Mihemmed Pêxember
Ji Wîkîpediya
Ev gotar li ser pexemberê Mihemmed e. Ji bo wateyên din a "Mihemmed", li Mihemmed (cudakirin) binihêre. |
Hz. Mihemmed Sela Allah Aleyh We Sellem, (bi erebî: محمد, Muhammed bin Abdullah bin Abd al-Muttalib bin Haşîm bin Abd Manaf al-Qureyşî) di sala 571 da li bajarê Mekkê hatiye dinê û di sala 632 da jî li Medînê da çûye ser heqîya xwe. Hz. Mihemmed (S.A.W) pêxemberê Xwedê yê dawîyê ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Jiyana wî
[biguherîne] Zarokatî
Pêxember Mihemmed (S.A.W) di bajarê Mekkê li Erebistan a Suud ê di sala fîlan li dû mirina bavê xwe hatîye dinê. Navê bavê wî Abdullah û navê dîya wî jî Amîne ye. Hz. Mihemmed (S.A.W) ji malbata Haşimî û ji eşira Qureyşîyan e. Di şeşsaliya xwe de diya wî Amîne dimire û Hz. Mihemmed (S.A.W) diçe ba bapîrê xwe Abd-ul-Muttalib. Du salan şûnde bapîrê wî jî dimire û Hz. Mihemmed (S.A.W) diçe mala apê xwe Ebû Talib û bi tev pismamên xwe mezin dibe. Di zarokatî û xortanîya xwe de Hz. Mihemmed (S.A.W) ji bo eşira xwe bi salan şivantiyê dike û dû re dibe bazirgan. Tevî zarokatiya xwe a bi zexmet û sêwîbûn, Hz. Mihemmed (S.A.W) bi durustî û rastî ya xwe dihat naskirin. Bi vî avayî hîn di xortiya xwe de mîrovan ji wî re "Mihemmed el-Emîn" digotin. El-Emîn bi Kurdî tê maneya "yê ku mîrov dikanî jê bawer bike, dilsoz".
[biguherîne] Xortanî û Destpêka Pêxemberiyê
Di sala 595 an da Hz. Mihemmed (S.A.W) bi jinikeka bî û dewlemend bi nav Xedice bint Huveylit re , ku 40 salî bû, zewicî. Hz. Xatice rihma xwedê lê be yêk ji musilmanên yêkemin e û di sala 606 an de keçek bi nav Fatima ji wan re dibe. Heta ku Hz. Xatice dijiya pêxamberê Xwedê (S.A.W) bi qet jinekî din re nezewiciye. Dema Hz. Mihemmed (S.A.W) nêzikî 40 salîya xwe dibe, di jiyana xwe de hinek guherandinan hîs dike. Ji ber vî yekê ji gellê xwe vediqete û pirraniya dema xwe hundirê şikeftekî de li ser çiyayê Hîra li nêzikî Mekkê derbaz dike. Bi rojan di wî şikeftê de dimine û li ser jiyana mirovan mijul dibe. Ji ber ku li wî demê mirovên Mekkê pûtperest bûn. Di 40 salîya xwe de, li çiyayê Hîra yê, wahiya yekemîn ji wî re hat. Wahî ji ayetên yêkemîn yê sûreta bi nav "Îqra" (bixwîne) pêda dibû û ji hêla Xwedê da bi wesayîta ferişteh Cibra’îl hatî bû şandin. Cibra’îl milê wî girt û got „bixwîne!“, ewî (S.A.W) got „ez çi bixwînim?“. Cira’îl car din pirsî, û Resûlê Ekrem, ew Zatê Muşerref (S.A.W) car din ji serferiştahê Cinnetê re got „Ez çi bixwînim?“. Piştî sê caran Cibra’îl got „Bismîllehî-r-rihmanî-r-rihîm. Îqra b’îsmî Rebbî-ke `l-lazî xeleqe `l-însene min `elaq…, bi navê Xweda yê ku meriv ji perçeka ‚xwînê’ çêkiriye“ bixwîne.“ Li ser vî buyerê Hz. Mihemmed (S.A.W) bi heyecanekî mezin û bi tirs hat mala xwe û ji Hz. Xaticê xwest ku wî bi cilan por bike. Dû re jî ji Hz. Xaticê re buyera ku hatî bû serê wî got û ayetên ku ji wî re hatî bûn şandin xwend. Êdî ji Hz. Ebû Bekir, Hz. Elî û Hz. Zeyd re jî pêxemberiya xwe eşkere kir û hemû bûn musilman.
Hz. Mihemmed (S.A.W) ji mirovên ku baweriya xwe pê dianî, pêxemberiya xwe ji pûtperestan dizî neql dikir. Êdî heta sê salan qet wahî ji wî re nehatin. Piştî sê salan gava pêxemberê Xwedê (S.A.W) dîsa li şikeftê de bû wahîya duyemin hat. Îcar wî bi fermana Xwedê pêxemberiya xwe ji mirovan ra eşkere kir û ji gellê Mekkê xwest ku bi Wî bawer bikin. Di pêşiyê de serokên eşîra Qureyşê guhê xwe nedan gotinên Hz. Mihemmed (S.A.W) û bi wî yariyê xwe kirin. Lê Ola Îslamê bi taybetî di nava mirovên belengaz û kolan de roj bi roj belav û xurt dibû. Li ser vî serokên Qureyşê ji bo xwe ketin telaşê û dest bi îşkenceyên cûr be cûr kirin. Ji ber ku Îslamiyet dijî pût û rejima wan dihat, serok û mirovên dewlemend ditirsîyan ku hêzên polîtîkê û bazirganiyê ji dest wan here. Li bin îşkenceyan jî, Hz. Mihemmed dest ji doza xwe nekişand û bi vî awayî Îslam hê çû hê mezin bû. Lê hinek misilman nikaribûn dijî van zordestiyan hê pirtir berxwedin û mecbûr man ku koç bikin herin Hebeşistan ê.
Bûyerek mezin ku yê li ser Hz. Mihemmed (S.A.W) tê gotin jî şeva pîroz Mîraç e. Di vî şevî de Hz. Mihemmed (S.A.W) bi alikarîya Xwedê ji bajarê Mekkê çûye bajarê Qudis ê mizgefta Mescid î Aqsa yê û li wê derê jî bi tev feriştan bûye asîman çûye ba Xwedê. Li ser vî bûyera serokên eşîra Qureyş Hz. Mihemmed bi derewan tawanbar kirin û hê dijwartir dijî wî derketin. Êdî mayîna Pêxember li bajarê Mekkê ne mimkûn bû û biryar da kû ji bajêr derkeve. Bi vî avayî Hz. Mihemmed (S.A.W) çû Ta’îfê û li wê derê pêxamberiya xwe eşkere kir. Lê ta’îfiyan bi bin bandora serokên Mekkê heqeret li wî kirin û ji bajarê xwe derxistin.
[biguherîne] Koç Kirin (Hîre)
Êdî Hz. Mihemmed (S.A.W) biryar da ku bi hemû musilmanan koç bike here bajarê Medîne (Ewdem navê bajêr „Yesrîb, „yathrib“ bû. Dema Hebîbullah çû wir êdî ji bajar re gotin „medînet en-nebî, bajarê Pêxember“. Ew nav li Yesrîbê ma û navê wê bû Medîne, „bajar“.) Ji ber vî yekî bi çend serokên eşîrên Medînê, yên musilman, dizî hevdîtinek ava kir. Lê di demekî kurt de serokên eşîra Qureyş fêrê vî hevdîtinê bûn û ji bo ku Ola Îslamê li bajarên din belav û xurt nebe, biryar dan ku Hz. Mihemmed (S.A.W) bikujin. Lêbelê Hz. Mihemmed (S.A.W) ev plana wan bihîst û bi tev heval û apê xwe Hz. Ebû Bekir, Rihma Xwedê lê be, ji bajarê Mekkê derket. Herdu bi hev re sê rojan di şikefta bi nav Sewr de xwe veşartin û roja 20 ê Îlon ê sala 622 an gihîştin nêzikê Medînê gundê Kûba yê. Li vê derê Hz. Mihemmed (S.A.W) bi tev hevalên xwe yên ji bajarê Medînê mizgefta yekemîn a Ola Îslam ê çêkir.
[biguherîne] Dema Medînê
Yesrîb, El-Medîne, ewdem di civateke ji Mekkê cûdatir bû. Eşiretên Ews û Xezrec di şerr de bûn û li wir çend malbatên cihûdan hebûn, wek Benû n-Nadir, Benû Qureyze û Qeynûqa yên bihêz. Xêncî van li bajêr kesên beriya Hirceyê bibûn musilman jî hebûn. Ji van re digoten „Yên alîkar, El-Ensar“. Di dawiyê de jî musilmanên Mekkê, yên beriya Hicreyê hatibûn Medînê, muhacîrûn.
Berî her tiştî Hezretî Pêxember (S.A.W) eşîrên di şerr de li hev anî. Di peymana Medînê de her kesên Medîne cîh girtin. Civate Musilmanan “umma” û civata cihûdan hev û mafên hev naskirin. Li Medîne Xeyber, cîhekî dewlwmend ket destê musilmanan û hemû cihûd ji Medîne hatin derxistin, ji ber ku ew neyartî bi musilmaman dikirin.
Resûlallah (S.A.W) sê caran bi Muşrîkên Mekkê re ceng kir. Nêzîkê calên avê, li Bedrê cengek qewîn cêbû. Musilman serketin û hemû qenîmeta Muşrikan ket destê wan. Di şerrê Uhudê de musilman perîşan bûn, ji ber ku ew leşkerên bi tîrkeban ku Resulallah (S.A.W) li sere çiya cîhkiribû û ji wan re goti bû “Çi dibe bila bibe, ji cîhên xwe neleqin”, dîtin ku wa musilman serdikevin, cîhên xwe berdan û ber dan leşkerên muşrikan. Lê leşkerên sîwarî Muşrikan yên xwe veşarti bûn ji cîhên xwe derketin û bi pişt ve li musilmanan xistin. Musilman di nav her duwan de man û pirr kes brîndar û sehîd ket, wek Hz. Hemze, Rihma Xwedê lêbe. Diranê Bimbarek ê Resûlê Ekrem (S.A.W) jî di şerr de şikest. Cengeka din jî li Medînê çêbû. Muşrik ji Mekkê bi rê ketin û hatin Medîne. Resûlallah (S.A.W) ferman da û got bile li dora bajêr çelên kûr û fireh werin kolîn ku hespên wan nikaribin ser re bazdin. Herwaha şerekî girîng çê ne bû û Muşrîk ji birçîbûn û betalbûne para zivirîn. Musilman pey wan ketin û ew heta dûr ji Medînê teqîb kirin.
Piştî van cengan, 6 salan piştî hicreyê Resûlallah (S.A.W) ummeta xwe komkir û ketin rê ku biçin Mekkê Kabeyê toaf kin, “umre”.Li Hubeydiyê, gundekî nêzîkê Mekkê Muşrikan rê li wan girtin. Pêxemberê Xwedê (S.A.W) nexwest şerr çêbe û bi serokên Qureyşiyan peymanek damezirand. Herwiha Qureyşiyan pêxemberiya wî nepejirand, lê ew wek serokê kesên Medîne û musilmanan qebûl kirin:
- Ji bo 10 salan çekberdan, qedandina cengê.
- Ewlehiya musilmanên ku wê werin Mekkê an başûr jib o bazirganî an toaf û Hecc.
- Ewlehiya Qureyşiyên wê biçin bakûr.
- Kolên ku bê destûra xwediyên xwe ji Mekkê werin Medînê wê para bişînin.
- Sala peymanê kes ji Medînê naçe Mekkê, li di salên dû re Musilmanê bikaribin biçin Mekkê jib o Hecc û Umre.
Dema salên peymanê Resûlallah (S.A.W) çû Mekkê Leşkerên bi hêz wek Xalid bin Welîd û Amr bin As û pirr kesên bi nav û deng û dewlemend hatin der riya rast. Di riya standina Mekkê de êdî tiştek ne mabû. Du sal pişt peymanê Hz. Mihemmed (S.A.W) bajarê Mekkê bê şerr ji Muşrikan stand. Resûlallah (S.A.W) Pûtên Kabê bi destê xwe hilşand.
Bi kesên derdorê Mekkê re cengek çêbû. Di wê cengê de musilman bi dijwariyê serketin. Hin pûtên mezin li wan deran jî hatin hilweşandin.
Di sala 632 an de Resûlallah (S.A.W) ziyareta dawiyê li Mekkê kir. Li wir di Xutba xwe ya dawiyê de ji Ummeta Îslamê re nesîhet kir. Got “ Musilman birayê musilman e, ji hev re zulmê nekin, mafên birayên xwe ji wan negrin. Muheqqeq hûnê bigihîjin Xwedayê xwe. Ewê jî hemû kirinên we ji we bipirse. “
Ewsal çû ber Rihma Xwedê.