Komara Korêyê
Ji Wîkîpediya
Ala Korêya Başûr |
Arma Korêya Başûr |
Srûda netewî: Aegukga | |
Zimanên fermî | Koreyî |
Paytext | Sêûl |
Serokkomar | Roh Moo-hyun |
Serokwezîr | Han Myeong-sook |
Serxwebûn | 15 tebax 1945 |
Rûerd | 99 274 km² |
Nifûs ko (2006) Berbilavî |
48 846 823 491/km² |
Dirav | Won (KRW) |
navçeya demjimêrî | UTC +9 |
Nîşana înternetê | .kr |
Koda telefonê | +82 |
Komara Korê ya Başûr (bi Korêyî:대한민국, bi Inglîzî: the Republic of Korea) welatekê Asya ya Rojhilat e û li nîvî ya başûrî ya nîvgizirta Korêyê hilkevtîye. Li bakur hevsî ya Korê ya Bakur (Komara Gelêrî ya Demokratîk a Korêyê) ye. Li rojhilatê Derya ya Japonê ye ko dikevit navbera vî welatî û Japonê û li rojava jî Derya ya Zer dikevit navbera wê û Çînê. Nêzî nîvî ya hêşeta Korê ya Başûr li an li derdora paytexta we Sêûlê dijîn. Sêûl bajerê duyemîn mezintirîn ê cîhanê ye. Ev komar piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û nemana dagîrkarî ya 35 salî ya Japonê, li sala 1948'ê hat damezrandin. Serkevtî yên Şerî nîvgizirta Korêyê dinavbera xwe da vebeşî. Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê piştî şerekê ko bi Şerê Korêyê hatîye niyasîn, ev par ji xwe ra misoger kir. Para bakurî ya nîvgizirtê ji Yekîtî ya Komar ên Sosyalîst ên Şêwirdar ra ma.
Aborî ya Korêyê yek ji aborî yên herî lezgîn bûye di warê pêşkevtinê da. Li dema damezrandina Komarê da, Korê ya Başur yek ji hejartirîn û xizantirîn welatên cîhanê bû û niha aborî ya 10ê ye. Ev welat di warê teknolocî û bikaranîna teknolocîyê jî da yek ji welatên herî li pêş e. Korê ya Başur bi hebûna karxane yên mîna Samsung, Hyundai, Kia, Daewo û LGyê li seranserî cîhanê bi karsazîya kompyoter, gemî û têlefonên gerok navdar e.
Korê ya Başûr yek ji wan welatan e ko li paş Şerê Azadî ya Îraqê li sala 2003'ê pişikdarî ya hêzên pirnejad li Îraqê kirîye. Niha tîpeka leşkirî Komara Korêyê binavê Tîpa Zeytûnê li derveyî Hevlêra paytexta Herêma Kurdistana Îraqê li başurê Kurdistanê ye. Ev hêz piranî bi karên civakî ve mijûl e. Nexweşxane ya vê tîpê çaresera nesaxên Kurdistanî dikit. Pişkên dî yên Tîpê arîkarî ya avakirina dibistanan û bingehên saxlemîyê û rahînan karmendan didin.
Dewletên Asya | ||
---|---|---|
Azerbeycan | Banglades | Behreyn | Brûneî | Bûtan | Efxanistan | Erebistana Siyûdî | Ermenistan | Fîlîpîn | Gurcistan | Hindistan | Indonesiya | Îran | Iraq | Îsraîl | Japonya | Kembodja | Korêya Bakur | Korêya Başûr | Kuwêt | Laos | Libnan | Malezya | Maldîv | Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî | Monxoliya | Myanmar | Nepal | Oman | Pakistan | Qeter | Qezexistan | Qirgizîstan | Qubris | Rûsya | Singapûr | Sîn | Sûrîyê | Srî Lanka | Tacîkistan | Taywan | Tayland | Tirkîyê | Tîmora rojhilat | Turkmenistan | Urdun | Ûzbêkistan | Vîyetnam | Yemen |