Sefera Xaçiyayê Yekem
Ji Wîkîpediya
Sefera Xaçiyayê Yekem sefera xaçîyayê herî pêşina bi destên xiristîyanan, ji bo Orşelîm dîsa ji misilmanan bistînin, hat saz kirî bû. Ew pê fermana Papa Urban II di 1095an re hat der xistin û bi dagir kirina Orşelîmê di 1099an re jî dawî bû.
[biguherîne] Sedem
Orşelîm û Felestin pê împaratoriya Roma bû du paran re heta 637an de dest Ereban ket, di kergarîya Bîzans de bû. Di sedsala 11'an de xiristîyanan ji bo şunda dest xwe xistinê wê de re re li fersendan gêrî yan.
Di wê demê de xakên Bîzansên Anatoliya ji pê bin ketina di 1071an de di Cenga Malazgirt re yek bi yek bi destên Selçukan diketin. Ji bo artêşa Bîzans êdî gelek lawaz bûbû împaratorê Bîzans Alexios I Komnenos ji dijwarên ewropa li hembera Selçukan alikarî dixwest. Selçukan wê demê de Anatoliya, Antiochia û Orşelîm dagir kirî bûn. Bîzansan pê vê re ji bo alikarîyê bistînin li ser xakên pîroz û zehmetîya xiristiyanên wê derê propoganda dikirin. Dîsa împarator Alexios I Komnenos ji bo yek kirinê zavên Roma Katolîk û Ortodoks pêşniyarî da.
Di 18-28'ê sermawezê 1095 li bajarê Clermont ji bo yek kirinê zavan civîyake di serokîyê Papa Urban II de kom bû. Di wê civîyê de gelek welatan de gelek Kardînal û Bîşop hatî bûn. Di dawîya civîyê de Papa axaftinake di dîrok de gelek gering bi navê Deus lo vult! (Xwedê wê daxwaze) kir. Di wê axaftinê de Papa qala zehmetîyên xiristîyanên xakên Pîroz û pêdivêtîyê dagir kirinê wan deran kir. Êdî bi slogana Xwedê wê daxwaze propagandayake ji bo seferake pîroz li tevahîyê ewropa dest pê kir.
[biguherîne] Sefer
Paş fermana Papa re di biharê 1096an de seferake ji gel û leşkerên bê organîze pêk hatî bû tavilê derbaza Anatoliya bû. Lê ji bo ew artêşê bê organîze bû û nav de Şovalye û leşker kêm bûn ewna bi destên Selçukan li Nicea(îroj îznik) tavilê hat kuştin. Ew leşkerên bê serfîrazî kanîn ji cengê bifilitin şunda wegerîyana Konstantinopolis û bende Xaçîyên dinên werin man.
Ji pê wê re artêşake dina hîn organîze û hîn mezin bi bingehî ji Fransîyan de pêk hatinî ji bo seferê der ket. Leşkerên û Şovalyeyên gelek welatên ewropa de dihatinî di adarê 1097an de li Konstantinopolis gehîştine hev. Ew artêşa bi gumanî nêzî 50.000-6000 leşkeran de pêk hatî bû.
Artêşa Xaçîya derbaza Anatoliya bû û di 19'ê pûşperê 1097an de Nicea ji selçukan stand. Di 1'ê pûşperê de jî Xaçiyan Selçukên di serdariya Kiliç Arslan I de li nêzî Eskişehirê îroj bin xistin. Piş vê serfirazîyê re Xaçiya Anatoliya bi hêsanî derbaz kirin. Wan di 1098an de Edessa(îroj Ûrfa) dagir kirin û li wir Dewletên Xaçiyayê herî pêşin Mîrîya Edessa saz kirin. Xaçiya pê re bajarên dinên Mezopotomya dagir kirin re çerxa ser Antoichia(îroj Antakya) bûn. Wan Antoichia pê dorpêç kirinake heft mehan re di pûşperê 1098an de dagir kirin û dimatîyên wir bi tunî kuştin. Wan li wir dewleta xaçiyayê duyem Mîriya Edessa saz kirin.
Ji pê Antoichia re Xaçperest ji bo Orşelîm bistînin ketine re. Ew dera di 1098an de di dest Fatimîyan de bû. Di 13'ê pûşperê de bi artêşake nêzî 14.000 leşkeran de pêk hatî bû Xaçiyan Orşelîm dorpêç kirin. Ji bo sûrên Orşelîm zexm bûn û Fatimîyan bajar bi serfirazî diparast carên pêşin Xaçiyan bê serfirazî bûn. Lê bi dawî pê dorpêç kirinake 5 heftan re wan Orşelîm dagir kirin. Pê Xaçiyan Fatimî bi tunî bin xistin Gottfried von Bouillon xwe wek keyê Keyatiya Orşelîm û dewleta xaçiyayê Orşelîm da zanîn. Wan ji pê sefer xelas bû re di 1109an dewletake dina bi navê Mirîya Triopoli saz kir.
[biguherîne] Dawî
Ji pê sefera xaçiyayê yekem re şûna Xaçî derbaz bûn de çend Dewletên Xaçiyayê biçûk hat saz kirin. Dîsa ew sefera, sefera tenê ku Xaçiya serfîraz bû ne û armanca bingehî dagir kirina Orşelîm pêk anî ne. Seferên ji pê we re tu caran din Orşelîm bi dest xiristîyanan na keve.