Zazakî
Ji Wîkîpediya
Zazakî, Dimilî, Kirdkî, Ginî yan jî Kirmanckî li Tirkiye tê axaftin. Bajarên ku tê de zazakî tê axaftin Dêrsîm, Sîverek, Elezîz, Erzingan, Çewlik û Amed in. Li derdora 3 milyon kesên ku xwe wek Zaza, Dimilî yan jî Kirmanc dibînin hene.
Kurdên zazakîaxêv xwe bi navê "Zaza" binav nakin. Peyva "Zaza" ji derve ye. Ango kesên ne zazakîaxêv in, zazakîaxêvan wekî "zaza" binavdikin.
Ser cihê Zazakî nav zimanan du nêrîn hene. Piraniya zimanzanan dibêje ku zazakî yek ji zimanên îranî ye. Li gora gelek kurdan zazakî yek ji zaravên zimanê kurdî ye.
[biguherîne] Kirdkî
Kirdkî, yek ji xwebinavkirinên Kurdên bi zaraveyê Kirmanckî (Zazakî, Dimilî, Ginî) diaxivin e. Kurdên zazakîaxêv ên herêma Çewlîkê ji xwe re dibêjin "Kird" û ji zimanê xwe re jî Kirdkî.