Mîde
Ji Wîkîpediya
Mîde, gede anko aşik (bi Inglîzî stomach) endamek ji koendama herisê ye. Gede dikevit navbera sorîçik û dazdegirêyê. Gede berpirsa qonaxa duyê ji heriskirna zadî ye.
Bi alikariya ava mîde, ku bi asît pekhatiye u bi alikariya enzîman (li liviken -tospiyen- bedenê mirovan da tên çêkirin u ji bo hezmê u pir tişten din hewce ne) xwarin tê hezimkirin. Mîde kareki wek ambar pektine u xwarine perce perce dide ruviya danzdeh gire, him ji destpeka hezma xwarine dike. Dawiya we ruviya zirav te, ku 3 metro direjiya xwe heye. Dawi ruviya zirav xwarin te u digiheje rûviya stûr. Rûviya stûr nezikî 1,5 metro direj e.
Nava gedeyê bi giştî gelek tirş e. Rêje ya tirşatî ya gedeyê anko pH a gedeyê, di navbera 1 heta 4'ê da ye. Xaneyên serekî yên gedeyê maddeyekî bi navê pêpsînocênê dirêjin nav gedeyê ko bi tirşê haydroklorîk dibit pêpsîn. Gede rojane 2 heta 4 lîterên şîrê gedeyê dirêjit.
[biguherîne] Erk (function)
Erkê serekî yê gedeyê şkandina molêkûlên mezinên zadî jibo molêkûlên biçûktir e da bikaribin ji rûviya biçûk bihên vemêhtin. Ev şkandin bi arîkarî ya trişê haydroklorîk û pêpsînê (şîrê gedeyê) çêdibit.
Erkê neserekî yê gedeyê vemêhtina hindek maddeyên wekî qehwe, alkohol û Aspirîn ê ye. Hindek av û protîn û ayon jî ji gedeyê dihên vemêhtin.
Ji nesaxîyên mîdeyê yek jî brîna herisê ye.