Esperanto
Ji Wîkîpediya
Nav: Esperanto
Cihê axaftinê: li piranîya Welatên dinyayê
Hejmara kesên ku pê diaxvin: nêzîkîya 2 000 000 kesan
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Pênas
Esperanto Esperanto zimanekî çêkirî ye. Zimanên çêkirî ji aliyê merivek an civatek tên darxistin. Sedemên wan ên zanist, wêje û civatî he ne. Sedema çêkirina esperanto jî daxwaza aşitiyê bû. Zamenhof, doktorekî çavan li polonya di salên 1880an de, bawerkiriye ku sedema şerê nav gelan netêghîştina hev e. Ew dem li bajarê wî, Białystok, şer di navbera polonan, rûsan û cihuyan çêdibûn. Ewî jî xwast ku bi çêkirina zimanek gelerî vî şerî û şerên din ên li cîhanê biqedîne.
[biguherîne] Dîrok
Dr. L.L. Zamenhof di sala 1887an de pirtûka yekemîn, "unua libro", a esperanto derxist, berê bi rûsî, paşê polonî, elmanî, fransî û înglîzî. Di vê pirtûkê de cara yekemîn 16 zagonên ziman hatin diyarkirin. Di sala 1888an de pirtûka duyemîn, "dua libro" derket. Ji 1889 ta 1895 li bajarê nürnberg a elman kovara "la esperantisto" hat derxistin. Di nav van salan de esperanto li her derê ewropa belav bû. Di sala 1905an de li berlin kongreya cîhanî a esperanto çê bû. Li wir din nivîsa "Fundamento de Esperanto" bingehên ziman hat rûniştandin. 1907 hin kes guherandina esperanto xwastin û ji nerayîbûna wan zimanê îdo, ji aliyê Louis de Beaufront ê fransewî derket holê. Di dema Stalin û Hitler hemî komelên esperanto hatin qedexekirin. Di sala 1954an de ji aliyê UNESCO bi piraniya dengan wek zimanekî navnetewî hat nasandin. Unesco fêrkirin û fêrbûna esperanto pêşniyarê endamên xwe kir. Herwisa Unesco di 100emîn salvegera derçûna esperanto, di sala 1986an de ji bo careka din û bi belavokeka din li ser helwêstên peşiya xwe cext kir û piştevaniya xwe li esperanto der bir.
Esperanto zimanê ti welatek nîne. Her sal sedan kongre û konfrans, semîner û hevdîtnan bi zimanê esperanto tê girtin. Bi sedan rojname, kovar, û pertûkên zanistî, teknîkî û hunerî bi esperanto tên weşandin. Bi dehan radyoyên navnetewî li Çîn, Brezîlya, Kûba, Awustirya, Vatîkan weşanên xwe bi esperanto belav dikin.
Hejmara kesên esperanto dizanin bi 2 000 000 kesan tê nirxandin.
[biguherîne] Rêzimanê Esperanto
Rêzimanê esperanto gelek asan û zagonmend e, ji tenê 16 zagonan berhev dibe.
hemû navan paşgire (-o) digrin,
hemû sifatan paşgire (-a) digrin,
hemû navek di plural de paşgire "j" (y, tê xwendin) digrin.
[biguherîne] Alfabeya Esperanto
zimanê Esperanto bi Alfabeya Latin tê nivîsandin û 28 tîpên wê henê. Q, W, X, Y tûne, lê 6 tîpên ĉ (ç), ĝ (c), ĥ (x), ĵ (j), ŝ (ş), ŭ (w) hene.
a b c ĉ d e f g ĝ h ĥ i j ĵ k l m n o p r s ŝ t u ŭ v z
a b ts ç d e f g c h x î y j k l m n o p r s ş t û w v z (xwendina tîpên esperanto)
[biguherîne] Bêjeyên Esperanto
Dema meriv esperanto dibihîze, wek zimanek ewropî ye, bi taybetî zimanek romanî. Rast e, ji ber ku pirraniya bêjeyan ji zimanên latinî, fransî, îtyalyanî, spanî, portûgîzî, elmanî, înglîzî, rûsî û polonî ne. Lê rêzimanê wî wek zimanên bantû (efrîqa) û tirkî ye. Herwiha rêziman ji zimanên din ên hind û ewropî dûr e.
Hin bêjeyên esperanto
Esperanto Kurdî
- du = du
- kvar = çar
- ses = şeş
- naux= neh
- dek = de
- cent= sed
- mi = ez
- ci = tu
- vi = hûn
- akva = av
- nun = niha
- frato = bra
- astro = stêr
- stelo = stêr
- monato = meh
- futo = pê
- osto = hestî
[biguherîne] Edebyata Esperanto
[biguherîne] Nûserên bi navbangên Esperanto
[biguherîne] Nirxandin
Kesên esperanto rexne dikin dibêjin anha ew ne pêwîst e, ji ber ku, înglîzî niha rola zimanê cîhanê dilîze. Hinekên din dibêjin ew ne navnetewî ye, lê ewropî ye.