Qehwe
Ji Wîkîpediya
Qehwe (bi inglîzî: coffee; bi farisî û erebî: قهوة) navekê giştî ji bo nivşekê malbateka daran e ko dibêjinê rûnas. Fêkîyê wan daran jî her bi navî dihêt binavkirin.
Tiraş anko dara qehweyê bi qasî 4 heta 6 metiran (12-20 pêyan) dirêj dibit û kulîlkên spî yên gelek bêhinxweş didit ko tenê çend rojekan dimînin. Fêkî yê dara qehweyê ko wekî helalokan şirîn e wîşî-wîşî şîn dibit û du dendik têda hene. Dû coreyên berniyasên qehweyê hene: Qehweya Erebî (Coffea arabica) Qehweya Lîberyayî (Coffea liberica).
[biguherîne] Jîngeha Qehweyê
Dara qehweyê gelek baş li gizirtên Cava û Somatrayê, li Nîvgizirta Erebistanê, Hindistanê, Efrîkayê û parzemîna Emrîkaya Başûr şîn dibit.
Dendik an hema yekser li zevîyê an jî li meştelekê dihên çandin. Du şêwazên dirûnê hene. Yek ji wan çinîna bi dest e û ya dî hejandina daran û vewerandina qehweyê ye.
![]() |
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Qehwe hene. |