Thales
Ji Wîkîpediya
Thales astronom, matematîsiyen û siyasetmedarê Yewnanî di salên B.Z 624-550 jiyaye. li gor gotina Heredot, teybetiyên Thales pir bûn. Ew siyasetmedarê dewletê, Endazyar û Zanyarê şaristaniyê bû. Beşek ji jiyana xwe li Misirê derbas kiriye û ji misiriyan fehm kiriye ku bingeha her tiştî av e. Yekemîn geometrîvanê Yewnanan e. wî siya pîramîdan pîvaye, ji bona ku bilindiya wan derxê holê. ji bona ku dûrbûna keştiyan ji qiraxê bi pîve, wî hinek rêbazên geometriyê bi pêşve birine. Li gor Thales bejî, li ser avê avjeniyê dike. Teoriya yekem wî li ser sedemên erdhejê çêkiriye. Thales dibêje ku lepta erdê weke ya keştiyeke li ser avê ye. Ji loma erdhej çêdibin. Li gor wî, her tiştê li ser rûyê erdê xwedî can e û cîhan bi xwedayan tijî ye. Hewl daye kêşa (elekron) ya miqnatîsê û emberê şîrove bike.