Tîmora Rojhelat
Ji Wîkîpediya
Ala Tîmora rojhilat |
Arma Tîmora rojhilat |
Zimanên fermî | Tetum, Portekîzî |
Paytext | Dili |
Sîstema Sîyasî | Komar |
Serokkomar | Xanana Gusmão |
Serokê hikûmetê | José Ramos-Horta |
Serxwebûn | 28'ê sermawezê 1975 rave kir di 20'ê gulanê 2002 de hat nasîn |
Srûda netewî: | Pátria |
Rûerd | 15.007 km² |
Nifûs | 947.400 2006 |
Dirav | Dolara Emerîka |
navçeya demjimêrî | UTC+9 |
Nîşana înternetê | .tl |
Koda telefonê | +670 |
Komara Demokratîka Timora-Leste, an jî Tîmora Rojhelat, welataka li başûr rojhelata Asya ji giravan pêk hatî ye. Navê dewletê bi fermî Timor Loro Sa'e tê nav kirin, ew tê mane welatê Timara roj lê dibe ava. Portekîzî Tîmor-Leste jî tê ye mane rojhelat-rojhelat. Bi Endonezî timur rojhelat e, bi portekîzî leste jî wek wê dîsa rojhelat e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Erdnîgarî
Girava Timor di Arşîpela Malay(Arşipela Endonezya) de û li ser Giravên Sûnda Biçûk de ye. Li bakur rojavayê giravê Timor Derya Sawu, li bakur Derya Banda, li Başûr jî nevbara Awustralya û Tîmor de Derya Tîmor he ye. Tîmora Rojhelat li ser nîva rojhelatê giravê de ye.
Tîmora Rojhelat di sedsala 16'an de Kolonîya Portekîz bû û epê dem Tîmora Portekîz dihat zanîn. Di 1975an de Endonezya dagir kir. Di 1999an de UN pişt girt şunda Endonezya jê gerî û di 20'ê gulanê, 2002an de serxwebûna xwe dest xwe xist.
[biguherîne] Dîrok
Ew tê bawer kirin ku Tîmor bi Arşîpela Malay va 40.000 selan ber îroj jiyanî bû. Dema Kolonîyan de Portekîzan di sedsala 16'an de Tîmor kire kolonîya xwe. Dema Şerê Cîhanî yê Duyemîn de Holanda û Awûstralyan ew dera dagirkirin jî li Şerê şunda Portekîzan şinda saxa Tîmorê dest xwe xist. Di 1974an de Portekîzan dest bi vekêşandina giravê kir, di 28'ê sermawezê 1975an de jî temam kir.
Bi piştgirtîya Amerîka, ji bo Timor nê kava bandêrîya komunîst Çînê, Endonezya di 7'ê berfanberê 1975an de êrîşa Tîmorê kir. Di pûşperê 1976an de wekî navçeya Endonezya bi navê Timor Timur hat dane zanîn. Gerîllayên Tîmora Rojhelat Falintil ji bo serxwebûne di 1975an de heta 1999 bi Endonezya re ceng kir. Dema Endonezya di Tîmora rojhilat de bû ser 100,000 kesan re mirov hat kuştîn an jî di nexweşî û birçîtîyê de mir.
Paş di 1999an de Portekîz, Endonezya û DYA li hev hat şunda di 30'ê gelawêjê, 1999an de bi piştgirtîya UN li Tîmorê referandûm bû. Gel ji bo serxwebûnê deng da. Lê ji bo nevbara Endonezya û gerîllayê Tîmor de ceng dewam dikir dijwarên ji bo aşitîyê ji alîya UN de hat şandina Tîmora Rojhelat. 20'ê gulanê, 2002an de dewlet serxebû û di 27' rezberê de jî bû endama UN.
[biguherîne] Gel
Nifûsa Tîmora Rojhelat dora milonek kes e. Gelê xwe bi gelemperî Malayo-Polynesîan ne, lê li Tîmora Rojhelat 15 etnîka ciyawazî hêne. Malayo-Polynesîanan koma herî mezin bi 100,000 kesî Tetun(Tetum) in. Li wan şunda bi 80,000 î Mambae, bi 63,000 î Tukudede, bi 50,000 î Galolî, Kemak, bi 20,000 Baîkeno tên. Li wan bêtir Melanazî(melanasish) jî bi 50,000 Bunak, bi 30,000 Fataluku, bi 70,000-100,00 Makasae hêne. Li Tîmora Rojhelat bi gelemperî zimanê Tetum tê axaftin. Portekîzî jî zimanê fermîya jî encax bi %10an gel tê axaftin. Li Tetum bêtir ew 15 zimanan din jî, zimanên netewî tê nas kirin; Wetar, Atoin Meto, Bekais, Bunak, Fataluku, Galoli, Habun, Idalaka, Kawaimina, Kemak, Makuva, Makalero, Makasae, Mambai û Tokodede.
[biguherîne] Ol
Gelê Tîmora Rojhelat bi %95an gel Xrîstîyan in. Li wan jî %92an xwe Katolîk, %3an xwe jî Protestan in. Li xristîyanîyê bêtir misilman(%5), Hîndu û Budî jî hêne.
[biguherîne] Dirav
Dirava Tîmora rojhilat ocaxa 2000an de Dolara Emerîka ye. Bi Dolara Emerîka va di 2003an de dirava xwe Centavo-Münzen jî tê bikaranin. Lê ew tenê bi parê hesin tê bikaranîn, banknota Centavo-Münzen tune.