Partiya Karkerên Kurdistan
Ji Wîkîpediya
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di 27'ê sermawezê 1978'an de li gundê Fîs (Lîce/Amed) bi beşdarbûna 23 kesî kongreya damezirandinê pêk anî. PKK wekî partiyeke marksîst-lenînîst hat damezrandin. Navê PKK'ê ji aliyê Ferhat Kurtay ve hatibû pêşniyarkirin. Sekreterê giştî (piştre seroke giştî) yê PKK'ê Abdullah Öcalan bû.
Tabloya Naverokê |
Dîrok
Berî ku PKK were avakirin PKK'yî mîna Apocî dihatin naskirin. Abdullah Ocalan û hevalên xwe li 1'ê gulanê sala 1973'an li Bendava Çûbûk a Enqerê civînek çêkirin û biryara komê dan. Piştî vê civînê li 1'ê rêbendanê sala 1977'an de li Dîkmen û Tûzlûçayir 2 civînên din hatin lidarxistin û biryara vegera welêt hat dayin. PKK di navbera salên 1977 û 1979'an de li Curnê Reş (tr: Hilvan) û Sêwrekê (tr: Siverek) li dijî axa û hevkarên dewletê (mîna; bûcak û Sulêmaniyan) şerê çekdarî meşand. Di tekoşîna Curnê Reş û Sêwrekê de gellek kadroyên PKK'ê mîna Cûma Tak, Salîh Kandal, Halîl Çavgûn, Mehmet Sevgat jiyana xwe ji dest dan. Berî Darbeya leşkerî ya 12'ê îlonê PKK'ê biryara derketina ji welêt da û li Libnanê li Newala Bekaa bi cih bû. Li vir di kampeke leşkerî û siyasî de kadroyên xwe perwerde kir. Piştî ku Mahsum Korkmaz li 28 adar a sala 1986'an li çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest da navê vê kampê bû; Akademiya Mahsûn Korkmaz. PKK di kongreya xwe ya 2emîn de (1982) biryara vegera welat û şerê çekdarî da. Di 15'ê gelawêja sala 1984'ê de bi çalakiyên Dih (tr. Eruh) û Şemzînanê (tr: Şemdînli) PKK'ê dest bi têkoşîna çekdarî kir. Û bi van çalakiyan îlana rêxistina xwe ya çekdarî, Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) kir. Fermandarê giştî ê HRK'ê Mahsum Korkmaz bû. Rêxistina PKK'ê a eniyê û siyasî Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan, ERNK di Newroza sala 1985'an de hat avakirin. Di sala 1986'an di kongreya 3emîn a PKK'ê de li dewsa HRK'ê ARGK-Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan hat ava kirin. Armanca PKK'ê avakirina artêşek ji gerîlla bû. Di sala 2001'an de di konferansa 1emîn a HPGê de, dewsa ARGK de HPG hate ava kirin. Vêga fermandarê giştî yê HPG'ê Dr. Bahoz Erdal e. Di navbera salên 1984 û 1994'an de bi hezaran ciwanên kurd tevlî refên PKK'ê Û ARGK'ê bûn. Di destpêka salên 90'î de êdî li her deverê bakurê Kurdistanê serhildanên gel dest pê kirin. PKK'ê di kongreya xwe ya pêncemîn de (1995) ala xwe guhert. PKK'ê di sala 1993'an de cara yekemîn agirbesta yekalî îlan kir. Ji vê demê û pê de PKK'ê xwest pirsgirêka kurd bi awayekî siyasî û aşitiyê çareser bike. Bi vê armancê gellek caran agirbest îlan kirin. Serokê giştî yê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1998'an de ji Sûriyê derket. 12 sermawez 1998'an de hate Romayê û 15 sibat 1999'an de jî bi komployek navnetewî hate girtin û radestî Tirkiyê hate kirin. PKK'ê di kongreya xwe ya 8emîn de xwe fesih kir (4 avrêl 2002). Di vê kongreyê de KADEK Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê, hat ava kirin. KADEK li cotmeha 2003'an hate feshkirin û di dewsa wê de KONGRA-GEL hate damezirandin. Piştre Koma Komalên Kurdistan an KKK di 20'ê adara 2005'an de wekî sîstemeke konferderalîst hate îlankirin. Li 4 nîsana sala 2004'an de ji nû ve damezirandina PKK'ê hate îlankirin. PKK ji aliyê DYA û YE wekî rêxistineke terorîst hatiye lîstekirin.
Berxwedana zindanan
Partiya Karkerên Kurdistan bi qasî ku derve li zindanan jî tekoşîn daye û li ber xwe daye. Li van berxwedanan de gellek kadroyên grîng û endamên komîteya navendî jiyana xwe ji dest dane.
- Mazlum Dogan (Endamê Komîteya Partiyê): Li Newroza 1982'an bi 3 darikên şixatê Newroz pîroz kir û ji bo protestokirina kirinên dewletê xwe feda kir.
- Eşref Anyik, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengin : Li 18'ê gulanêsala 1982'an de ji bona protestoya zextên li zindanê bedena xwe dan ber êgir.
- Kemal Pîr, Hayri Durmuş, Ali Çiçek, Akif Yilmaz (Endamên Komîteya Partiyê): Di rojiya mirinê de di sala 1982 jiyana xwe ji dest dan. (Rojiya mirinê, 14'ê tîrmehê dest pê kiribû)
Pêvajoya agirbestan
Agirbesta yekemîn a PKK'ê a yekalî di sala 1993'an de hate îlan kirin. Ji wê rojê û pêve hetanî sala 2007'an 5 cara agirbest hate îlankirin.
Agirbesta yekemîn
Di 19'ê adara sala 1993'an de Serokê giştî ê PKK'ê li Bekaa civînek çapemeniyê li dar xist. Bi beşdarbûna Serokê YNK'ê Celal Talabanî, PKK'ê di dîroka xwe de ji bona cara yekemîn agirbestek yek alî îlan kir. Li ser daxwazên sergirtî ên rayedarên dewleta tirk PKK'ê biryarek wisa stend. Agirbest wê hetanî 15 nîsana 1993'an dewam bikira. Piştre gorî hin daxuyanî û nûçeyên rojnameyan, li ser daxwaza kevneserokkomarê Tirkiyê Turgut Ozal, Celal Talabanî ji bona vê agirbestê navbertiyê kiriye. Roja 15 nîsana 2003'an PKK'ê agirbestê ji bona meheke din drêj kir. Lê hê agirbest xilas nebûbû, Tûrgut Ozal bi awakî nezelal jiyana xwe ji dest da. Ji aliyê PKK'ê jî êrîşek çêbû û di encamê de 33 leşker jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê êrîşê agirbesta yekemîn a yekalî bidawî bû.
Agirbesta duyemîn
Di sala 1995'an de hate îlankirin. Lê belê ji ber operasyonên leşkerî û sûîkasta ku di dema Tansu Çiller, Dogan Gureş û Mehmet Agar li dijî Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan hate kirin, ev agirbest bi dawî bû.
Agirbesta sêyemîn
Di sala 1998'an de hate îlankirin. Ev agirbest jî mîna yên berê bê encam ma. Li gorî daxuyaniyên PKK'ê daxwaza vê agirbestê ji aliyê Serokwezîrê wê demê ê Tirkiyê Necmettin Erbekan hatiye kirin. Lê belê piştî ku li 1'ê îlona 1998'an agirbest hat îlankirin Tirkiyê DYE'yê gef li Tirkiyê xwarin û mecbûr kirin ku serokê giştiyê PKK'ê ji Sûriyê derkeve. Piştî vê bûyerê jî agirbest demekê dewam kir. Bi radestkirina Serokê PKK'ê a Tirkiyê ev agirbest bidawî bû.
Agirbesta çaremîn
Di sala 1999'an de hate îlankirin. li 2 tebax 1999'an de PKK'ê biryara derxistina hêzên xwe yên çekdarî a ji sînorên bakurê Kurdistanê (Tirkiye) da. Li 1'ê meha îlonê jî cara çaremîn agirbesta yekalî îlan kir. Ev agirbest 5 sala ajot. Lê ji ber ku ji aliyê dewleta irk ve ti gavên erênî nehatin avêtin û operasyon hatin domandin, ev agirbest li 1 pûşper sala 2004'an bidawî bû.
Agirbesta pêncemîn
Agirbesta 5emîn li ser daxwaza rewşenbîrên kurd û tirk ên Tirkiyê, DTP, DYE, YE, ji aliyê KKK'ê hate îlankirin. Agirbest li 1'ê cotmeha 2006'an dest pê kir. Li gorî daxuyaniyên rêvebirên PKK'ê û KKK'ê heger ti gavên erênî neyên avêtin ev agirbest li gulana 2007'an bidawî dibe.
Navên tevgerê
Alên Tevgerê
Endamên navdar ên PKK
- bibîne: Şehîdên PKK
Binihêre
- Programa Partiya Karkerên Kurdistan
- HRK - ARGK - HPG
- ERNK - YDK - CDK
- YAJK - PJKK - PJA - PAJK - KJB
- KADEK - Kongra-Gel - KKK
- PYD - PÇDK - PJAK
- TECAK - Komalên Ciwanan