Bill Gates
Ji Wîkîpediya
William "Bill" Henry Gates III, (bibêjê: Wîlyem "Bîl Gêyts") li 28'ê kewçêrê 1955an li bajêrê Seattle li wilayetê Washingtonê hatîye ser dinyayê. Ew tev-hîmdaner, serok, kevne mezin-endazyarê nermamrazan yê şîrketa Microsoftê e. Her wiha, ew damezrînerê şîrketa Corbis ya arşîvkirina wîneyên dîgîtalî e. Li goreyê lîsteya Bilyonerên Cîhanê ya Kovara Forbesê, Gates zilamê herî dewlemend ê cîhanê li van 12 salên bihurî ye. Li sala 1999ê, ji bo heyamekê dewlemendîya Gates ji 100 bilyon dolarên Emrîkî bihurî û bi vî awayî Gates bû sedbilyonîyê yekê di dîrokê da. Li goreyê Kovara Forbes 2006ê , Gatesî niha zêdetir ji 50 bilyon dolaran hene. Malbata Gates bi dû malbata Waltonî malbata herî zengîna cîhanê e. Gates yek ji bernyastirîn sermayedarên şoreşa Kompyoterên Kesokî e. Ew bi berfirehî ji ber dûrbînî û meraqa karî cihê rêzê e. Hindek kes jî rexneyan lê dikin ko bi awayên nedadwerane û bêqanûnî şîrketa Maykrosoftê avakirîye. Piştî komkirina serweta xwe, di gelek karên mirovxwazane da Gêytsî gelek pare (nêzîkî 50% ji malê xwe) bi rêya Binyatê Bîl û Melînda Gatesî, ya ko li sala 2000ê hatîye damezrandin, daye rêkxistîyên xêrxwaz û lêkolînên zanistî. دهوڵهمهنترین کهسی جیهان، بهرپرسیشهریکهی مایکرسۆفت، خهلکی ئهمهریکایه.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».