Sêrt
Ji Wîkîpediya
Sêrt (Sîrt, Siirt) bajarekê bakûrê Kurdistanê ye.
[biguherîne] Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr:
Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat te ye. Li rojhilat bi Çolemêrg û Wanê ve, li bakûr bi Wan, Bîdlîsê ve, li bashûr bi Mêrdînê ve û li rojava jî bi Batmanê ve tê girêdan.
[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr
Erda herêmê % 75,7 wî ji çiyan pêk tê, pîvana zozan û deshtan jî % 24,3 e. Ji vî erdî % 91,7 wî ji bo zîreetê bikar tê. li herêmê tene, nîsk, tutûn û hinar tên çandin.
[biguherîne] Îklîm (Av û hewa)
Li herêmê îklîmek reşayî hukum dike. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar û bi şilî û şilopî derbas dibe.
[biguherîne] Serjimarî (1997) û navçeyên bajêr
Navend 115224
- Tillo: (Aydınlar) 4546
- Hewêl: (Bayqan) 28202
- Dih: (Eruh) 14847
- Misirc: (Qurtelan) 50348
- Xesxêr: (Perwarî) 27745
- Kufra: (Şîrwan) 21459
Tevayiya serjimariya herêmê (tevî gundan) 262371 e.
[biguherîne] Çiyayên herêmê
Herekol (2838), Cûdî (2114m), Xerzan (1530), Mirgomar (1807m),
[biguherîne] Deşt, gelî û zozan
Li herêmê desht û zozan ji ber çiyabûna heremê kêmin, wek; zozanên Berwarî, Şêrvan, Meleto, bilindbuna wan digêhêjin heta 2000 m yî. Lê ji bela kû li herêmê pir çiya hene, geliyên mezin li herêmê hene. Wekî geliya Dîcle, geliya Xerza, geliya Botan û hwd.
[biguherîne] Çem û Gol
Botan, Xerzan, Dîcle û Behranca çemên herî girîng in ku li herêmê diherikin. Gol li herêmê tunene.
[biguherîne] Serwetên bin erdê
Li herêmê sifir, krom, asfalt, rijiya kevir û malzemên ji bo tuxla û kiremîdan ji bin erdê derdikevin.
[biguherîne] Babetên heywanan:
Li herêmê babetên teyrên kovî yên li çiya dijên pirin; qertel, baz, qajik hinek ji wanin. Kew û kewroshk jî li heremê peyde dibin.
[biguherîne] Dîn (ol) û Civak
Nifûsa herêmê ji alî dîn û civakê ve parwekirî ye. Musluman piranî ya nifûsê teshkîl dikin. xiristiyan û êzidî ji li herêmê hene. Civak ji kurd, tirk, ereb, suryanî û ji ermeniyan ve pêk tê. Tarîkata Nakshîbendiyan ya xurtir e li herêmê. Tirba "Weysel Qaranî" ku li Hewêlê li gundê "Yeshilçevre" yê ye, ne tenê ji alî gelê musluman yên herêmê, ji pir deverên Kurdistanê jî tê ziyaret kirin.
[biguherîne] Xwarênên herêmê
Keshkek û penêrê Sîrîk xwarênên naskirî yên herêmê ne. Li herêmê li ber her xwarênê dew û shorbe tê xwarin û wexwarin. SHiranî ya "Rayosh Meketip" li herêmê di nav gel de pir tê xwarin.
[biguherîne] Kincên herêmê
SHal û shapik cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên li xwe kirin. Bi ser de jî îshligek ku milê vî dirêj û nexsh kirî (celehu) tê li xwe kirin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî û pêlavên ku ji re dibijin "reshik" tê li xwe kirin.
Jinên herêmê fîstanên hevrishim yê bi rengîn ku dibiriqînên li xwe dikin. SHalwarek fireh û gorên hirî li xwe dikin. Kefî yan jî pushî jî didin serê xwe.Pêlavên lastîk yan jî çarox ji li nigê xwe dikin.
Li heremê cilên modern ji, bi taybetî wan salên dawî tê li xwe kirin.
[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr
Navê bajar yê kevn "keert" e ( bi zimanê keldanî). Di çavkaniyên îslamê de nav wek "Esard", "Saîrd" û " Siirt" derbas dibe. Bi kurdî jîre "Sêrt" tê gotin.
Berî Îsa(zayîn)
- 3000- 1300 dema Huriyan
- 1300 - 800 dema Naîriyan
- 800 - 612 dema Asûriyan
- 612 - 550 Imparatoriya Med
Pishtî Îsa (Zayîn)
- 641- 700 dema Ereban
- 927 dema Bîzansiyan
- 1107 dema Selçukiyan
- 1231 dema Moxolan
- 1514 dema Osmaniyan
[biguherîne] Ciyên turîstîk, tarixî û gerê
Turba Weysel Qaranî, kela Derzîn (Hewêl), Mizgefta Mezin, Asakir û pira Nasredîn ciyên herî naskirîne ku ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
[biguherîne] Girêdanên Derve
|
![]() |
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn| Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |
|
![]() |
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |