Sardûnya
Ji Wîkîpediya
Sardûnya, an Sardînya (bi îtalî: Sardegna; bi sardûnî: Sardigna an Sardinna) ji pê Sîcîlya re girava duyem mezina Derya Navîn e. Ew navbera Îtalya, Spanya, û Tûnis li başûra Korsîka dikeve û yek ji navçeyên otonome îtalya ye.
Nave giravê dema antîk de Hyknusa (latînî, Ichnusa) bû. Navê îroj "sardinya" ji Şardana, gelê berê li Sardûnya dijî bû, de hatî ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Erdnîgarî
Sardûnya 180 km dûra Nîvgirava Apennîn û navbera wan de Derya Tîren he ye. Li 210 km başûra giravê beravên Tunis he ne. Li bakur Korsîka 11 km dûra giravê ye navbera wan de Tengava Bonifacio he ye. Li rojavaya giravê jî Spanya he ye.
Paytexta Sardûnya Cagliari ye û rûerda xwe 24,090 km², nifûsa xwe jî 1.65 milon e.
[biguherîne] Dîrok
Dîroka Sardûnya gelek kevin e. Li dora sedsala 10'an b.z. de Fenîkeyan li Sardûnya benderên bazîrganîye çê kirî bûn. Di 509 b.z. de fenîkeyan û dimatîyên sardûnya ve ketin hev û dimatîyên giravê ji bo alikarîye banga Kartacayan kir. Ji pê wê re Sardûnya kete bin destên Kartacayan. Di 238 b.z. de Împaratoriya Roma kartacayan di Cenga Punîşa yekem de bin xistin û sardûnya hundura xakên xwe kir.
Di navbera 456an û 534an de li Sardûnya Vandalan, yên li efrîka, serwerî ajotî bûn. Lê ew dema împarator Justinian I de derbaza serwera Bîzans bû.
Di sedsala 8'an de êrîşên Ereban û Berberîyan ser Sardûnya dest pê kir. Di 753an de ereban nîvîya giravê dest xwe xistin. 827an de heta 860an jî nêzî bi tunî girav bin destên ereban de ma. Girav pê ereban re dem bi dem kete bin destên Genova û Pisayan. Di 1323-1409an de girav di bin kergara Aragonan de bû. Di 1409an de jî girav ji alîya Spanyaan hat dagir kirin. Di demê Spanyan de gelek Katalanan koça giravê kirî bûn.
Di 1718an de Sardûnya bû keyatîyake feodala serbixwe. Lê 1792an de keyatî derbaza bin kergare Fransa bû. Di 1860an de Vittorio Emanuele II îtalya bi tunî dagir kir û bû keyê Îtalya ye.
[biguherîne] Ziman
Li sardûnya Îtalyanî û Sardûnî du ziman tê axaftin
[biguherîne] Spor
Wek îtalya gîşke li sardûnya jî werzîşa (spora) herî dildar fitbol e. Li giravê tîma herî navdar Cagliari Calcio ye. Ew yek ji tîmên serie a ye û ew di sala 1900an de hatiye sazandin.
[biguherîne] Girêdanên Der
Kategorî: Girav | Îtalya | Derya Navîn