Destpêk
Ji Wîkîpediya
Hûn bi xêr hatin Wîkîpediya kurdîPêwendî · Çapemenî · Dîroka Wîkîpediya · Statîstîk · Zimanên din · Alîkarî |
|
Nûçeyên Wîkîpediya
'Kampanyayên sîbernetîk' Rêxistina nûçegihanên tixûbnasneker (RSF) li dijî welatên ku di înternetê de sansûrperestiyê dikin, kampanyayek da destpêkirin. Rêxistina ku navenda wê li Parîsê ye, bang li rayagiştî kir ku, li dijî van welatên ji azadiya ramanê heznakin, tevlî çalakiyên online bibin. Navê Tirkiyeyê di rêza jorîn de tê bilêvkirin. Ev welatên ku di înternetê de sansûrê dikin evin: Tirkiye, Îran, Pakistan, Koreya Bakur, Çîn, Bîrmanya û Brezîlya. Ev welatana nahêlin gelên wan têkevin malperên dijberan, sîteyên ramanên cuda xeradikin, agahiyên lêgerînan dişopînin û teslîmê polîsan dikin. Tîmên sîber ên girêdayî artêşa Romê ne, bi hezaran malperên Kurdan xeradikin, di qada navneteweyî de, bi hemî zimanan dijminayî û reşkirina Kurdan dikin. Ketina malperên Kurdan asteng û qedexe dikin hwd. RSF herkesê vedixwîne çalakiyên online. 'Gelek kes bêriya Marx dikin' Bi têkçûna bloka rojhilat a realsosyalîst, Şerê sar û nûvejîna kapîtalîzma nekedîkirî, întelîjansiya Ewropayê di van demê dawî de ketiye depresyoneke têr melankolîk. Erê peykerên Lenîn hatin hilweşandin, lê mirovahî azad û têr nebû. Cîhana me dîsa berî bi blokan ve diçe. Bêdadî, birçîbûn û bindestî ji berê zêdetir bûye. Serokê "Çepgiran" a ku PDSê jî dihewîne ya Almanyayê, Lothar Bisky got "Herçendî bi hin angaştên Karl Marx henek tên kirin û hinek ji wan bi zanîn tên jibîrkirin jî, hêj jî bo mirovahiyê girîng û binirx in. Analîzên Marx ên bo kapîtalîzmê, bandora xwe li du sedsalan da. Marx li dijî dûgelê (dewletê) bû, lê alîgirên wî ticarî wekî wî nekirin û li ser lêkolîn û şirovekirinên dewletê ranewestiyan". Niha li Ewropa gelek kes ketine nostaljiya Marksîzmê. 'Gelo Kurdistan mêtingeha hinekan e?' Parlamenterê Brîtanyayî yê Partiya Keskan Jean Lambert, di axavtina xwe ya di 14'ê adarê de (ango di roja çalakiyên navneteweyî bo rûbaran de), daxwaza pêşîlêgirtina çêkirina Bendava Ilısu (Ilisû tê xwandin) kir.. Bendava Ilisû dê bajarê dîrokî, Heskîfê di bin avê de bihêle, 78.000 kesî ji wargehên xwe biqetîne û perîşan bike. Ev bendav dê bibe pirsgirêkeke mezin a xweristê, gelek cureyên ajal û giyayan tune bike. Temenê bendavê wê herî zêde 40 sal be û piştî 40 salî dê herêm bibe çolistaneke bêyom. Lambert dipirse, "Aya hewce dike mirov ji bo berjewendiyeke wisa piçûk, berdêleke wisa mezin bide?" Niha gelên Kurd û Asûrî jî dipirsin; Gelek alternatîvên din hene çima dewleta Romê dixwaze xwerista Kurdistanê xerabike? Bendava Kebanê di salên 70'î de çêbûbû û Tirkiyeyê elektrîk difirot Bulgaristanê. Lê heya salên 90'î, dema Turgut Özal, 83 % gundê Kurdan bêî elektrîk bû. Kê dê xwedî li bermahiyên dîrokî yên Asûriyan derbikeve? '"Kerkûk ji dest çû, gel tê xapandin"' Berdevkê serokatiya Başûrê Kurdistanê Qadîr Ezîz, bicihanîna referandûma Kerkûkê ya di nava çar mangên mayî de ne gengaz dît. Wî da diyarkirin ku DYA, Iraq û Tirkiyê bi hev kirine û ew naxwazin Kerkûk bi Kurdistanê ve were girêdan. Ezîz got "Tirkiye dixwaze Başûr li hemberî hikûmeta navendî ya Iraqê qels bixîne û lawaz bike. Ev çar sal in ku bicihanîna xala 140emîn a destûra bingehîn pêk nehatiye, ka dê çawa di nava çar mehan de pêk were? Ev êrîşên li dijî Başûr tên kirin bi erêkirina DYA û Iraqê dibin. Iraq dixwaze Tirkiyeyê ji alîkariya dide Sunniyan şûnve bigire.." 'Melle Hans û Hecî Helga' Hikûmeta Almanyayê niha ketiye guftûgoyên dersdayînên Îslamê. Wezîrê karê hundirîn Wolfgang Schäuble pakêteke bi navê "dayîna dersên Îslamê bi zimanê Almanî bo dibistanên Alman" ji nîqaşan re vekir. Heger pêşniyarên wî werin pejirandin dê li dibistanên Almanan dersên Îslamê werin dayîn û Îslam wekî oleke fermî yê civaka Alman were naskirin. Ew dê piştgiriya çêkirina mizgeftên nû bikin. Pêşniyarên wî serî de ji aliyê çepgirên Almanan û Tirkan ve bi erênî hatin pêşwazîkirin. Siyasetmedarên Alman di wê baweriyê de ne ku ev pakêt dê riya propagandayên terorîstan û berjewendperestan bigire. Wekî her carî, heya niha komele û saziyên Kurdan ên li Ewropa nêrînên xwe negotine û tevlî hîç guftugoyekê nebûne. '"Tirkiye dê ji Kurdan lêborînê bixwaze"' Rojnameya Ereb Şerqulewset, da diyarkirin, Tirkiyeyê ji Amerîkayê re gotiye ew êdî gihîştine wê radeyê ku ew dizanin pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî çareser nabe. Rojnameyê nûçeya xwe bi hevpeyvîna bi rayedarê DYAyê David Saterfild ve girêda. Saterfild gotiye "rayedarên Tirk êdî ne wekî berê difikirin. Ew ê hin paketên aborî, civakî û polîtîk jî ava bikin. Tirkiye amade ye ku ji PKKiyan re efûyê derîne". Pisporên polîtîk viya wekî taktîkên Romê yên klasîk dinirxînin. Tê zanîn ku hebûn û berdewamiya Komara Romê bi firotina nirxên xwe yên stratejîk dimeşe. Gotara hefteyêNewroz cejn e ku faris, azerî û hwd, her sal, şeva ku 20'ê adarê bi 21'ê adarê ve girê dide, agir dadidin û hatina buharê pîroz dikin. Di dîroka kurdan de jî, newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî rîvayetê, Hesinkar Kawa, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û agir dadide. Ji wê rojê ve ye hemû gelên vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin. devam... |
Zazakî û Soranî!بەخێرهاتن بۆ ویکیپێدیا
لێرە، ویکیپێدی، ئەنسیکلۆپێدیای ئازادی کوردی، یەکەم ئەنسیکلۆپ دیا به زمانی کوردی لە گەشەدایه ئێوە ئەو ئەنسیکلۆپێدیایه دەنووسن ماڵەوه Şima xêr ameyî!
Îtîya de Wîkîpediya, ensîklopediya verên bi ziwanê kurdkî vecîyena. Ina ensîklopediya azadî her merdim bese keno nuşteyan binuso yan zî bivurno. |
|
|
Malbata WikimediaMeta-Wîkî – Koordînasyon Commons – Wêne û mêdyayên din Wîkîferheng – Ferheng Wîkîpirtûk – Pirtûk ji bo zanînê Wîkîgotin – Gotinên kesan Wîkîçavkanî – Çavkanî |