Şirnex
Ji Wîkîpediya
Şirnex bajarekî Botanê ye. Wate ya wî navê Bajara Nûh e [1].
[biguherîne] Erdnîgarî û Sînorên Bajêr
Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Culemêrgê ve, li bakur bi Sêrtê ve, li başûr bi Dêrika bin xetê û Zaxo ve li rojava jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.
[biguherîne] Taybetiyên Çanda Erde Bajêr
Erda herêmê ji %75,7 ji çiyayan pêk tê. Pîvana zozan û deştan jî ji % 24,3 e. Li herêmê,deşta Silopi u Cizira Botan genim, kunci, genimê şami,pambû te çandin. Li Sirnex bi xwe nîsk, û tûtin cihegringin. Her wusa fêkiyên wek sêv,hinar,hêjir,gûz,tiri,hirmi,xox qasi têra hêremê tê çandin,
[biguherîne] Avhewa
Li heremê avhewayeke reşahiyê heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî pir sar û şil û şilope derbas dibe.
[biguherîne] Nifus (1997) û Navçeyên Bajêr
- Navend 68153
- Elkê (Beytüşebap) 18621
- Cizîr (Cizre) 74 852
- Base (Güçlükonak) 6594
- Hezex (İdil) 55058
- Silopî (Silopi) 63 028
- Qileban (Uludere)
- Tevahiya nifûsa herêmê (tevî gundan) 316536 e.
Belde:
[biguherîne] Çiyayên Herêmê
Gabar (2838), Cûdî (2114m), Mirgomar (1807m), Deşt, gelî û zozan: Li herêmê deşt û zozan ji ber çiyayîbûna heremê kêm in, lê ji ber ku li heremê pir çiya hene, geliyên mezin li herêmê hene. Wekî; geliyê Dicle, geliya Botan û hwd.
[biguherîne] Deştên Silopî û Cizîrê
Di navbera Silopî, Cizîr û Dêrika bin xetê de, di geliyê çemê Dîcle de ye. Dirêjbûna deştê 40 km û firehbûna wê jî 10 km ye.
[biguherîne] Çem û Gol
Botan, Dîcle û Xabûr çemên herî mezin ên ku li herêmê diherêkin. Gol li herêmê tune ne.
[biguherîne] Dewlemendiya Binerdê
Li herêmê sereke dewlemendiya bin erd Komure. Wusa kû, komura ji derdora sêrgirê li başûrê Şirnex der tê, têri enerjiya hereme giş diki. Weke din nişanen neft, (petrol) hebi ji, ji aloziya li Kurdistan hêzên ser dest naxwazin û nahêlin lêgerin u derxistina dewlemendiyên bin erdiyen heremê çê bibe.
[biguherîne] Babetên Heywanan
Li herêmê babetên teyrên kovî yên li çiya dijîn pir in; pezê kovî, qertel, kew, baz û qajik hinek ji wan in.
[biguherîne] Ol û Civak
Muslumantî piraniya nifûsê pêk tîne. Li gundên Elkê û Qilava hinek Xirîstiyan jî hene. Piraniya civakê ji kurdan pêk tê. Û li Elkê (Beytüşebap), Tirba Sê Birayan jî ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin.
[biguherîne] Xwarênên herêmê
Keşkek û penêrê Sîrîkê xwarênên naskirî yên herêmê ne. Lazime meriv xwarne germ e tamxwes ji ji bir neke. Ser u pe, gutilik, serbidew, suryaz xwarnen hereme ye cihegiringin.
[biguherîne] Kincên heremê
Şal û şapik cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên lixwekirin. Bi ser de jî îşligekî ku milên wî dirêj û nexşkirî (celehu) tê lixwekirin. Di lingan de goreyên ji hiriyê çêkirî û pêlavên ku jê re dibijin "reşik" tên lixwekirin.
Jinên herêmê fîstanên hevrişim ê rengîn ku dibiriqin li xwe dikin. Şalwarekî fireh û goreyên ji hiriyê li xwe dikin. Kefî an jî pûşiyê didin serê xwe. Pêlavên lastîk an jî çaroxê jî li werdigirin.
Li heremê cilên modern jî, bi taybetî van salên dawî tê lixwekirin.
[biguherîne] Kronolojîya bajêr
[biguherîne] Berî Îsa (Zayîn)
- 3000- 1300 dema Huriyan
- 1300 - 800 dema Naîriyan
- 800 - 612 dema Asûriyan
- 612 - 550 Imparatoriya Med
[biguherîne] Pishtî Îsa (Zayîn)
- 641- 700 dema Ereban
- 927 dema Bîzansiyan
- 1107 dema Selçukiyan
- 1231 dema Moxolan
- 1514 dema Osmaniyan
[biguherîne] Ciyên turîstîk, tarixî û gerê
Li Cizîra Botan tirba Mem û Zînê, Medresa Sor taybetî ji alî gelê Kurd û turîtan ve tê ziyaretkirin
[biguherîne] Çavkanî
|
|
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn| Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |