Sîcîlya
Ji Wîkîpediya
Sîcîlya an Sîcîl (bi italî: Sicilia) girava herî mezina Derya Navîn de ye û yek ji navçeyên otonomê Îtalya ye. Ew li başûr rojavaya nîvgirava Apennîn(an nîvgirava îtalya) dikeve ye.
Rûerda sîcîlya 25.709 km² ye û nêzî 5 milon kes li dijî ye. Paytexta navçeya otonom palermo ye. Hin bajrên xweya dinên gerin Catania, Messina û Syrakus ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Erdnîgarî
Teşeyê sîcîlya wek sêgoşeya û ew ji bo vê sedemê di dema antîk de wek Trinakria dihat navandin. Li beravên wêya bakur derya Tîren, li yên rojhelat jî derya Îon he ye. Navbera beravên başûr û beravên Tûnisê di parzemînê efrîka de tengava Sîcîlya (ital. Stretto di Sicilia), yê ku dera xweya herî teng 3 km, he ye.
Beravên giravê li ser hev dorî 1.000 km ye. Li dor wê hin giravên biçûkên wek Girava Eolie (Isole Eolie), Ustica, Girava Egadî (Isole Egadi), Girava Pantelleria û Giravên Pelagî (Isole Pelagie) hêne.
[biguherîne] Çiya
Çîyayê herî bilindî li giravê bi 3.345 m Etna ye û ew êtûna(volkan) herî mezin û çalak e. Li giravê hin êtûnên dinên çalakê wek Stromboli û Vulcano hêne.
[biguherîne] Çem
Salso çemê herî dirêjê giravê ye û dirêjahîya xwe 144 km ye. Simeto bi 113 km, Belice bi 77 km hin çemên dinên li sîcîlya diherikî ne.
[biguherîne] Dîrok
Sîcîlya di dîrok de giravake gerîng bû û ji alîya gelek gelan de hat dagir kirin. Li sedsala 10'an b.z. de dimatîyên giravê Sikanîyan, Sikulîyan û Elîmîyan bûn. Li pê wan di sedsala 8'an b.z. de, girav ji alîya fenîkeyan, yewnanan, Kartacayan wek kolonî hat kergar kirin. Di sedsala 3'an b.z. ew di cenga Punîşa pêşin de derbaza bin destên Romayan bû. Ji pê împaratoriya Romaya Rojhelat di sedsala 5'anan de hilwaşîya re ew derbaza Vandal û Vîzîgotan bû. Sedsalake ji pê re jî ew derbaza Bîzans bû. Ew di sedsala 9'an de ji alîya Ereban hat dagir kirin. Ji pê wan re Aragonan, Spanîyan Savoyanan û awûsturyanan kergar kir.
Paş îtalya yekîtî hat pêk anîn şunda ew di 1861an de derbaz bin destên îtalyanan bû. Ew di 1946 virde jî wek navçeyake otonom tê îdare kirin.
[biguherîne] Gel
Bi berbilavîyake 195 ke/km² gelê sîcîlya bi piranî ji îtalyanan de pê tê ye. liegt Sizilien etwas über dem italienischen Durchschnitt. Li sedan 95ên sîcîlyanî ji dêrê roma katolîk e.
Archimedes, bestekar Vincenzo Bellini û Salvatore Schillaci hin kesên navdarên ji sîcîlya der ketina.
[biguherîne] Fîlm
Fîlmên li ser mafya ji bo sîcîlya, newnetewî gelek keftî ditî bûn. Yek ji wan sêkikê(trîolojî) Bav(Godfather) di 1961an de hat kişandî bûn.
[biguherîne] Spor
Li giravê wek gelek welatan û bi taybetî wek îtalya spora herî dildar fitbol e. Êpê dem li serie a(lîga pêşinê îtalyayê fitbol e) tu tîmên sîcîlya tune bûn. Ji pê US Palermo û FC Messina re Catania Calcio jî niha li serie a sîcîlya dinimî ne.
[biguherîne] Girêdanên Der