Selçûqan
Ji Wîkîpediya
Selçûqan an Selçûqîyan (bi tirkî: Selçuklular; bi farsî: سلجوقيان Selçûqiyan) dewleteka dîrokîya ji alîya Tûrkmenên Oxûzan li Asyaya Navîn, Kurdistan, Îran, Îrak, Sûrî û Anatolîya hatî bû sazandin.
[biguherîne] Dîrok
Selçûqan navê xwe ji Selçûq Xan (dor 1000), yê ku ji Oxûzan mila Kinikan bû, di sedsala 9'an de li rojhelata Gola Aral (îroj Qezexistan, Ûzbêkistan) dijî bû, girtî bû. Selçûq Xan ji pê bavê xwe Dukak Xan mir re bû kargerê Oxûzan. Di 985an de Selçûq Xan bi Xanêdana xwe ve derbaza Ola Îslam bû. Selçûq Xan cara pêşin di bin kargeran Qaraxanan de bû. Çar lawên Selçûq Xan Mikaîl, Îsraîl, Mûsa û Yûnûs hê bûn.
Di bin serdarîya lawên Mîkaîl, Tûxrûl Beg (1038–1063) û Çaxri (1038–1060) de, Selçûqan di 1030an de ji Xorasan der ketin û di 1040an de Cenga Dandanakan de Gaznawîyan bin xistin. Ji pê Tûxrûl Beg û Çaxrî Beg re dewleta Selçûqan bû du paran. Tûxrûl Beg rojavaya Keyîtî ji îsfehan de, Çaxrî Beg jî ji Merw de rojhelata keyîtî karger kir. Tûxrûl beg keyîtîya xwe li îran û îraqê fireh kir. Ji pê Bûyîdan hilwaşîyan re wî bandora xwe li ser Ebbasîyan ra kir. Tûxrûl beg li Bexdad ji Xelîfe unvana Siltan girt.
Di bin kargera Alp Arslan (1060–1072) de keyîtî yek bû û ji pê serfirazîya di Cenga Malazgirt de di 1071 hembera Bîzans re dagir kirina Anatoliya û Sûrî dest pê kir. Di dema Alp Arslan de wan Fatimî yên li Mekke û Medîne bin xistin û Xelîfetîya Ebbasî li Bexdad şunda saz kir. Di bin kargera Alp Arslan û paşwerê xwe Melîk Şah I (1072–1092) û Wezîrê xweyê Farsî Nîzam el-Mûlk (1065–1092) de keyitîye dema xweya herî baş dîtî bû. Di wê demê de medreseyên Nîzam el mûlk hatin sazandin. Di wê demê de Selçûqîya Kerman li Oman hat sazandin..
Ji pê Wezîr Nîzam el-Mûlk ji alîya Xaşxaşiyan hat kuştin û mirina Siltan Melîk-Şah (1092) re di keyîtîye de li ser textê ceng der ketin. Vê cengê heta 1118an dewam kir û keyîtî Xorasan û îraq de bû du paran.
Ji pê sedsala 11'an li Anatolîya Selçûqiya Anatoliya bi paytexta Konya(demekî, iconum) hat saz kirin re, li Sûrî jî selçûqî bûn çend paran mirnişîyan. Ew mirnişîyên li Sûrî ji pê re ji alîya Zengîyan di sedsala 12'an de hat yek kirin û li şûnê Eyûbîyan hat sazandin..
Li Xorasan dema Siltan Sancar (1118–1157) de, lawê Melîk Şah bû, Selçûqîyan demeke xweya dina baş dît. Lê ji pê di 1141an de li Semerqand hembera Kara Kitaiyan de bin ket re çend salan şunda keyîtî hilwaşî ye. Selçûqîyên li Anatolîya ji pê binketînîyê di 1243an hembera Îlhanan re lawaz bûn û di 1307an de hilwaşî yan