Mahatma Gandî
Ji Wîkîpediya
Navê wî yê rastî Mohadandas Karîmçand Gandî ye, lê bi navê Mahatma Gandî tê naskirin. Pêşeng û avakirê dewleta Hindê ye.
Di sala 1888ê de li Brîtanyayê dest bi perwerdeyiya dadê kir. Di sala 1896ê de bû parêzer. Derbasî Efrîka Başûr bû. Gandî li vir de dest bi xebatên siyasi kir. Bi vê xebatê, navê wî li Hîndîstan û Brîtanya belav bû hat nas kirin.
Di 1914ê de vegeriya Hindê Gandî li welatê xwe li dijÎ kolonyalîzma Brîtanyayê di nav gelê xwe de roleke mezin lîst.Ewqas bandor li gelê xwe kir ku êdî bi navê Mahatma(rihê mezin) dihat nas kirin.
Navekî wî yên din jî Bapû(bavo) bû.Gandî li dijî zordarîyê derket. Ji ber vê yekê dixwest ku bê xwînrijandin Hindê ji kolonyalîstan rizgar bike. Di vê xebatê de Gandî bi ser ket û di sala 1947ê dewleta Hindê hat damezirandin. Gandî 30ê Rêbendana sala 1948ê de ji alîyê old perestekî hîndûyî ve hate kuştin.