Sêrta Azad
Ji Wîkîpediya
Rojnama Sêrta Azad rojnameyeke niştecîhe û yekemin rojnameye ku li Kurdistana Bakur de bi awayekî fermî weşana Kurdî kiriye. li bajarê Sêrtê derdikeve xwedî û berpirsiyarê wê Muharrem Nas (Mehmed Nas) e carna heftiyê carek û carna jî her panzdeh rojan carekî derketiye. 27 Sermaweza 2002 yan de dest bi weşana xwe kiriye. piştî hejmara 10 an 04 Avrel 2003 yan de bi awayeke fermî cara yekemin li Kurdistana bakur de destura weşana Kurdî wergirtiye û 15 Avrêla 2003 yan de dest bi weşana Kurdî kiriye. piştî hejmara 25 an sala 2004 an de rojname ji ber hin pirsgirêkên aborî hatiye rawestandin. dîsa Rojnama Sêrta Azad li diroka komara Tirkiyê de rojnama herî zêde ku jêra doza pereyan hatiyî xwestine. Di sala 2003 an de dadgehên Tirk doza 75 milyarên perê Tirk li rojnamê kirine. du salan de 5 doz ji rojnamê re hatiye vekirin. piştî du salan hemu doz hatine taluk kirin.
Rojnama Sêrta Azad ji bo xwendin û nivîsandina Kurdî pêş de here gelek caran kampanyayên ziman û bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re pêşbaziya Zargotina Kurdî li dar xistiye. dîsa cara yekemîn bi awayeke fermî li Sêrtê afişên Kurdî yên ji bo pêşbaziyê aliqandiye. Ev rojname ne girêdayî tu rêxistin û komeleyî ye rojnameyek bi taybet û serbixweye. Niha arşîva rojnamê malpera Dengê Botan Sêrt de tê weşandin.