Şîatî
Ji Wîkîpediya
Şîatî (bi Erebî: شيعة) piştî Sunnîatiyê mezhebê duyê yê dînê Îslamê ye. Ji kesên ko baweriya wan bi Şîatiyê ra heye Şîe dibêjin. Nêzîkî 10% ji bisilmanên cîhanê li ser mezhebê Şîatiyê ne û piraniya wan jî li welatên wekî Îran, Îraq, Sûriya û Libnanê dijîn. Şîatiya ko xelik zêdetir diniyasin Şîatiya Dazdeh Îmamî anko Şîatiya Îsna Eşerî ye. Lê, rêçikên dî yên mîna Îsmaîlî, Şîatiya Heft Îmamî û Zeydîatî jî hene. HIndek rêçikên dî yçm mîna Elewîtî û Dirûzî jî hindek rêçikên nerasterê (ne ortodoks) yên Şîatiyê ne. Piraniya Elewiyan li Tirkiyê û piraniya Dirûziyan jî li Sûriya û Libnanê dijîn. Dûra Ismailî jî li dewleta Hindistan, Pakistan, Afganistan û Tacîkistan ê dijin. Zeydî jî yek ji komela Şîeyan in û tenê li welatê Yemen ê dijîn.
Şîatî li ser lihevnegiritna bisilmanan li ser cêgiriya pêxemberê Îslamê, anko xelafetê peyda bû. Şîe bawerin ko dibê li paşî mirina Mehmedê Ebdilayî dibê li şûna Ebûbekirê kurê Ebû Qehafî, Eliyê kurê Ebûtalibî bibûya xelîfe. Cidatiyên navbera Şîatî û Sunnîatiyê bi dirêjahiya 1400 salên bihurî gelek ji vê yekê zêdetir bûne. Di gelek parên baweriya Îslamî da niha Şîe û Sunnî wekî hev nafikirin. Ji ber nerazîbûna dîrokî ya Şîeyan li ser cêgiriya pêxemberî, ew dijberî hemî desthilatên Îslamî yên van 1400 salên bihurî, nemaz Xelafeta Emewiyan, Xelafeta Ebbasiyan, Xelafeta Osmaniyan bûne. Şîeyên Fatimî heyamekê li bakurê Afrîkayê desthilatdarî kir. Zanîngeha El Ezher ya bajarê Qahîreyê yadgara wî çaxî ye.
[biguherîne] Navê wan
Peyva Şîe bi Erebî anko destek, grûp. Anko kesên ko xwe ji koma giştî cida dikin. Bi vê ramanê Şîe ew kes in ko xwe jibo alîgiriya Îmamê Elî daye aliyekî û xwe ji koma bisilmanên dî cidakirî.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».