Bedlîs
Ji Wîkîpediya
[biguherîne] Erdnîgarî û Sînorên Bajêr
Bajar di nav parelelên 37° 54´ û 38° 58´ bakûr û merîdyenên 41° 33´ û 43° 11´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Agirî, li rojava bi Mûşê, li başur bi Sêrtê, û li rojhilat jî bi Gola Wanê tê girêdan.
[biguherîne] Taybetiyên Erda Bajêr
Pîvana erda herêmê qismek (1874km²) ji Gola Wanê 8551 km² pêk tê. Ji kismê reşahiyê ji %71 çiya, ji %10 deşt, ji % 3 zozan û ji %16 jî plato ye. Ji vê erdê ji % 80 ji bo çandiniyê kêrhatî ye. Tûtin, gûz, genim û çewder ên herî pir li herêmê tên çandin in.
[biguherîne] Avhewa
Li herêmê avhewayeke di navbera reşahî û Behra Sipî de serdest e. Zivistanan pir sar, havînan jî hênik derbas dibe.
[biguherîne] Nifus (1997) û Navçeyên Bajêr
- Elcewaz(Adilcevaz); Nifûs 43755, pîvana erdê 812 km² ye. Navçe li bakûrê Gola Wanê ye.
- Xelat (Ahlat); Nifûs 36490, pivana erdê 1044² ye. Navçe li rojavayê bakûrê gola Wanê ye.
- Norşîn (Güroymak); nifûs 34175 e.
- Xîzan; Nifûs 38174, pîvana erdê 917 km² ye. Navçe li bashûrê bajar e.
- Motkî; nifûs 38697, pîvana erdê 1068 km² ye. 25 km dûrî bajar e.
- Tetwan (Tatvan); Nifûs 80046, pîvana erdê 1235 km² ye. Navçe li başûrê rojava yê gola Wanê ye.
Tevayî ya nifûsa herêmê (tevî gundan) 339645 e.
[biguherîne] Çiyayên Herêmê
Sîpan (4058m), Ziyaret (3002m), Nemrûda Bitlis(2935m)ê Turşik (2828m) çiyayên herî bilind ên herêmê ne.
[biguherîne] Deşt û Zozan
Ji ber çiyabûna herêmê deşt û zozan li herêmê kêm in. Deşta revha, Ahlat, Arîn û Elcewaz deştên biçûk ên herêmê ne
[biguherîne] Nivîsara sernameyê
Bilindbûna zozanên herêmê jî digîhîjin 1900 m yî.
[biguherîne] Çem û Gol
Li herêmê gola herî mezin Gola Wanê ye. Wekî din li herêmê golên krater jî hene. Wek Nemrûd (bilindbûna vî ji behrê 2400 m ye. Mezinbûna golê jî 10 km² ye). Mezinbûna Gola Nazlûk (3,5 km²) û ya Arînê jî 13,5 km²)
Çemên ku li herêmê diherikin Botan, Xerzan, Bidlîs û Oranz in.
[biguherîne] Serwetên bin erdê
Hesin, krom, asbest, fosfat, perlît û kevirê ponz li herêmê ji bin erdê dertên.
[biguherîne] Babetên heywanan
Herêm ji bo nêçira berazên kovî, gur, hirç, werdek, kew û bizinên çiyayî musaîd e. Di çem û golên herêmê de mehsî jî tên girtin.
[biguherîne] Dîn (ol) û civak
Muslumantî li herêmê pir xurt e. Li herêmê bandora terîqetan li ser gel pir e. Piraniya nifûsa herêmê kurd in. Tirk û ermenî jî li heremê hene. Herêm bi tirbe û medreseyên xwe tê naskirin, wek; Seyîd brahîm, Ziyattin xan, SHemsî Bitlis û hwd.
[biguherîne] Xwarênên herêmê
Şekalok; Nîsk û nok di beroshê de tê kelandin. Qashilkên hishk (zuha) yê xiyaran di beroshek din de tê kelandin. Kiftên ji qîme û bulxur çêkirî dikeve nav berosha ku nîsk û nok tide dikele. Hinek av û xiyarên hishk dikeve navê û pishtre rûnê sorkirî bi ser tê reshandin û tê serwîs kirin. Kifta Bidlîs, Tutmanc , çortî û Biryanî xwarinên din yê herî naskirî yê herêmê ne.
[biguherîne] Kincên herêmê
Zilam "shal û shapik" (ku ji mû yê bizinan çêdibe) li xwe dikin.Bi ser shal û shapik de kefiyek li pishta xwe girê didin. Kefî yan jî "egal" didin serê xwe. Pêlava ku dikin nigê xwe li herêmê ji re dibijin "xarik". Gorên ku dikin nigê xwe ji hirî tên çêkirin.
Jinên Bîdlîsî piranî fîstan û entarî li xwe dikin. Jinên malên dewlemend carna çend fîstan bi ser hevde li xwe dikin. Êlegek ku ji mû tê çêkirin jî bi ser fistan re li xwe dikin. Di bin fîstan de jî derpiyek ku ji re dibêjin "direl" tê li xwe kirin. Di niga de çarox û gorên ji hirî çêkirî hene. SHarpeyek ku ji re dibêjin "laçik" bi kefî re li serê xwe girê didin. Kefî bi perê hesin yan jî zêr tê xemlandin.
[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr
Navê bajêr yê kevn ji alî Îskenderê Zulqerneyîn ve wek "bad- lis" hatî ye danîn. Pishtre nav wek Bit-lîz û Bitlîs hatiye guhertin. Di çavkaniyên ermeniyan de navê bajar wek "Paxish" derbas dibe.
Berî Îsa (zayîn)
- 1000 Dema Urartiyan
- 550 Dema persan
- 331 Dema Mekedoniyan
Pishtî Îsa (zayîn)
- 641 Dema Ereban
- 990 Dema Merwaniyan
- 1207 dema Eyûbiyan
- 1220 Mîrîtiya SHerefxanan
- 1230 Dema Selçukiyan
- 1394 dema Moxolan
- 1405 Dema Akkoyuniyan
- 1467 Dema Akkoyuniyan
- 1495 dema SHerefxanan ya duyemîn.
- 1514 Dema Osmaniyan
- 1578 Dema SHerefxanan ya sêyemîn
- 1670 Dema Osmaniyan ya dûyemîn.
- 1915 Dema Rusan
- 1916 Dema Tirkan
[biguherîne] Ciyên turîstîk û gerê
Herêm ji alî tarîx û tabîatê ve pir dewlemend e. Tetwan, li ber gola wanê ciyek turîstîk e. Xelat jî ji alî tarixa xwe ve pir kevn e. Kela Bidlîsê, tirba Şerefxan, Mizgefta Mezin û ya Kureysh, medresên herêmê (Wek; Ihlasiye, Hatibiye û Nuhiye ) ciyên herî pir tên ziyaret kirin.
[biguherîne] Navdarên bajêr
- Îdrîs-î-Bîdlîsî (?- 1494)
- Saîd-î- Nûrsî (1873-1960)
- Şemsî Bidlîsî (?- 1788)
- Şerefxanê Bidlîsî (?-?)
navdarên ku herî pir tên naskirin yên herêmê ne..
|
|
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn| Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |
|
|
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |