Neft
Ji Wîkîpediya
Neft an petrol li gor erdnasan (jeolog) bi vî awayî çêbûye: Gava rawirên deryayan dimirin, cihên wan yên bi dohn di binê deryayan de kom dibin û bi hin madeyên din re tevlihev dibin. Cihê ku ev dohn lê çêdibe hek li tevgereke erdîn rast bê ev dohn di binê erdekî pir giran de dimîne. Di binê vê giranîyê de ev dohn dibe neft. Deryayên ku neft lê çêdibin ne yên mezin yên teng û nizm in. Neft, di qul û qelîştekên keviran de pir tê dîtin. Di nav neftê de hin azot, oqsîjen, sulfur û helyûm jî hene.