Turgut Özal
Ji Wîkîpediya
Turgut Özal (* 13'ê kewçêrê 1927 li Meletî; † 17'ê avrêlê 1993 li Enqere) yek ji serokkomar û serokwezîrên navdar ên Tirkiyê ye.
Bavê wî Kurdekî ji Çêrmûk (Çirmik) a Meletîyê, diya wî jî ji Dêrsîmê bû.
Di sala 1950'î de xwendina xwe ya endazyariya elektronîkê li Zanîngeha teknîkê ya Stenbolê bidawîdike. Du sal şûnde bo xwendina bilind ji aliyê fîrmaya ku lê dixebitî tê şandin û vegerê dîsa li heman fîrmayê kar dike. Sala 1958'î de Turgut Özal dibe serokê sekretarya komîsyona pêşvebirinê ya dewletê. Di sala 1960'î de li ODTÜ (Ortadoğu teknik üniversitesi - Zanîngeha teknîk a rojhilata navîn) dest bi mamostetiyê dike.
Di sala 1966'î de dibe di hikûmeta hemandemî de wekî teknîker cihdigire. 1971'î de li IMFê dest bi xebatê dike. Herwekî di gelek fîrmayan de wekî plansaz cihdigire.
Piştî destdayîna leşkeran a li ser dezgehên dûgelê, di hikûmeta Bülent Ulusu de wekî cîgirê wezîrê karê aboriyê berpirsiyar dibe. Di 20'ê gulanê 1983'î de partiyeke bi navê Anavatan Partisi (Partiya welatê dayikê) dadimezirîne û serokatiya wê dike. Di hilbijartinên fermî yên 6'ê sermawezê 1983 biserdikeve û heya 1989'î serokwezîrtiyê dike. Di 31'ê kewçêrê 1989'î de bo serokkomariyê tê hilbijartin û heya mirinê didomîne.
[biguherîne] Cihê Özal di dîroka Tirkiyê de
Hin ronakbîr Özal wekî duyemîn girîngtir kesê di dîroka Komara Tirkiyê de dinirxînin. Di dema wî de polîtîkayên lîberal bo cara pêşîn dikeve Tirkiyê. Dixwaze bandora bûrokrasiya dûgelê û ya leşkeran li ser xebatên hikûmetê û jiyana rojane kêm bike. Ji bo pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê, pirsgîrêka Kurd çareser bike hin gavên wêrek davêje. Bi dizî têkilî bi PKKê re datîne û dixwaze PKK agirbestê îlanbike. Li ser daxwaza wî PKK hin gavan davêje. Lê rojberoj, mihalefateke mezin li dijî wî tê lidarxistin. Artêşa Tirk naxwaze Özal biserbikeve û çi ji destê wê tê dike. Li dijî Özal çalakiyên kuştinê tên organîzekirin. Özal carekê ji destê xwe birîndar dibe.
Özal hin caran mecbûr dimîne ku di riya artêşê de bimeşe û biryarên ku artêşê bo Kurdistanê digirtin mor bike. Avakirina OHAL (Olağanüstü Hal - Desthilatiya herêmê (Kurdistanê) ya awarte), damezrandina hêzên cerdewanan (bi tirkî: Koruculuk sistemi), valakirina gundên Kurdan û koçberkirina wan ji Kurdistanê hwd di dema Özal de hatin pejirandin û ketin rojevê.
[biguherîne] Mirina Özal û şikên mezin
Turgut Özal roja 17'ê avrêlê 1993 ji vegera xwe ya ji Azerbeycanê bi mirina masûlkeyên dil jiyana xwe jidest dide. Lê di heman demê de malbata wî û bijîşkê wî yê taybet didin xûyakirin ku "di mirina wî de şik heye, Özal bi rêkûpêk di kontrola rewşa demarên koronar de bûye û ew hatiye jehrkirin". Hin rêxistinên rastgîr ên dewletê jî piştî mirina Özal daxûyakirin ku Özal "xaînê welêt bû û hate cezakirin". Mirina Özal hêj jî tê guftûgokirin. Özal zewicî bû û xwedî 3 zarokan bû.
[biguherîne] "Dapîra min Kurd e, ez jî bingeh Kurd im"
Özal di polîtîkayê de herdem bingeh Kurdbûna xwe dianî zimên. Wî dixwast pirsgirêka Bakurê Kurdistanê di nava sazûmaniya Komara Tirkiyê de were çareserkirin û Tirkiyê bi cîhana lîberal a rojava re bibe hevalbend. Ji bo tevlîbûna YEyê gelek xebat dikir. Özal dema desthilatdariya xwe de dostanî bi DYA re dimeşand. Di seremoniya binerdkirina wî de bi sed hezaran mirov kom dibin.