Kreta
Ji Wîkîpediya
Kreta (yewnanî: Κρήτη Kríti; tirkî: Girit) girava herî mezinê yewnanîstane û pencam mezinê Derya Navîn e.
[biguherîne] Erdnîgarî
Kreta yek ji 13 navçeyên Yewnanîstanê ye. Li şûna herî fireh bakur başûrî de 60 km firehî, rojhelat-rojavayî jî 260 km direjahîya wê he ye. Li cîhî herî teng jî 12 km firehîya xwe he ye. Ew li ser 8,336 km² reşahîye rûniştîye û 1046 km beravên xwe hê ne. Li bakur Derya Kreta, li başûr jî Derya Lîbya, li rojhelat Derya Karpatîan, li rojava jî Derya Mîrton he ye. Nifûsa wê yê di 2005 de 650,000 kes bû. Girav nêzî 160 li başûra reşahîyê Yewnanîstanê bingehî dikeve
[biguherîne] Dîrok
Kreta navenda şarmendîyê(medenîyetê) Minoan bû. Ew navbera (Sedsala 26'an b.z. de heta sedsala 14'an b.z. medenîyatê herî pêşinê ewropa bû. Li Kreta bajarên Minoan Knossos û Phaistos he ne.
Kreta dema Împaratoriya Roma de di 69 b.z. de hundura xakên Roma bû. Ew ji pê împaratorî bû du paran re heta ji alîya Ereban hat dagir kirî di destên Împaratoriya Romaya Rojava an jî rojhelat de ma. Ew di 824an de ji alîya Ereban di serdarîya El-Hakem de hat dagir kirin û heta 960an de şunda ji alîya Bîzansan de hat dagir kirin destên wan de ma. Ew ji pê Bîzansan re di 1204an de dema Sefera Xaçiyayê Çaram de kete destên Venedîkan. Ew heta di 1669an de ji alîya împaratoriya Osmanî hat dagir kirî di destên Venedîkan de ma.
Ber dema ji alîya Osmanan hat dagir kirî di 1648an de heta 1669an de di dorpêç kirinê de ma û ew bi gumanî dorpêçkirina herî dirêjê di dîrok de ye. Ew ji pê Cenga Balkan re bi Yewnanîstan re gireda.
Dema Şerê cîhanî yê duyemîn ji bo cîhê xweya krîtîkê di derya Navîn de şanogeha cengên mezinê navbera Îngîlîz û Elmanan bû.