Qers
Ji Wîkîpediya
Qers, bajarek di bakurê Kurdistanê ye. Qers di nav sinoran komara Tirkiye ye.
[biguherîne] Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr
Bajar di nav parelelên 39° 22´ û 41° 37´ bakur û merîdyenên 42° 10´ û 44° 49´ rojhilat de ye. Hudûdên bajêr li bakûr bi Artvînê ve, li rojava bi Erziromê ve, li başur bi Agirî yê ve û li rojhilat jî bi Ermenîstan ve tê girêden. Tevayiya Qersê nakeve hundirê hudûdên Kurdistanê. Navçeyên Sariqamiş, Selim, Susuz û hinek gundên dora wan dikevên hundirê hudûdên Tirkiyê.
[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr
Pivana erda bajêr 18557 km² ye. Erda herêmê % 38,2 wî ji çiyan,% 111 ji deştan û % 50,7 wî jî ji platoyan pêk tê. Li erda herêmê tene, patatês, kixsên şekir, pembo, genim,ce û goringe tên çandin.
[biguherîne] Îklîm (Av û hewa)
Bajarek sartîrîn ji yên Kurdistanê ye. Li herêmê îklîmek reþayî û zozanî heye. Îklîma Sibîryayê jî tesîra xwe li herêmê dike. Zivistan li herêmê dirêj û sar, havîn jî hênik û kin derbas dibin.
[biguherîne] Nifus (1997) û navçeyên bajêr
- Navend 125226
- Aqyaka 12905
- Zarûşad (Arpaçay) 23665
- Digor 23834
- Kaxizman 41668
- Sariqamiş 57228
- Selim 23840
- Cilawûz (Susuz) 14617
Tevayiya nifûsa herêmê (tevli gundan) 468357
[biguherîne] Çiyayên herêmê
Kismek ji Çiyayê Agirî (5123 m) jî dikeve hundirê hudûtên herêmê. Çiyayê Zor (3196m), Kisir (3197m), Allahûekber (3120 m) û Suphan (sîpan)(2909m)
[biguherîne] Deşt, zozan û gelî
Geliya Aras; Ji zozanên Tekmanê û Pasinê dest pê dike. Deşta Idirê jî ji vê geliyê dest pê dike. Deşt di navbera çiyayê Agiriya biçûk û mezin de ye. Mezinbûna wî 650 km² ye.
Deşta Qersê; Ji çend deştan (Zarûşad, Qers, Xançerî, Aqçaqele) pêk tê. Mezinbûna deştê 2500 km² ye.
Deşta Ardaxan; di nav geliya Kura de ye. Mezinbûna deştê 180 km² ye.
[biguherîne] Çem û Gol
Çemê Aras, Ji çiyayê Bingolê dertê û ji Erziromê dikeve hudûtên Qersê. Çem diherêkê Behra Hezarê. Çemê Arpa jî þaxek çemê Arasê ye. Çemê din yê herêmê jî Qers û Kur e.
Li herêmê çend golên tabîî jî hene. Wek; Çildir (120km²), Aygir (3 km²) û Xozapîn ( 27 km²)
[biguherîne] Serwetên bin erdê
Li herêmê ji bin erdê lînyît, asbest, perlît, xwê û malzemên tûxla û kiremîdan dertên.
[biguherîne] Babetên heywanan
Li golên herêmê mahsî hene. Li çiyan gur, rûvî, semasî, darbir, hirç û teyrên kovî wek werdek, kev û qaz jî hene.
[biguherîne] Dîn (ol) û civak
Piraniya nifûsê ji Muslumanan pêk tê. Li herêmê kurden ezdi ji hene wana ci u ware xwe terk kirine dewleta tirka ewana li gunde wan derxistine gunden wana giredayi navceya qulpe ye 7 gunda pek ten nave van gunda evin saribilax, tendurek,qeranix, badili,qaziqopran,civani, hesheri. xiristiyan jî li gundên Posofê "malakan" hene. Ciwaka herêmê ji Kurd, azerî ve pêk tê.
[biguherîne] Xwarinên herêmê
Dolmên Sêvan; Sêv tê perçe kirin û hundirê sêvan bi şekirê pûdra û gûz tên tije kirin û devê wan tên girtên. Di siniyek de tên rêz kirin, rûnê nifişk, av bi ser tê reşandin û tê kelandin.
Daşkifte; Kîloyek goþtê hêtê çar perçe tê jêkirin û tê kutandin. Çar serî pîvaz bi goşt re tê lihevxistin. Qedexek lepa birincê yan jî nok, xwê û îsota reþ dikeve navê. Malzeme dibe çar perçe, her perçeyek di hundirê kulmê de tê giroverkirin û hêkek kelendî dikeve navê û bi încasên hişk (mişmişên reş) dora goşt tê girêdan. Di avê de tê kelandin û dema servîs dibe kifte tê perçe kirin.
[biguherîne] Kincên herêmê
Jinên herêmê "leçek" , "vala" yan jî "qalax" didin serê xwe. Keçên ciwan yê herêmê, fîstanên kin (dayra) heta ser çongê û berdilek ji li ser fîstan li xwe dikin. Îþlik (pîlatî) bê qumçe û yek perçe ne. Di bin fîstanan de, þalwarek (tûman) tê li xwe kirin. Gorên kin, çarox yan jî galoþ jî di nigade hene.
Di serê zilaman de þewqe, "papak" yan jî "qabalak" heye. Îþlik (koynek) milê wan dirêj û bi yaxe ne. Êlekên zilaman bi çil qumçukan ve tê girêdan. "Gazekî" çakêtên dirêj yên zilaman e. þalwar (zikwa), jêra wan teng jora wan jî fireh e. Di nigan de gorên ji hirî û pêlavên ji çermên zirav (civekî) yan jî cîzmên dirêj hene.
[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr
Di dema Hîtîtiyan de navê herêmê "Ermania" bû. Navek bajar yê kevn jî "araks" û "Karask" bû. Di zimanên gurci de mehna gotina "Qers" "derî yê bajar"e. Gele gundîya roje pir sar û hişk re "Qers" dibejin.
[biguherîne] Kronolojî
[biguherîne] Berî Îsa (zayîn)
- 900 dema Urartiyan
- 560 - 550 dema Medan
- 550 - 531 dema Persan
- 189 - 64 hukumdariya Araks
- 64 dema Romayiyan
[biguherîne] Piştî Îsa (zayîn)
- 193 dema Arsakiyan
- 642 dema Ereban
- 657 - 1053 dema Bîzansiyan û Ereban
- 1053 dema Selçûkiyan
- 1124 1239 Þerê di navbera Gurcî û tirkan
- 1534 dema Osmaniyan
- 1604 dema Safafiyan
- 1616 dema Osmaniyan II
- 1807 dema rûsan
- 1828- 1920 Þerê navbera rus û tirkan
[biguherîne] Ciyên turîstîk, tarîxî, û gerê
Herêm bi zozan, gol û hewa ya xwe yê paqij bi nav û deng e. Herêm ji bo spor û aktivitetên zivistanê ji musaîd e. Germav jî li herêmê wek ciyên vehêsanê ne. Kela Qersê, Xerebê Anê dêr û mizgeftên herêmê ji wek ciyên tarîxî, ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
[biguherîne] Navdarên Qersê
- Neçoyê Babasî (Neçoyê Cemal)
|
|
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn| Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |
|
|
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |
geo:ყარსი