Mona Lîza
Ji Wîkîpediya
Mona Lîza, (bi îtalî û spanî: La Gioconda; bi fransî: La Joconde), tablo ya hunermendê Îtalyanî ê Ronesansê Leonardo Da Vinci ye. Jina di tabloyê de bi kena xwe ya nepenî navdar bûye. Leonardo di sala 1503'an de dest bi çêkirina Mona Lîza kir û di sê çar salan de xilas kir. Ev tablo vêga li muzeya Louvre a Parîsê tê pêşandin.