Dîlok
Ji Wîkîpediya
Dîlok (Gaziantep, Entap, Antep, Duluk) bajarekî bakurê Kurdistanê ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr
Bajar di nav parelelên 36° 38´ û 37° 32´ bakûr û merîdyenên 36° 28´ û 38° 01´ rojhilat de ye.Hûdûdên bajêr li bakûr bi Semsûr û Mereş, li rojava bi Edene û Hatay re, li bashûr bi Efrîn re û li rojhilat jî bi Riha ve tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr
Pivana erda bajar 7642 km² ye. Ji vî erdî % 51,9 wê ji çiyan, % 26,9, ji deshtan, % 2,2 ji zozanan û % 18,0 ê wî jî ji platoyan pêk tê.Herêm ji alî endustrî yê ve pêshketiye. Lê li herêmê zîreet jî tê kirin. Fisteq, tirî, zeytûn, pembo, tene û nîsk li herêmê tên çandin.
[biguherîne] Îklîm (av û hewa)
Li herêmê îklîma Behrasipî hukum dike. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar û bi baran derbas dibe.
[biguherîne] Nifus (1997) û navçeyên bajêr
Merkez 798287
- Qale (Eraban) 42208
- Islahiye 80174
- Kargamiş 13515
- Nîzip 109285
- Nurdax 29199
- Tixbişar (Oxuzeli) 33539
- Çinçin (Yavûzelî) 21479
- Elbey 8312
- Polateli 5917
- Mûsabeyli 15085
Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) 1237594 e.
[biguherîne] Çiya
Li herêmê çiyayên bilind tunene. Çiyayê Sof yê herî bilind e (1496m)li herêmê. Çiyayê Duluk (1250m), Gureniz (1069m), Ganîbaba (1100m)
[biguherîne] Desht, zozan û gelî
Deshta Islahiye; dirêjiya wî 70 km û firehiya wî jî di navbera 10 - 20 km ye. Deshta Barak; Li navça Nîzipê ye. Dirêjbûna wî 20-25km, firehbûna wî jî digihîje 15- 20 km yî. Deshta Tilbashar; Li navça Tilbasharê ye dirêjbuna wî digîhîje 40 km yî. Zozana Dulukê ya herî mezin li herêmê ye. Bilindbûna wî digihîje heta 700m yî.
Geliya Ava Nîzîp, Geliya Ava Sacir û Geliya mazir , geliyên herî mezin yên herêmê ne.
[biguherîne] Çem û gol
Çemêresh : Ji gola resh dertê. Deshta Islahiyê bi ava Çemêresh tê avdan. Çemê Efrînê ji çiyayê sofê dertê. Bi çemêresh re dibe yek û xwe valadikin gola Amikê. Çemê Merzîmên jî ji çiyayê Duluk û Sam dertê; Çavkaniya çemê Nîzîpê li çiyayê Sofê li gundê Dulukê ye. Çem shaxek çemê Feradê ye.
Hesin, Krom, Fosfat, Kalkar û dolomît madenên herî pirin ku li herêmê ji bin erdê dertên.
[biguherîne] Babetên heywanan
Herêm ji alî babetên teyrên kovî pir dewlemend e. Wekî din gur, hirç, xezal, berazên kovî, çeqel, keroshk û bizinên ser çiyan jî li herêmê peyde dibin.
[biguherîne] Dîn (ol) û civak
Muslumantî li herêmê xurt e. Henefîtî û elevîtî mezheban teshkîl dikin. Li herêmê ciyên ziyaret û turbeyan jî hene. Hinek ciyên ziyaretan ev in; SHurahbil bîn Hesen (Kilîs). SHêx Mansûr û Duluk baba. Civaka herêmê ji kurd tirk û ereban pêk tê
[biguherîne] Xwarinên herêmê
Herêm ji alî kultura xwarinê pir dewlemend e.
SHorba shêrîn; Birinc bi avê tê kelandin û pishtre bi dims (doshab) re hinek din tê kelandin û tê serwîs kirin.
SHiveydiz; Gosht bi nokan re di beroshê de tê kelandin. Pîvaz û sîrên hurkirî dikeve navê û heta nerm bibe tê kelandin. Pishtre hêkek dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Rûnê sorkirî û nane bi ser tê reshandin û tê xwarin.
Kutilkên dagirtî beqlewe kebab babaqenûç. Babetên boregan û patatêsên dagirtî hinek ji xwarênên herêmê ne.
[biguherîne] Cil û Bergên Herêmê
Jinên herêmê şalwarekî ku jê re dibêjin Çintiyan li xwe dikin. Bi ser şalwar de çakêtekî milfireh û yaxevekirî ku jê re dibêjin Fermane li xwe dikin. Entarî yên wan ji sê etegan pêk tê. Li pişta xwe kefiyeke sîm an jî qedîfe girêdidin. Keçên ciwan xavikên sipî, yên zewcandî jî tacek ku bi serde jî kefiyekê girêdidin, didin serê xwe. Jinên gundî çarşefek ku jê re dibêjin meshele didin serê xwe. Kesên çarşefa reş jî li xwe dikin hene.
Zilam şalwar li xwe dikin. Li ser şalwar jî "Eba" li xwe dikin. Bi ser ebayê de jî çakêtekî ku jê re dibêjin sako li xwe dikin. Li serê xwe jî kefiyên kesk dipêçin. Lapşîn û qondere pêlavên herêmê yên zilaman e.
[biguherîne] Nav û kronolojiya bajar
Navê bajêr yê kevn Dolike (Doliche). Pishtre ji ali ereban ve navê "ayntab" li bajêr hatiye danîn. Navê bajêr ji alî tirkan ve jî sala 1928 an de wek "Gazîantap" hatiye guhertin.
[biguherîne] Kronolojî
Berî Îsa(zayîn)
- 1200 -600 Dema Hîtîtiyan
- 539 - 331 Dema Persan
- 331 - 323 Dema Mekodoniyan
- 69 Hukumdariya Kommegene
Pishtî Îsa (zayîn)
- 72 - 395 Dema Romayiyan
- 395 - 628 Dema Sasaniyan
- 636 Dema Ereban
- 1077 Dema Selçûkiyan
- 1098 Dema Xaçliyan
- 1517 Dema Osmaniyan
[biguherîne] Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê
Bajar ji alî shînahî û Daristanan ve feqîr e. Lê ji alî tarîx ve pir dewlemend e. Kela Entabê, kela Tilbashar û Revanda ji alî gel û turîstan ve tên ziyaret kirin. Li herêmê mizgeftên kevn jî pirin, (SHirvanî , Tekke û tahtanî hinek ji wanin.)
|
![]() |
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn| Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |
|
![]() |
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |