna berê bibe esa.
     Eva mûcîza yekem bû Xwedê Teala dabû Hz. Mûsa.
     Vê carê jî destê xwe bixe binçenga xwe û bila bê kêmasî çîlûsipî derkeve.
     Ev jî mûcîza duyem bû.
     Xwedê (c.c) emrî Hz. Mûsa kir:
     Here bal Fir’ewn, bi rastî ew gelekî axozî bûye. Ji bo guh bide nesîheta û ji Xwedê bitirse van mûcîzên me dane te jî nîşanî wan bide.
     Lêbelê Mûsa (e.s.) li cem wan mêrkûj û sûcbar dihate hesabê û ji ber wê jî Hz. Mûsa ditirsiya ku gava wî bigrin yê bikujin.
     Xwedê (c.c) re weha dia kir:
     Ya Rebbî! Singê min veke, karê min hêsan bike û gillêya zimanê min jî veke da ku gotinên min rind fêm bikin. Ji bo vî karî de bibe biştgirê min ji malbata min birayê min Harûn jî bide alîkariya min. Da ku em te zef tesbîh bikin û bi bîr bînin. Xwedê (c.c) jî ev xasteka wî qebûlkir.
     Hz. Mûsa bi vî awayî ji Xwedê Teala wehiy hildabû û ji ber vê jî jê re “kelîmûllah” tê gotin ango yê bi Xwedê (c.c) re qise kiriye.        
    Ji bo her kar û xebatê perwerdebûn tiştekî pêwîste. Lewra ji bo kirina her tiştî şert û mercên taybetî hene. Xwedayê pewedegarê kaînatê jî berya wezîfa rîsaletê bide qasidên xwe heta mûdetekî wana diceribîne û perwede dike. Lewra barê milê wan pir giran û zehmet e. Hz. Mûsa jî bi vî şeklî hatibû perwede kirin. Gor vê yê peyama rebbê wî hinartibû bigîhan da neyarê xwe Fir’ewnê zordar. Her çendî wî xwe îlah dihesiband jî dê bendebûna wî têxista bîrê. Lewra gelek cara mirov eslê xwe ji bîr dike û ji heddê xwe dibuhire.
     Hz. Mûsa hedî hedî serxwe de hat û bi dilekî rihet vegeriya cem malbata xwe. Êdî ew qasidê Xwedê bû. Çû Misrê digel birayê xwe Harûn (e.s.) ji bo fermana Xwedayê dilovan bigihîne çûne cem Fir’ewn. Xwedê Teala ji wan re gotibû bê tirs û fikar herin wî hişyar bikin, ez bi we re me. Ezê we ji zilma wî biparêzim. Xwedê Teala rebaza teblîxê jî dabû wan. Ji lewra gava mirov karekî bike, her çendî ev kar qenc û heq be jî heger rêbaza (menhec) mirov rast nebe di wî şixulî de serkeftin tiştekî zehmet e. Seba wê Barî Teala ji wan re gotibû:
   Tu û birayê xwe ve bi mûcîzeyên min dane we ve herin û di bîranîna min de sistiyê nekin. Herin cem Fir’ewn bêguman ew zef har bûye. Çaxê hûn çûn bi zimanekî şirîn pê re xeberbidin. Dibe ku guh bide şîreta yan jî bitirse. Xwedê (c.c) dest nîşan dike ku her çendî Fir’ewn ji heddê xwe bihuriye jî, hûn bi zarekî şirîn û bi tevgereke milahîm ve wî re bipeyivin. Belkê bi vî şeklî hişê xwe dide serê xwe û rastiyê dibîne. Bi rastî zimanê şirîn ji bo mirov bigêhije armanca xwe navgîneke (wesîle) pir giring e. Lewra wê çaxê mûxatab guh dide gotina mirov û bawer neke jî tê digêhije ka çi tê vegotin. Lê gava peyam bi zimanekî tund ve bê gotin, her çendî ev rast û kêrhatî be jî ne tê guhdar kirin ne jê tê pejiran-din. Ji ber ku rêbaza vegotinê xelet e û ev yek jî dibe sedema tev rabûna hestên mirov û wê hingê jî hest rê li hiş digre û mesaj nagêje armancê.   

HZ. MÛSA Û HARÛN Bİ FİR’EWN RE KETİNE NİQAŞÊ

     Hz. Mûsa û Hz. Harûn çûn derktine pêşberî Fir’ewnê zordar û fermana Xwedê pêşkêşî wî kirin.
     “Mûsa weha got: Ey Fir’ewn, ez pêxemberekî ji aliyê Rebbê alemê ve hatime şandin im. Li ser min heqe ez li hember Xwedê bilî rastiyê tiştekî din nebêjim. Bi rastî min ji Rebbê we ji bona we delîlek aniye. Êdî Benî Îsraîliyan bi min re bişîne.” (E’ref: 104-105)
     Fir’ewn wê çaxê Hz. Mûsa naskir û jê re got: 
     -Tu ew zarê li cem me mezin bibû nînî? Tu li cem bi salan mayî û te ew kirina xwe jî kir. Tu ji yên nanserçokê/nankor î.
     Hz. Mûsa bersîva Fir’ewn da:
     -Got; ez wê çaxê ji nezanan bûm. Gava ez ji we tirsiyam jî, ji vê derê reviyam. Êdî Xwedayê min hikmet da min û ez kirime ji pêxemberan. Ew qenciyên tu îroj dixî serhevda serê min ji ber ku te Benî Îsraîlî ji xwe re kiribûn kole ye. –(Şû’era: 18-22)-
     Fir’ewnê xwîndar haqas zilm kiribû û xwîna mirov-ên bêkes û hejar rêtibû gişk ji bîr kiribû û nedianî bîra xwe. Ji Hz. Mûsa re digot me tu mezin kirî û tu zara berdestê me de yî û em te rind nasdikin. Hê ser de tû mêrkuj û tawanbar î. Tu çawa radibî dibê jî ez qasidê Xwedê me? Bi vî qaydî dil heye Hz. Mûsa piçûk bixe û derewçîn derxe. Lê Hz. Mûsa dibê je dema min ew kar kir ez nezan bûm û ew tiştê tu dixî serhevda serê min jî ji ber sîtemkariya te pêk hatiye.
     Fir’ewn ji Hz. Mûsa pirsî: 
     -Tu behsa Rebbê aleman dikî, ew kê ye? 
     Hz. Mûsa bersîv da: 
     -Ew Rebbê erd û esmana û tiştên di navbera wan de ye. Heke hûn bi yeqîn bizanibîn? 
     Fir’ewn ji yên der û dora xwe re got: 
     -Hûn dibihên çi dibêje?
     Hz. Mûsa domand: 
     -Ew Rebbê we ye jî û Rebbê bav û kalên we jî ye. 
     Fir’ewn got: 
     -Ev pêxemberê ji we re hatiye şandin bêguman dîn e.    
     Hz. Mûsa xeberdana xwe berdewam kir û got: 
     -Ew Rebbê rojhilat û rojava û tiştên di navbera wan de jî ye. Lê heke hûn bifikirin.         –(Şû’era: 23-28)-          
     Hz. Mûsa û Harûn lê nihêrîn Fir’ewnê sîtemkar nayê rê û qelf û tiranê xwe bi wan dike û bi wan dikene. Wê çaxê jî ew bi ezabê Xwedê ve dan tirsandin û behsa afirandina gerdûnê kir. Lewra ev tiştan bi çavan ve dihate dîtin û dema mirov derbarê hebûnê de bifikire gelek tişt ji bo wan dibin ayet û bûrhan. Lêbelê dema çav û dilên mirov korbin tu tiştî nabînin û tênagihêjin.
     Dema Fir’ewn gotibû Rebbê we kê ye? Wan jî gotibû Rebbê me Ewê her tişt afirandiye û rê nîşanî wan daye. Fir’ewn ji wan pirsî, lê rewşa pêşiyan çi ye? Hz. Mûsa got; zanîna wan di pirtûka li cem Rebbê min de ye. Rebbê min şaş nabe û ji bîr jî nake. Ewe, ji we re rûyê erdê kiriye doşeg û tê de ji we re rê û dir derxistiye û ji esmana baranê dibarîne. Ji bo me bi vê şiliyê ve ji nebatan cot cot derdixîne. Fir’ewn digot rewşa kal û bavên me çawa ye? Bi vê dilhebû xelkê ji wan dûr bixe û bêje evana ji pêşiyên we re bê hurmetin û dibêjin ewna ehlê kufrêne. Lewra mirov kal û bavên xwe qenc û ehlê xelasiyê dihesibînin û wan xerab nabînin û li ber çavê xwe mezin dikin. Lê Hz. Mûsa bersiveke wisa da yê tu kêrî wî nehat. Hz. Mûsa dev ji teblîxê berneda û di navbera giregir û pêştehatiyên qewmê Fir’ewn de doza xwe domand.
                 

BİRCA FİR’EWNÊ FÊLBAZ

    Fir’ewnê fêlbaz ji bo gelê xwe bixapîne ji Hamanê wezîrê xwe re got; rabe ji min re heta ji te tê birceke bilind çêbike. Da ku ez bi vê birca bilind ve rêyên esmana peyda bikim û Xwedayê Mûsa bibînim. Tê ragihandin Fir’ewn anî ev birca bilind da çêkirin û derkete ser û tîreke hê berê bi xwînê dabû avête esmana û çaxê tîr kete erdê anî xwîna li ser tîrê nîşanî xelkê xwe da û ji wan re got vaye we jî dît min Xwedayê Mûsa (haşa) kuşt. Lewra dema Hz. Mûsa li cem giregirên civakê heq teblîxî wî kiribû ji ber wê gelekî aciz bibû û ji bo vê dixwest gelê nezan bi van hîlên xwe ve bixapîne û Hz. Mûsa li cem wan derewçîn derxe.
     Lê ev jî kêrî Fir’ewn nehat. Îcar ji Hz. Mûsa mûcîze xwest. Hz. Mûsa mûcîzeyên Xwedê Teala dabûyê li ber çavê wan nîşan da. Wextê Hz. Mûsa esayê xwe danî erdê bû marekî û kişiya û destê xwe xiste binçenga xwe derxist çîlûqerqaş biriqî.
     Fir’ewn û hevalbendê wî ew mûcîzan bi çavê xwe ve bi awayekî eşkera eyanbeyan dîtin. Lê inyad û înkara wan ewna ji nûra îmanê gelekî ji dûr xistibû û bawer nekirin. Li hevdu şêwirîn û gotin ev sêrbazekî mezine û çavlêye bi vê sêrbaziya xwe ve me ji vî welatî derxe û xwe bibe hakim. Ji bo vê biryan dan û gotin emê gazî sêrbazên çar aliyê welat yên meşhûr û bi hûner bikin da kû tiştên Mûsa nîşan dabû pûç û betal bikin. Hatin eva ji Hz. Mûsa re gotin û wî jî ev daxwaza wan qebûl kir. Lewra wî zef rind dizanibû ev mûcîza Xwedê dabûyê ne sêhre û lê tiştên ji destên sêrbaz û cadûyan derdikeve bes sêhr û çav xapandineke. 

Lİ HEMBER HEQ BATİL PÛÇ DİBE

     Ji bo vê, roja cejnê kifş kirin. Armanca Fir’ewn bi vê ve ew bû ku Mûsa li pêşberî girseya gel bi sêrbazên xwe yên mahir ve têk bibe û tiştên wî nîşan dabû pûç û betal bike. Bi vî qaydî Mûsa û Harûn êli cem gel bê qedr û rûmet bimana. Lêbelê Xwedê (c.c) tu carî qasidên xwe li hember jirêderketiya tenê nehîştiye û çerxa wan çep zivirand.
     Sêrbaz ji bo vê rojê ji çar terefê welêt hatin li Misrê kom bûn. Lêbelê ji bo vê roja mezin hinek daxwazê wan ji Fir’ewn hebûn. Jê re gotin dema em di vî karî de serbikevîn çi yê têkeve testê me? Firewnê axozî jî gotibû; hûnê bibine mirovên payeberzê nêzîkî min.                          
             

HEQ Û BATİL Jİ HEV DİYAR BÛ Û BAWERKİRİNA SÊRBAZAN

     Roja hatibû kifş kirin hat. Gel ji bo vê têkoşîna dê di navbera heq û batil de pêk bihata temaşa bikin li qada civinê kom bûn. Nika carekê dîsa rastî û pûçîti yê ji hev veqetiya. 
     Sêrbazan ji Hz. Mûsa re gotin de bavêje. Lêbelê Hz. Mûsa ev qebûl nekir got; naxêr de hûnê çi bavêjin kanê bavêjin. Dawiyê de sêrbazan bi navê Fir’ewn ve weris û bendên destê xwe de avêtîne navê. Çaxê wan tiştên xwe hurşandine meydanê li ber çavan liviyan û çûn-hatin. Mirov digot qey marin, ji ber vê pêşyê peşke tirs kete dilê Hz. Mûsa jî. Lê Xwedê Teala jê re got netirse û esa yê xwe dayne. Hz. Mûsa bi navê Xwedê (c.c) esayê xwe danî. Wextê Hz. Mûsa esayê xwe danî erdê bû marekî mezin, sêr û çav girêdanê sêrbazan gişk betal kir û bend û tiştên wan hemû daqurtand. Li hember vê yêkê sêrbaz gişk şaşmetel û heyirî man. Lewra ewna sêrbaza sareza yê her curê sêr û tiştên wisa bûn, loma ji her kesî rindtir dizanibûn ev tiştê Hz. Mûsa nîşan dabû sêr nîne. Jixwe hêz û bandora sêrê tu carê wisa nabe, ev tiştekî dinê bû. Bi vî qaydî rastiya doza Hz. Mûsa bi awayekî zelal dîtin.     
     Sêrbazan têderxistin ku ev rastî bi xwe ye û hankê ve kunde ji Xwedê (c.c) re birin û gotin: “Me bawerî bi Xwedayê Mûsa û Harûn anî.” 
     Lê vê teslîmiyet û baweriya sêrbazan Fir’ewnê rezîl-bûyî, dînûhar kir. Ji wan re got; çawa he min destur neda we hûn bi Mûsa bawer dikin. Helbe ew mamoste yê we yî mezin e, loma hûn wisa dikin. Gef li wan xwar û got; ezê dest û lingên we çep û rast jê bikim û we li darxûrmê de dardabikim.
     Lêbêlê ev rastiya sêrbazan bi çavê xwe ve dîtibû ew kef û cezayên tund bê bandor kiribûn û ji Fir’ewn re weha gotin:
     -Bêguman emê Rebbê xwe de vegerin. Tu jî dilheyî ji ber vê baweriya me cezakî bidî me û heyfê hildî. Ya Rebbî! Tu sebrê li ser me de bibarîne û Tu rûhê me bi mislimanî bistîne.   –(E’ref: 106-126)-                              
     Di vê têkoşînê de li hember civakê rûreşî bibû para Fir’ewnê têk çûyî. Her çendî Fir’ewn gef li sêrbazan wxar jî wana tu carî dev ji îmanê bernedan. Ev jî bû nîşan û îsbata hêza baweriyê. Wextê mirov bi dil û can bawer bike can û mal jî here çi dibe bila bibe bawer-mend ji heqiyê dûr nakeve û poşman nabe. Lê heke mirov bi dolsozî doza xwe bawer neke û di baweriya xwe de dudil be tu qiymet û qûweta wê tuneye û ji bona vê jî bi hêsanî ji ber tiştên piçûk û bêkêr pûç dibe û diçe. Fenanî dareka bê reh û rizyayî li ber bayekî sivik jî teyax nade û dişkê. Lê berevajî wê, dara îmanê bi reh û rîçalên xwe yê mehkem ve hetanî kûrahiya erdê de diçe û bi şax û çiqilên xwe yê situr ve jî ber bi esmanan ve bilind dibe. Tu carê ba, bahoz û hêzeke din nikare wê ji dewsê bileqîne. Bêşik û guman ferqa di navbera van herdu baweriyan mîna vê ye. 
     Giregirên (mele) xelkê ji van ayet û mûcîzan ji xwe re ne ders hilnedabûn û ne jî tirs û xof ketibû dilê wan. Ji bo Hz. Mûsa bikuje helan didanê, gilî û gazîncê xwe li Fir’ewn dikirin. Hatinbûn ji re gotin: Hê tê Mûsa û Harûn piştî van bûyerên qewimîne sax bihêlî da ku bi serbestî îlahên me înkar bikin û rebbê xwe yê tenê bihebînin. Lewra ev ji me re xetereke dijware û dê fitnê û fesadiyê bixe navbera gel. Fir’ewnê taxut ji wan re got; çima nerinde em wana weha bib’ecinin? Emê bînin mêrên wan bikujin û jinên wan jî sax bihêlîn û ji xwe re bikine cêrî. Bî vî qaydî emê Benî Îsraîliyan perîşan bikin.  
     Hz. Mûsa alîkî de teblîxa ola heq dikir û di aliyê din de jî ji bo li hember zilm û neheqiya Fir’ewn sebir bikin şîret û pend li xelkê xwe dikir da ku hêviya xwe ji Xwedê nebirin û li benda alîkariya wî bin. Lewra sîtemkariya Fir’ewn bê kêm bûn dewam dikir û Benî Îsraîlî bi gilî û gazinc dihatin ji Hz. Mûsa re digotin jixwe çaxê hê tu nehatibûyî jî xwîna me dihate rêtin û renç û îskencên li me dihatin kirin û em li bin zilm û zordariya Fir’ewn de belengaz û perîşan bibûn. Hingî tu hatî jî bêyî guherîn ev rewşa me mîna berê dewam dike. 
     Lê hingî Fir’ewn zilma xwe zêde dikir kesên bawerî bi Mûsa dianîn û tevî bizava wî dibûn pirtir û xurttir dibûn. Vê pêvajoyê her diçû desthilatiya Fir’ewn dida tirsand. Digotin eger ev hal vê weha dewam biki dê hakimîyetê ji dest here û vê yêkê Fir’ewn gelekî aciz dikir. Şêwirmend û alîkarên xwe kom kir û derheq vê mijarê ketine gengeşiya. Fir’ewnê xwînxar got; ka min berdîn ez Mûsa bikujim, ew jî bila here gazî rebbê xwe bike. Lewra ez ditirsim dê dînê we biguhire yan jî dê li ser rûyê erdê fesadiyê derxê. -(Mû’mîn: 26)- 
  

Jİ MALBATA FİR’EWN KESEKÎ BAWERMEND

     Ji bo vê pirsgirêka sazûmana wan tehdît dike çareserîkê peyda bikin, ketibûne niqaş û lêgerîna. Divê çareserîke wisa bûya ev pirsgirêk kuta bikira. Di encama şêwrê de biryara kuştina Hz. Mûsa dabûn. Lewra gor wan sebebê vê meselê ew bû û ev yekê bes bi vî şeklê ji holê rabûya. Dema li derbarê vê mijarê de xeberdidan kesekî bawermendê ji malbata Fir’ewn bû, ew jî li vê civînê de hazir bû. Lê wî kesî ji ber xwîndarî û zilma Fir’ewn baweriya xwe vedişar. Çaxê gotin hatibû ser, wî jî gotibû; ji bo ku ew dibêje “rebbê min Xwedaye” loma hûnê wî bikujin. Him jî wî haqas mûcîzên elameşkere nişanî me daye. Hema em bêjin ewa di van gotinên xwe de derewkare, wê çaxê tu zerara wî ji me re tuneye. Lê heke gotinê wî rast bin emê xwe çawa ji wan ezaba xelas kin? Berya me da jî qewmên diderewandin pêrgî xezebê hatibûn. Ew ezeba jî qewmê Nûh, Ad, Semûd û yên ji pey wan re hatibû. Qewmê min bi rastî ez ditirsim ku ew ezabê bê serê we. Çaxê Yûsuf hatibû we bi wî jî îna nekir û we digot piştî Yûsuf tu pêxember nayên.   –(Mû’mîn: 28-34)-   
     Lê Fir’ewn ev gotin qebûl nekir û got; ez xêncî fikrê xwe tu tiştî ji we re nabêjim û ez rêya rast nîşanî we didim.
     Vî kesê bawermend çaxê firsend dikete desta deweta xwe didomand û bi şîretê xwe ve li wan dikir û rêya xelasiyê nîşanî wan dida. Ji wan re cudahiya navbera qencî û xerabiyê beyan dikir. Pûçîtî û betaliya eqîde û îlahên derewîn ji wan re bi mînak û delîlên saxlem ve beyan dikir. Kurtî û fanîbûna jiyana dunyê û ebedîbûna jiyana axiretê dikire bîra wan. Derbarê rastiya behişt û dojehê de agahî dida wan. Her çiqasî ewa ji bo xelasiya wan dixebitî jî wanê jirêaverê bûyî ji bo wî bikujin kemîn danîn. Lêbêlê Xwedayê dilovan ev bendê xwe yê salih ji kemîna bêbextan xelas kir. Aqîbeta xerab jî bû para wan.
     Fir’ewn peya û pesn didane xwe û xwe ji ser her tiştî re didît. Ji mirovan re digot ev tiştên hûn bi çavên xwe ve dibînin hemû milkê min in. Ji wan re digot Mûsa yekî xizan û nezan e û ez ji wî çêtirim. Heke gotinê wî rast bûya divê ji esmana jê re bazinên zêr bihatana yan jî milyaket pê re bûna. Gelê xwe piçûk dixist û gel jî bêrûmetî û fasiqtî dikirin û serî li ber wî taxutî berjêr dikirin.Jixwe pirê zaliman hêza xwe ji mezlûmên bêdeng û serberjêr digrin.  –(Zûhruf: 51-54)- 
              

JİNA FİR’EWN JÎ BAWER KİR

     Fir’ewn çi kir jî tu carê nikaribû rê li bawer kirina gel bigre. Çaxê kesekî îman bikira dînûhar dibû. Lêbelê hîdayet di destê Xwedayê serafê dilan de bû. Ji bo kê bixwaze hidayetê dide û tu kes jî nikare rê lê bigre. Tiştê ecêb ew bu ku Fir’ewnê ji gelê xwe re digot ez xwedî û hakimê we me. Lê nikaribû hukum li dilê jina xwe bikira. Lewra ji wan kesên Mûsa (e.s.) bawer kiribûn yek jî jina wî ya salih bû. Wê rastiya doza Hz. Mûsa dîtibû û bi dizîka bawerî pê anîbû û bi dizîka ji Rebbê xwe yê bê heval û şirîk re îbadet dikir. Ji sîtemkarî û nerindiyê Fir’ewn xwe disparte Xwedê Teala. Ji Xwedê re dia kiribû û Wî jî dia yê wê jina mûxlîs qebûl kiribû û jê razî bibû. Ji ber ku gunehê herkesî li stuyê wî kesî ye. Ji ber gunehê yekî tu carî xizm û eqrebayên wî nayên tewambar kirin. Wê weha lava kiribû:
     “Rebbêm! Li cem xwe, di behiştê de ji min re xanîkî ava bike. Min ji Fir’ewn, kirinên wî û wî qewmê zalim xelas bike.”           (Tehrîm: 11)      
     Xwedê (c.c) ew jina bawermend di Qur’ana Pîroj de ji me re mînak daye. Lewra ew ji bo mislimana gişkan nimûneke balkêş û giringe.
                 

DİA YÊ HZ. MÛSA Û HZ. HARÛN

     Her kes nota hev nîne. Hinek meriv ji hineka sebirtir û hinek jî ji hineka teyaxtir in. Ev taybetî û xisletên mirovan li hember tengasî û zehmetiyan derdikevine pêş çava. Pêxember û qasidên Xwedê Teala gelek caran rastî tengasî û zehmetiyan hatine. Lê ew kesên rêberê doza heq, heya hêz û taqeta wan hebûye di têkoşîna xwe de berxwe dane û xebitîne. Lêbelê wekî her kesî sînorê sebr û tehemûla wan jî heta derekê ye.    
     Hz. Mûsa û Hz. Harûn hetanî ji wan dihat bi zimanekî şirîn û delîl û mînakên balkêş ve Fir’ewn û gelê Misrê dewetî rastiyê kirin. Lê mixabin dil û hişên wan wekî keviran belkê hê ji keviran jî hişktir bibûn. Loma jî ronahiya heqiyê nedidîtin. Dawiyê de Hz. Mûsa û Hz. Harûn destê xwe berve bi Xwedê de vekirin û lavayî Wî kirin:
     Ya Rebbî! Te mal û milk, xêr û zeyneta dunyê daye Fir’ewn û hevalbendên wî. Lêbelê ewna bi vê ve xwe qure dikin û mezin dikujin. Dev ji inyad û kufra xwe bernadin. Ya Rebbî! Tu mal û milkê wan telef bike û ji wan bistîne. Bila eş û jan têkeve dilê wan. Lewra ewna hetanî vî ezabê dijwar bi çavên xwe ve nebînin nayêne li ser rêya rast.                    –(Yûnus: 88-89)- 
     Xwedê (c.c) jî îcabetî dia yê qasidên xwe kir û emrî wan kir di rêya xwe de dewam bikin û nedine pey nezanan.  
     Bi hezkirina Xwedê (c.c) baran nebarîn û zevî û rezên wan hêşîn nebûn. Ji ber vê xela rabû. Çaxê şilî nebarîn û xela derket, rabûn Hz. Mûsa, heval û piştgirên wî berpirsyar û tawanbar girtin û gotin ji ber bêyûmiya wan ev afat û şetele li ser me de hatin. Bi rastî serhişkî û bêfêmiya kafiran mirov ecebmayî dihêle. Gava zevî û rezên wan rind digihîştin û zef ber didan peya didane xwe û digotin ev keda destê me ye. Me zef rind lê nihêrî û miqatî lê kir loma wisa rind bûn. Lê wextê berewajî wê dibû xwe perbirsyar nedidîtin û hinekêndin gunebar dikirin.  

BELA Û ŞETELÊN BÊ NAVBER

    Qewmê ji rê derketî bi van bûyeran jî hişyar nebûn û pûtperestiya xwe neterikandin. Loma Xwedê (c.c) ji wan re pey der pey afat û şetele şand. Li pey xela û hişkiyê vê carê baraneke zef gumrah barî, qarxûn rabû û ava rûbarê Nîle rabû û zevî û rezên wan hemû li bin lehî û sêlavê de mef bû û her tiştên wan ji ber vê lehî û sêlavê çûn. Tu tişt ji destên wan nehat. Lê nexweşiya kufrê ewna kor, ker û femekor kiribû. Lewra fitrat û tebîta wana pak xerab bibû. Vê carê kulî ketine zevî û debra wan û her çûn zêde bûn û hem û zevî û debra wan pûç kirin û wan jî nikaribûn serederiyê li kuliyan bikin. Careke din bi sipiya ketin û derman û hekîman pêk lê neanîn û çareserî jê re nedîtin. Li pey vê carê beqan êrişî koma ji rêderketiyan kirin. Ev artêşeke wisa bû tu artêşê nikaribû taqet bike li hember raweste. Dawiyê kanî û çemên wan bûne avxwîn. Axiriyê de wisa bibû êdî nikaribûn îdare bikin. 
     Ser van afatan hatin xwe avêtine Hz. Mûsa û Hz. Harûn da ku wan ji van musîbetan xelas bikin. Qewl dan dê wê çaxê tobe bikin û baweriyê bi Mûsa bînin û ji bo Benî Îsraîlî digel Mûsa herin yê wan serbest bihêlin. Lêwra Fir’ewn Benî Îsraîlî mîna kolan dida xebatê û rê li wan girtibû û nedihîş herine Filistînê.         
     Hz. Mûsa ji Xwedê (c.c) dia kir û ev musîbet û bela rabûn û ewna ji van musîbetan xelas bûn. Lêbelê ne Fir’ewnê zalim li ser peymana xwe sekinî û ne jî qewmê nankor ji hate li ser heqiyê.
               

BENÎ ÎSRAÎLÎ Jİ MİSRÊ DİÇİN

     Xwedê (c.c) wehiy ji Hz. Mûsa re şand da ku Benî Îsraîliyan ji destê Fir’ewn xelas bike. Pey vî emrê Îlahî Hz. Mûsa ji bo Benî Îsraîlî tivdarekên xwe yên rêwîtiyê bikin xeber da wan û teme li wan kir ku seba Fir’ewn pê nehise bi dizîka xwe amede bikin. Lewra bextê Fir’ewnê xwîndar tunebû.
     Wan jî zêr û xişrên xwe û tiştên xwe nê qiymet biha û barsivik hildan û şev bê deng û his ji Misrê derketin û berê xwe dane welatê xwe Filistînê. Benî Îsraîlî êdî ji koletiyê rizgar dibûn. Dê li welatê xwe de serbest di nav nîmet û bereketê de bijiyana. Lêbelê leşkerên Fir’ewn bi reva wan hisyan û caw dane Fir’ewn. Ji bo wan bigrin û vegerînin /bifetilînin Misrê Fir’ewn bi artêşa xwe ve da pey wan. Çaxê Hz. Mûsa û Benî Îsraîliyan êdî xwe gîhandibûne qiraxê Derya Sor, Fir’ewn bi artêşa xwe ve li wan derket. Loma Benî Îsraîlî gelekî tirsiyan. Lewra li alîkî de artêşa dijminê xwînxar û aliyê din de jî deryaka mîna dijmina dijwar hebû. Ji ber vê qewmê Mûsa (e.s.) jê re gotin: 
     -Te em anîne kuştinê. Qet nebûya li wê derê em bin zilmê de bûna jî sax diman û lê nika yê me bikujin.   
     Mûsa (e.s.) ji wan re got: 
     -Naxêr Xwedê (c.c) bi me re ye, dê me ji wan xelas bike.

KEREMA XWEDAYÊ DİLOVAN Û MÛCÎZÊN HZ. MÛSA YÊN DİN

    Xwedê Teala bendeyên xwe di nav dest û lepên wan de nehîş. Bi rêyeke (mûcîze) wisa ve ewna ji destên wan filitand tu carê ne dihate bîra kesî. Xwedê (c.c) emrî kir Mûsa (e.s) ku bi esa yê xwe ve li derya yê bixe. Çaxê Hz. Mûsa bi esa yê xwe li Derya Sor xist bi heskirina Xwedê (c.c) av ji hev vekişiya û rêka zip û ziha derkete holê. Av li herdu aliyên rê de wekî çiyan bilind (quloz) bibû. Hz. Mûsa û Benî Îsraîlî bi rehetî ji vê rêyê re debasî qiraxê dinê bûn.  
           

AQİBETA FİR’EWN Û ARTÊŞA WÎ

     Fir’ewnê femekor ji vê mûcîzê jî, ji xwe re ders hilneda û hişê xwe neda serê xwe û çaxê lê nihêrî di derya yê de rêk vebûye wî jî da pêşya leşkerê xwe kete rê, haj aqîbeta xwe ya xerab tinebû. Gava hatine nîvê rê Benî Îsraîlî edî derbasî aliyê dinê bibûn û derya bi wan hate hev. Fir’ewn dît êdî xelasî tuneye, çû secdê û got: 
   “Bi rastî min bawer kir kû bilî îlahê Benî Îsraîliyan tu îlah tuneye, ez jî teslîm bûm.”  
    Lêbelê toba li ber mirinê qebûl nabê. Ji ber vê Xwedê Teala Fir’ewn û artêşa wi ya di her zilm û zordariya wî de piştgiriya wî dikirin û bi wî re bibûn hevbeş, di ezab de jî ew tenê nehîştin û hemî bi hev re di deryayê de xeniqîn. Dê roja axretê de jî pê re heval bin. Li dunyê ceza yê sîtemkariya wan di avê de fetisîn bû û ev bi hev re tem kirin û yê di axretê de jî di nav agirekî dilsoj de bi hev bicivin. Lewra kê di dunyê de ji kê re bibe heval û çi bike dê her weha di axrete de jî pê re heval be.        
     Hz. Mûsa û yên bawerî bi wî anîbûn bi kerema Xwedê (c.c) bi vî awayî sax û silamet ji kemîn û zilma Fir’ewn filitîn û berê xwe dane Filistînê. 
     Di rêberiya Hz. Mûsa û Harûn de berê xwe dane welatê bav û kalên xwe. Her çendî li pey xwe Misrê bax û bostan, mal û milkê xwe hîştibûn jî Xwedê (c.c) tiştên ji wan çêtir we’dî wan kiribû. Îcar Hz. Mûsa û Harûn bi kêmasiyên qewmê xwe re mijûl bûn. Lewra berê piranî bi Fir’ewn û qewmê wî re eleqeder dibûn. Digel vê asteng û tengasiyên nemaze ji bo vê doza heq venebêjin ji aliyê Fir’ewn pêk dihatin hebûn. Ji ber vê hindê derfet û îmkanên baş tinebûn bi şeklekî rind gelê xwe perwede bikin û wan ji nerindî û xisletên fitrata wana selîm qirêj kiribûn paqij bikin.   
     Ev çendî çend sal bûn digel qewmekî muşrîk jiya-bûn. Ji ber vê jî gelek bawerî û xûyan de çavdabûne wan û nola wan dikirin. Hz. Mûsa û Harûn jî seba gelê xwe ji wan şaşîtî û negenciyan pak û paqij bikin dixebitîn. Lê-belê gava bîr û baweriyên xerab nifûzî tebîet û karekterê mirov bike, paqij kirina wê dibe karekî pir zehmet. 
     Ji Derya Sor bihurîbûn û berve bi Filistînê dimeşiyan, li ser rêya xwe rastî komêk însanên pûtperest hatin. Dema Bênî Îsraîlî çav li vê rewşa wan ketin ji Hz. Mûsa re gotin; de ka tu jî, ji me re jî pûtekî wisa çêbike û em jî wî re peresti bikin. Bi rastî mirov pir cahil û nezan e.
     Hz. Mûsa ji wan pêxemberê ulu’l-ezm bû û xwedî sebr û tehemûleke wî ya mezin bû. Hz. Mûsa ji wan re qala betalî û pûçîtiya ol û baweriya pûtperestan kir û bêkêrî û bêhişiya tevgerên weha ji wan re anî ziman. Rastiya tewhîdê ji wan re vegot û bi pend û şîretan ve heq elamî wan kir. Ji bo ev yeka bi awayekî rindtir têkeve bîr û hizra wan, ew nîmet û kerema Xwedê Teala pêşkêşî wan kiribû anî bîra wan.      –(E’ref: 138-140)-
                         

QEWMÊ NANKOR

     Benî Îsraîlî neviyên Hz. Yaqûb bûn. Ji her kurekî wî eşîrek/êlek çêbibû, ango ji danzdeh êlan pêk dihatin. Jimara wan gelek bû. Hêdî hêdî xwarina bi xwe re anîbûn xelas dibûn û pêdivî û kêmasiyê wan jî zêde dibûn û ava wan jî qet nemabû. Hewa jî gelekî germ bû û ji ber vê hatin ev hal ji Hz. Mûsa re gotin. 
     Wê hingê Qasidê Xwedê dia kir û Xwedê Teala jî emrî wî kir ku bi esa (gopal) yê xwe ve li kevir bixe. Çawa Hz. Mûsa bi esayê xwe ve li kevir xist bi kerema Xwedê jê danzdeh ava za ango ji bo her êlekê avekê zabû. Her elê ji ava para xwe têr têr vexwarin.  
     Wextê gihîştine parzemîna Sînayê, çolan dest pê kir. Li vê heremê ne hêşnayî ne jî dar û daristan hebûn û germ û tîna wê jî mirov gelekî aciz dikir û neçar dihîşt. Hz. Mûsa dia kir û bi kerema Xwedê Teala heya Benî Îsraîlî ji vê derê derbasbûn seba wan ji germa royê biparêzin ewran sîwaniya wan kir.
     Îcar xwarin û pêxwarina wan red bû. Hz. Mûsa ve carê jî lavayî Xwedayê Mihrîban kir. Xwedê (c.c) ji wan gezo û qarûtk şand. Bi rastî evna herdu xwarin jî gelekî xweş û paqij bûn. Lêbelê nankor, vê jî qayîl nebûn û dewa tiştên din dikirin. Bi vî awayî zilm li nefsa xwe kirin.                                     –(E’ref: 160)-
     Benî Îsraîlî mirovên bê tehr bûn. Zef çav birçî bûn û gelek tişt dixwestin, jê têrnedibûn û lê pir kêm şikur û sipasî dikirin. Tiştên qenc û binirx li cem wan bê qedr bûn. Xwe bi tiştên heram û qedexe digirtin û tiştên ji wan dihate xwestin jî nedikirin û asê dibûn. 
     Zef derbas nebû vê carê çûne cem Hz. Mûsa û jê re gotin: 
     -Ev çi yê? Hemasa em eynî xwarinê dixwin, êdî em ji van xwarina kerixîn. Ji me re tiştên mîna; sîr, pîvaz, nîsik û qûndiran bîne. 
     Çaxê Hz. Mûsa dît ev qewmê bêşêkir nayê rê ji wan re got: 
     -Hûn mirovên çi torî ne? Xwedê (c.c) xwarinên rind û lezîz dide we hûn bi wan qayîl nabîn diçin tiştên ji wan nerindtir dixwazin. Çaxê dilê we ji wan xwarinan dixwaze dakevin bajaran ji wan tiştan ji xwe re peyda bikin. Lewra ew tiştê hûn dixwazin li wan dera henin.
     Dema berve bi Qûdsê diçûn ji bona here çiyayê Tûrê emrê Xwedê ji Hz. Mûsa re hat. Hz. Mûsa çaxê dê ji wan biqetiya û derketa çiyayê Tûrê, birayê xwe Hz. Harûn dewsa xwe li cem wan hîşt da ku rêberiya wan bike û rastiyê nîşanî wan bide. Jixwe Hz. Harûn jî Pêxember bû. 
     Hz. Mûsa ji bo sî rojî çûbû çiyayê Tûrê. Li wê derê sî roja rojî girt û pey re emrekî dinê hat deh roja dîsa rojî girt. Yanî çil rojan li çiyayê Tûrê ma. 
        

SAMÎRÎ YAN JÎ TOVÊN PÛTPERESTİYÊ

     Çaxê Benî Îsraîliyan dîtin Hz. Mûsa dereng ma, di navbera milet de tevlihevî çêbû û ji ber vê kesî guh neda gotinê Hz. Harûn û ji her serîkî dengek derdiket. Digotin Mûsa li ser qewlê xwe nesenî, çû û em jî li vê derê hîştin. Di nav wan de mirovekî niyet xerab û neqenc/desas hebû. Navê wî jî Samîrî bû. Vî kesî ji vê tevliheviyê îstifade kir. Anî zêr û xişrên destê wan de berhev kir û di agir de heland û bi vê ve golikeke dioriya çêkir. Vî kesê peyrevê îblîs gazî milet kir û ji wan re got: Hove îlahê (haşa) we ev e, Mûsa jî çûye wî li ciyên dinê digere. Milêtê bi salan digel qewmê Misrê yî pûtperest mabûn bêyî îtiraz gura wî mirovê ji rêderketî kirin û li ber vî pûtî kunde birin û jê re perestî kirin. 
     Hz. Harûn li hember wan sekinî û ji bo rastiya meselê ji wan re îzah bike xebitî. Lê çi kir nekir tu serederî li wan nekir û tu kesî guh nedayê û gura wî nekir. Lewra dabûne pey hewa û nefsa xwe û şeytan ev kirina wan ji wan re xemiland û encamê de ev golika dioriya hebandin û ji xwe re kirine îlah. Heya Hz. Mûsa ji çiyayê Tûrê, tekelimê vegeriya li ser vê rewşê berdewamî pûtperstiyê kirin.
     Bi rastî çaxê mirov li wan mûcîze û nîmetên ji bo Bênî Îsraîliyan hatibûn daxistin dinêre têdigihêjê ku ewna çi torî qewmeke. Lewra gava mêyla meriva li ser heqiyê nebe çi qas ayet û mûcîze li ber çavê mirov pêk bên jî nabe wesîla hîdayetê. Lê dema daxwaz û mêyla mirov li ser rastiyê be û fitrata selîm jî xerab nebûbe, seba mirov delîlekî piçûk jî dibe rênimûne/hîdayet.             
     Hz. Mûsa li çiyayê Tûrê piştî çil rojan wehiyî ji Xwedê Teala hilda. Xwedê Teala bi kelamê xwe ve bi wî re peyivî. Wê hingê Hz. Mûsa ji Xwedê (c.c) teleb kir ku Hûsn û Cemala Wî temaşa bike. 
     Xwedê Teala jê re got; ev ji bo te gengaz nîne. Lewra tu nikarî li hember vê tehemûl bikî. Ji bo tu vê yekê têbigihêjî Ezê teceliyî vî çiyayî bikim, heger ev çiya sebir bike û tiştek pê neyê ê çaxê tu yê jî bikaribî Min bibînî. Çawa Xwedê (c.c) tecelî çiyê kir çiya pare pare bû. Ji ber vê Hz. Mûsa taqet nekir firî xweva çû. Gava li ser xwe de hat got:
     “Ez te tenzîh dikim, tobe dikim, ez sifteyê bawermendan im.” 
     Xwedê Teala wê çaxê lewheyên Tewratê danê Hz. Mûsa. Di Tewratê de hemû hukum û şîretên ji bo Bênî Îsraîliyan pêwîst bûn hebûn. Bi vê pirtûka pîroz ve Xwedê (c.c) emrî wan kir ku bi awayekî rind li pey van hukum û fermana herin. Divê bêemriya Xwedê Teala nekirana û nedana pey şeytan. Lewra kîjan civak ji rê averê bûbe xezeb heq kiriyê.   
     Xwedê Teala wê çaxê xebera rewşa qewmê wî da Hz. Mûsa. Ji ber vê Hz. Mûsa pir xemgîn bû û bi hêrs vegeriya cem wan û ji wan re got: Xwedê (c.c) hûn hilbijartin û haqas nîmet û rozî îkramî we kir. Xwedê çavkaniya nûr û hîdayetê; we’dekî rind Tewrat, we’dî we nekiribû? Xwedê we’dê xwe bi cîh anî.  Hûn hîç vana bi bîr naynin û hema ji bo çend rojan ez ji we dûr ketim we dev ji dînê xwe yê pîroz berda û pûtekî bêkêr heband. We çima dev ji îmanê berda? Kanê soz û bextên we dabûn min? 
     Wê çaxê Benî Îsraîliyan anîn Samîrî nîşan dan û gotin: Em bi eşq û rizayê xwe ji qewlê xwe nezvirîn. Wî anî ji me re got we zêr û xişrên Misriyan bi xwe re anine û ji ber vê ev jî bûye sebebê guneh û ezab. Loma Mûsa dereng maye û paşta venagere. Ji bo em Rebbê xwe razî bikin karê herî qenc ewe ku em wana bavêjin agir û bihelînin. Me jî ev gotinên wî pejirand û mucewherên me bi xwe re anîbûn avêtin agir û Samîrî jî mîna me zêrên bi xwe re anîbûn avitine agir. Encamê de bi van zêran ve golikeke zêrîn çêkir û ji me re got; îlahê pêwîste ku hûn jê re perestî bikin ev golika zêrîn e.(AFÎFÎ, s. 297)
     Hz. Mûsa ji ber vê reşa wan pir qehirîbû û vê carê berê xwe da birayê xwe Hz. Harûn jê re hêrsa xwe anî, por û rûyê wî de girt û got: Harûn ne min tu li dewsa xwe di nav wan de hîştî da ku tu wan ji tiştên wisa dûr bigrî? Çima te hîşt ewna weha bikin? Hz. Harûn bersîv da û got; birayê min li cem xelkê wisa neke. Heta ji destê min hat ez ji bo rê li vê şîrk û nerindiyê bigrim xebitîm. Lêbelê di axiriyê de ez tirsiyan ku yê vê şûnde di nav gel de nakokî û dubendî çêbe û bibine du birran. Seba vê yekê ez sekinîm.                
     Hz. Mûsa wê carê çû cem Samîrî û wî jî rûyê xwe nê veşartî eşkere kir û xwe mikûr hat û got:
     Bi rastî min bi te bawer nekiribû, lê ez tevî gelê te bûm. Min hinek tişt ji dînê te hildan û hinek jî bi nefsa xwe de tevîhev kir û bi vî qaydî ewna ji rê derxistin.
     Hz. Mûsa berda Samîriyê fitnebaz û desas û ji wan deran dûr xist. Di vê dunyê cezayê wî dema kesekî destê xwe bidayê aciz dibû û diêşiya, lê ezabê para wî yê dinê jî hergîz nayê ji bîr kirin.   –(Ta-Ha: 85-93)-     
     Hz. Mûsa ji qewmê xwe re got:   
     Ji bo vê neqenciyê tobe bikin û nefsa xwe bikujin. Evê ji bo we xêrtir be. Wan tobe kir û Xwedê (c.c) jî toba wan qebûl kir. Ew bexişkarê dilovan e.   –(Beqere: 54)-
     Pêykera golika zêrîn jî anî di agirde şewitan û xweliya wê jî rijande deryayê.
     Benî Îsraîliyan gunehekî zef mezin kiribûn. Hz. Mûsa ji wan heftê kes hilbijart û tev çûne çiyayê Tûrê da ku bi wî awayî tobe bikin û ji Xwedê (c.c) re taetê bikin û bêemriya Wî nekin. Xwedê Teala bi kelamê xwe yê ezelî vê bi Hz. Mûsa re xeber da, wehiyî lê kir. Lê ji wan kesên bi Hz. Mûsa re hatin hinek asêbûn û fitne û fesadî derxistin û gotin em çi dizanin ewê xeberdide Xwedê ye? Heta em Xwedê bê perde bi çavên xwe ve nebînin bi te bawer nakin. Pey vê daxwaza wan birûskê li wan xist û hemû mirin. Hz. Mûsa seba van kesên sefêk û bêfêm bibexşîne ji Xwedayê Rehman efû û mexfîret xwest. Bi rastî ewna komeka gelekî îsyankar bû. Xwedê Teala diayê Hz. Mûsa qebûl kir û ewna dîsa sax kir. 
     Hz. Mûsa ji bo Benî Îsraîliyan îslah û îrşad bike xebatên xwe berdewam kir. Ji wan re Tewrat xwend û ehqamê wê hînî wan kir. Lê wan hemasa dijberiya rastiyê dikir. Ji ber vê Xwedê (c.c) çiyayê Tûrê bilindî ser serê wan kir. Wan dîtin dê di bin çiyê de helak bibin poşman bûn û lêborîn û efû xwestin. Xwedê ji wan re emir kir guh bidine emrê Tewrat û heqîqetên îlahî. Lewra bes bi vê ve dikaribûn xwe ji nerindî û helakê biparastana. Heger rehmet û mexfîreta Xwedê nebûya tu carê xwe nikaribûn xelas bikirana.  
     Rojekê kesekî kuştî dîtin. Ne kesî ev hilda ser xwe ne jî mêrkuj diyar bû. Hz. Mûsa seba rastiya vê eşkere bibe ji Xwedê Teala re dia kir. Xwedê (c.c) ji wan re ferman ki ku dewarekê serjêbikin û ji cendekê vê çêlekê qetek goşt hildin û li termê mirî bixin. Dê wê çaxê miriyê rabe û mêrkujê xwe ji we re bibêje.
     Hz. Mûsa ev fermana Xwedê Teala elamî qewmê xwe kir. Qewmê nezan hatin ji Hz. Mûsa re gotin: 
     -Gelo tu bi me dilîzî? 
     Hz. Mûsa got: 
     -Ez ji tiştên wisa xwe dispêrme Xwedê (c.c). 
     Dîsa hatin ji Hz. Mûsa re gotin ca ka lavayî Xwedê bike ev çi torî çêleke?
    Hz. Mûsa xeber da wan; ev çêlek ne pîr e ne jî can e, ango çêlekek navsale ye. Vê carê gotin de bêje ka rêngê wê çane? Ji me re bibêje. 
    Hz. Mûsa ji wan re got: ev çêlekek rengê wê çûr (zer) e, çaxê meriv lê dinihêre dilê meriva pê şa dibe. Îcar hatin ji Hz. Mûsa gotin: Ji Rebbê xwe re bibêje çêlek gişk dişibine hevdu, bila salixê (terîf) wê rind bide me. Bi heskrina Xwedê emê wê peyda bikin. 
    Hz. Mûsa got: Rebbê min dibêje; ew çêleka hê nehatiye qoş kirin. Ne pê erd hatiye cot kirin ne jî pê av hatiye kişandin û tu kêmasîka wê jî tuneye. Encamê de ancax pê razî bûn. Hindik mabû serjê nedikirin. Lêwra hingî pirs kiribûn barê milê xwe giran kiribûn û peyda kirina çêlekek wisa jî hêsan nebû. Lê heke çawa ji wan re emir hatibû bê pirs çêlekek serjê bikirana mesele yê kuta bûya. Ji ber van pirsên bêkêr gelek zehmet dabûne xwe. Jixwe karên bêkêr hemû wisa nin. 
    Çêlek peyda kirin û serjê kirin. Bi qetek goştê wê ve li mirî xistin, mirî sax bû û mêrkujê xwe ji wan re got. Bi vî qaydî ev pisgirêka jî çareser bû û ji bo yên din jî bû dersek rind.
     Hz. Mûsa bi lewheyên hukum û fermanên îlahî têde hatibûn nivîsîn, rê nîşanî qewmê xwe dida û di rêya xelasiyê de rêberiya wan dikir û ewna perwerde dikir. Lewra ev wezîfeka zef mûhim bû. Di van lewhan de bernama bextewariya dunya û axretê mewcud bû. Bi kurtasî behsa pak û paqij kirina nerindî û nexweşiyan, di nav civakê de sazkirina dad û edaletê, awayên têkilî û mûemelan û di rêya Xwedê de cîhad kirinê dikir h.w.d.
     Xwedê Teala emrî Hz. Mûsa kir ku Benî Îsraîliyan bibe Erdê Pîroz bi cîh bike. Ji ber vê Hz. Mûsa çend kes şandin da ku teseliya bajêr bikin. Ev kesan çûn lê nihêrîn xelkê bajêr mirovên bi hêz û xurtin û derdora bajêr jî bi sûran ve hatiye dorpêç kirin. Ji ber vê Benî Îsraîlî tirsiyan û cesaret (turiş) nekirin têkevine Qûdsê. Gotin; qûweta me ya em bi wan re şer bikin tuneye. Heta ev gelê zordar li wê derê bin em nakevine wir. Dema ewna ji bajêr derkevin emê jî gotina te bikin û herin wir.
     Ji wan du kesên Xwedê tirs hebûn. Anîn ji wan re gotin li deriyê bajêr de têkevin wê derê, wê çaxê hûnê li hember wan serbikevin. Heke hûn bi rastî bawer dikin xwe bispêrne Xwedê. Lêbelê guh nedane wan.  
     Hz. Mûsa ji wan re qala nîmetên Xwedê kir. Lewra Xwedê ewna hilbijatibûn û nîmetên nedabû miletên din dabû wan û ji wan re qasidên xwe re kiribû û ewna ji bin koledariya Fir’ewn derxistibû û azad kiribûn. Lê wan ev qebûl nekirin û gotin:
    Ha qasî dixwazî tu û Rebbê xwe herin şer bikin. Emê li vê derê benda we bin.    
    Vê rewşa qewmê nankor û newêrek Hz. Mûsa gelekî xemgîn kiribû. Lewra di vê rêwîtiya dûr û dirêja bi zehmet de heya vê derê bi hev re hatibûn û nêzîkî armanca xwe bibûn. Lêbelê disa mîna berê asê dibûn û gura pêxemberê xwe nedikirin. Nesîhet û şîretan tu bandor li wan nedikir. Hz. Mûsa lê nihêrî nabe, ji Xwedê Teala re dia kir:
     Ya Rebbî! Ez bilî xwe û birayê xwe hakimî tu kesî ninim. Êdî me û vî qewmê fasiq ji hev dûr bixe. 
     Xwedê Teala ji ber vê çil salî Erdê Pîroz li wan heram kir. Wan jî celata kirin û emelên xwe yê nerind bi vî qaydî tem kirin. Lewra çil salî li çola Tîhê şaşopaşo çûn hatin.

HEVALTİYA HZ. MÛSA YA Bİ BENDÊ SALİH RE

     Zanebûn û îlmê mirov li hember îlmê Xwedê (c.c) tu tişt nîne. Ev tu carê nayê muqayese kirin. Ji ber vê divê mirov tu carê bi zanebûna xwe ve xwe qure neke û pesna nede xwe. Lewra ji her zanayî zanatirek heye. 
     Gor ji Hz. Muhemmed (s.x.l.) hatiye ragihandin; rojekê ji Mûsa (e.s.) hatiye pirsîn ku gelo di cîhanê de kesê herî zana kê ye? Wî jî gotiye ez im. Negotiye her Xwerdê (c.c) dizane. Li ser vê yêkê Xwedê Teala emrî Hz. Mûsa kiriye ku li ciyekî du derya digêhijine hevdu evdekî min li wê derê yê û ew ji te zanatir e. Hz. Mûsa dia kiriye ku ya Rebbî ezê wî ya çawa bibînim? Xwedê (c.c) emir kiryê; mesîkî têxe zenbîlekê hilde cem xwe û têkeve rê te mesî li kû derê winda kir, tê li wê derê rastî wî bêyî.
     Hz. Mûsa ji bo vî bendê Xwedê yî salih bibîne digel xulamê xwe Yuşa bîn Nun ve dikeve rê. Dema gihiştine ciyê herdu derya digêhine hevdu, gelekî diwestin. Ji ber vê li vê derê hinekî radizên. Bi heskirina Xwedê mesî jî sax dibe û ji zenbîlê derdikeve û xwe davêje behrê. Wextê ji xewê hişyar dibin li wê derê tu kes nabînin û radibin rê dikevin. Çaxê birçî dibin li derekê rudinin da ku taştê ya xwe bixwen. Lêbelê wê hingê tê bîra Yuşa bîn Nun ku wextê rê ketibûn masî winda bibû û ji bîr kiribû ev yek ji Hz. Mûsa re negotibû. Dibêje bêguman şeytan eva bi min da ji bîr kirin. Hz. Mûsa kêfxweş dibe û dibêje; ji xwe me jî ev dixwest.
     Disa li ser rêya xwe de vedigerin. Dema tênê digihêjine wir pêrgî bendê salih tên.
     Hz. Mûsa jê re dibêje: 
     -Seba tu ji îlmê xwe hînî min jî bikî hevaltiya min qebûl dikî?
     Bêndê Salih dibêje:
     -Bi rastî tu digel min nikarî sebir bikî.
     Hz. Mûsa dibêje: 
     -Bi heskirina Xwedê (c.c) ezê sebir bikim.
      Qulê salih dibêje: 
     -Eger tu bi min re hevaltiyê bikî heya min sedema wê ji te re negot, tu gavê tiştekî ji min napirsî.
     Hevaltiya Hz. Mûsa û qulê salih dest pêdike. Hz. Mûsa û qulê salih (xizir) rê dikevin têne qiraxê deryayê, li benderê keştîke sîwar dibin. 
     Keştî bi rêdikeve û diçin, Hz. Mûsa lê dinihêrê hevalê wî tîne keştiyê qul dike. Hz. Mûsa bi vê kirina wî şaşmetel dimîne û ji hevalê xwe re dibêje: 
     -Tu çi dikî? Qey dilê te heye me bixeniqînî? Bi rastî ev karekî nebaşe.
     Qulê Salih jê re dibêje: 
     -Min ji te re negotibû tu nikarî sebir bikî? 
     Hz. Mûsa, qewlê dabû qulê salih dikeve bîrê û şerm dike û dibêje: 
     -Ji bîra min çûbû biborîne. Dîsa soz didê êdî heya jê re nehate vegotin tu tiştî jê napirse.
     Ji keştiyê peya dibin û dikevine rê. Di vê rêwîtiya xwe de rastî zareka piçûka li rexê rê xwe re dileyize tên. Qulê salih radibe vê zarokê dikuje.
     Hz. Mûsa ji ber vê yekê pir diqehire û bi deng ji qulê salih dibêje:
     -Tu çawa zareka bêguneh, sertîtune û bi nekeqî dikujî. Bi rastî, te tiştekî xerab kir.
     Qulê salih dibêje: 
     -Min ji te re negotibû tu li hember karên min nikarî sebir bikî û bê deng bisekinî?  
     Hz. Mûsa dîsa şerm dike û biryar dide êdî hîç napeyive. Ji Hz. Xizir re dibêje: 
     -Êdî vê şûnde eger ez devê xwe vekim û xeber bidim bila hevaltiya me bi qede.
     Dîsa rêwîtiya xwe dimeşînin û li ser rêya xwe rastî gundekî tên. Gelekî birçî bibûn û diçin ji gundiyan hinek nan dixwezin. Lê ji gund ne kesek nan dide wan ne jî wana bi mêvandarî xwedî dikin. Li wê derê ji ber dîwarekî hindikmabû hilweşe re derbasdibin, qulê salih ji bo xerab nebe tîne vî diwara çêdike.      
     Hz. Mûsa dîsa teyax nade û jê dipirse: 
     -Te çira ev dîwarê vî gundê nan nedaneme û em bi mêvantî xwedî nekirin çêkir?
     Hz. Xizir bi ken jê re dibêje: 
     -Êdî hevaltiya min û te heya vir e. Lê berya em ji hevdu biqetin ezê raz û wateya wan tiştên te ji min dipirsîn ji te re bibêjim.
     Ew keştiya em lê siyar bibûn ya çend kesên xizan û destteng bû. Li wê derê melîkekî zalim hebû. Çi keştiyên saxlem bidîtana dest dida ser û zeft dikir. Min jî ew keştî qul kir da ku bi qusur be û melîkê zalim wê ji wan kesên kasib nestîne. Ev tişta jî min ji ber xwe de nekir, emrê Xwedê (c.c) bû.
     Ew zaroka piçûk jî zareka dê û bavên bawermend û qenç bû. Lê ev zarok yekî xerab bû. Me jî xwest em dê û bavê ji fitnê û şerê vê zarokê biparêzin û Xwedê zareka qenctir û merhemetkar îhsanî wan bike. Ev jî min ji ber xwe de nekir. 
     Ew dîwarê li gundê em xwedî nekiribûn jî yê du zarên êtim bûn. Bavê wan jî mirovekî qenc bû. Li bin xîmê vî dîwarî de genciniya ku bavê wan ji bo zarokan veşartibû çelkirî bû. Heke ev dîwar hilweşiya ewê derketa holê. Me jî gor emrê Xwedê ev dîwara rast kir ku seba hetanî zarok mezin bibin ev xezîne di wir de çelkirî bimîne û paşê kêrî wan bê.
     Hz. Xizir ji Hz. Mûsa re dibêje: 
     -Bûyerên te li hember wan sebir nedikir raza wan ev bû. Bi vî qaydî hevaltiya Hz. Mûsa û evdê salih kuta dibe. –(Kehf: 60-82)-(Buxarî; Bab 29, Hedîsa Hizir û Mûsa, Hedîs; 75)
     Bi vê serdaboriyê ve em careke dine dîsa dibînin ku pêxember jî sedem û raza her tiştî nizanin. Lewra ewna jî ji behra îlîm bes tiştên Xwedê Teala bi wehiyê ve hînî wan kiriye dizanin. Lewra xeybê her Xwedê dizane. 

PÊXEMBERİYA DAWUD (E.S.)

     Benî Îsraîlî çil sali li çola Tîhê man. Di van sala de Hz. Mûsa çûbû ber rehma Xwedê. Piştî mirina Hz. Mûsa, Yuşa bîn Nûn mezintiya wan kir. Di vî çil salî de nesla berê ya newêrek û weylnefsî çûbû û desa wan yên bi hêz û cesûr hatibûn. Bi xelkê Filistînê yê muşrîk re şer kirin û ewna mexlûb kirin. Lê Xwedê emrî wan kiribû çaxê dikevine bajêr xwe qure nekin û li ber emrê Xwedê serê xwe bitewînin û bêjin ya Rebbî gunehê me bibexişîne. Lê koma zalim bêemriya Xwedê kirin xwe qure kirin û mexrûrane ketine bajêr û li Erdê Pîroz de bi cîh bûn. Xwedê jî ewna zelîl û bê hêz kirin. 
     Lêbelê di aliyê din de Filistînî seba wan ji wîr derxin bertangî wan ketibûn û benda firsendeke rind bûn. Dawiyê de êriş anîne ser Benî Îsraîliyan encama şêr de Benî Îsraîliyan şikest xwarin û têk çûn û ji Filistînê hatin derxistin. Lêbelê di vî şerî de ya herî giring Filistîyan tabûta pîroza berhem û yadîgarên Hz. Mûsa û Hz. Harûn ji wan re hîştibûn jî zeft kiribûn. Ji ber vî halî gelekî aciz bibûn. Lewra emanetên pêxemberên xwe ji destê xwe kiribûn. 
     Mezin bi hev şêwirîn û encamê de çûn cem pêxem-berê xwe da ku di van pirsgirêkan de rê nîşanî wan bide û rêberiya wan bike. Çûn bi qasidê Xwedê şêwirîn û jê xwestin ji bo wan re fermandarekî bihêz û zana derxe ji Xwedê re dia bike. Gor biryara xwe ewnê di bin emrê fermandar de kom bibûna û heyfa xwe ji Filistiniyan hildana û bibûna hakimê Erdê Pîroz. Lewra Filistîniyên muşrîk dest dabûne ser tabûta pîroz, mal û milkê wan ji wan histandibûn û zar û jinên wan dîl girtibûn.
     Lê pêxember ewna rind nasdikirin û dizanibû exlaq û xûyê van mirovan çawa ne. Lewra berê dema ji wan re fermana cîhadê hatibû ewna emrê îlahî nepejirandibûn û di rêya Xwedê de ceng nekiribûn. Pêxember ji wan re got; ne çaxê ji we re cîhad hatibû emir kirin we serî hildabû?  
     Gotin; êdî emê çawa ji cîhadê birevin? Em ji welatê me derxistine û jin û zarên me dîl girtine. Tu carê em ji paşta nazvirin.
     Encamê de Xwedê ji wan re Talût ji bo ferman-dariyê hilbijart. Pêxemberê wan ev xeber da wan. Lê qewmê asî bi fermandarîya Talût qayîl nebûn û ea ne ecibandin. Gotin ew ji malbate feqîr e û kesekî payeberz jî nîne. Yê çawa ji me re mezintiyê bike. Lewra qewmê nankor digot mal û milk nîşana şeref û qedr e.
     Pêxember ji wan re got; Xwedê Teala ew ji bo we hilbijartiye û zanebûn û hêza wî jî zêde kiriye. Jixwe Xwedê (c.c) rewşa bendeyên xwe zef rind dizane. 
     Ji bo bibe elametê zafer û serdariya Talût jî ewe ku Xwedê Tela yê tabûta pîroz bi we vegerîne. Bi heskirina Xwedê (c.c) lê nihêrîn tabût hate destê wan. Bi vê bûyerê vê Fermandariya Talût hate îsbat kirin. 
     Talût ji bo artêşekê saz bike kete xebatê û seba di rêya Xwedê de cîhad bikin bangî Benî Îsraîliyan kir. Lewra dijminê wan bihêz bûn û car caran êriş dianîn ser Benî Îsraîliyan. Ji ber vê hindê Benî Îsraîli gelekî ji Calût û artêşa wî ditirsiyan. Talût mirovekî jêhatî û zana bû. Ji bo tirsa wan bişkê û şêrde serbikevin leşkerên xwe perwerde kir.     
     Roja cengê hat û Talût bi artêşa xwe ve ber ve bi aliyê neyar de rêketin. Di nav artêşê de Hz. Dawûd, bavê wî û birayên wî jî hebûn. Ji warê xwe dûr ketibûn hindik mabû xwe bigîhine qada cengê. Talût seba ezm û sebata leşkerên xwe bibîne ewna ceriband. Ji wan re got li ser rêya me çemek heye divê hûn ji vî çemî avê venexwen, heger hûnê avê vexwen jî ancax qasî çenga xwe vexwen. Lê kê jî hetanî têr be ji çêm avê vexwe êdî cihê wî li artêşa min de tuneye. Bi vî qaydî Xwedê (c.c) ewna ceribandin.
     Dema gihîştine ber çêm leşker pir betilî û tî bibû. Ji artêşê xêncî komeka hindik pirê wan ji çêm hetanî kesra xwe keştandin av vexwarin.
     Talût digel koma ji avê venexwaribûn ve derbasî aliyê dinî çêm bûn û derketine dijberî artêşa neyar. Ji leşkeran hinek gava çav bi zefbûna artêşa dijmin ketin tirsiyan û gotin; em nikarin bi vê quweta xwe ya hindik ve li hember van berxe bidin. Lêbelê ji wan yên bi alikariya Xwedê (c.c) bawer bûn, alîkarî û zafer ji Xwedê niyaz kirin û weha gotin:
     Çi qas komên jimara wan hindik hebûne, bi alîkariya Xwedê li hember komên jimara wan pir serketine. Wê çaxê em li hember dijmin bi sebir bin. Bêguman Xwedê bi alîkarî û nûsreta xwe ve digel bi sebran e.    
     Artêşa Talût bi vî diayê hatine besta cengê: Ya Rebbî! Sebrê bide me. Lingên me mehkem bike. Ji bo em li hember dijmin serfiraz bin alîkariya me bike.
     Encamê de artêşa Talût û Calût hatine qada cengê. Wî wextî edeteka şêr hebû. Gor vê edetê berya şer dest pê bike, ji herdu aliyan kesek derdikeve û bi hev re şer dikin. Li pey vê re artêş hev dikevin û şer dest pê dike.
     Ji artêşa Calût, ji bo mûbarezê Calût bi xwe derketibû meydanê. Calût, bi cesaret û wêrektiya xwe ve mêrxasekî bi nav û deng bû. Bi şervaniya xwe, pozî û bendên xwe ve her kes ditirsand.
     Talût ji bo yek derkeve pêşyê û bi Calût re şer bike bang kir. Lêbelê tu kesî newêribê derkeve pêş. Hz. Dawûd xortekî ciwan bû. Çaxê lê nihêrî kesek tûriş nake derkeve, wî kevkaniyê xwe hilda û derkete besta cengê. Her çendî Talût kir rê li Dawud (e.s.) bigre jî, hatibû xîretê û biryara xwe dabû. Gava Calût ev xorta li hember xwe dît hezanibû dê bi hêsanî hankêva wî mexlûb bike. Lê Dawut bi kevkanî ve kevir avêtanê de gelekî şareza bû. Dawud (e.s.) mêş girt û bi kevkaniyê xwe ve çawa kevirek virvirande Calût bi hezkirina Xwedê tam li orta netikê de dayê û Calût li erdê dirêj bû. Dawud êriş birê û bi şûrê xwe ve serê wî ji cendek qetand. 
     Dema leşkerên Calût dîtin fermandarê wan hate kuştin, tevlihev bûn û her yek di alîkî de reviyan û ji hev bela bûn. Bi hezkirina Xwedê bi vî qaydî Talût serket û dîsa bûne hakimê Filistînê.          -(Beqere:249-50-51)-
     Hz. Dawud ji vê vir de bi mêranî û lehengiya xwe ve di nav xelkê de hate nasîn. Bi vî şeklî gelekî jê hezkirin û qedrê wî li cem xelkê zêde bû. Lê gor rîwayetan; ji ber vê Talût pir aciz dibû û dexesî lê kir. Çend caran seba Hz. Dawud bide kuştinê kêmîn danî lê negihişte armanca xwe. Axiriyê de di şerê Celbû’ de Benî Îsraîlî ji şêr reviyan û sê kurê Talût vî şerî de hatin kuştin û axiriyê de tîrkêşên Filistîniya Talût û hevalê wî dîl girtin. Talût seba bi destê neyar ve neyê kuştin ji hevalê xwe xwest ku wî bikuje. Lê hevalê wî destê wî neçû û ev nekir. Talût jî şûrê xwe hilda û xwe li ser şûr de avêt û xwe kuşt. Çaxê Talût mir pey wî re Hz. Dawud bû hukumdarê Benî Îsraîliyan. Lêbelê kurekî Talût jî dewa hukumdariyê dikir. Gelek caran di navbera alîgirên wî û alîgirên Hz. Dawud de şer çêbû û ençamê de ew jî mir û bi vî awayî Hz. Dawud hukumdariya Benî Îsraîliyan gişkan kir.           
     Xwedê Teala him pêxemberî him jî hukumdarî kire nesîbê Hz. Dawud û Zebûr jê re nazil kir. Hz. Dawud pêxemberekî zahid û xebatkar bû. Herdem Xwedê di bîra wî de bû û bi zikir û tesbîha Xwedê Teala re mijûl dibû. Xwedê (c.c) dengekî gelekî xweş û zîz bexişan-dibû wî û wextê bi wî dengê xwe yê zîz ve Zebûr dixwend ciya û teyran jî bi wî re Xwedê zikir û tesbîh dikirin. 
     Hetanî çû ber dilovaniya Xwedê tenê keda destê xwe xwar û bi vê ve debara xwe kir. Lewra ji bo wî ev ji her tiştî çêtir bû. Digel vê Xwedê Teala çêkirina zirxa hînî wî kiribû. Hesinê hişk diheland ve pê zirx çêdikir. Di destê wî de hesin mîna mumê nerm dibû. Hz. Dawud hakimekî dadmend bû. Tu gavê neheqî û alîgirî nedikir. Xwedê Teala ji Hz. Dawud re weha wehiy kiribû:
     “Ey Dawud! Bi rastî me tu li ser rûyê erdê kirî xelîfe/cîgir. Vêca di nav xelkê de bi heq ve berewanî bike. Hergîz nede pey hewayê. Wê çaxê, yê te ji rêya Xwedê derxe. Bi rastî ji ber ku yên ji rêya Xwedê derdikevin roja hesabê ji bir dikin, ji bo wan ezabekî dijwar heye.” (Sad: 26) 
     Hz. Dawud rojên xwe kiribû çar paran. Rojekê îbadet û taetê re mijûl dibû, rojek ji bo hukum bide kifş kiribû, rojeke din seba ji milet re we’z û nesîhet bike veqetandibû û rojekê jî şixûlên xwe yê şexsî dikir. 
     Hz. Dawud rojekê li mala xwe runiştibû û îstirehet dikir. Du kesan dizîka ve bêyî nobedar bi wan bihesin li ser dîwêr re banzdan û hatin cem Hz. Dawud. Çaxê Hz. Dawud çav li wan ket hinekî kete fikara. Lêbelê wana hat jê re gotin; netirse em du dozdar in. Em hatin bal te seba tu vê dozê de di navbera me herduyan de bi dadmendî berewanî bikî û vê meselê çareser bikî.
     Ji wan yekî got; em birayê hevdu ne, birayê min xwediyê nod û neh mîhane û ez jî xwedî mîhekê tenê me. Lê ev birayê minê xwediyê nod û neh mîhan dil heye wê mîhê jî ji min bistîne û pezê xwe temamî semerekî bike. Ji bana vê ji min re got; ka vê mîhê bide min û di vê meselê de zora min bir. 
     Hz. Dawud ji xwediyê nod û neh mîhan re got; ev niyeteka pir kirêt û nerinde. Lêbelê pirê mirovan li pey tiştên weha dikevin. Divê mirov tu carê çav bernede tiştên der û cînaran.            
    Bi doza herdu kesan ve Hz. Dawud tê derxist ku bi vê bûyerê ve tê hişyar kirin. Lewra dunya, mal, milk û meqam ji bo her kesî fitneye û divê mirov xwe ji şerê wan bi parêze û miqatî xwe bibe. Hz. Dawud ji Xwedê Teala efû û mexfîret niyaz kir û Xwedê (c.c) ew bexişand. Jixwe wî her gav ev îbadeta dikir. 
     Carekê dîsa du meriv ji bo dozekê hatin cem Dawud (e.s.).
     Ji aliyan yek xwediyê zevîkê bû, yê dinê jî xwediyê bire pez bû.  
     Xwediyê zeviyê got; me zeviya xwe avêtibû û av dabû êdî zevî gihiştibû hatibû ber gîhadirûnê. Me rojekê dît pezê van şevekê ketiye zeviyê û heta sibê tê de çêriya ye, tu tişt tê de nehîştiye û ji ber vê ziyaneke zef li me xist. Em ji bo vê meselê hatin cem te.
     Hz. Dawud ji aliyê din pirsî ev rast dibêje? Wan jî ev yek qebûl kirin û gotin erê rast e.
     Hz. Dawud ji xwediyê zeviyê pirsî ku ziyana wî çi qasî digre û wî jî tiştek got. Pey re ji xwediyê pêz bihayê pezê wî pirsî û wî jî bihayê pêz got. Hz. Dawud hesab kir lê nihêrî qasî hev derdikeve. Encamê de biryar da û ji wan re got divê xwediyê pêz wan peza bide xwediyê zeviyê û dê bi vî awayî ev pirsgirêkê çareser bibe.
     Çaxê herdu alî ji bo vê dozê hatibûn cem Hz. Dawud, kurê wî Suleyman (e.s.) jî li hinda bavê xwe bû. Dema Hz. Dawud biryar da Hz. Suleyman ji bavê xwe destur sitand û çareseriya xwe ya di derbarê vê dozê de got:
     -Divê xwediyê zeviyê pêz hilde û xwediyê pêz jî zeviyê. Xwediyê pêz seba zevî bê ser rewşa xwena berê dê zeviyê cot bike av de da ku heta hêşîn bibe û çaxê çinîna zeviyê hat jî dê teslîmî xwedî bike. Di vê navberê de yê dinê yê jî, ji pêz şîr, hirî û tiştên dinê ji xwe re hilde. Bi vî awayî herdu aliyên jî bigihêjine heqê xwe. Lewra bi vî qaydî zeviyê bê ser rewşa xwe ya berê û xwediyê pêz jî dîsa pezê xwe hilde. 
     Herdu aliyan jî ev hukmê Hz. Suleyman qebûl kirin. Ev biryar bû nîşana zîrekiya Hz. Suleyman.
                

SULEYMANÊ (E.S.) HAKİM

      Xwedê Teala kerem û îhsana xwe li ser Hz. Dawud û kurê wî Suleyman (e.s.) de barand. Ehkam û îlmê şerîetê hînî wan kir. 
     Çaxê Hz. Dawud çû ber rehma Xwedê kurê wî Suleyman (e.s.) di pêxemberî û hukumdariyê de bû warisê wî.
     Hz. Suleyman ji Xwedê Teala xwestibû ku milkekê wisan bide wî êdî xêncî wî kesek negihêje wê derecê. Xwedê (c.c) nîmetên bê mînak dabû wî. 
     “Got: Rebbêm, min bixefirîne û milkekî wisa bide min piştî min nesîbê tu kesî nebe! Lewra tu zef zef îhsan dikî.” (Sad: 35)       
     a) Xwedê (c.c) zimanê teyran û hinek heywanetên dinê hînî Hz. Suleyman kiribû. Beşeka artêşa wî ji teyran pêk dihat.
     b) Xwedê Teala ji bo xizmeta wî bikin şeytan jî dabûne bin emrê wî. Şeytanan ji wî re birc û qesr dihûnandin û jê re pêyker, sîtilên mîna hewza mezin û sîtilên nedihatine gûheztin çêdikirin. Ji behrê jê re kevirên bi qiymet (încî û mircan) derdixistin. Çi emrî wan bikira jê re çêdikirin. Lewra ji wan kê bêemriya Hz. Suleyman bikirana dê roja qiyametê de pêrgî ezabekî dilsoj bihatana.
     c) Digel vê Xwedê ba jî dabû bin emrê wî. Bi bayê ve rêyeke qasî mehekê dûr, ji sibê heta nîvrojê diçû. Hz. Suleyman ku der bixwesta bê ew dibire wê derê. 
     d) Xwedê Teala ji bona Hz. Suleyman ji erdê sifir mîna çeman dabû derxistin. –(Sebe: 12-13)- 
     Hz. Suleyman bendekî şakîr bû û ji bo wan nîmetan herdem hemd dikir. Carekê artêşa xwe ya ji mirov, cin û teyran pêk dihat, civand û derkete seferê.
     Li ser rêya artêşê qulikên muristangan hebûn. Çaxê nêzîkî wê tangê bûn, Hz. Suleyman xeberdana muristan-gan bihîst. Di newalê de muristangekê ji yên dinê re digot; zûkin têkevine qulikên xwe, bila artêşa Suleyman bêhemdê xwe pê li we nekin û we nepirçiqînin. 
      Wextê Suleyman (e.s.) ev qisekirina muristangan bihîst, gelekî kêfxweş bû û ji bo ev nîmet û keremên Xwedê Teala bexşî wî tenê kiribû şikur kir û weha dia kir:
      “Rebbêm! Ji bo van nîmetên Te îhsanî min û dê-bavêm kiriye şukrê îlhamî min bike.” 
      Xwedê Teala gelek nîmetên din jî lutfî Suleyman (e.s.) kiribû. Ji van yek jî hespên wî bûn. Hespên Hz. Suleyman hemû seglavî û bi cins bûn. Hesp di vê demê de pediwiyeke pêwîst bûn. Lewra ev hepsên xas di ceng û fethan de gelekî kerhatî bûn. Ji ber vê Hz. Suleyman gelekî ji hespan hez dikir û ji ber vê bi xwe wan re eleqeder dibû. Seba rind bêne xwedîkirin û hin kirin dihat teseliya wan dikir û reva wan temaşa dikir. Bi destên xwe ve ling û stuyê hespan mizdida û tîmar dikir û bi wan re şa dibû. Lêbelê ev kirinên wî ji ber hezkirina malê dunyê nebû. Ji bo ku nîmetên Xwedê dabû wî ji bîr neke û di rêya Xwedê (c.c) bixebitîne ev tiştana dikir.   –(Sad: 30-33)-
     Xwedê (c.c) zimanê teyran jî hînî Hz. Suleyman kiribû. Hz. Suleyman bi teyran re dipeyivî û gotinê wan fêm dikir. Jixwe beşeke artêşa wî ji teyran pêk dihat. Hz. Suleyman tiştên lazim hînî teyran dikir û teyr di şixûlên wî de gelekî kêrî wî dihatin. Bi rastî ev dayîneka Xwedê Teala ya bê mînak bû.
       

HZ. SULEYMAN Û MELÎKA SEBE’ YÊ

   Sebe’ welatekî li başûrê Erebistanê bû û payexta wê Me’reb bû û li vê derê bendava Me’rebê saz kiribûn. Wê demê ev der navenda bazirganiyê bû. Xelkê wir bazirganiya derya û benderan de gelekî pêşta çûbûn. Lewra ev karan di destê wan de bûn û ji ber vê rê û dirbên deryayê rind nasdikirin.   (Prof. Dr. Phîlîp K. Hîttî, Dîroka Îslamê ya Siyasî û Çandî, Ter. Prof. Dr. Salîh Tuğ, ÎFAV, Cild. 1. S. 80. Stenbol, 1995)  
     Rojekê Hz. Suleyman lê niherî teyrê dunikul (hudhud) winda bûye. Çû ev ji teyrên dinê pirsî. Got; ez çima teyrê dunikul li ciyê wî nabînim? Gelo jî zûvaye nayê kifşê û ez haj pê tineme? 
     Vê gelekî hêrsa Hz. Suleyman anîbû. Got; heger sedêmên windabûna teyrê dunikul yên maqûl tunebin, ezê yan cezakî bidimê wî yan jî serjêbikim.
     Zef neçû teyrê dunikul hat û ji Hz. Suleyman re got; min tiştekî tu haj pê tinî dîtiye. Min ji sebe’ xebereka rast û girig anî. Li wî welatî jinek melîketiya wan dike. Xwedê Teala ji her nîmet û tiştan dayê û textekî wê ya yê zef mezin û bi încî û mircanan hatiye neqişandin û xemilandin jî heye. 
     Lêbelê ev qewm bi Xwedayê ev xêr û bereketa bexişandiye wan bawer nakin, dewsa Wî ji royê re secde dikin. Şeytan ewna xapandine û ji rêya rast derxistiyê ev kirinên wan jî bi wan xemilandiye. Evna jî nûra hîdayetê bê par mane û rastiyê nabînin. Ji bo Xwedayê tiştên li erdê û esmana veşartî derdixe û çi veşêrin çi bêjin dizane re secde nekin vê yekê dike. Ew Xweda ye, bilî Wî tu îlah tuneye. Ew xwediyê erşê mezin e. -(Neml: 20-27)-
     Hz. Suleyman ji bo van gotinê hudhud piştrast bike, namek nivîsî û da hudhud. Jê re got: 
     -Vê nameyê hilde bibe bavêje ber Melika (Belqiz) wan û xwe bi wan bitelîne ka çi dibêjin û çi biryarê didin.
     Teyrê dunikul ev nameya Hz. Suleyman ji wan re nivîsî bû, hilda bir welatê Sebe’ û avête hinda Melîkeya wan Belqizê. Belqizê name hilda xwend. Namê weha dest pê dikir:
     “Bi navê Xwedayê Mihrîbanê Dilovan. Li hember min xwe qure nekin. Bi mislimanî (teslîmbûyî) werin cem min.” 
     Belqizê ev name xwend û naveroka we ji rûhsipî û serdaran re diyar kir û ji wan re got: 
     -Hûn jî rind dizanin çaxê ez biryarekê bidim berya her tiştî bi we dişêwirim. De ka derbarê vê meselê de hûn çi dibêjin.
     Rûhsipiyên hazir gotin:
     -Em kesên bi hêz û quwetin û xwe jî şervanên cengên dijwarin. Lêbelê dîsa ferman ya te ye. Ka lê binêre tê çi emir bikî.        
     Belqizê lê nihêrî gel dilheye bi Suleyman re têkevinê şêr. Lê jinika jîr û zana karên xwe baş dizanibû. Ji ber vê ji wan re behsa xeterî û dijwariya şerên li hember hukumdaran tê kirin kir. Ji wan re got:
     -Bêguman çaxê hukumdar têkevine welatekî pêre şer dikin tu tiştî ser hevdu nehêlin. Wê derê kavil û wêran dikin. Koka xelkê wir diqelînin, ezîzên wan zelîl dikin û yên din jî dîl digrin. Heke serbikevin dê vê bînin serê me jî.
     Paşê biryara xwe ji wan re got:
     -Ezê çend qasidan bi xelat û diyariyên bi nirx û giranbiha ve bişînime bal Suleyman. Lewra hukumdar ji tiştên wisa zef hez dikin û pê kêfxweş dibin. Heger Suleyman wan diyariyên me qebûl bike, ewê jî dewsa wan xelatan ji me re xelatan rê bike. Wê çaxê yê kifş bibe ku ew bes hukumdareke û tiştên hukumdar pê razî dibin ew jî pê razî dibe û ew ne pêxember e. Lê heke van diyariyên me nepejirîne û bi me vegerîne, dê wê çaxê bê zanîn ku bi rastî ew pêxemberê Xwedê ye û xêncî bawer kirina me bi tu tîştî qayîl nabe. Ligel vê qasidên me yê di derbarê wî û xelkê wî de ji me re agahiyan bînin. Encama vê de emê bizanibin ka emê çi bikin. 
     Ji bo vê qasidên welatê Sebe’ yê bi xelat û diyariyên giranbiha ve berê xwe dane welatê Hz. Suleyman Filistînê. Çûn derketine pêşberî Suleymanê Hakim û ev diyarî û xelatên Belqizê şandibûn pêşkêşî wî kirin.
     Lêbelê Suleyman (e.s.) mîna hukumdarên dinê nebû. Lewra ew pêxemberê Xwedê bû û tu carê çavê wî li mal û milkê dunyê nebû. Armanca wî bes ji bo Xwedê Teala bendetî bû û ji bo vê dixebitî. Hizir dikir ku hetanî quweta wî hebe mirovan hişyar bike û seba dînê Xwedê li ser rûyê erdê hakim bibe bixebite.
     Hz. Suleyman ew diyariyên qasidên Belqizê ji bona wî anîbûn bi wan vegerand û ji qasidan re got: 
     -Hûn bi xwe jî dibînin Xwedê li ser rûyê erdê gelek nîmet û quwet nesîbî me kiriye. Ji bo vê jî em li pey zînet û xişrê dunyê nînin. Me ew name ji bo hûn dev ji bîr û baweriyên pûç berdin û ji Xwedayê bê heval û şirîk re perestî bikin şand. Bilî vê yekê tu daxwazeka me ya dinê tuneye. Herin van tiştan bidin Melîka xwe û salixê tiştên we bi çavên xwe ve dît û bi guhên xwe ve bihîst bidine wê. Heke neyêne li ser dînê heq û bawer nekin û li ser kufrê dewam bikin, ezê bi artêşeke wisa ve werim tu tişt nikare li hember bisekine û ezê wan di halekî xerab de ji wê derê derxim.  
     Qasidên Belqizê bi xelatan ve vegeriyane cem Belqizê. Peyama Hz. Suleyman ji Belqizê re hinartibû gîhandinê û salixê seltanet û milkê wî yê bi çavên xwe ve dîtibûn danê. Wê çaxê Belqiz têgihîşt ku nikare li hember Hz. Suleyman berxwe bide. Jixwe kirinên wî nîşana pêxemberiya bû.
     Belqizê biryar da here cem Hz. Suleyman û ji bo vê dest bi amedekariyan kir.
     Hz. Suleyman pê hisya Belqizê were dîtina wî. Hz. Suleyman jî seba qûdret û îkrama Xwedê Teala dabû wî nîşanî Belqizê bide. Loma dil hebû wî textê wê yê bi nav û deng hê ew xwe negihîne wir bîne cem xwe.
     Ji xizmet karên xwe re got: 
     -Ji we kê dikare textê Belqizê hetanî ewna xwe teslîmbûyî/mislimanî negîhînine vê derê ji bo min bîne?
     Ji cinan îfrît rabû got: 
     -Hetanî tu ji meqamê xwe ranebî û neçî ezê wî ji te re bînim.
     Zatekî alimê ku ji kitêbê îlim hatibû dayînê got: 
     -Heya tu çavên xwe vekî bigrî ezê wî textî ji te re bînim. Wextê Hz. Suleyman li kêleka xwe nihêrî dît ku text li hindê ye. Çaxê Hz. Suleyman ev yek dît weha got:
   -Ev îhsana Xwedê ye daye min de kanê ezê şikur bikim yan nankoriyê. Ev ji bo min îmtihan e. Kê şikur bike ev xêra wî yê, kê jî nankoriyê bike bêguman Xwedê dewlemed (mustaxnî) e. Ew xwedî kerem e. -(Neml: 38-40)-
    Hz. Suleyman ferman da hinek tiştên text biguhirin. Dê bi vê ve Belqiz biceribanda hele ka yê textê xwe nas bikira yan na.
     Çaxê Bekqiz hat Hz. Suleyman anî textê wê yê hatibû guhertin nîşan dayê û jê pirsî: 
    -Gelo ev texta qet dişibe textê te? Belqiz çawa çav bi text ket kete şikê. Lewra hinek tişt nehatibûne guherîn û axiriyê de tê derxist ku ev textê wê ye.
      Bi vê yekê ve baweriya wê ya bi pêxemberiya Hz. Suleyman mehkem bû. Her çendî berê qasidan derheq pêxemberiya Hz. Suleyman de salix dabûnê, lê ev tiştên wê bi çavên xwe ve dîtbûn ew hê mutmeîn kiribû.
     Hz. Suleyman binê koşka xwe ya pêşwazî kirinê bi şuşehulî û bêlorê ve ji hostayên xwe yê mahir da bû çêkirin. Bi vê ve mûcîze û nîmetên Xwedê Teala dabûne wî nîşanî Belqizê da. Çaxê ji Belqizê re got fermo têkeve koşkê, wextê Belqiz li dêrî de kete hundir qey got binê koşkê aveke zelal e. Ji bo şil nebin pêş û delingên xwe hilkişan dine jorê. Suleyman (e.s.) jê re got ev bi şuşe û bêloreke zelal ve hatiye çêkirin. Dema Suleyman (e.s.) wisa got heyirî û rastiya doza Suleyman (e.s.) bi awayekî zelal naskir weha got:
     Xwelî li serê min be, di gel Suleyman ez teslîmî Xwedayê Rebbê alemê dibim.
     Derheq wefata Suleyman (e.s.) de weha tê rîwayet kirin: Rojekê Suleyman (e.s.) mezela xwe ya tê de îbadet dikir de xwe sipartibû gopalê xwe runiştibû û hikmeta Xwedê seeta wî temam bû û di wî halî de wefat kir. Heya kurmekî gopalê wî xwar û gopal şikest tu kes mirina wî nehisiya bû. Ev jî nîşan dide ku cin xeybê nizanin. Lewra ko bizanibûna yê bigotana Hz. Suleyman miriye.  

PÊXEMBERİYA ÎLYAS (E.S.)

     Qewmê Îlyas (e.s.) êleka ji Benî Îsraîliyan bûn û pûtperest bûn û li herema Baalbekê dijiyan. Navê pûtê wan jî Ba’l bû. Xwedê Teala seba wan hişyar bike û dînê heq nîşanî wan bide Îlyas (e.s.) şand. 
     Îlyas (e.s.) ji bo qewmê xwe ji wê bîr û baweriya betal û bê wate dûr bixe, ewna bal bi yekîtiya Xwedayê bê şirîk û heval de dewet kir. Ji wan re ferman û qedexên Xwedê yên bibûna wesîla xelasî û bextewariya dunya û axretê beyan kir. Ji wan re got hûn çawa Xwedayê ev kaînat bi şeklêkî weha rind afirandiye û her nîmet û xêr daye we dihêlin û ji vî pûtê (Ba’l) bêkêr re perestî dikin. Îlahê layiqê îbadetê her Xwedê tenê ye. Ew Xweda him rebbê we ye û him jî rebbê bav û kalên we yên çûyî ye.                   
     Lê qewmê ji rê derketî teblîxa pêxemberê xwe derewandin û qebûl nekirin. Ji ber rû badana wan ezabê roja axretê bû para wan. Bêguman kesên ku bawer kirine ji vî ezabî dûrin.
     Hz. Îlyas wezîfa xwe ya pêxemberiyê zef rind kiribû û li pey xwe nav û dengekî rind hîşt. Ew qulekî mûxlîs bû. –(Seffat: 123-132)- 
   
                               

EL-YESE’ (E.S.)

     El-Yese’ (e.s.) pêxemberekî ji bo Benî Îsraîliyan hatiye şandin. Bêguman wî jî xelkê xwe dewetî dînê heq kiribû. 
     “Di berya te de me tu qasid neşandiye ku em jê re weha wehiy ne kin; bilî Min îlahê layiqê îbadetê tuneye, vêca ji Min re îbadet bikin.”(Enbiya: 25)
    “Îsmaîl, El-Yese’ û Zûlkîfl jî bi bîr bîne. Ewna hemû ji kesên bi xêr bûn.” (Sad: 48)
     Lêbelê di Qur’anê de tenê navê wî heye, derheq pêxemberiya wî de agahî tuneye.
     Her çendî di îsraîliyat û kitêbên dîrokê de derheq wî
de hinek tişt hebin jî em wana neqil nakin. Lewra di kitêbên dîrokê de, rastî û çewtî tevlihev bûne. Ji ber vê jî hilbijartina agahiyên rast pir zehmete. Ji ber vê sedemê em bi guman nêzîkî wan pirtûkan dibin. 

PÊXEMBERİYA HZ. YÛNUS

     Hz. Yûnus pêxemberê xelkê Nînowa yê bû. Ev der nêzîkî Musilê ye û paytextê Asûriyan bû. Asûriyan hakimiyeta heremê piranî hildabûn destê xwe. Nînowa di herema Mezopotamya yê bajarekî kewnareye. Di çaxê xwe de ji wan bajarên mezin û dewlemend yek jî Nînowa bû. Ev bajar bi pirtûkxana xwe ya mezin û dewlemend ve jî dihate zanîn. Ji ber vê dewlemendî û pir bûna mal û milk, civakê xwe winda kiribû. Dane pey şopa pêşiyên xwe û ji sitêrk û pûtan re îbadet kirin. Ev bîr û baweriyên betal ji wan mîrat (mîras) hildabûn. Ne difikirîn ne jî, ji ezabên hatibû serê xelkên beriya wan de ji xwe re ders hildidan û ne jî hişê xwe didane serê xwe. Ji ber vê di navbera wan de nerindî û xerabî zêde bibûn. Xwedê (c.c) seba wan hişyar bike û rêya xelasiyê nîşanî wan bide qasidê xwe Yûnus bîn Metta şand. 
   Yûnus (e.s.) seba dev ji şîrkê berdin û ji Xwedê tenê re îbadet bikin ewna bal bi xelasiyê de dewet kir. Lê qewmê nezan ew kar û kirinên xwe yên kirêt neterikan-din. 
     Her çendî Hz. Yûnus teblîxa xwe dewam dikir jî xelkê bêyî bawer kirin li ser pûtperestiya xwe dewam dikir. Hz. Yûnus ewna bi xezeba Xwedê ve da tirsandin û ji wan re got demekê şûnde ezabê Xwedê yê li ser we de bê.
     Yûnus (e.s.) bi van xebatên xwe ve hezanibû wezîfa xwe ya rîsaletê kuta kiriye û bajar berya emrê Xwedê bê terk kiribû ango bêyî destura îlahî ji bajêr reviya bû. Lewra kufr û nankoriya wan Yûnus (e.s.) gelekî aciz kiribû û qehirandibû.   
     Hatibû qiraxê deryayê (Dîcle) û li benderê keştîke tijî sîwar bibû. Keştî bi rêket û xêlekê çû. Lêbelê nişkê ve ba û bahoz derket û lêp bilind bûn. Hindik mabû keştî noqî deryayê be. Rêwiyên keştiyê lê nihêrîn nikarin herin û bi hevdu şêwirîn. Gotin; helbe di keştiyê de yekî gunehkar heye. Emê peşkê bikşînin û ji kê re peşk derkeve emê wî bavêjine deryayê. Peşka pêşîn kişandin û peşk ji Yûnus (e.s.) re derket. Hz. Yûnus xwe da nasînê û peşk dubare kirin, vê carê dîsa peşk ji wî re derket, lê disa cara sisiya peşk kişandin û ya dawiyê jî ji Yûnus (e.s.) re derket û axiriyê de ea avêtine deryayê. Bi hezkirina Xwedê Teala masîkî hat bêyî kuştin û birindar kirin ew daqurtan.
     Di aliyê din de xelkê Nînowayê lê nihêrin Yûnus (e.s.) ewna hiştine û serê xwe hildaye çûye. Nîşan û elametên ezabê Yûnus (e.s.) ji wan re gotibû jî eşkere bibûn. Ji ber vê gelekî poşman bûn û derketine serê çiyê lavayî Xwedê kirin, efû û mexfîret jê xwestin. Xwedayê Mihrîbanê Dilovan jî ewna bexişandin û ezab ji wan dûr xist. Bilî qewmê Hz. Yûnus tu kom piştî hatina ezab nehatine bexişandin. –(Yûnus: 98)-                      
     Yûnus (e.s.) bi xeta xwe hisiya û di hundirê masî de di nav tarîtiyê de ji Xwedê re secde kir û tobe kir û mexfîret xwest. Xwedê tesbîh û zikir kir û niyaz kir: 
     -Ya Rebbî! Pêştirî Te tu îlah tuneye. Ez Te tenzîh dikim. Bi rastî ez bûme ji wanên zalim. Xwedê (c.c) ew efû kir û emrî masî kir, masî anî Yûnus (e.s.) avête reşahîka bê hêşnayî. Yûnus (e.s.) gelekî betilî û sewt ketibû. Bi heskirina Xwedê Teala ji bo xwe li bin siya wê de xwe ji germa tavê biparêze dareke mezin û bilind hêşîn bû û Yûnus (e.s.) li bin siya vê darê de bîhnveda. Gava li ser xwe de hat, Xwedê (c.c) ji bo vegere nav qewmê xwe emir lê kir. Yûnus (e.s.) ji bo teblîxa xwe berdewam bike zivirî welatê xwe û gelê şahîdî hatina ezabê Xwedê bibûn, pûtperestî terikandin û bawerî bi pêxemberiya wî anîn.       –(Enbiya: 87-88)- 

HZ. ZEKERİYYA Û HZ. YEHYA

     Zekeriyya (e.s.) jî pêxemberekî ji bo Benî Îsraîliyan hatibû şandin. Ji bo li ser ola heq bijîn ji wan re bû şîretvan û hişyarker. Temenê xwe gişk di rêya Xwedê Teala de derbas kiribû û muqatiya Beyt-î Muqeddesê dikir. Lê êdî mîna berê bi serxwe nînû û kaltiyê zora wî dibir. Por sipî kiribû û ji taqet ketibû. Rewşa Benî Îsraîliyan jî qet rind xuya nedikir. Bi hikmeta Xwedê (c.c) zarê Zekeriyya (e.s.)  jî çênedibûn. Lê dilê wî hebû li piştî mirina wî ji malbata wî kesekî salih jê re bibe waris û rêberiya Benî Îsraîliyan bikira hebûya. 
     Zekeriyya (e.s.) tu carê hêviya xwe ji Xwedê nebirîbû. Ji bo Xwedê Teala zarekê bidê bi dizîka ve weha lavayî Wî kiribû: 
     Ya Rebbî! Bi rastî êdî hestiyên min sist bûne, porê min jî çîlqerqaş bûye. Ya Rebbî! Min kîngê lavayî Te kiriye ez bedbext nebûme. Bi rastî ez di van xizmên minê li pey min bimînin de ketime fikara. Kulfeta min jî zara nîne. Tu ji bal xwe de warisekî bide min. Bila ji min re û malbata Yaqûb re bibe warîs. Rebbê min wî bike kesekî Tu jê razî dibî.      -(Meryem: 2-6)-
     Xwedê Teala her tişt ji tunebûnê aniye hebûne. Gava tiştekî dil bike, dibêje bibe ew jî dibe. Ji bo Xalikê alemê her tişt hêsane. Xwedayê Mihrîban ev bende yê xwe yê xemgîn û dilşewitî bê hevî nehîşt û diayê wî pejirand. Mizgîniya kurekî navê wî Yehya bû dayê û ev nav heta wê çaxê li tu kesî nehatibû kirin. 
     Çaxê Zekeriyya (e.s.) ev mizgîniya hilda heyirî. Lewra xwe kalekî sewt ketîbû û jina wî jî sêr bû. Lêbelê ev kar ji bo Xwedê (c.c) tiştekî hêsane.
     Zekeriyya (e.s.) ji Xwedê Teala ji bo vê yekê nîşanek xwest. Xwedê (c.c) jê re wehiy kir: Bêyî tu nexweşî sê roj û şevan ser hevdu tê lal bibî, nikarî tu kesî re bipeyivî. Loma tê bi destan ve milet serwext bikî. Zekeriyya (e.s.) sê rojan lal bû û axiriyê de jina wî bi heskirina Xwedê  Hz. Yehya anî dunyê.
   Yehya (e.s.) zana û serwext bû û dilekî paqiz û halekî wî yê mutewazî hebû. Ji dê û bavê xwe re gelekî bi hurmet bû û zarekî sernerm û qenc bû. Di kar û tevgerên xwe de herdem micîd bû. Xwedê Teala ji bo rê nîşanî xelkê xe bide ew bi pêxemberiyê ve wezîfedar kir.
     Xwedê Teala jiYehya (e.s.) re wehiy kir: Kitêba xwe şidyayî bigre û hê zar bû hikmet dayê. Yehya (e.s.) Tewrat dixwend û ji Benî Îsraîliyan re şîrove dikir. Lê qewmê zalimê xwînmij dîsa axozî dibûn û li hember fermana îlahî serî hildidan. Benî Îsraîliyan berê bi qelf û tiranê xwe ve Hz. Zekeriyya dilîstin. Dema Hz. Yehya bû pêxember anîn gef bi wan xwerin û ji bo Zekeriyya (e.s.) bitirsînin Hz. Yehya şehîd kirin û koma xwîn xwaran bi vê jî têr nebûn anîn ji pey re Zekeriyya (e.s.) jî şehîd kirin. 
     Ji danê bûyîna xwe de, di jiyana xwe de û heta mirinê, heta roja rabûnê selam li ser wî (Yehya) be. -(Meryem: 12-15)-
                            

HZ. ÎSA YÊ KURÊ MERYEMÊ

     Bavê Hz. Meryemê Îmran ji giregir û pêştahatiyê cihûyan bû. Lêbelê Xwedê (c.c) zarnedabûnê. Rojekê jina wî xwe avête Xwedê Teala û lava kir da ku zarekê bidê. Nezir kiribû heger zareka wan bibe yê wî di rêya Xwedê de perwerde bike û ji bo xizmeta Beyt-î Mûqeddesê bike, bide wê derê. Wê çaxê ev edeteka cihûyan bû. Hinek malbetan ji bo zarên wan li wir, berdestên aliman perwede bibin û li berdestên wan herin-bên zarên xwe yê kurînê didane wê derê. 
     Xwedê Teala her rewşa bendeyên xwe dizane. Her Ew dizane derheq mirovan de kîjan tişt xêre û kîjan jî nexêr e. Ji bo vê diayê merivan qebûl bike jî kîjan ji bo bendeyê salih xêr be wê didê. Lewra carna meriv tiştekî hezdike lê ew tişt neqenc e, carna jî meriv hinek tiştan ji bo xwe neqenc dizane lê ew tişt ji bo wî qenc e.
     Xwedê (c.c) diayê wê (Hanne) pejirand û bi heskirina Xwedê bi zar bû û zareka qîzînê anî dunyê. Hê newelidîbû Îmran dunya xwe guhurîbû. Wê jina qeneetkar, ji bo vê îhsana Xwedê (c.c) hemd û sena kir û ji Xwedê xwest ku vê keçê û nesla wê ji şerrê şeytan biparêze û got: Qîz mîna kura nînin û navê wê jî danî Meryem.
     Barî Teal daxwaza wê qebûl kir. Hz. Meryem mîna nebateka hêşîn dibe parast, mezin kir û kemiland. Bi kerema Xwedê niyêta wê hasil bû û Hz. Meryem da xizmeta Beyt-î Mûqaddesê. Lêbelê ev qet jî hêsan nebû. Lewra heya wê çaxê xêncî zarên kurînê zarê qîzînê nehatibûn hildanê. Bi heskirina Xwedê (c.c) piştî xebateka bi zehmet Hz. Zekeriyya ev yek bi aliman da qebûl kirin.

PERWERDA HZ. MERYEMÊ Û NÎMETÊN XWEDÊ

     Hz. Meryem dema ji bo xizmeta Beyt-î Mûqeddesê hatibû qebûl kirin, hê zareke piçûk bû. Ji ber vê pêwîst bû yekî miqatiya wê bikira û ji bo fêr kirin û perwerdê bûna wê pê re eleqedar bibûya. 
     Di vê mijarê de di navbera alimên li Beyt-î Mûqeddesê dinihêrîn de nakokî û dubendî çêbû. Encama niqaşê de biryar dan ku ji bo kesê bi Meryemê re eleqedar bibe, bi peşkê ve kifş bikin. Peşk ji kê re derkeve êdî ewê bibe wekîlê Meryem ê.
     Gor vî qerarî yên beşdarî vê peşk kişandinê bûn, pênûsên xwe avêtine avê. Pênûsa kê di avê de roda neçe û li cihê xwe raweste ewê vê wezîfê hilde ser milên xwe. Bi hezkirina Xwedê encama peşkê de ev wezîfe ji Zekeriyya (e.s.) re ket.
     Zekeriyya (e.s.) him pêxember bû û him jî merivê malbata Hz. Meryemê dihat. Jina Zekeriyya (e.s.) jî xatiya Meryemê bû.              
     Zekeriyya (e.s.) di koşekî Beyt-î Mûqeddesê de ji bo Meryemê mezeleke taybetî ava kir û Meryem li wir de rabû-runişt. Bilî Zekeriyya (e.s.) tu kesî nikaribû têketa mezela Meryemê. Bi vî tehrî berdestê pêxemberê Xwedê Teala gihîşt û perwerde bû. Li wir fêrî Tewratê bû û bû bendeka Xwedê ya xêrxwaz û salih. Xwedê (c.c) bi vê ve dixwest keçeka namzetî dayiktiya pêxemberekî dê bi şeklekî awarte ango bi mûcîzeyî bê dunyê bikemilîne. Lewra dê paşerojê de barê milê Meryemê giran bibûya û her kesî nikaribû taqet bikira vî barî hilbigire. Ji bo vê pêwîst bû rind bihata perwedekirin da ku di vê îmtihanê de bikaribe sebir bike û teyax bide.  
     Xwedê (c.c) ji cem xwe de ji bo Meryemê fekî û mêwên di wê demê li wan deran nedihatine peydakirin jê re dişand.
    Zekeriyya (e.s.) her tim miqatî Hz. Meryemê bû û serî didayê û pê re mijûl dibû. Dîsa rojekê hate oda wê da ku serîkî bidê lê nihêrî li ber Meryemê fekî û êmîşên li wê demsala têdene li wan deran tinene hene.  Ji ber vê yekê metel ma û jê pirsî; kê evna ji te re anîn? Wê jî gotibû: 
     -Ew Xwedayê ji bo kê bixwazê bêhed û hesab rizq dide da min.    -(Al-î Îmran: 37)-     
     Hz. Meryem li vî ciyê pîroz de mezin bû û bû qîzeke xama. Di vê çaxê xwe de hê ji berê zêdetir taet û îbadet dikir. 
     “Miyaketan gotibû: Ey Meryem! Bêguman Xwedê tu hilbijartî paqij kirî û tu ji jinên gerdûnê payeberz kirî.   Ey Meryem! Bi huşû li dergê dîwana Rebbê xwe de bisekine, here secdê û tevî wanê ruku dikin tu jî ruku bike.” ( Al-î Îmran: 42-43)
     Bi rastî paye bilindî berpirsyariyên girin û giran jî bi xwe re tîne. Dema mirov bê hilbijartin, wê çaxê barê mîlê mirov jî giran dibe. Lêbelê ev bargiranî ji mirov re dibe wesîla qedir bilindî û rumetê.  
     Rojekê miyaketin hat mizgîniya zarekî kurînê dane Hz. Meryemê. Ev zar yê bi şeklekê fewqelade bihata dunyê. Lewra Hz. Meryem qîzeka xama ya azep bû ango hê mêr nekiribû. 
     Milyaketan jê re gotin:
     -Navê wî jî Îsa yê kurê Meryemê ye. Him li dunyê û him jî li axretê qedrekî wî yî bilind heye. Ew hatiye hilbijartin û ji wan kesên nêzîkî Xwedê ye. Yê hê di pêçekê de bipeyive û gotinên bi hikmet bibêje, ev rewşa wî dê mezintiya wî de jî dewam bike. Ew ji qencên Xwedê ye.
     Hz. Meryemê got:
     -Ya Rebbî! Ka ev çawa dibe? Destê kesî li destê min neketiye. Xwedê got: Raste, lê gava bixwaze tiştekî hukum bike dibê “bibe”  ew jî dibe.
     Bi vî awayî Xwedê Teala Hz. Meryema mîna çilka şîr pak û pakîze, ji bo bibe dayika qasidê xwe hilbijart.
     Mûcîze; bûyer û tiştên bi qaydekî awarte bi hezkirina Xwedê (c.c) ve bi destê pêxemberan pêk tênê ne. Ev bûyerana mirovan şaşmetel dihêlin da ku hişê xwe bidine serê xwe û rind bifikirin. Evna rastiya nîşan didin û îsbat dikin. Gava Xwedê (c.c) bixwaze sebeban ji holê radike û bêyî sedem/eger encaman diqewimîne. Lewra ev jî Wî re gelekî hêsan e. Mîna bûyîna Îsa (e.s.). Hz. Îsa bi hezkirina Xwedê bê bav ji Hz. Meryemê re dibe. Her weha Xwedê Teala Adem (e.s.) him bê bav û him jî bê dê ji axê afirandibû. Jixwe Xwedê (c.c) her tişt ji tunebûnê aniye hebûnê, lêbelê pirê mirovan nafikirin.

BÛYÎNA HZ. ÎSA

     Piştî vê xeberê Hz. Meryemê li rojhilatê Beyt-î Mûqeddesê de xwe avêtibû tarîtiyê û taet dikir. Wextekî li wê derê bû Xwedê Teala Cebraîl jê re di dilqê merivekî de şand. Çaxê Meryem çav bi wî ket jê tirsiya û qey got meriveke û yê nerindîkê bîne serê wê û jê re got:
     -Ez ji şerrê te xwe dispêrme Xwedayê rehman. Ger tu yekî ji Xwedê tirs bî ji min dûr bikeve.
     Cebraîl (e.s.) jî anî xwe pê danasîn û got:
     -Ez ji bal Xwedê de ji bo zareka kurînê diyarî te bikim hatimê şandin. Ez qasidê rebbê te me.    
     Meyemê got:
     -Çi tehrî kurekê ji min re bibe? Tu beşer nêzîkî min nebûye. Ez yeka nerind jî nînim. 
     Cebraîl jî gotibû:
     -Raste, lêbelê ev ji bo Xwedê pir hêsane. Lewra yê wî ji bo mirovan bikin ayetekê û yê ji me bibe dilovanîk. Jixwe kar qediya ye.            –(Meryem: 12-16)- 
     Bi vî awayî Xwedê Teala jina tîmsala îffet û namûs-ê ji aliyê xwede rûh pif kirê û ew û kurê wê ji bo aleman kiriye îbret. 
     Hz. Meryem hemle ma û vê rewşa wê, ew gelekî ki-ribû fikara. Ji ber ku ev bûyera hatibû serê wê tiştekî li rêzê nebû. Ji bo vê jî xelkê ye paşgotinî yên wê bikirana û pê bawer nekirana. Loma Hz. Meryemê digot:
     -Xwezila ez hê ev yeka nehatibû serê min bihatama ji bîr kirin yan jî bimirama. Lê Xwedê (c.c) ew tenê nehîşt. 
     Pey hemle bûnê Hz. Meryemê ji merivan dûr disekinî û çû ciyekî ji çawên merivan dûr û hetanî zara xwe welidan li wê dera xewle tena serê xwe ma. Dema welidandinê hat û qolincan dest pêkir. Ji ber êş û janê pişta xwe sipartibû dareke xurmê ya hişk û li wê derê hemla xwe danî. Di vê rewşê de dengek hatê û got:
     -Êdî ber xwe nekeve. Howe Xwedê ji te re rizq şandiye. Darê bilqîne dê xurme li ser te de bi weşin û ji vê ava Xwedê bi kerema xwe ji te re daye zayinê vexwe. Bixwe û vexwe, çavên te renkayî be. Êdî kes rastî te bên ji wan re bibêje min ji bo rebbê dilovan rojiya xeberne-danê girtiye.                         -(Meryem: 22-26)-
     Meryemê zara xwe hilda çû cem qewmê xwe. Lêbelê vê rewşa wê ewna ecebmayî hîşt. Lewra tu tiştekî weha ji Meryemê hêvî nedikirin. Meryem qîzeka xama ya hê azep bû. Ji ber vê jî paşgotinî û îlawe (îftira) di navbera gel de bela bûn.
     Çaxê xelkê Meryem bi zaroka li hembêzê ve dîtin jê re weha gotin:
     -Meryem! Bi rastî te karekî ecêb kiriye. Xwîşka Harûn! Bavê te merivekî neqenc nebû, diya te jî jineka xerab nebû.  
     Meryemê tu bersîv neda wan û anî zarok pêşberî wan kir da ku bersîvê bide. Gava gel dît Meryem tîne zarokê nîşanîş wan dide seba pê re xeber bidin, jê re gotin:
     -Tu bi me dilîzî? Emê çawa zareka di pêçekê de re bipeyiv in? 
     Ser vê Îsa (e.s.) hate ziman û got:
     -Bi rastî ez bendê Xwedê me. Wî kitêb û pêxemberî da min. Li ku derê bim ez pîroz kirim. Hetanî ez sax bim nimêj û zikat li ser min ferz kir. Ez ji bo dayka xwe jî hurmetkar kirim, ne zarbekî bedbext. Selam li ser min e, ji bûyîna min heta mirina min û heta nûve vejînê.
     Li hember vê mûcîzê şaşmetel man. Lewra heta wê rojê tiştekî wisa nedîtibûn. Bi vî qaydî Xwedê zimam-dirêjiyê wanên li ser Hz. Meryemê birî.   

PÊXEMBERÎ Û MÛCÎZÊN HZ. ÎSA

     Hz. Meryemê seba cihû xerabîkê neyînin serê kurê wê çû Misrê. Li wê derê çend salan ma û dîsa ji wir vegeriya û çû Nasiriyê û li wir bi cîh bûn. Çaxê Hz. Îsa gihîşt û kemilî jê re pêxemberî hat. Lewra cihû ji rê derketibûn. Gun nedidane heramî û heleliyê. Bi neheqî malê hevdu dixwarin û zor li kesên belengaz û feqîr dikirin. Dayin û sitendina selefê ji wan re bibû karekî rojaneyî serbest. Bi vê jî qîma xwe nedianîn roja axretê, hesab û ceza jî înkar dikirin. Dabûne pey hewa nefsa xwe û totî kûrahiya delaletê bibûn.      
     Xwedê Teala ji qewmê ji rê derketî re qasidên xwe re dike da kû wan hişyar bikin û rastiyê ji wan re beyan bikin. Lewra Xwedê tu carê ji kufrê razî nabe. Ji bo vê cihûyan re gelek pêxember şandibû. Îcar ji bona wan Hz. Îsa bi rê kiribû.
     Wê çaxê emrê Hz. Îsa sî sal bû û Tewrat rind dizanibû û Xwedê ji bo wî jî Încîl (Mizgînî) daxistibû. Încîl tesdîqa Tewratê bû û ji bo ku Îsa (e.s.) di navbera cihûyan der berwaniyê bike jê re hatibû şandin.
     Îsa (e.s.) teblîxa ola heq kir û ji wan re rêya ripûrast nûve destnîşan kir û ji wan re ew sînorên helal û heramiyê yên di nav wan de hatibûn hildan û xerab kirin dîsa nûve vegot. Pisrgirêkên di navbera wan de dibûne egera bêtifaqî û nakokiyê ji wan re beyan kir.
     Lêbelê cihûyên hînî beredabûnê bibûn dev ji nerindiyan bernedidan. Ji lewra ev xisleta înkar kirinê û asê bûnê ji wan re bibû nexweşîka xedar û çaxê banga heqiyê bibihîstana xwe dida der.  
     Ji cihûyan sadûqî yên herî ji rêderketî bûn. Lewra wana roja rabûnê, ceza û mûkafat înkar dikirin. Digel vê alimên cihûyan jî Tewrat gor daxwaza dilê xwe şîrove dikirin û bi vî awayî ewna dixapandin. Ji bo perekî hindik hukum û ehkamên di Tewratê de bi şeklekî zelal hatibûn beyan kirin tehrîf dikirin û diguhirandin. 
     Dema Îsa (e.s.) bi Încîlê ve hat, ji yên pêşya her kesî dijî wî rabûn yek jî ew koma xaxem û kahînên wan bûn. Lewra wan rind dizanibû ku Îsa (e.s.) yê vir û derewên wan derxe meydanê û evê jî bibe sedema ji dest çûyina meqam û payeya wana di nav gel de.         
     Hz. Îsa ji wan pêxemberê ulu’l-ezm e, yanê ji wan pêxemberên mucadele û îmtihaneka zor û dijwar ve hatine ceribandin û bi sebreke mezin ve berxwe dane ne. Li hember zehmetî û astengiyan sist nebûne. Lewra pêxemberên Xwedê yên bêguneh û pak tu carî bê hêvî nebûne û wezîfa xwe ji bîr nekirine.
     Îsa (e.s.) dema teblîxê de bi zanebûn û hikmet here-ket dikir. Ji bo qewmê wî bawer bikin, seba bala wan bikşîne û li wan eser bike, bi hezkirina Xwedê (c.c) mûcîzên bibe dermanê nexweşiyên wanê maddî û manewî nîşan dida. Dema meriv li mûcîzeyên Hz. Îsa mêze dike van taybetiyan dibîne.   
     a) Hz. Îsa ji heriyê şiklê teyr/çukan çêdikir û pifî wan dikir, bi hezkirina Xwedê sax dibûn. Hz. Îsa bi vê ve nîşanî cihûyan dida ku hebûn ji maddiyatê tenê pêk nayê, digel vê rûyê wî yê manewî jî heye. Lêbelê mirov nikare vê rastiyê bi çavên xwe ve temaşa bikin. Ji lewra wê demê di nav cihûyan de maddiyat eslê hebûnê dihate hesibandin û hebûna rûh/vîn û maneviyatê dihate înkar kirin.
     b) Korên zikmakî bi heskirina Xwedê (c.c) pak dikir. Digel vê yên nexweşiya belek bûnê ketibûn destê xwe tê dida û bi heskirina Xwedê pak û sax dibûn. Gor rîwayetan di wê demê hekîmî/tibê de gelekî pêşta çûbûn.  
     c) Miriyên di goran de bi heskirina Xwedê (c.c) sax dikir. Lewra ji cihûyan komekê nûve vejîna piştî mirinê înkar dikirin. Hz. Îsa jî bi van mûcîzan ve rastiya axretê îsbat dikir.
     d) Bilî vê tiştên mirovan di mala xwe de dixwarin û vedişartin ji wan re digot û ciyê wan ji wan re digot. Di van mûcîzan de ji bo komên hişmend ayet/beratên bi îbret û giring hene.
     Lêbelê koma mûnkîran nehatine ser heqiyê û bi van mûcîzeyan bawer nekirin û digotin ev tiştana pêştirê sêrê tu tişt nîne. 
     Hz. Îsa ji bo xelkê dewetî rêya heq bike û rastiyê ji wan re bêje derdikete rêwîtiya. Carekê ji qewmê xwe re gotibû: 
     -Di rêya Xwedê de yê piştgiriya min bike kê ye? 
     Wê çaxê ji nav gel xêncî çend kesên feqîr tu kesî bersîv nedabûnê. Lê dîsa wan çend kesên bawerî pê anîbûn pêre bibûne heval û piştgiriya wî dikirin. Ji wan re “Hawarî” dihate gotin.
     Rojekê dîsa Îsa (e.s.) digel şagirdên xwe seba teblîxê derketibûne rêwîtiyê. Di vê rêwîtiyê de gelekî pirçî bibûn û ji Îsa (e.s.) sivreka tijî xwerin xwestibûn.
     “Çaxê hawariyan gotibû: Ey Îsa yê kurê Meryemê! Rebbê te dikare bona me ji esman sivrekê daxe? Wî gotibû: Heger hûn ji yên bawerkirî bin ji Xwedê bitirsin. (Wan jî) got: Em dixwazin ji wê bixwen ku dilê me rihet be. Em bizanibin tu ji me re rast dibêjî û em jî bibin ji şahidên wê.” (Maîde: 112-113)
     Îsa (e.s.) lavayî Xwedê kiribû û ji wan re sivrek hatibû daxistin.
     Her çendî Xwedê ev mûcîzeyên dabûne Îsa (e.s.) cihûyan dîsa jî guh nedidane rastiyê û bawerî bi rîsaleta wî nedianîn. Di aliyê din de ji bo merivan ji rêya heq dagerînin dixebitîn.
     Dawiyê de dil kirin ku Îsa (e.s.) bi dek û dolaban ve bikujin û ji wî xelas bibin. Ji bo vê yekê çûn şikyatê xwe li waliyê Romayê kirin. Ji wan re gotin Îsa di navbera xelkê de fîtne û fesadiyê derdixe û yê bibe sebebê hilweşîna sazûmana we.
     Leşkerên Romayê pey Îsa (e.s.) ketin û kesekî munafiqê digot ez bawer dikim ciyê Îsa (e.s.) ji wan re got û anîn ew girtin. Lêbelê Xwedê Teala Îsa (e.s.) ji destên wan xelaskir. Dewsa Îsa (e.s.) kesê ewa îspiyan kiribû anîn li çarmixê xistin û kuştin. Lewra ev kes li ber çavên wan mîna Îsa (e.s.) hate kifşê. 
     Xwedê Teala Îsa (e.s.) ref’/bilindî bal xwe kir, ango wana Îsa (e.s.) ne çarmixê xistin ne jî kuştin.  -(Nîsa: 157-158)-
     Ji vê bûyerê şûnde bawermendan gelek iskence û tade kişandin. Lêbelê kafiran her çendî zilm û neheqî kesên belengaz û ketî kirin jî tu çarî nikaribûne rê li ola heq bigrin. Peyam û hinariyên wî di navbera gel de şûle da, weşiya û bela bûn. Kesên bawermend jimara wan kêm be jî tu carê neqediyan. Pey re di navbera wan de dubendî û nakokî derketin. Encama vê de dînê Îsa (e.s.) teblîx kiribû ji pergala xwe ya berê derket û hate guherîn. Rewşa mexînî/xaçparêzên îroj ji bo vê yekê nîşane.
     Îsa (e.s.) jî wek pêxemberên dinê ji bo wehdeniyeta Xwedê (c.c) ji mirovan re beyan bike hate şandin. Wî jî hetanî li ser rûyê erdê ma ev yek jî însanan re vegot û beyan kir. Tiştên li piştî wî di derbarê wî û diya wî de hatine gotin xêncî derew û îftiran tu tişt nînin. 
     Di Qur’ana Pîroz de weha te gotin:
     “Îsa yê kurê meryemê, bilî resûlekî tiştek nîne. Berya wî jî resûl hatibûn-çûbûn. Diya wî jî jineka sadiq bû. Her duyan jî xwarin dixwarin. Lê binêre, em ayetan ji bo wan çawa beyan dikin? Dîsa binêre çawa têne rû badan.” (Maîde: 75)
     Tiştekî eşkereye ku ewna herduk jî mîna me merivin, ne îlah in û ne jî rebb. Dixwen û vexwen, ko îlah bibûna tu carê pêdiviya wan bi wan tiştên meriv hewcedar dibin nedibûn. Lêbelê ewnê ji rê derketî ji ber xwe de xeber didin.                                                                              
     Îsa (e.s.) mizgîniya hatina serwerê me Xatemû’l-Enbiya Hz. Muhemmed (s.x.l.) jî dabû. 
     Di Qur’ana Pîroz de ev weha derbas dibe:
     “Îsa yê kurê Meryemê demekê gotibû: Gelî zarên cihûyan! Ez ji bo we pêxemberê Xwedê me, rasdêrê Tewrata destê we de me û ez mizgîndêrê pêxemberê ku yê ji pey min re bê, navê wî Ehmed im. Çaxê bi ayetên eşkere ve hat, gotin; ev sêreke eşkereye. (Seff: 6)
     Lê dema Hz. Muhemmed (s.x.l.) wehiy hilda, yên digotin em peyrevên Îsa (e.s.) in, bawer nekirin. Lewra vir û dexesiyê çavên wan kor kiribû û jixwe çavên dilê mûnkîran nabîne.   
     Bi rastî, mexînî ji rêderketibûn û cihû jî, ji heddê xwe bihurîbûn.    –(Fatîhe: 7)-  
     Encamê de Xwedê Teala ji bo rehmeta alemê Xate-mû’l-Enbiya Hz. Ehmed bi rê kir. 
      

DAWİYA GOTİNÊ

     Serûwena mirovahiyê ev e. Meriv hatine vir û hetanî dema wan xelas bibe li vê derê mane. Li vê qada îmtihanê hatine ceribandin, ji an hinekan di vê ezmûnê de heqî dîtiye û ji bo bigihêjine serfîraziya rastî bi tiştên emir (temen) kin û derewîn nexapiyane û di rênimûna qasidande teslîmê heqiyê bûne. Lê piraniya mirovan bi cazîba tiştên xapinok û demborî bilyan û ji ber vê jî di rêde man. Her çendî rênas û pêşvayan hat bi meşala tewhîdê ve şevareş/zulmeta ku ew têdebûn ronî kirin û rêka rast nîşanî wan dan jî rewş neguhirî. Lewra ji wan wetnê ewna xerabiya wan dixwestin û heznedikirin di nav kêf û zewqê de bijîn. Axiriyê de xewna xwe ya derewîn hişyarbûn, lê êdî dem bihurîbû. Ne veger hebû ne jî xelasî. Lewra êdî dor ya hînekên din bû û ewê heta roja qiyemetê weha berdewam be. Selam li peyrevên hîdayetê be. 
     “Bi rastî di serdaboriyên (pêxember) wan de ji bo hişmendan îbret hene. Ev gotineka (Qur’an) ji berxwe ve tê gotin nîne. Lêbelê ji bo (kitêbên) yên berya xwe rasdêr û beyana her tiştî ye û ji bo koma bawermend jî hîdayet û rehmet e.” (Yûsuf: 111)

Static Wikipedia (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2007 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2006 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu

Static Wikipedia February 2008 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu