Thomas Stearns Eliot
Ji Wîkîpediya
Thomas Stearns Eliot (26.09.1888 St. Louis-4.1.1965) yek ji wan nasrawtirîn helbestkar, rexnegir û şanonûsên sedsala 20'an e -heye ku di nava wan de yê herî hêja be jî. Gelek helbestên wî û nexasim jî birrek bend û gotarên wî ev serê bi dehan salan e ku ji raya giştî ya helbestkariyê û civatên akademîk re referansên xurt in. Wî û çend hevalên wî yên ji nifşê "îmajîst" mekanîzmaya bikarhatina zimanê îngilîzî ji binî ve guhertin.
Eliot Xelata Nobel a Wejêyê 1948 girt.
[biguherîne] Pirtûkên bi kurdî
- "Welatê Bejî û Deh Koroyên 'The Rock'ê" - Weşanên Bajar (Werger: Kawa Nemir)