Semsûr
Ji Wîkîpediya
Semsûr (tr: Adıyaman) bajarekî di bakurê Kurdistanê de ye. Semsûr di nav sinorên komara Tirkiyê de ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Erdnîgarî û Sînorên Bajêr
Bajar di nav parelelên 37° 25' û 38° 10' bakûr û merîdiyenên 37° 25' û 39° 15' rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Meletîyê, li rojava bi Maraşê, li başûr bi Rihayê û li rojhilat jî bi Amedê ve tê girêdan.
[biguherîne] Taybetiyên Erda Bajêr
Pîvana erda bajêr 7614 km² ye. Belavbûna erdê li gora şeklê ser erdê wiha ye; deşt ji %10.7, zozan ji %3, plato ji %34.1 û çiya ji %52,2. Ji % 88 yê gel bi çandinîyê re mijûl dibe. Li herêmê genim, fistiqên şamî, tirî û titûn herî pirtir tên çandin.
[biguherîne] Avhewa
Li bajêr avhewa (îklîm) Behra Sipî serdest e. Havînan hewa germ û ziha û zivistanan jî sar û bi şilî û şepelî derbas dibe.
[biguherîne] Gelhe (1997) û Navçeyên Bajêr
Navend (Semsûr) 285404
- Bêsnî; Nifûs 108514, pîvana erdê 1649 km² ye. Navçe 37 km li rojavayê Semsûrê ye.
- Çêlîkhan ; Nifûs 19697, pîvana erdê jî 584 km² ye. Navçe 60 km li bakûrê Semsûrê ye.
- Alduş (Gerger) ; Nifûs 27072, pîvana erdê 702 km² ye. Navçe 109 km li bakûrê Semsûrê ye.
- Serêgolê (Gölbaşi) ; Nifûs 60138, pîvana erdê 784 km² ye. Navçe 68 km li rojavayê Semsûrê ye.
- Kolik (Kaxta); Nifûs 126597, pîvana erdê 1854 km² ye. Navçe 30 km li rojhilatê Semsûrê ye.
- Samsat; Nifûs 11691, pîvana erdê 339 km² ye. Navçe 36 km li rojhilatê başûr ê semsûrê ye.
- Sincik ; Nifûs 21490
- Tut; Nifûs 18396
Nifûsa herêmê bi tevahî (tevî gundan) 678999 e.
[biguherîne] Çiyayên Herêmê
Çiyayê Reş (1115m), Çiyayê Boz (1200m), Çiyayê Borik (2110m), Çiyayê Nemrûd (2150m), Gordik (2206m), Dîbek (2549m), Çiyayê Spî (2551m)
[biguherîne] Deştên Herêmê
Deşt li heremê kêm in, tenê deşta Kaxta (Kolik) û Semsûrê mezinbûna wan digihîje 800 km² yê.
[biguherîne] Çem û Gol
Ferad, Sofraz, Kaxta û Aqsû çemên herî mezin in ku li herêmê diherikin. Li herêmê tenê çar golên biçûk hene. Di wan golan de mehsî jî tên girtin. Golbaşî (5km²), Azaplî (4km²), îneklî (3km²), Abdulherap (2.5km²)
[biguherîne] Serwetên bin erdê
Madenên herî pir ku li herêmê ji bin erdê dertên; sifir û krom in. Van salên dawiyê li herêmê damarên petrolê jî hatine dîtin.
[biguherîne] Babetên heywanan
Nifûsek mezin li bajêr haywanan xwedî dikin. Ji bilî heywanên kedî, di nava hudûdên herêmê de berazên kovî, werdekên kovî, û qazên kovî jî li dora golan peyde dibin. Ji bo nêçîra kewan herêm pir musaîd e.
[biguherîne] Ol û civak
Piraniya nifûsê misilman e , pir kêm xirîstiyan jî hene. Kurd (zaza û kurmanc) piraniya gelheyê (nufûs) tînin pê. Wekî din tirk jî li herêmê pir kêm hene.
Bi taybetî gelê Semsûr ê nûfûsa wê sedî re 40 Elewî ne, siniyên wan jî henefî ne.
[biguherîne] Xwarinên herêmê
Kutilkên dagirtî, Çîgê goşt(çiğ köfte), nahna kifte, kifta bi mast xwarinên herêmî e ku yên herî pir tên xwarin li herêmê. Parsûyên dagirtî, parsûyên vale, Şorbe meyr, dew li ser, tevlihev,hewrişk,şilikî, hesîde, Cemêlî, ardemot, kuncemot, tophelwa,mencik, bostanî,Cacixa pirparê(Ew gelek meşûre û teybetî Semsûrê ye, dançîgî nîskan, gêrmiya mirîkê, tirşikê balcana,Qulotik,pehnkî,tirşikê kulindira, cacixê qişikan, qatmê siwaran, qatmê sîrîm, qatmê pincêr.sîre mast, tirşikê qalikan, qêyxane.
[biguherîne] Kincên herêmê
[biguherîne] Ciyên turîstîk û gerê
Ji alî tarîxê ve bajar pir dewlemend e. Çiyayê Nemrûdê ciyê herî pir naskirî ye ku turîst ji her deverên dinyayê tên û çiya ziyaret dikin. Ciyên wek Golbaşî, Orenli û Başpinar jî ji bo ger û seyranan musaîd in. Wekî din; Girê Qereqûş, kelha Kolikê, Arsemiya, Perre(Bajarekî antîk ku di demê Komeganyan de mayî ye, 5 km dûrî bajêr li aliyê bakûr ve), Dêrik(kelhayek li Gergerê) Şikefta Palaniyê, Goristana Turişê(Di demê Roma yê de maye, goristan hemû li berên qewirî pêkhatine.) Kelha Hisni mansûr ê, Pira Cender ê, Kaniya zerban ê, ava sipî û hwd...
[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr
Hisn-i-Mansûr (kela Mansûrê) navê herî kevn ê bajêr e. Piştî avabûna Cumhuriyeta Tirkiyê navê bajar bû Adiyaman. Bi kurdî jê re dibêjin Semsûr Wekî din çend navê wê yên ku pir nayên zanîn hene weke, Kor Semsûr, Wadî leman, Yadîyeman, Ji gor balekê jî di mehna welatê dayîkê de tê gotin ku; Ya-dê-ya-min.
Berî Îsa(zayîn)
- 1650-1340 Dema Hîtîtiyan
- 1340-1000 Dema Mitanî û Hûriyan
- 1000-708b Hukumdariya Kummuh
- 708- 605 Hukumdariya Asûriyan
Piştî Îsa (zayîn)
- 72-395 Împaratoriya Romayiyan
- 395- 636 Dema Bîzansiyan
- 670- 758 Dema Emewiyan
- 1226 Dema Selçûkiyan
- 1517 Dema Osmaniyan
|
|
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn| Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |
|
|
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |