Wêje
Ji Wîkîpediya
Wêje |
Wêjeya spehî |
Helbestvanî (poetîka) |
Pexşan (proza) |
cerribandin (esey) |
Çîrrok (novel) |
Pend (aforîzma) |
Roman |
Şano (piyes) |
Wêjeya zanistî |
Wêje (Edebiyat, lîteratûr) bi wateya xwe ya berteng navê hevparê yê helbestvaniyê û pexşanê ye. Di wateya berfire de wêje têt maneya her tişta/ê hatiye nivîsîn.
Wêje dikare li ser du beşan bêt parvekirin :
- wêjeya spehî (wêjeya bedew, wêjeya ciwan, wêjeya xweşik) anku helbestvanî û pexşan;
û - Wêjeya zanistî (wêjeya agahî) anku berhemên zanistî.
Ev nivîsar li ser wêjeya spehî ye. Bo wêjeya zanistî, binere nivîsara li ser Wêjeya zanistî.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Wêjeya spehî
Deqa xweşik, xweş, xwediyê taybetiyeke hunerî û bi armanca têrkirina xwendevan a bi vî rengî nivîsîn, an jî ku ne xwediyê armanceke wisa be jî ji alî teşe û naverokê ve xwediyê van taybetiyan, wekî wêje tê binavkirin. Wêje awayekî vegotinê ye. Wekî hunerê vegotina dilîniyan a xweşik û bi bandor jî tê binavkirin. Ji bo deqek (tekst) wekî berhemeke wêjeyî bête pejirandin, divê xwediyê nirxekî hunerî be.
Wêje bi giştî dibe du cure.
Ji berhemên nivîskî û devkî yên mîna helbest, çîrok, roman, destan, zargotin, zêmar, stran, şano û hwd. yên ku bi mebesta çêjeke gewzîn bide guhdar û xwendevên û cîhana wî/ê ya nîgaşî bixemilîne, hatibe nivîsandin re “wêje” tê gotin. Wêje, şêweya vegotinê ya herî manîdar bedew û çêjdar e.
[biguherîne] Etîmolojiya peyva "wêje"
Peyva wêje formek devokî ya bi wateya [bi]bêje ye.
Edebiyat ji erebî û lîteratûr ji latînî ye.
[biguherîne] Wêjeya spehî ya cîhanê
[biguherîne] Wêjeya spehî ya kurdî
[biguherîne] Binêre
- Kategorî:Ziman û Wêje