Kleopatra VII.
Ji Wîkîpediya
Cleopatra VII. (* li dora b.z. 69; † 12'ê gelawêjê b.z. 30 li Îskenderiye) Keyxanima dawîn a Misira Antîk e. Keça key Ptolemaios XII. Auletes e. Bavê wê, wê bi birayê wê re zewicandiye. Wê demê zawaca navmalbatî ji rêzê bû. Ji bo keyxanimtiyê perwerdeyeke baş dîtiye. Ji mûzîk û estetîkê pirr hezdikirîbûye. Kleopatrayê zimanên Misrî (Kiptîkî), Îsraîlî, Erebî, Sûrîkî, Etiyopyayî, Farsî û Kurdî (Medî) dizanîbûye.
Malbata bavê wê Helenî bûn. Helenî li Misirê hindikayî bûn. Ji bo ku bi gelên herêmê re têkiliyek baş dayne, xwe dide ser fêrbûna ola Misirê. Ji ber vê helwesta wê ji aliyê birayê wê ve ji welêt tê derkirin. Kleopatra diçe palasa Roma û li vegera bi keyê Romayê navdar Sezar ve jiyana xwe dike yek.
Bi alîkariya Sezar li textê Misrê rûdine. Birayê wê di robara Nîlê de dixeniqe yan tê xeniqandin. Ji Sezar zarokek wê peyda dibe. Armanca wê ew e ku herdu împaratoriyên mezin ên serdemê bike yek û wekî Îskenderê Mezin desthilatdariyeke cîhanî avabike. Mixabin Sezar tê kuştin xeyalên Kleopatrayê sêwî dimînin. Bi qasî demekê ji nakokiyên palasa Romayê sûdwerdigire û dixwaze Romayê bixe bin desthilatiya xwe. Lê bisernakeve. Di 39 saliya xwe de bi jehra marên kobra dawî li jiyana xwe tîne.
Kleopatra bi zîrekî, wêrektî û fenên xwe di dîroka mirovahiyê de cihê xwe girtiye. Li ser jiyana wê gelek fîlmên bêhempa hatine çêkirin.
![]() |
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Kleopatra VII. hene. |