Încîl
Ji Wîkîpediya
Încîl / Peymana Nû navê pirtûkên pîroz ên xristiyanan yê herî girîng e. 'Încîl' ji qurmê (ra, kok) peyva EUANGELION a bi zimanê yewnanî tê. Mana wê 'Mizgînî' ye. Încîl ji gelek pirtûkên cur bi cur pêk tê.
[biguherîne] Kitêbên Peymana Nû
1. Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta
2. Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Marqos
3. Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa
4. Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Yûhenna
5. Karên Şandiyan
6. Nameya Pawlos a ji Romayiyan re
7. Nameya Pawlos a pêşî ji Korîntiyan re
8. Nameya Pawlos a diduyan ji Korîntiyan re
9. Nameya Pawlos a ji Galatiyan re
10. Nameya Pawlos a ji Efesiyan re
11. Nameya Pawlos a ji Filîpiyan re
12. Nameya Pawlos a ji Kolosiyan re
13. Nameya Pawlos a pêşî ji Selanîkiyan re
14. Nameya Pawlos a diduyan ji Selanîkiyan re
15. Nameya Pawlos a pêşî ji Tîmotêyos re
16. Nameya Pawlos a diduyan ji Tîmotêyos re
17. Nameya Pawlos a ji Tîtos re
18. Nameya Pawlos a ji Filêmon re
19. Nameya ji Îbraniyan re
20. Nameya Aqûb
21. Nameya Petrûs a pêşî
22. Nameya Petrûs a diduyan
23. Nameya Yûhenna ya pêşî
24. Nameya Yûhenna ya diduyan
25. Nameya Yûhenna ya sisiyan
26. Nameya Cihûda
27. Peyxama Yûhenna
[biguherîne] Încîl bi kurdî
Wergereke peymana kevin û peymana nû ji aliyê weşanxaneya GBV-DILLENBURG li Eschenburg, Almanya hat pêk anîn. Wergêr Mehmet Sait Alpaslan (Seîdê Dêwreş) û Resul Yildirim (Resûlê Qereqoçanî) bûn. Pirtûk di tebaxa 2004'an de derket û ji 1340 rûpel pêk te.
Încîl, yanî Mizgînî (Peymana Nû) di sala 2005'an de bi zimanê Kurmancî ji aliyê "Kitab-ı Mukkades Şirketi" ve li Stembolê hatiye derxistin. Wergêr Felat Dilgêş bû.
[biguherîne] Grêdanên derve
- Mizgîniya li gor Metta (Încîla Metta)
- Încîl bi soranî
- http://kitabimukaddes.com