Salnameya Gregorian
Ji Wîkîpediya
Salnameya Gregorian, bi navê Papa Gregor XIII hatiye nav kirin û ew salnmameya îroj li dinê herî belavkerbûyî tê bikaranîn e. Ew di sedsala 16'an hat peresandin û babetaka Salnameya Julian e. Ew di 12 mehan pêk tê û dirêjahiya wan mehan wiha ye:
Rêz. | Nav | Rojan |
---|---|---|
1 | Rêbendan | 31 |
2 | Reşemî | 28 an 29 |
3 | Adar | 31 |
4 | Avrêl | 30 |
5 | Gulan | 31 |
6 | Pûşper | 30 |
7 | Tîrmeh | 31 |
8 | Gelawêj | 31 |
9 | Rezber | 30 |
10 | Kewçêr | 31 |
11 | Sermawez | 30 |
12 | Berfanbar | 31 |
Konsûla Nicea Yekema, di 325 de, ji bo roja pîroz kirina cejna Easter wek yekşema pê hîva tijîya pêşîna pê biharê destpêkir (Newroz, Ekinoksa pêşin) şunda hat dîtîn re hat bîryar dan. Di 325an de biharê di 21'ê adarê de destpê kir. Wê demê salnameya Julian dihat bikaranîn û ew salên normal ji 12 mehan û 365 rojan pêk hatî bû. Lê bi rastî salak wek 365,25 rojan, 365 rojan 6 seat, hatî bû hejmartin. Ji bo wê sedemê li çar salan rojak serve salên normal dikirin û ew sala 366 rojan dajot. Bi wan salên 366 rojan dajot re Sala bermayî dihat gotin. Lê bi rastî salak 365,242190517 rojan dajo. Ew 365 rojan, 5 Seatan, 48 hûrdeman û 45,25 çirkan va yeke. Gorî salnameya Julian salak 365,25 rojana pêk dihat. Navbera salên Salnameya Julian û rastî de nêzi 11 hûrdeman ferq he bû. Ji bo wê ferqê 11 hûrdeman 128 salan de rojak pir dihat hejmartin. Di sedsala 16'an ew ferqa 11 hûrdeman wiqas mezin bû ko, biharê 1582an êdî 11'ê adarê de dest pê dikir.
Ji bo bihar di dema rast de di 21'ê adarê dest pê bike û cejna Easter di dema rast de were pîroz kirin di 1582an de berwara 4'ê kewçêrê hat wergera 5'ê kewçêrê ye kirin û roja hefte hat neguhertin. Pê wê saz kirine re di 1583an de biharê şunda di 21'ê adarê dest pê kir. Êdî gorî Salnameya Gregorian sal wek 365,2425 dihat hejmartin û li 400 salan de 303 sal normal 97 sal wek salên bermayî dihat hejmartin. Gorî sala julian li 4 salan salak Sala Bermayî bû. Gorî salnameya Gregorian dîsa 4 salan de salak sala Bermayî ye, lê salên bi 100 î par dibin û 400 î par nabin(wekok 2100, 2200) wek Sala Bermayî nehejmartin û 29'ê reşemiyê tune ye. Lê salên bi hem 100î hem jî 400î tê par kirin(wekok 2000, 2400) dîsa sala Bermayî tê hejmertin û di wan salan de 29'ê reşemiyê he ye. Yanê;
- 2000: Sala Bermayî, ango 29'ê reşemiyê heye
- 2100: Sala Bermayî, ango 29'ê reşemiyê tune
- 2200: Sala Bermayî, ango 29'ê reşemiyê tune
- 2300: Sala Bermayî, ango 29'ê reşemiyê tune
- 2400: Sala Bermayî, ango 29'ê reşemiyê heye
Lê gorî hejmertinên astronomî, yanê bi rastî, sala gregorian jî 0,000310(=27 çirkan) roj li rastî zêdetir e. Ji bo wê sedemê li 3230 rojan şunda Ekînoks pêşin, ango destpêka biharê, dîsa dikê rojakê pêş de pê bike.