Katalonya
Ji Wîkîpediya
|
|||||
Zimanê Fermî | Katalonî, Spanî | ||||
Dewlet | Spanya | ||||
Paytext | Barselona | ||||
Serok | Pasqual Maragall i Mira | ||||
Rûerd - Total - % Av |
6em 32.114 km² 6,3% |
||||
Nifûs ko (2005) Berbilavî |
6.984.196 218,73 /km² |
||||
Statuya Otonam | 18 berfanbar 1979 |
Katalonya, (bi katalonî Catalunya, Spanî Cataluña) civakek otonom û xwedî statuya civaka dîrokî ye. Katalonya di sala 2006'an de li Spanyayê mîna gelekî hatiye pejirandin. Nasnameya gelê katalon Spanyol e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Ziman
Spanî mîna hemû Spanyayê li Katalonya jî zimanê fermî ye. ji xeynî spanî katalonî, û zimanê Aranî jî li Katalonyayê fermî ye. Katalonî, (Bi katalonî: Catala) Zimanekî Romanî ji koma Hint-Ewropî ye. Zimanê Katalonî ji aliyê 9 million kes ve li Katalonyayê, li herêma Otonom Valensiya, li gravên Balêar, li Andorrayê (li Angorayê zimanê fermî tenê Katalonî ye, lê li vir bi fransî û spanî jî dipeyivin.), li Russiyon, û li Alhgêro jî tê peyvîn. Zimanê katalon ji zimanê latin tê. ji sedsala XV han û vêde ew di bin bandora spanî ango kastiyon de maye. Her çiqas ev ziman biser îspanyolî de here jî (mînak: cercar / buscar, restar / quedar, vós / vostè, û her viha.). gerek mirov wî wek zaravayekî îspanyolî nebîne, ji ber ku ew zimanek serbixwe ye.
Li hember Kastiyon (spanî) a ku bû zimanê resmî yê dewleta îspanyol, Katalon bi daxwazeke xort bi zimanê xwe axivîn û li hember spanî sekinîn. Ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê herêma katalon daxwazeke wan a xurt hebû. Ev daxwaza wan bi mirina Franko re hat cih. Parlementoya îspanyol di sala 2004'an de ev daxwaz li komisiyona ewropayê kir, bi seba ku 9 milyon kes li Ewropayê bi Katalanî dipeyivin (zêdeyî Maltayî û Estonî).
Îro hîn ev daxwaz ne hatiye pejirandin. Têkiliyên zaravayên katalonî ji % 95 in (ji % 95 hev fam dikin). Du zaravayên sereke yên vî zimanî hene. Zaravayê yekem Katalona rojhilat (oriyental) e ku li Barselona, li Jeron, li giravên Baler û li rusiyonê tê axaftin. Yê diyêm jî Katalona Rojava ye e ku li bakur rojava, li Leiyda û Valensiyan tê axaftin.
[biguherîne] Erdnîgarî
Katalonya li bakûr rojhilatê Spanyayê ji nîv gravî pêk tê. Rûerda wê 31 950 km² û di sala 2006 de xwedî 7 million gelhe bû. Li hawîrdorê civaka katalon, civaka otonom Valans û Aragon, Fransa, Andorra û Derya Sipî hene.
[biguherîne] Herêmên Katalonyayê
Katalonya ji çar herêman pêk tê : Barselona (bi Katalanî, Barcelona), Jîrona (bi Katalanî, Girona), Leyîda (bi Katalanî, Lleida) et Taragona (bi Katalanî Tarragona).
Bajarên Mezin ê Katalonyayê : Barselona, Badalona û Hospitaleta Llobregat in.
[biguherîne] Dîrok
Katalonya ji dagerkirina Şarlmany (801) ve di sedsala 9'an de bi mîrektiya Karolîn (Caroline) dest pê dike. Afirênerê wê Gîfred le Velu, (Guifred le Velu) di sala 878'an de ji aliyê konseya Troyes ve wek Mirekê Barselona ye hatiye bijartin. Bi birêvabirina Sarrasinan û bi anîna katolîktiyê wî herêm bi cî kiriye. Katalonya ji aliyê împaratorên Alman û keyên Fransayê ve hatibû terikandin. Piştre bi Keyatiya Aragon re dibin ve tê girêdan (ji bona ku Katalonya ava bikin 1283). Di sedsala XV'an de bi tevlî Keyatiya Spanya yê dibe gelek teybetiyên xwe diparêze ( di sedsala XVIII'an de li hember hêza navendî serî hil dide.)
Bi gelemperî xwedî aboriyek dînamik, di sedsala XIX'an de bilez endustriya xwe bi pêş ve dibe û otonomiya xwe di sala 1932'an de bi dest dixe (otonomiya wan ji sala 1939'an hetanî sala 1975'an ji destê wan tê girtin. Katalonya herêma herî dawî ya ku di şerê Spanya de xwe li ber vî şerî girtiye, ye).
Herêmên Spanyayên Otonom |
---|
Endulus| Aragon| Asturias| Balearan| Basque| Kanaryan| Cantabria| Castile-La Mancha| Castile and Leon| Katalonya| Extremadura| Galicia| La Rioja| Madrid| Murcia| Navarre| Valencia| |