Zanîngeha El Ezher
Ji Wîkîpediya
Zanîngeha El Ezher (bi Erebî: جامعة الأزهر الشريف) zanîngeha herî pêşîn ya Misirê ye û navdartirîn zanîngeha Îslamî li cîhanê ye. Ev zanîngeh piştî Zanîngeha Qerewîyîn li Mexribê kevintirîn zanîngeha cîhanê ye ko hêşta berdewam e.
[biguherîne] Dîrok
Zanîngeha El Ezherê bi destê xelîfeyên Fatimî ko li sala 909ê heta 1171ê zayînî li bakurê Afrîkayê hukim dikir hat ava kirin. Fatimiyan bajarê Qahîreyê wekî paytextê xwe avakir û zanîngeh jî wekî pişkeka girêdayî bi mizgevta wê damezirand.
Mizgevt li sala 969ê hat avakirin û medrese ya ko paştir bû zanîngeha El Ezher li sala 988ê zayînî hat avakirin. Xwîndina li Zanîngehê li meha Remezanê, beranberî meha Çirya Pêşîn ya sala 975ê bi dersdêriya miftiyê mezin Ebul-Hesen Elî kurê Neimanî bi kitêba El Îxtîsar (anko kurtahî) li ser şerîetê Şîatîyê dest pêbû. Paştir, dema desthilatdariya Şîeyan li wan deran nema, El Ezher bû zanîngeheka Sunnî û heta evro jî her wesa ye.
[biguherîne] Navê wê
El Ezher bi Erebî bi ramana herî geşbûyî ye. Heye ko ev nav ji ber hîvî ya Fatimiyan bi berdewamiya geşbûn û pêşdaçûna wê bûye. Heye jî ko ev nav ji ber navê Fatîmaya dota (keça) pêxemberê Îslamê Hezretê Mehmed hat bit hilbijartin.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».