Demokrasî
Ji Wîkîpediya
Ev gotar ser şekla civaka ya demokratîk e. Ji bo rojnameya "Demokrasi" biçe: Demokrasi (rojname)
Ramana peyva Demokrasîyê "Desthelata Gel" e. Ev peyv bi koka xwe Yewnanî e û ji du paran pêkhatîye (demos= xelk, gel û Krasî= desthelat, serdestî).Demokrasî rengekê desthelatê ji bo netewe-hukmetekê an rêkxistinekê e. Praniya xelkî ji peyva demokrasîyê demokrasîya lîberal difamin, lê rengên dî yên gelek cihê ji demokrasîyê jî hene. Herçind e ko peyva demokrasîyê zêdetir derheqa yekînên sîyasî da dihêt bikarînan, lê binemayên wê di bîyavên wekî zanîngehanê rêkxistinan, komkarên karkeran û pêkhatên dî jî dihên bikarînan.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Coreyên Demokrasîyê
Pênaseya peyva demokrasîyê ji ber hindê ko di gelek bîyavên cihêcihê da dihêt bikaranîn gelek aloz û tevlihev bûye. Pêkhatên sîyasî yên ko dihên bawerkirin ko xwedî demokrasî in an îdîa dikin ko xwedî demokrasî in gelek ji hev cida in. Ji bo mînak:
- Aristo desthelatdarîya gelekan (demokrasîyê) li beranberî desthelatdarîya hindekan an oligarşîyê û desthelatdarîya yekî an otokrasîyê dadinit.
- Civatên Eşîretan.[1]
- Sîstem an dozenên ko desthelatdaran bi awayekê random û şansî ji nav xelkî hildibijêrin. (binihêre Sortition).[2]
- Sîstem an dozenên ko li pey lihevhatinên tevane an razîbûnên giştî diçin.
- Hindek caran dîktatorîyên heyî jî îdîa dikin ko demokratîk in û hilbijartinên rûmetî dikin (wekî rejîma Sedamê Hisênî li Îraqê).
Coreyên Serekî yên Demokrasîyê ev in:
[biguherîne] Rasturast
Demokrasîya Rasturast rengekê demokrasîyê e ko welatî ji bo hemî biryarên giring dengê xwe didin. Sedema evê navkirinê ew e ko di awayê klasîkê wê da çi navgîn an nimînende û nûner nîne. Mînakên niha yên vîcoreyî hindek rêkxistinên bajêrwarî (medenî) yên evro yên wekî destekên zankoman (Kolîjan) û civînên bajêrên Nîyû Englandê in (bi awayekê edetî li bajêrên ko hêşeta anko cemîyeta wan ji 10,000 kesan kêmtir e). Rexnegirên vî coreyî dibêjin ko tekezkirin pirtir li ser dengdanê e û kêmtir giringîyê didit şêwazên dî yên demokratîkên wekî azadîya axivtinê û rêkxistinên bajêrwarî. Bi gotinek dî ev rexnegir dibêjin ko demokrasî tenê hindek tîtal û rê û resim nîne..[1] Heta niha hemî demokrasîyên reasturast demokrasîyên civakên biçûk bûne); piranî bajêr-dewlet. Evro tenê hindek demokrasîyên rasturastên bertesk li hindek Kantunên Swîsrayê hene ko bi hemî ramana peyvê rasturast in. Dema hijmara dengdêran (kesên ko mafê dengdanê heye) zêde dibit, ev coreyê demokrasîyê gelek zehmet dibit- ji bo mînak li Demokrsîya Atênîan pirtir ji 30,000 kesan mafê dengdanê hebû. Lê dîsa jî, rapirsên giştî anko refrandum jî her wekî vî coreyê demokrasîyê in. Demokrasîyên rasturas ên niha bizavê dikin ko vê kêmasîyê bi hindek awayên nimînendeyîa berteng çareser bikin. Sê stûnên wan çareseran ev in: Rapirs (ji alîyê hukmetan an qanûndaneran an jî ji alîyê xelkî di bersiva qanîndaneran da dihên destpêkirin), destpêşkerî anko Însîyatîv (ji alîyê welatîan ve destpêdikin) û hilbijartinên bîranînê (ji bo karbidestan).
[biguherîne] Nimînendeyî
Navê Demokrasîya Nimînendeyî ji ber hindê e ko xelk nimînendeyên xwe ji bo desteyeka hukimker hildibijêrin. Li cîhana evro gelek şêwazên cidacida ji bo hilbijartina nimînendyan hene.
[biguherîne] Azad
Demokrasî a azad anko lîberal coreyekê demokrasî a nimînendeyî (bi hilbijartên azad û dadwerane) e ko parastina mafên kêmanîan, desthilata qanûnê, jihev qetandina desthilatan, û parastina azadî ên axivtinê, kombûnê, dîndarîyê û milkîyetê têda hene. Bervajî vê, demokrasîyek a neazad ew demokrasî e ko ev coreyên parastina mafên an hema têda nîne an jî nahên karpêkirin. Tecrube a welatên paşî-sovyetê bala xelkî ber bi vê arîşeyê kêşa, herçind e ko bertir jî her hebû. Ji bo mînak Napilyonî jî gelek biryarên xwe ên emperatorîane bi dengdana dengdêran werdigirtin.
[biguherîne] Dîrok
Demokrasî a Atênîan kevintirîn demokrasî e ko baş hatîye tomarkirin. Peyva demokrasîyê jî li sedasala 5'ê berî bûna Îsayî li Yewnan a Kevnar hat bikaranîn. Wesa xweya dibit ko mafê sîasî di pêşda tenê mafê xwedî erdên arîstokrat bû û hêdî-hêdî bû mafê hemî mêrên ko jîyê wan ji 20 salan zêdetir bû. Mafên sîasî anko welatînî ji bo jinan, koleyan û nexwecihan (metics) nebû. Li alî yê gotinê ve (tîyorî), hemî Atênîan mafê dengdana li Civata Bajêrî hebû. Li wê civatê biryarên giring û qanûnên bajêr-welatî derdiçûn. Herçind e ko Atênê karbidestên fermî hebûn û ev karbidest ne bi hilbijartinan, lê bi awayê bext û şans, dihatin ser karî jî, niha xelk piranî wesa hizir dikin ko demokrasî a Atênîan mînaka demokrsîyeka rasurast e. Li sala 323'ê berî bûna Îsayî û bi dagîrkirina Atênê ji layê Makedonîan ve, ev demokrasî bi awayekê fermî dawî bû. Bêguman tovê demokrasî ya nimînendeyî li Komara Romanî hat çandin. Li çaxên Navîn jî çend dozen (sîstem) hebûn ko rengek ji rengên hilbijartinan û civatan têda hebûn, mina Hevpişkî ya Polonyayî-Lîtwanyayî û hindek bajêr-welatên Îtalya ya Çaxên Navîn wekî Vênîzê. Gelek mînakên îddîakirî yên dî yên demokrasîyê hene, lê jiber ko di pranî ya wan da tenê parek ji welatiyan mafên sîyasî hebûne navê olîgarşî zêdetir wesfa wan dikit.
Parlemana Inglistanê vedigerit wan bertesikkirinên desthilata şayî ko di Magna Kartayê da hatbûn. Parlemana hilbijartî ya herî pêşîn Parlemana De Montfortê ya sala 1265’ê li Inglistanê bû. Lê ew parleman jî nimînendeya hijmareka kêm ji xelkî bû û pirti li goreyê hezên şayî kar dikir. Salekê piştî Şoreşa Şkodar li sala 1689’ê bû ko Rêzika Mafan ya Inglistanê hat xebitandin. Vê rêzikê desthilata parlemanê hindek zêdetir bû. Heyam bihurîn heta şa bûye tenê navek.
Bi giştî li Welatên Yekbûyî Yên Emrîkayê wekî demokrasîya azad a herî pêşîn dihêt nihêrîn. Qanûna Bingehîn ya Emrîkayê ko li sala 1788’ê hat danan, maf û azadî diparastin. Lê dîsa jî hemî kesan mafê dengdanê nebû. Jib o mînak tenê li sala 1840’ê bû ko hemî mêrên spî sîyan deng bidin. Emrîkîyan şîya ji bo cara pêşîn partî yên ji xwarê pêkbiînin û ev dozen (sîstem) pêşêxist. Werara demokrasîyê ji Demokrasî ya Cefersonî anko Dozena Partî ya Pêşîn ber bi Demokrasî ya Ceksonî anko Dozena Partî ya Duyê bû û paştir ber bi Dozena Partî ya Sêyê çû. Piştî Şerê Navxwe yê Emrîkayê (salên dûmahî ya 1860’an), reşan jî mafê dengdanê peyda kir.
Li Fransa ya şoreşgêr jî Danezana Mafên Mirovî û Welatîyan, herçend e bi jîyekê kurt, Civîna Neteweyî bi dengdana hemî welatî yên mêr hat hilbijartin.
Heta dawî ya sedsala 19’ê demokrasî yên azad kurt-jî bûn.
[biguherîne] Sedsala 20’ê
’’Pêlên Demokratîkkirinê’’ li sedsala 20’ê hatin ko ji gelek egerên cida-cida yên mîna şer, şoreş, nehêlana Mêhtinkarîyê (Îstîmarê, kolonyalîzmê) û tengasîyên aborî bûn. Şerê Cîhanî yê Yekê û hilweşyana Emperatorî ya Osmanîyan û Emperatorîya Nemsa-Mecaristanê bûn sedema avabîna gelek netewe-welatan li Ewrûpayê ko bi nav hemî demokrasî bûn. Li salên 1920’an, demokrasî bi pêşkevt, lê Dakevtina Mezin karekê wiha kir ko li piranî ya welatên Ewrûpayê, Emrîka ya Latînî û Asyayê bûn welatên ko j alîyê desthilatdarên xurt ve birêvediçûn an hema bi yekcarî bûn dîktatorî. Faşîzmê li Îtalyayê û Nazîsmê li Elmanyayê serhilda. Welatên mîna Ispanya û Polonyayê jî bûn diktatorî. Peydabûna dîktatorîyan li Çîn, Brazîl, welatên herêma Balkanê û Yekîtî ya Şêwirdarî ya Stalînî jî karekê wiha kir ko salên 1930’an bi “Çaxê Dîktatoran” bihêt niyasîn.
Şerê Cîhanî yê Duyê ev sirêm li Ewrûpa ya Rojava bi tivavî vegerand. Elmanya û Japon piştî dagîrkarîya wan ji alî yê hevalbendan ve ber bi demokratîkbûnê çûn. Lê piranî ya Ewrûpa ya Rojhilat ber bi dozeneka nedemokratîk bi navê Kutleya Şêwirdarîyê ji demokrasîyê dûr kevtin. Nehêlana mêhtinkarîyê piştî şerî xurttir bû û demokrasîyên li welatên wekî Hidistanê bûn mînakên serkevtina demokrasîyê li welatên mezin, xizan û neyekreng.
Pêleka dî ya demokratîkkirinê li salên 1970’an û 1980’an li gelek welatên mîna Emrîkaya Latînî destpêbû. Herifyana Şêwirdarîyê û dawîbûna Şerê Sar bû sedema demokratîkbûna piranî ya welatên Kutleya Rojhilatê. Li salên 1990’an gelek welatên Efrîkayê jî bûn demokratîk. Mînakên dawûtir yên demokratîkbûna welatan ev in: Şoreşa 1998’ê ya Endonîzyayê, Şoreşa Bildozeran li Yogoslavyayê, Şoreşa Sorgulan li Gurcistanê, Şoreşa Pirteqalî li Ukraniyayê.
Berbelavbûna demokrasî ya azad rojbiroj berçavtir e û wesa diyar dibit ko dê bibit şêwazê pîvankî (standard) yê cîhanî ji bo civakên mirovan. Ev berbînî kakila bîrdoza “Dûmahî ya Dîrokê” ya hizirvanê Emrîkayî yê bi koka xwe Japonî yê navdar Fransîs Fukayama ye.
[biguherîne] Tîyorî
[biguherîne] Têgeh (konsept)
Di navbera tîyorîstên sîyasî da gelek têgehiştinên cida li demokrasîyê hene.
- Di bin navê ‘‘mînîmalîzmê‘‘ da, demokrasî wekî dozenekê dihêt pênasekirin ko têda welatî ji bo heyameka diyarkiri mafê desthilatdarîyê didin destekeka rêberên sîyasî. Li goreyê evê bawerîyê, welatî nikarin û nabit jî, ko desthilatdarîyê bikin. Jiber ko piranîya wan çi hizrên zelal li derheqa rêvebirinê da nîne. Yozêf Şumpîter (Joseph Schumpeter) di kitêba xwe ya navdar, ‘‘Sermayedarî, Soşyalîzm û Demokrasî‘‘yê da behsa vê bawerîyê dikit.
- Têgeha ‘‘xirvekirinê‘‘ dibêjit ko di demokrasîyê da hukmet dibê qanûn û sîyasetên wiha dabirêjit ko li hizra dengdêrên navîn nêzîk bit- nîvek ji wan bi alîyê rastê da bin û nîva dî bi alîyê çepê da. Antonî Dawn (Anthonî Down) di kitêba xwe ya sala 1957‘ê da, ‘‘Bîrdozeka Aborî ya Demokrasîyê‘‘, vê hizrê behs dikit.
- ‘‘Demokrasî ya hûrhûrkanî‘‘ li ser wê têgehiştinê ava bûye ko hukmetkirin bi rêya gengeşekirin û danûstanê çêdibit. Kesên ko wisa ji demokrasîyê fêm dikin dibêjin ko hemî qanûn û sîyaset dibê li ser wan delîlan bihên danan ko welatî dikarin bipejirînin. Bîyava sîyasetê dibê bîyava gengeşe, guhdêrî û danûstana sîyasetkar û welatîyan bit. Yurgin Habermas (Jurgen Habermas) ji alîgirên vê hizrê ye.
- Hemî têgehên jorîn behsa demokrasî ya nimînendeyî dikin. Demokrasî ya Rastûrast qayîl e kodibê hemî welatî bi awayekê rastûrast û ne bi rêya nimînendeyan pişikdarîyê di danana qanûnan û biryardanên sîyasî da bikin. Alîgirên vê têgehê gelek sedeman ji bo alîgirîya xwe diînin. Çalakî ya sîyasî di xwe da bihadar e, xelkî civakîtir dikit û wan perwerde dikit, û pişikdarî ya xelkî dê serkete (nuxbeyên) bihêz diyar bikit. Ji hemîyê giringtir, welatî nikarin bi rastî hukmî bikin eger ew bi awayekê rastûrast pişikdarîya çêkirina biryarên sîyasî û danana qanûnan nekin.
- Têgeheka dî ya demokrasîyê ew e ko ‘‘yeksanîya sîyasî‘‘ ewle dikit. Herwesa ramaneka dî ya demokrasîyê ew e ko ji ber hebûna demokrasîyê hindek damezrîyayî, destajo (prosîcer) û şêwaz di nav civakç da hene ko yeksanîyê di hêza sîyasî da ewle dikin. Damezrîyayî ya herî pêşîn rêveçûna rêkûpêka hilbijartinên azad û vekirî ne ko têda nimînende dihên hilbijartin da hemî an piranîya sîyaseta giştî rêvebibin. Ev ramana peyva ‘‘demokrasîyê‘‘ hindek caran polîarşî anko pirserwerî jî dihêt ravekirin. Ev nihêrîn pişikdarî ya piranî ya dengdêran di biryardana sîyasetê da tiştekî arîşeafirîn dibînin û dixwazin ko piranî ya xelkî pişikdarîyê bikin. Ev hindek caran gengeşeyê ber bi alîyê hindê dibit ko pişikdarî ya sîyasî dibê tiştekê bizorê bit, wekî dengdana bizorê. Ew alozên bandora zengînan li ser dengdêran in.
[biguherîne] ”Demokrasî” û “Komar”
Bikaranîna hevçerxa zarava “demokrasîyê” amajeyek e bi hukmetekê ko ji alîyê xelkî ve hatîye hilbijartin. Zarava “komarê” ramaneka cida heye, lê bikaranîna hevçerxa wê amajeyek e bi demokrasîyeka nimînendeyî ko serokê welatî, mîna serkomarî, ji alîyê xelkî ve dihêt hilbijartin da ji bo heyameka diyarkirî hukmî dikit. Bervajî vê hindek hukmet in ko şayekê mîratgir serokê welatî ye, ne xem e eger ev welat demokrasî yên nimînendeyî jî bin û serokê hukmetê, ji bo mînak serokwezîr ji alîyê xelkî ve jî hatibit hilbijartin.
Li alîyê dîrokî ve, nemaze li goreyê Babên Hîmdanerên Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê, ramana “demokrasîyê” bi giranî behsa demokrasîya rastûrat dikit û ji demokrasîya nimînendeyî ra ko nimînendeyên xelkî li goreyê qanûnê û gelek caran jî li goreyê qnîneka bingehîn hukmî dikin dibêjin komar. Bikaranîna zarava “demokrasîyê” tenê ji bo demokrasîya rastûrast niha jî di nav komên şopparêz (konservatîv) û azadîbawer (lîbertar) da her maye.
Çarçûvkerên destpêkê yên Qanûna Bingehîn a Welatên Yekbûyî bi awayekê berçav haydarên metirsîya wî tiştî bûn ko wan jê ra digot “tepeserkirina azadîyên kitkesî ji alîyê piranîyê ve”. Ji bo mînak, Cêymz Medîsin (James Madison) di Kaxezên Federalîst hijmar 10 da li şûna demokrasîyê bangê ji bo komareka li goreyê qanîna bingehîn dikit da azadîyên kitkesan ji alîyê piranîyê ve nehên binpêkirin. Wan çarçûvkeran bi hişyarî hindek damezrîyayî di Qanûna Bingehîn da û di Rêzika Mafan ya Welatên Yekbûyî da ewle kirin.
Komarxwazîyê û azadîbawerîyê pêvenîyeka aloz bi demokrasî û komarê ra heye. Ji bo hûrhûrkên zêdetir li wan gotaran binihêre.
[biguherîne] Şayên Mercdar û Dîwanên Jorîn
Li destpêkê, di herdu şoreşên Emrîkayê û Fransayê da pirsgirêk ew bû ka erê di demokrasîyê da ji bo berbestdanana hukmê piranîyê dibê dîwaneka jorîn ji serketan (nuxbeyan) hebin an ne. Gengeşeyek jî ew bû ka endametî ya wê dîwana jorîn çawa bit: şehrezayên hejî yên danayî (bê dengdan), an Şayekê Mercdar bi desthilateka sînordar le ya rastîn. Li hindek welatan (mîna Berîtanyayê, Holendayê, Beljîkê û Japonê) şayên bihêz bûn şayên mercdar ko destjilata wan hatibû sînordarkirin û li dawîyê jî hema tenê bû navek. Lê li piranî ya welatan şayatî û dozena arîstokrasî ya pêra neman (mîna Welatên Yekbîyî, Fransayê, Çînê, Rûsîyayê, Elmanyayê).
[biguherîne] Dewleta Demokratîk
Herçind e hindek gengeşe yên felsefî li ser pênasekirina pîvikên karbestî û rewayî ya demokrasîyê hene, ev ên li xwarê kêmtirîn pêdvîtî in da dewletek demokratîk bihêt hesibandin (mêze bikin ko reng e anarşîst piştgirî ya coreyekê demokrasîyê bikin, lê ew dewletê naxwazin): 1. Dibê ‘‘Demos‘‘ anko ‘‘xelkek‘‘ hebit ko bi rêya hindek destajo yên tevane biryarên sîyasî bidin. Ne-endamên wê ‘‘demosê‘‘ mafê pişikdarîyê nabit. Di piranî ya demokrasîyan da demos behra xelkê zelamê (gehiştî û balixê) hêşetê ji neteweyê ye û welatîyekê zelam ramana endamîtîyê digehînit. 2. Dibê ‘‘Axek‘‘ hebit ko biryar li ser bihên bicihkirin û ‘‘demos‘‘ lê akincî bibit. Li demokrasîyên hevçerx da, ax her netewe-welat e û jiber ko exleb ew bi ramana niştîmana neteweyê ye, demos û sînorên demokrasîyê dibin yek. mêhtingehên (muste‘mireyên, kolonîyên) demokratîk di xwe da demokrasî nahên hesibandin eger rêveberên wê ji derveyî niştîmanê bin, demos û ax ne yek in. 3. Dibê ‘‘destajoyeka biryardanê‘‘ hebit ko an rastûrast (di heyamên wekî rapirsan da) an jî nerastûrast e (wekî hilbijartina perlemanê). 4. Ev destajo ji alîyê wê ‘‘demosê‘‘ ve ‘‘rewa‘‘ anko şer‘î dihêt hesibandin, anko encama wê cihê razîbûna wan e. Rewayî ya Sîyasî heza xelkî ji bo pejirandina biryarên welatî, hukmetê û dadgehan e ko gelek caran reng e li dijî berjewendî yên kitkesanî bin. 5. Ev destajo bi raman hindikanî (mînîmalîstî) ‘‘kêra‘‘ anko kêrhatî û tesîrdar e, anko dikarit bi kêrî guhartina hukmetê dihêt, eger piştevanî ya têra (kafî) li wê guhartinê hebit. Hilbijartinên Şanokarane yên ko ji bo dubare-hatin-hilbijartina hukmeta heyî dihên rêkxistin ne demokrasî ye. 6. Derheqa netewe-welatan da, welat dibê xwedî serwerî bit: hilbijartinên demokratîk tewş û bêwurc in eger desthilateka derveyî bikarit encamên hilbijartinan û hukmetê biguhêrit.
[biguherîne] Rexne
Anarşîst li dijî desthlata ‘‘zordarane‘‘ ya piranîyê in. Gelek piştgirî ya dozeneka demokrasîyeka rastûrast dikin ko heremî û zordarane nebit û rêyê hi beranberî civînên azad negirit. Hindek kes bawerin ko demokrasîya rastûrast ya rastîn ew e ko biryara piranîyê bi zordarî li ser kêmanîyê danesepînit. Kêmanîyê dibê mafê mandelkirin û nepejirandina encaman û mafê damezrandina civîneka dî hebit. Hindek anarşîst hene ko dibêjin dibê welat bi rêkkevtinê anko tewafuqê bihêt rêvebirin.
[biguherîne] Wêveyî astê welatî
Herçind e ko ev gotar behsa demokrasîyê wekî rêyeka rêvebirina welatan dikit, hilbijartin û dengdan ji bo rêvebirina gelek civat û rêkxistîyên dî jî hatine bikaranîn.
- Gelek rêkxistîyên ne-hukmetî (NGO) biryarên xwe û rêberên xwe bi dengdanê hildibijêrin. Di bazirganîyê da, şerîke desteka rêvebera xwe li goreyê pişkan hildibijêrin.
- Yekîtî yên Bazirganî jî hindek caran rêberên xwe bi hilbijartinên demokratîk hildibjêrin. Li Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê, hilbijartin kêmbûn, lê li salên 1950‘an Kongirêsê ew kirin tiştekê pêdvî.
[biguherîne] Herwesa binhêre
- Rêzika welatên demokratîk
- Rêzika coreyên demokrasîyê
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».
![]() |
Ev gotara bi soranî: | دیموكراسی | :ەڤ گۆتارێ بی سۆرانی |