Bakterî
Ji Wîkîpediya
Bakterî, (bi Inglîzî bacteria koma bacterium), hûrjînewrên tek-şaneyî ne. Bi giştî, ew çend maykrometirekan mezin in û bi gelek form û şêweyan hene: girover, dirêjûdirêj, lûlwerpêç. Zanistê lêkolînên li ser bakterîyan bakterîzanist e ko tayekê hûrjînewerzanistî ye.
Bakterî li hemî jîngehan hene: di nav axê da, di binê deryayan da, li serê çîyayan li her derê. Ew di cihên mîna paşmayên tîrêjçeleng (radioactive waste) jî hene. Bi awayekê mînakî (typical) 40 milyon bakterî di her grameka axê da û yek milyon di nav mîlîlîtireka avê da hene. Bi giştî nêzîkî 5 nonîlyon (5 × 10³°) bakterîyan li cîhanê hene..[1] Bakterî di çerxa zadî da gelek giring in û gelek qonaxên giring di wê çerxê da, wekî tesbîtkirina naytrojinê di atmosferê da li ser wan dimînit. Di laşê mirovan da hijmaran bakterîyan 10 caran ji hijmara şaneyên laşî zêdetir e û piranîya wan jî li ser pîstî û di nav koendama herisê da ne..[2] Herçind e ko piranîya wan bakterîyan bêzîyan in an hema bibêje mifadar in jî, lê hindek ji wan derdzê (pathogenic) in û dikarin mirovan nesax bikin. Bakterîya derdzê ya herî berbelav bakterîya nesaxî ya êşa zirav anko sillê an tûberklosîsê ye ko her sal zêdetir ji 2 milyon kesan li seranserî cîhanê dikujit.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».