Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
Ji Wîkîpediya
Alaya fermî |
Emblema fermî |
Sirûda neteweyî: The Star-Spangled Banner | |
Zimanên fermî | nîne; inglîzî de facto |
Paytext | Washington, D.C. |
sîstema siyasî | komarî |
Serokkomar | George W. Bush |
Serokwezîr | nîne |
Damezrandin | 1776 |
Rûerd | nêzîkî 80 000 km² |
Nifûs | 290,342,554 (2006) |
Roja neteweyî | 4 tîrmehê (July 4) |
Dirav | Dolar (USD) |
Navçeya demjimêrî | UTC -5, -10 |
Nîşana înternetê | .us |
Koda telefonê | +1 |
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ango DYA, (United States of America) welatekî li Amerîkaya Bakur e. DYA ji 50 dewletan pêk tê. 48 dewlet di navbera Kanada û Meksîkê de ne. Alaska li bakurê Kanada, Hawaî jî di Okyanûsa Pasîfîk de dimîne.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Nav
Hem di kurdî û hem jî di gelek zimanên din de gelek navên vî welatî hene:
- Amerîka
- Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
- Wîlayetên Hevgirtî yên Emerîkayê û hwd.
[biguherîne] Dîrok
Axa DYA ya îro berê di bin destê Çermesoran de bû. Çermesorên vir ji gellek eşîran pêk dihat in, bi gellek zimanan diaxivîn û çandên wan cûrbecûr û ji hev cuda bûn.. Îro pir zêde tişt ji çanda wan nemaye. Di sedsalên XVI û XVII de Ewropî hêdî hêdî li vir bi cih bûn. Bi piranî Îngilîz û Fransiz li bakur bi cih bûn û çandek pir cuda anîn vir.
13 koloniyên Brîtanyayê di 14 tîrmeh sala 1776'an de li dijî Brîtanyaya Mezin serxwebûniya xwe îlan kirin. Di sala 1787'an de jî DYA'yê îlan kirin. Ev herdu tekstên îlankirinê bûye avakerê nasnama Emerîkî.
Di sedsala XX'an de DYA bû hêzeke pir mezin a cîhanê. Bi taybetî jî piştî Şerê duyemîn ê cîhanê, ji aliyê Leşkerî, aborî, polîtîk û çandî ve bû yek ji dewletên herî xurt ên cîhanê. DYA hetanî belavbûna Yekitiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst serkêşiya Şerê Sar ê li dijî Yekitiya Sovyetan dikir. Piştî belavbûna Sovyetan DYA bi serê xwe bû hêza herî mezin a leşerî a Cîhanê.
[biguherîne] Erdnîgarî
[biguherîne] Sînor
Dirêjiya sînoran 12 034 km ye :
- 8 893 km bi Kanada re (ji vê 2 477 km bi Alaska re ye)
- 3 326 km bi Meksîk re
- 29 km bi Kuba re (sînorê Gûantanamo)
[biguherîne] Erdnîgariya Fîzîkî
- Çend agahî:
- Bajarê Nifûsa wî herî zêde : New York (19 mîlyon kes)
- Nuxteya herî bilind : Çiyayê McKinley li Alaska (6 194 metre)
- Nuxteya herî nizm : Badwater li Newala mirinê li Kalîforniyayê (- 86 metre)
- Çemê herî mezin : Mîsîsîpî-Mîsûrî
[biguherîne] Çiyayên Volkanîk
Çiyayên volkan ên aktîf bi piranî li rojava, li Alaska û li ser gravên Hawaî dikevin:
- Çiyayê Rainier (4392 m.), Washington
- Çiyayê Shasta (4322 m.), Kalîforniya
- Çiyayê Loa (4171 m.), Hawaî
- Çiyayê Adams (3743 m.), Washington
- Çiyayê Hood (3429 m.), Oregon
- Çiya-cemed Peak (3213 m.), Washington
- Çiyayê Redoubt (3108 m.), Alaska
- Çiyayê Saint Helens (2549 m.), Washington
[biguherîne] Çemên herî mezin û dirêj ên DYA'yê
- Mîsîsîpî-Mîsûrî : 6 270 km
- Rio Mezin : 3 060 km
- Arkansas : 2 348 km
- Kolorado : 2 317 km
- Ohio : 2 102 km
- Columbia : 2 044 km
- Snake River : 1 670 km
[biguherîne] Golên DYA'yê
Rûbera Golên Mezin bi timamî 250 000 km² ye.
- Lîsteya golên herî mezin:
- Gola Mezin
- Gola Huron
- Gola Michigan
- Gola Érié
- Gola Ontario
- Golên din ên grîng:
- Gola mezin a Şor
- Gola Champlain
- Gola Mead
- Gola Powell
- Gola Utah
- Gola Tahoe
[biguherîne] Bajarên herî mezin
ji 4'an 3 ê nifûsa DYA'yê li Bakur-rojhilatê welêt dijîn.
- Lîsta bajarên herî mezin û nifûsên wan :
- New York (New York) : 24 112 176
- Los Angeles (Kalîforniya) : 18 313 809
- Şikago (Îllnûa) : 11 318 384
- Washington DC - Baltîmore : 8 026 607
- San Fransîsko (Kalîforniya) : 7 159 693
- Fîladelfiya (Pensîlvanya) : 5 951 797
- Dallas (Teksas) : 5 931 956
- Detroît (Mîşigin) : 5 905 754
- Boston (Massachusetts) : 5 809 111
- Mîamî (Florîda) : 5 726 495
- Hûston (Teksas) : 5 280 752
- Atlanta (Georgie) : 5 034 362
[biguherîne] 50 Dewletên DYA'yê
Kategorî: DYE | Dewlet | Amerîkaya Bakur | Amerîka